Pergalên faşîst ên mêtînger; qirkirin û tepisandina kesayet, zayend û gelen ku ji bo azadiyê şer dikin ji xwe re weke maf dibinin. Ji bo vê bi rêbazên leşkerî, siyasî, civakî, çandî, aborî, dîplamatîk û derûnî bi awayekî giştî vî şerî dimeşînin. Di rastiyê de şerê sed salî zêdetire ji bo ku Kurdan ji dîrokê û ji bûyîna civaka azad derxin armanc dikin, pir bi nakoke lê şerekî qîrkirinê yê ku ji aliyê gelek hevkaran ve tê kirin. Pergalên mêtînger statuya qirkirinê ya li ser Kurd û Kurdistanê, polîtîkaya ku bi pêkanîna qirkirina jinê ve giştî civakê ji qirkirinê re derbaskirinê wekî ji xwe re hinceta hebûn û tunebûnê dibînin. Ji bo tevgerên ku li dijî pergalê têkoşîn dikin jî li dijî qirkirina jin û civakê têkoşîn kirin hinceta hebûnê ye. YJA Star (Yekîneyên Jinên Azad ên Star) mêzekirînên jin û mêran yên zayendperez, çînî û netewperest bibingehîn lêpirsîn dike û rêxistineke çekdari ya jin e ku çareseriya pirsgirêka azadiya jinê di çareseriya pirsgirêka azadiya Kurdistanê de dibîne. Yekîneyên Jinên Azad ên Star di wê zanebûnê de ye ku azadiya Kurdistan û jinan di azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me de ye ku ew kombûna hemû nirxan e. Wekî pêwîstiya rêhevaltiya bi Serokatî re vê yekê wekî armanca têkoşîn, jiyan û şer destnîşan dike.
Rêbertiya me bi YJA Star a ku rûmet û berpirsyariya dîroka jinê digire ser milê xwe re perspektîfa pêwîst daye tevgera jinê ku wê parastina cewherî û gerîlatiya jina azad çawa bê meşandin. Ev perspektîfa ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye dayîn li hemberî dagirkerî û her cûre nêzîkatiyên serdest têkoşînkirinê de perspektîfa bingehîn a azadiyê ye.
Li Kurdistanê gerîlatî bêguman tenê bi avabûna YJA STAR ê re nayê destpêkirin. Di roja destpêkê ya avabûna Partiya me ve tevlîbûna jinê weke nirxeke stratejîk hatiye dîtin û bi demê re ev yek bêtir şênber bûye û gihîştiye rêxistinbûneke xweser. Her çiqas di sala 2004 an de bi avabûna YJA STAR ê re rêxistinbûyîna me ya gerîlatiya jin derbasî qonaxeke nû bûye jî cewherê wê xwe dispêre mîrateyek mezin a azadiyê.
YJA STAR berhema ked û hewldanên bêhempa ya hezaran şehîd û gerîlayên jin in. Serokatiya me, cesaret û îradeya jinê ya ji bo azadiyê raber kiriye ji bo ku bike bingehê artêşbûna jinê û bigêhêje îradeyek rêxistinî di Kanûna 1993 an de biryara artêşbûna jinê girt. Piştî girtina biryara artêşbûna jinê di zivistana 1993-1994 an de gerîlayên jin ku li qadên gerîla cîh digirtin cara yekemin ketin pêvajoya çêkirina baragehên xwe yên xweser. Serokatiya me xwe bi xwe rêxistinkirina jiyanê ya gerîlayên jin wekî pîvanek destnîşan kiriye û ev gava şênber ku hatiye avêtin ji bo azadiya jinê bûye gaveke radîkal. Wê rojê her gava ku ji bo artêşbûna jinê dihat avêtin di mejî, dil û kesayeta jin de qasî nakokî û pevçûna hezaran salan pêşketin derxistin. Bi pêvajoya artêşbûnê ve pêvajoya rêxistinbûnê û perwerdeyên hatin dîtin li ser asasê pirtûka Serokatî ya bi navê “Artêşbûna Jin” hate pêşxistin. Bi artêşbûna jinê re bûyîna iradeyek ku biryarên xwe bi xwe bide ya fermandar û şervanên jin derket holê û piştre pratika ku derketiya holê jî vê yekê piştrast dike. Dema rêxistina xweser gav bi gav pêşdiket di navbera salên 1990-1993 an de iradeya jin a xweser bi rêya komîteyên “wekhevî-azadî” hatiye temsîlkirin. Di salên 1993-1995 an de jî xebatên pergalbûyîna hêza jinê ya xweser hatiye meşandin.
Serokatiya me bingeh û cewherê Têkoşîna Azadiya Jin sipartina çiya her tim wekî rêgezek girtiye dest. Serokatiya me bixwe li qada ku lê dima de mîlîtanên jin ji bo kongreyê amade kiriye û zemînê pêkanîna kongreya jinê ya li çiya avakiriye.
Di 8-18 Adar a 1995 an de li Eyaleta Metîna kongreya yekemîn ya jinê hatiye çêkirin û YAJK hate avakirin. Rêxistinbûyîna YAJK ê kûrkirin, birêxistinkirin, bûyîna pergal û li ser hêza xwe mezînbûna artêşbûna jinê de bûye gavekî stratejik. Feraseta şer, jiyan, hedef û armanca şerê ku li ser esasê têkoşîna gerîla ya ku li ser xeta azadiya jinê tê meşandin bi bername û rêziknameya xwe ve derbasî qonazeke nû bû û nasnameya rêxistinbûna xweser hate avakirin. Her wiha peşengtiya pergala fermande, şêwe û sixûlîna nexweyî hate pêkanîn.
Piştî Kongreya yekemîn a YAJK ê di serî de mijarên rêxistinbûyîn, mewzîgirtin, erkdarkirin, vesazkirin û perwerdê de, hemû qad derbasî biryargehên xweser ku van karan birêvedibin bûn. Li hemû eyaletan fermandariyên jin hatin sazkirin. Bi sazîbûna YAJK ê ya xweser ve şêweyê xebatê wê şênber bûye û Biryargeha YAJK ê yekser derbasî pergala ku tekmîlê xwe bide Serokatî û ji Serokatî perspektif û fermanan bigire bûye.
Bi Biryargeha YAJK ê ve fermandarî û hêza jinê gihîşt pergaleke rêxistinî û pergala xwe ya peywendiyan ya xweser çêkir. Di bin Biryargeha YAJK ê de sazîbûnên xweser û xebatên akademiyan jî hate destpêkirin. Piştre jî gerîlatiya jin ku bi Teoriya Qutbûnê û Bîrdoziya Rizgariya Jin xwe kûr kir, bi konferansa ku 2004 an de bi perspektîfên Rêbertî lidarxist ve xwe weke YJA STAR (Yekîneyên Jinên Azad ên STAR) pênase kirin. Di nava 2 salan de bû saziyek xweser ku niqaşa hedefên xwe yên demê kir, rêziknameya xwe çêkir, Konseya Fermandariya YJA STAR ê hilbijart, plansazî û vesazbûnên navxweyî çêkir. YJA STAR ê PAJK weke nasnameya xwe ya bîrdozî pênase kiriye û xwe weke hêza rewa ya KJK ê diyar kiriye û ev yek bi mekanîzmayên rêxistinî şênber kiriye.
Li gorî Modernîteya Demokratîk û paradîgmaya Netewa Demokratîk Şerê Gel ê Şoreşgerî jî gihîştiye naverokek nû. Şerê ku me beriya paradîgmaya Netewa Demokratîk dimeşand li ser hedefa avakirina dewletê bû ku xwe dispart mafê her netewêye ku dikare dewleta xwe ava bike. Stratejiya vî şerî jî wekî qonaxên parastin, hevsengî û êrîşê hatibû diyarkirin. Têkoşîna ku li vê demê de dihat meşandin jî wekî ku Serokatiya me gotî ji bo : “Hebûna ku bi qirkirina çandî ve perçe perçe bûyî bi xwe dayîna nasîn, ew kirina XWEBÛN û bidestxistina wate û nasnameyê” bû. Şerê 30 sale ku em dîmeşînin, li Kurdistanê di mirovan de ji hişmendî heta fikirandin, ji hestan heta dil avakirin û hebûn armanc kir. Li dijî înkarî û tunekirinê ya ku ji aliyê mêtîngeriyê ve dihat sepandin, ya ku hat kirin avakirina HEBÛN ê bû. Bi paradigmaya Modernîteya Demokratîk û bi perspektîfa Netewa Demokratîk ve Şerê Gel ê Şoreşgerî û gerîlatiya wê hat avakirin. Dîsa li Kurdistanê têkoşîna avakirina Konfederalîzma Jinê bi pêşxistina gerîlatiya jina azad ve pêkan e.
Dibe ku ev pirs bê kirin çima yekîneyên gerîla yên jin yan jî sedemên avakirina gerîlatiya jina azad çi ne? Têgehên artêş, şer, leşkertî û lehengiyê piranî ji bo zilaman tê bikaranîn. Ji ber ku rastiya artêş û şer ji aliyê mejiyê zilam ve bi sazî bûne. Diyardeyên zilam û deshilatdarî û dîsa diyardeyên bîrdozî, siyasî û jiyanî ku li derdora wê çêbûyî ketine nava hev.
Artêşbûn, bi şer re mijûlbûyîn piranî bi bûyîna hêz ve tê tevlîhevkirin. Bûyîna hêz rastiyeke ku ji aliye xwezayê re ji bo hemû zindiyan hatiye diyarkirin. Jiyankirin, axaftin, di navbera mirovan de têkilî avakirin, derbasbûna hilberîna civakî û hwd. di hemû kêliyên jiyanê de hêzbûyîn pêwîste. Di vir de tenê bawerkirina bi rêbaz û hişmendiya deshilatdariyê ve pêkhatina hêzê pirsgirêkê dike girêk. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn de hêzbûyîn bi artêşbûnê pêkan e. Bîrdoziya azadiyê û yekîneyên jinên azad ku me li ser rêgezên vê bîrdoziyê pêkanîne destpêkê hewldide ku di vê mijarê de ronîbûnekê çêbike. Tekane şêweyê bûyîna hêzbûyînê ne bi feraseta deshilatdariyê ve hemû hêz di destê xwe de komkirin û bi zextan bêîradekirina kesên din e. Ji bo jiyana azad hêzbûyîn pêwîste lê divê ev hêz feraseta xwe ji deshilatdariyê negire. Ji ber ku azadî û desthilardarî du diyardeyên dijî hev in. Li cihekî yek hebe ya din nabe. Divê ev yek baş ji hev were cûdakirin. Têkoşînên gerîla ya jinê jî ji bo ku neşibe zilam û pergala wî, divê vê girêkê veke û bi destpêkirina çalakiya derbaskirina vê pergalê û xwe ve ev pêkanîn girîng e. Çawa ku hêzên têkoşîna biratî, azadî û wekheviya civakî dikirin û sosyalîzma pêkhatî ev nekarîn çareser bikin û ji ber çaresernekirinê ew bi xwe hilweşiyan, heke têkoşînên azadiya jinê jî ji vana dersan dernexin bê guman wê bi heman aqûbetê re rû bi rû bimîne. Dema bihêzbûyîn wekî bidestxistina desthilatdariyê hate fêmkirin bêguman şibandina desthilatiyê derdikeve holê. Desthilatdarî û hêzbûyîn wekî xefkekê ye. Hema hema her hêza ku têkoşîna wekhevî û azadiyê dimeşîne ketiye vê xefkê. Serdestiya zilam û feraseta desthilatdariyê ku wî avakiye derbaskirin, faktora sereke ya derbaskirina pergalê ye. Rêbertiya me ji ber vê yekê gerîlabûna jinê, rêxistinkirina yekîneyên jinên azad û bê ku bişibe zilam şerkirina wê ji bo pêşketina têkoşînê weke gavekî stratejîk girtiye dest.
Diyardeya desthilatê ku em wekî yekdestkirina hêzê pênase dikin cara yekemîn li ser jinê hatiye ceribandin û ji bo tevahî mirovahiyê çand û hişmendiyek tirsnak derxist holê. Di encama vê hişmendiyê de bi hezaran salan di serî de nasnameya wê ya zayendî, bi navê nasnameyê di jinê de çi hebe hatin mêtîn.
Dagirkeriya herî mezin û hovane li ser laş, fikir û dilê jinê hate pêkanîn. Di her serdemê de bi hezaran jinên ku niha navê wan nayê zanîn bi rêbazên cûda û trajîk hatine qurbanîkirin. Rastiya serdemê ya ji xwezabûna xwe derketiye û hevsengiya wê xirab bûye, rastiya jin û zilamê ku derxistiye holê têkoşîna gerîla ya ku xwe dispêre rêgezên sosyalîzmê, mejiyê jinê û zanista jineolojiyê ji her demê zêdetir bûye pêdiviyek jiyanî.
Bêrîkirina mirovahiyê ya ji bo azadî, wekhevî, dad û xweşikbûnê cewherê sosyalîzmê jî pênase dike. Têkoşînên sosyalîzmê ku di nava dîrokê de pêşketine bûye mejiyê mirovahiyê yê azadî, wekhevî û dadê. Piştî ku ji hin qonaxan re derbas bû û şêweyê xwe yê zanist girt jî dîsa armanca sereke ev in. Bêguman şêweyên derketina holê ya nakokiyan, li gorî serdeman şîrovekirin û nêzîkatiyên çareseriyê ya ji bo van nakokiyan rengê xwe daye têkoşîna sosyalîzmê. Sosyalîzma ku bi Marks-Engels û Lenîn re derbasî qonaxa zanîstî bû, nakokî û pevçûnên dijwar ên di navbera çînên proleter û burjuva de kir bingeha teoriya xwe. Bê guman pênasekirina nakokiya ku derketibû holê bi wate û rast bûn. Lê dema jiyana civak û kesayetan a tevlîhev, pir cûreyî û di nava hev de tê fikirandin tespîta ku hatiye kirin kêm dimîne. Û bi kêmasiyên xwe ve pêkhatina wê jî hin şaşî derxistin holê. Wekhevnebûyîna jiyana civakan, anîna li hemberî hev ya cûdahiyan, têkilî û nakokiyên, kes-civak, jin-zilam, civak-kes-xweza û hişmendiya serdest-kole ku heta çaviyan derbas bûye, tenê çareseriya nakokiya di navbera çînên proleter û burjuva de dîtin ji çareserkirina van pirsgirêkan têrker nebûye. Li ser navê çareseriyê bi dewletkirina dîktatoriya proleterya, ji bo pirsgirêkên ku sosyalîzmê hewldida çareser bike nebû çare. Ji ber ku têkoşîna sosyalîzmê ketina kûrahiya jiyan, civak, kes, zayend û xwezayê ye û ji bo wan her yekî jî destnîşankirina nêzîkatiyekê ye.
Diyardeya serdest-bindest dema wekî ferasetekê di nava civakê de bicîh dibe, êdî ev feraset di navbera yên serdest û yên bindest bi awayekî cûrbîcûr û tevlîhev hatiye pêkanîn û ev bûye elimandin. Jin bûye qurbanê vê hişmendiyê yê sereke û hate çewisandin. Dema têkoşîna sosyalîzmê tê dayîn divê di destpêkê de rastiya wê ya desthilatdar bê dahurandin û li ser diyardeya îradeya jinê çareserî pêşxistin dibe gavekî stratejîk. Êdî serkeftina sosyalîzmê girêdayî vê ye.
Heke em li hemberî rastiya pergaleke serdest ku di destpêkê hest, fikir û fîzîka jinê xistiye têkoşîn dikin, wê demê divê destpêkê têkoşîna zindîkirina hest, fikir, fîzîk û îradeya jiyana azad bidin.
Bê guman ev nayê wê wateyê ku em li şûna desthilata zilam, desthilata jinê avabikin. Tişta ku tê xwestin ji dûrî hemû ferasetên desthilatdariyê têkoşîna jiyana azad e. Ji ber vê jî nasnameya herî sereke ya têkoşînên azadiyê ku di serdema me de tê dayîn, divê pêşxistina feraseta ku xwe ji hemû cûre desthilatdariyê şuştiye, yê ku pir rengiya civakê dibîne, li hemberî vê pir rengbûnê bi rêzdarî nêz dibe û her ku biçe ferasetek azadîxwaz û wekhev ava bike ye. Tevlîbûna têkoşîna sosyalîzmê ya jinê bi îradeya xwe ve ji bo pêşî vekirina jiyaneke wekhev û azad pir girîng e. Sosyalîzma pêkhatî nîşan daye ku têkoşîneke ku îradeya jinê têde şîn nayê nikare biçe serkeftinê. Tenê têkoşîna ku bi gerîlatiya jina azad ku mejî û dîlê jinê esas digire re serkeftin pêkan e.