Tirkî  |  Erebî

Ji rojnivîsa şehîd Axîn Meşkan

axin meskan“Ev çend sale her li qada Xakûrkê me. Hemû kêliyên jiyana min a çiyayî, li qada Xakûrkê derbas bûn. Nizanim çima lê, ji bo min herdem cihê Xakûrkê cûda ye. Wisa ji min re tê ku dema xweza hat afrandin, Xakûrkê bi titîziyeke taybet hate çêkirin.

Ji ber wê ger heval bihêlin, ezê heya dawî di vê qadê de bimînim. Bêguman ev nayê wê wateyê ku ez ji cihên din ên Kurdistanê hez nakim. Ez ji her bosteke xaka Kurdistanê hezdikim. Lê wek min got, Xakûrkê hê cûdaye. Dibe ku ji ber bi salaye ez li vê qadê me van hestan jiyan dikim. Ji ber tişta ku cih û waran xweşik dike ne tenê erdnîgariye, tiştên ku li wir tên jiyankirin jî wate û xweşikbûneke cûda dide erdnîgariyê. Ji xwe te çiqa nirx dabe jiyanê, ew jî bi qasî wê nirx dide te. Wekî ku dibêjin, “tu çi biçinî tu yê wî rakî”. Her çendî bi qasî ku tê xwestin min li van deran ked nedabe jî, lê gelek hevrêyên me yên ku bi canê xwe bedel û kedek mezin ji bo vê xakê dan, koçî cîhana nemiran kirin. Ji ber wê di her gavê de, di her henaseyek azad de, em wan bi minetdarî bibîrtînin. Wana pêşerojeke azad û xweşik emanetî me kirin û wiha çûn, tişta dikeve ser milê me jî ewe ku divê em vê emaneta pîroz hembêz bikin û qet bernedin. Dema niha berbi qada Arê ve diçim, bi vê hest û baweriyê dimeşim. Di her henaseyekê de xweşikiya bi hezaran hevrêyên xwe dikşînim kûrahiya dilê xwe. Ev ax wisa xwşike ku gelek şaş dimînim ka çawa mirovan van deran berdaye. Dibe ku dema ez jî li malê bûm ne di ferqa van rastiyan de bûm. Min jiyan tenê di kêliya ku tê jiyan kirin de didît. Ez li cihê cûda li azadiyê digeriyam. Lê piştî ku hatim van warên azad min fam kir ku navenda jiyana herî mezin û bedew Çiya ne. Çiya cih û warê xwe afrandinê ye. Ji ber wê çiya ne tenê cihê ku mirovan diparêze ye, di heman demê de cihê ku jiyanê watedar dike ye. Dibe ku pir ecêb were, lê belê dema li lûtkeya herî bilind a çiyayên Xakûrkê bim jî, bêriya çiya dikim. Ev bêrîkirin, qet canê min naêşîne. Dijberî wê bi vê hesta bêrîkirinê zêdetir têm girêdan bi van çiyan, bi van bedewiyan ve. Êêê… Ma qey mumkune mirov aşiqê vê heybetê nebe û bêriyê neke?!... Helbet ne mumkine. Ji ber wê di her gavê de eşqa min a ji çiyan re kûrtir dibe. Belê çiyayên me yên bedew… çiyayên ku me diparêzên û jiyana bi wate diyarî me dikin! Qet xeyal nakim yek kêliyê jî ji we qut bibim, qet nafikirim jî. Ma qey ezê bê we çawa nefes bigrim! Ji ber wê hertim dibêjim, ger ezê henaseyeke dawî bidim jî ezê di van çiyan de, azadiyê hîs bikim û wiha henaseya xwe ya dawî bidim.

Di PKK de hevaltiyek bê sînor heye

Dikarim bêjim ku roja min bi sûrprîzên gelek xweş derbas bû. Ji ber hevalên me yên ku di grûba perwerdê de bûn, perwerda xwe bi dawî kirin û hatin cem me. Piştî demeke dirêj, dîtina van hevalan wisa ez kêfxweş kirim ku nikarim pênaseya vê kêfxweşiya xwe bikim. Min Rûken, Lîlav, Ozgûr û gelek hevalên din dîtin. Bi rastî jî dîtina van hevalan moraleke mezin da min. Bi wan re heman demê, heman cihî û heman çeperan parvekirin, hesteke pir xweşe. Ji bo min têkiliya hevaltiyê li ser tevahî têkiliyane û pir hêja ye. Ji ber wê jî heya ji destê min bê, hewl didim layîqê hevalên xwe derkevim. Di nava PKK ya ku vê hezkirina hevaltiyê bi me dide qezenc kirin de cih girtin, ji tevahî hestan pîroztire. Hevrêyên me ji bo xweşikbûna vê jiyanê tekoşînên wiha dijwar dan meşandin ku; divê mirov her kêliya vê jiyanê pîroz bike, êş û janên wê hîs bike, rast jiyan bike û bide jiyandin. Bi taybet dema mirov di qadên şer ên dijwar de be, van hestan bi tevahî paqijî û pîroziya wê ve jiyan dike. Di kêliyên ku em mil bi mil li kêleka hevdû şer dikin de girêdan û hezkirina milîtanên APO’yî ya ji hevdû re bê dawî û bê qusûr dibe. Têkiliyên hevaltiyê yên ku li vir tên jiyankirin xwedî nirxeke pir hêja ne. Di kêliya ku bi hevrêyeke xwe re rû bi rû têm, hemû xweşikiyên ku di dilê wan de veşartiye, dibînim. Ew ji bo ku felsefeya jiyanê ya bi hezaran hevrêyên me yên şehîd ji neslên pêşerojê re raghînin, şer dikin. Bûna şopdarê şehîdan, di şopa wan de meşandin rûmetiya herî mezine.

Êdî ez amade me

Yek ji hevalên ku bi jiyan û tekoşîna xwe çiyayên me bedew kirine, fermandar û hevrêya me Bêrîtane. Heval Bêrîtan li qada Xakûrkê destan nivîsand. Destaneke wisa nivîsand ku me navê wê danî, Destana Azadiyê. Ewê di zinarên Xakûrkê de bazkên xwe ji azadiyê re vekirin. Pêşerojeke birûmet û azad emanetê me kir. Divê em jî xwedî li vê emanetê derkevin. Divê em ji tevahî cîhanê re, bi taybet jî ji dijmin re nîşan bidin ku em şopdarên Bêrîtan’in. Ji ber wê jî gelek caran van pirsan ji xwe dikim; “Tu ji bo van hevalên bedew, ji bo gelê xwe û ji bo azadiyê amadeyî ku xwe feda bikî? Tu amadeyî ku dijmin binbixî, qidûmên wî bişkînî?...” Her ku van pirsan ji xwe dikim, dikevim nava kelecana ka gelo ezê çawa bersiva van pirsan bidim. Lê tişta ku têde pir zelalim ewe ku, wê jiyan û tekoşîna min bibe bersiva rast a ji van pirsan re… Ji ber di pêvajoyên şer ên herî dijwar de, di kêliyên ku dijmin bi hovîtiyeke mezin êrîş dike, min dît ku qehr û kîna min pir mezine. Min bi tevahî hestên xwe ve fam kir ku ez amade me. Niha jî dibêjim êdî dem hatiye ku nûbûnan di xwe de ava bikim. Êdî ti tişt min natirsîne. Ez vê cesareta xwe ji hezaran hevrêyên xwe yên qehreman digrim. Wan ji me re nîşandan ku azadî ne hêsane û bedelên mezin dixwaze. Ji ber wê ezê bi tevahî hestên xwe ve hê bêhtir tekoşînê hembêz bikim. Ji bo ku girêdana xwe ya bi Serokatî, şehîdan û gelê xwe ve nîşan bidim, ezê tekoşîneke dijwar bidim  meşandin.

Di her kêliya şer û jiyanê de ezê zaferê esas bigrim

Vaye niha jî civîna ku em li bendê bûn, destpê dike. Heval Çîçek destpêkê rojev û pêşketinên heyî nirxand. Her ku wê rojev dinirxand, lêpirsîna min a wîcdanî ya li hemberî pêvajoyê mezintir dibû. Dema ku dest bi nirxandina mijarên leşkerî kir, kelecaneke cûda kete dilê min. Ez bawerim ku heval Çîçek jî ev kelecana min ferq kiribû ku, piştî nirxandina xwe beriya herkesî ez rakirim û xwest hest û nêrînên min bigre. Ev zêdetir bi kelecan bûm. Kêm jî be min pratîka sala borî nirxand.

Di dawiya civînê de hem ji bo giştî pratîkê, hem jî bo pratîka ku ez jî di nav de bûm rexne hebûn. Hun rastiyê bixwazin ev rexne û nirxandinên hevalan ji bo min pir baş bûn. Bi vî rengî nebesiyên min di kîjan milî de hene, divê ez çawa hê xurtir tevlê bibim, ev rexne ji bo min bûn alîkariya herî mezin. Ji vir û pêve di her gaveke ku ezê biavêjim de ezê xwe ji kûr de lêpirsîn bikim. Di her kêliya xwe ya jiyan û tekoşînê de ezê zaferê ji bo xwe esas bigrim, ezê layîqê Serokatî û şehîdan derkevim…

Kategori: Şehidên Me