Tirkî  |  Erebî

Şehîd Ekin Denîz Firat

ekin denizHevrêya me Ekîn Denîz Firat di meha Nîsanê de li Rihayê tevlê Karwanên şehîdan bûbû. Beriya heval Ekîn berê xwe bide vê erka xwe, hest û ramanên xwe, hezkirina xwe ya jiyanê anîbû ziman. Em jî van hestên wê yên bedew ji pênûsa wê bi xwe, bi we re parve dikin...

Di sala 2008’an de min ev jiyana pîroz a PKK’ê nas kir. Ango piştî ez demekê di nava xebatan de mam, min biryara xwe ya tevlêbûnê da. Ez bawerim di giştî jiyana min de biryara herî baş a ku min daye, biryara tevlêbûna nava refên PKK’ê bû. Ev ji bo min pir watedar bû û hê jî bi vî rengî ye. Ji xwe hevalan navê Ekîn li min kirin. Dema ez tevlê bûm, heval Ekîn nû şehîd bûbû. Ji ber wê hevalên ku bi heval Ekîn re mabûn, navê wê li min kirin. Rakirina navê hevaleke şehîd ji bo min pir zor bû. . Min her digot, gelo ezê bikarim mafê wê bidmê. Ezê bikarim li gorê navê xwe, ango li gorê navê şehîd Ekîn bijîm?… Dibe ku min heval Ekîn nedîtibe, an jî pêre jiyan nekiribe, lê ev di nav PKK’ê de pir ne girînge. Bêguman hevdû naskirin, bi hev re mayîn wateyek xwe yê cûda heye hertim. Lê, ger em gelek hevalan nas nekin jî, armancên me yên hevbeş, jiyan û tekoşîna me ya hevbeş besî her tiştî ye. Berpirsyarî û erka me ya xwedî li nirxên şoreşê derketin heye. Ji ber wê min ji xwe re got, ezê her dem, di hemû kar û xebatên şoreşê de serkeftinê ji bo xwe esas bigrim.

Dixwazim hinekî qala tevlêbûna xwe ya nava PKK’ê bikim. Hun rastiyê bixwazin gelek sedem hene ku hişt ez berê xwe bidim nava vê jiyana watedar. Min di şexsê heval Hêjar, Gulçîn û heval Umît de PKK ji nêz de naskir. Ev hersê heval, qehremanên zaroktiya min bûn. Hersê heval jî niha şehîd in. Min jî di şopa wan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Min berê xwe da nava tekoşîna rûmetê. Dibe ku naskirina wan hevalan be, ya ku berê min da van çiyan. Ji xwe ji bo me tevahî ciwanên Kurd sedema sereke a tevlêbûnê ewe ku, em di welatê xwe de bê war, bê nasname, bê çand û bê ziman dijîn. Ev bi serê xwe nakokiyeke herî mezine û hinceta me ya tekoşînê ye. Li gel vê tu rastê bêedaletî û newekheviya civakî têyî. Tu dibînî ku pergala heyî te ji cewherê te qut dike, biyanî dike. Her ku ev nakokiyên min mezin û kûr dibûn, zêdetir ji wê pergalê, ji wê jiyana sexte dûr diketim. Wisa dibû ku ji bo min her kêliya jiyanê mîna zindanekê bû. Ji ber di her qada jiyana te de, di têkiliyên te yên civakî de, di cilûbergên te de, heya axaftin û meyzandina te de sînor tên xêz kirin. Ji xwe te berê xwe bida kîjan qada jiyanê, gotina QEDEXE derdiket pêşberî te. Ango mafê me yê jiyanê di her warî de hatibû qedexekirin. Ji bo te jiyanek tê xêzkirin û tu neçarî li gorî wê jiyanê tevbigerî. Bi demê re tu dibînî ku tu ji xwe dûr dikevî û mîna robotan dibî. Hizrên te, meşa te, axaftinên te, têkiliyên te yên civakî hemû di bin serweriya wê pergala desthilatdar de ye. Ev hemû ji bo min bûbûn nakokiyên herî mezin û her roja diçû ez ji pergala dûr dixistim. Her ku ji pergala dûrdiketim, nêzî jiyana PKK’ê dibû. Jiyana çiya her bala min kişandibû. Min jî cewherê xwe yê windabûyî di nava PKK’ê de dît.

Dema min berê xwe da van çiyayên azad, min go qey her tiştê di derbarê wê pergalê de bi dawî bû. Min digo ji xwe min pergal redkiriye û ez wiha hatime. Lê tu dibînî ku her tişt nû destpê dike. Çima vê dibêjim, ji ber dema mirov perwerda PKK’ê dibîne, dema li dahûrandinên Serokatî yên di derbarê şexsiyetê de dixwîne, ferq dike ku ji bo mirov xwe ava bike, pêwîste tekoşîneke xurt bi şexsê xwe re bide meşandin. Ger wisa neme, nikare xwe rast ava bike. tuyê hertim di warê fikrî, di war sekn û moral de lewaz bimînî. Ji ber wê çiqa sal derbas bibin jî ev tekoşîna te, ev lêgerîna te ya xwe ji nûde avakirinê bi dawî nabe. Tu roj bi roj xwe di nava PKK’ê de ava dikî, xwe pêş dixî. Ji bo tu bighêjî cewherê xwe, ji bo bighêjî heqîqetê tu di her warî de xwe fedayê vê jiyanê dikî. Jiyana PKK’ê mîna deryayekê ye. Her ku tu di nav de melevanî dikî, dixwazî zêdetir pêşde biçî. Tu dixwazî bighêjî sira vê jiyanê. Yanî tu kêlî bi kêlî hebûna xwe watedar dikî. Her çiqas zor be jî, ji bo tu bighêjî rûmetiya hebûnê ya watedar her di nava tekoşînê de yî. Di vir de bûyera wateyê pir mezine. Yanî tu li tevahî jiyana xwe, li tekoşîn û lêgerînên xwe wateyên giranbiha bar dikî. Ji ber wê ji nûve xwe ava kirin, hem pir zore hem jî pir watedare. Ji bo tu paşverûtiyên xwe derbas bikî, ji bo ku bi rengek sade û kûr jiyan bikî, tu her dimeşî. Ticarî peyva “êdî bese” ji devê te dernayê. Ji ber her gaveke tu diavêjî pêvajoyeke hebûnê ye û ev hebûn mirovan bi coş û kelecan dike. Ev hebûn, dihêle ku tu bi eşqeke mezin jiyan bikî, kar bikî û tekoşîna xwe bilintir bikî. Di vir de lêgerîn û armancên te mezintir dibin. Ji ber wê tu ji xwe re dibêjî; “ezê ji vir û pêve wisa jiyan nekim”. De kêliya te got ezê êdî wisa jiyan nekim, tekoşîna te ya şoreşgerî destpê dike. Hem barê te giran dibe hem jî berpirsyariyên dîrokî yên mezin dikevin ser milê te.

Di serî de jî min qala jiyana bi wate ya PKK’ê kir. Bi rastî jî heya niha dema navê PKK tê gotin pir bi coş û kelecan dibim. Her çiqas nebesiyên min hebin û min mafê vê jiyanê neda be jî, lê dema qala jiyana PKK’ê dikim, coşeke pir cûda xwe li hest û ramanê min dipêçe. Lê dîsa jî dibêjim, ya girîng, ewe ku em karibin xwe bighînin wateya rasteqîn a vê jiyanê. Ji ber gelek caran em qala felsefe û îdeolojiya Serokatî dikin lê, li gor nêrîna min tenê anîna ziman, nayê wateya fêm kirinê. Gelek caran em bi xwendin û lêkolîna parêznamên Serokatî re xwe bes dibînin. Lê di esas de wateya vê felsefê, sira wê di pêkanîna wê de ye. Bi qasî tu fam dikî, hêza pêkanînê, daxwaza pêkanînê jî xurtir dibe. Ji ber wê bi qasî min fam kiriye, ez jî dixwazim xwe bighînim hêza pêkanîna îdeolojî û felsefeya vê jiyanê. Ji ber ger mirov hizrên xwe, gotinên xwe bi jiyana xwe re, bi pratîka xwe re nexe yek, her tişt bê wate dibe. Ango wate pênaseya xwe winda dike. Ji ber wê ez xala pêkanînê girîng dibînim û hertim ji bo xwe esas digrim.

Yek ji diyardeya sereke ya ku hêza pêkanînê dide min, rastiya hevalên me yên şehîde. Carnan wisa dibe ku mirov dixwaze qala tevahî hevalên xwe yên şehîd bike, wan bi herkesî bide nasîn. Ji ber ew pêşengên me yên ku xwe gihandine nepenî û heqîqeta vê jiyanê ne. Hemû kêliyên jiyana wan bi wateyan dagirtiye. Ew di fikir, zîkîr û çalakiya xwe de yek bûn. Bi qasî ku rast hizirîn, rast jî pêk anîn. Em li kîjan hevalên xwe yên şehîd binêrin, emê bibînin ku eşqa wan a jiyanê ewqas mezine ku, ji bo parastina vê jiyanê çi pêwîst be bê teredut pêkanîne. Di vê oxirê de serî li hember her awayî mirinan rakirine û xwe feda kirine.

Gelek kes mereq dikin, ka gelo nepeniya jiyana PKK’ê çiye. Dibêjin, ev çi nepeniye ku bi ruxmê her awayî êrîşan, bi ruxmê ku PKK pêvajoyên pir giran derbas kirin, lê hertim bi hêze, zindî ye û tekoşîna xwe bi xurtî dewam dike. Ez jî ji wan re dibêjim, ya ku PKK’ê pîroz dihêle, li ser piyan dihêle ev têkiliyên hevaltiyê yên ku di nav me de daye avakiriye. Ji ber wê ye ku dema tu biçî mirinê jî, Ji ber tu dizanî li pey te hevalên te yên ku vê doza te, xewn û xeyalên te dewam bikin hene, ti carî çavên te li paş namîne. Tu bi serbilindî diçî mirinê. Ji bo ku layîqê vê hevaltiya pîroz derkevî tu xwe feda dikî. Ji xwe tişta ku hertim hêz û moral daye min jî naskirina van hevalan bû, parvekirinên min yên watedar bûn... Ev hevaltî jî, ji xwe ber pêş neketiye, li naverastê bûyereke kedê heye. Ev ked, hevaltiya me xurtir dike. Di kêliyên me yên herî zor de, di xweşî û nexweşiyê de, destê hevaltiyê yê ku dirêjî te dibe, besê her tiştî ye. Ya ku te nêzî hevdû dike, manewiyata te xurt dike jî ev keda hevaltiyê ye. Dibe ku pir caran em bi salan hevdû nabînin, lê ev dûrbûn pir te naêşîne. Raste tu bêriya hevdû dikî, lê ger te di dil, mejî û ruh de ev hevaltî ava kiribe, ev dibe hevdîtina te ya herî watedar a bi wan hevalan re. Ji xwe ev girêdan nebe mirov nikare jiyan bike.

Girêdayî vê hevaltiya PKK’ê ya pîroz, meyzandina me ya ji bûyera şehadetê re jî pir girînge. Ji ber em wek milîtanên APO’yî wateyên pir cûda li vê bûyera şehîdbûnê bar dikin. Ger tu wek mirovekî ji rêzê bi vê bûyerê bihizirî, tu yê bibînî ku ev bûyera şehîdbûnê ne hêsane û dibe tu nikaribî ji bin rabî. Lê, şoreşgeriya PKK’ê, bi çavek pir cûda li vê bûyerê dinêre. Yanî em her tiştî bidin milekî û bi roja xwe ya destpêkê ya tevlêbûna nav refên PKK bihizirin, kêm jî be emê wate bidin van şehadetan. Ma ne me hemiyan jî got; di oxira vê dozê de, çi bedel ji me bê xwestin, emê bê teredut bidin. Yanî tu dikevî wê ferqê de ku erk û berpirsyariyên dîrokî ji te bedelên pir giran dixwaze. Ti tişt wisa bi hêsanî nayê avakirin. Li gel vê rastiyê, tu bi daxwaz, hêvî û xeyalên hevalên xwe yên şehîd dihizirî… raste, em hemû jî ji kûrahiya dilê xwe bi van şehadetan diêşin, xemgîn dibin, hestiyar jî dibin. Lê, em baş dizanin ku bi awayek rast xwedî li bîranîna wan derkevin… Ango, dema van hevalên me xwe feda kirin xwestin çi ava bikin, xewn û xeyalên wan çibû, divê em vê ji kûrde hîs bikin, bijîn û pêdiviyên wê bicih bînin. Ev erka me ya hevaltiyê ya herî mezine. Ji xwe wê demê tu hemû kêliyên jiyana xwe bi wan re dijî… bi wan re radibî, bi wan re dimeşî, bi wan re dikenî û bi wan re diçî erkên herî zor. Tu dibînî ku hest û ramanên te her bi wan re ye, ango ew hertim bi me re ne. Hêza herî mezin cardin ew didin me. Wê demê tu ferq dikî ku ew qet neçûne, her bi te re ne. Ev jî tê wê wateyê ku tu ne bi tenêyî. Ev bi serê xwe hêz û moraleke cûda dide. Tu bi wê coşê bi gavên leztir pêşde diçî. Ji ber wê ye ku em hertim dibêjin hevaltiya PKK’ê pir cûda ye. Yanî em li kur bin bila bibin, em li kîjan karî bin bila bibin, hevdû hîskirin, hevdû fam kirin û hevdû mezinkirin pir girînge. Ev enerjiya ku tu ji hevalê xwe digrî besî hertiştî ye. Weke milîtaneke PKK’ê, ez jî dixwazim bi jiyan û çalakiya xwe heqê vê hevaltiyê bidim. Ji xwe hertim dibêjim, ji bo min şensê herî mezin ewe ku di nava PKK’ê de cihê xwe digrim.

Li hember van pîroziyan, tu hem pir dilşad dibî, hem jî dikevî nav hewldana ka gelo ezê çawa xwedî li van pîroziyan derkevim. Wê demê jî mirov bi xwe re dikeve nav lêpirsîneke kûr û hertiştî ji xwe destpê dike. Vaye niha jî rêxistinê şensekî mezin da min. Ji bo tolhildana ji van hemû êşan divê ez vê firsendê baş binirxînim. Bi salan bû ez li benda vê kêliyê bûm. Ji bo xwe bighînim vê astê her di nava hewldaneke mezin de bûm û vaye niha ev daxwaza min bicih tê. Di pêvajoyeke wisa de çûna erkeke wiha pîroz, şansekî mezine. Ji ber îro li her qadê êrîşên pir dijwar li dijî gelê me, li dijî nasname û xaka me, li dijî Serokê me tê kirin. Li hember van êrîşan, di sala borî de li Cizîr û Sûrê qehremaniyên pir mezin hatin jiyan kirin. Di roja îro de jî qehremaniyên bêhempa tên jiyan kirin. Ji ber wê, divê em jî di şopa van hevrêyên xwe de, xwe di serkeftinê de kilît bikin.

Wê ti carî ev êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst bê bersiv nemîne. Di vê mijarê de idîaya me ya serkeftinê mezine. Bi vê idîayê, bi vê biryardariyê teqez emê serbixin. Ji xwe serkeftin jî binkeftin jî di destê me de ye. Lê, li gor ku emê binkeftinê ji xwe re qebûl nekin, teqez divê em serbixin. Ev erka me ye, berpirsyariye û ferze ku em pêk bînin. Ji dil bawer dikim ku emê bi vî rengî serkeftinê bi dest bixin…

Herî dawî di jiyan û tekoşîna tevahî hevalên xwe de serkeftinê dixwazim…

Kategori: Şehidên Me