Tirkî  |  Erebî

YJA STAR

SENGAL SEHIDLERI

Ji bo raya giştî û çapemeniyê!

Pêngava Tolgirtina Şehîdên Şîlo ya ku 11 Adarê de destpêkiriye di encamê berxwedaniyekê mezin de di 25’ê Adarê de gundê Medîban ji aliyê hêzên HPG-YJA Star û YPJ-YBŞ bi temamî hatiye rizgarkirin.  

Di 25-26’ê Adarê de di Pêngava Azadkirina gundê Medîban de berxwedaniyekê bêhempa hatiye pêşxistin û şerekê berfireh jî hatiye meşandin. Di vê berxwedaniyê de du hevalên me yên ku bi fedekartiyên mezin di xeta fedaî a Apocitî de têkoşîndane meşandin rêhevala me Gulçîn Dîdar(Mînera Mîna) û Zevîn Qamîşlo(Rûken Elî) şehîd ketine. Cardin şervanên YBŞ Genco, Şoreşger û şervana YPJ’ê Nujîn di têkoşînê de cihê xwe herê pêşde girtine û şehîd ketine.

Sicîlên rêhevalên me yên ku şehîd ketine wiha ye;

Yeni Resim 1

Nav û paşnavê kod: Gulçîn Dîdar

Nav û paşnav:Mûnîre Mîna

Cihê dayîkbûnê: Kotol

Navê dayîk û bav: Zînê-Nurettîn

Cîh û dîroka şahadetê: 25 Adar 2016/Şengal

Yeni Resim

Nav û paşnavê kod: Zevîn Botan

Nav û paşnav:Ruksen Elî

Navê dayîk û bav: Fatma-Abdulvahap

Cîh û dîroka şahadetê: 25 Adar201/Şengal

Ev rêhevalên me yên hêja yên ku di oxira azadiya gelê me de ji bo her curên têkoşînê amadebûn di vê oxirê de bi azîmekê mezin û biryarbûyînekê xurt şerkirin û şehîd ketin. Ev sekna wan ya bibiryar, şêwazê têkoşîna wan ya bi azîm, girêdanbûyîna wan yê bi gelê me re û nirxan ve mîrasê têkoşîna ku devrê rêhevalên xwe kirine nîşaneya rêya ku bi serkeftinê re kilîtbûyînê ye. Emê di vê rêyede serkeftinê tacîdar bikin.

27 Adar 2016-03-29

Fermandariya Şengal a YJA Star

Kategori: YJA STAR