Tirkî  |  Erebî

Rêhevalên tekoşînê

Nîsan li Çaçê bi awayekê cuda xwe dide der. Hêja Herekol cilê xwe yê sipî ji xwe ne kiribû lê Çaçê cilê xwe yê reng bi reng li xwe kiribû û hemêza xwe ji çûk, mêş û bi taybetî jî kesên ku nikare ji hesretê wan berxwe bide ji gerîlayan re vekiriye

. Tevahî dar bişkivîne, nebat zîl dane, darên behîvê bi çîçekên xwe re li hember sermayê mizgîniya biharê didin. Di quntarên Çaçê yê aliyê bakur de çîmen bihostek rabûne û bi ava dehan kaniyan xwe şil kiriye. Kevirên zinarê Çaçê ewqasi paqij bûne ku tîrêjên rojê yên siharê lê didın, pêre dirêj dibin û bi qiba giba kewan re xwe ji bo rojekê nû amade dike.
Artêşa Tirk operasyona ku di dehê Nîsanê de dabû destpêkirin encam negirt û neçar ma ku paşde vegere. Fêm kiribû ku bi teknîkên xwe û bi hêza xwe re nikare yekineyên gerîla, ji bo vê amadekartiyên xwe yên berfirehtir dikirin. Ji bajar û navçeyên derdor yekineyên nû û yên taybet anîbûn. Ji derveyê van yekineyên taybet bi sedan çete, tank, top û kobra ji bo operasyonekê nû amade kiribû. Bi vê operasyona xwe re berê xwe da li ser çiyayê Çaçê û derdorê wê. Ji xwe artêşa Tirk dizanî ku ew der sengerên gerîla ne. Heman demê de bi îxaneta yek kesêre agahiyên nû jî girtibû. Bi vî awayî dest bi êrişên xwe kiribû.
Tevahî hevalên me ji van amadekartiyên neyar yên berfireh agahdar bûbûn. Amadekarî dikirin.Pevçûnên ku çêdibûn ewqasî bi tundî derbas dibûn ku nava wê rojê de her cûrên çekan, ji derveyê vê bi bombeyên destan singe sing pevçûn çêdibû. Di encamê vê de derbeyên mezin li artêşa Tirk hatibûn xistin. Ruxmê ku di aliyê teknîk û hêza xwe ya leşkerî re amadekartiyên xwe yên bi semyan hebû lê nikarî bû gerîlayan ji sengerê wan derbêxe. Ev di encamê berxwedanî û lehengiya gelek fermandar û şervanên bi nirx ve pêk hat.
Gava em van rêzan dinivsînin jî pevçûnên nû pêş dikevin;
Seat 1…yekemîn seata rojekê nû… destpêka 25’ê Nîsanê… Tepeciyên gerîla xwe di sengerên xwe de bi cih kiribû, bi bayê hênik re çavên xwe di kûrahiya tarîtiyê re vekirîbûn û guhên xwe jî ji bo dengekê biçûk hesas kiribûn û benda hatina leşkeran bûn. Rewşa bendêmayînê her tim nexweşe. Tu xwe amade dikî ew nayên. Ji bo vê bendemayîn, bi taybetî jî şev zehmet e.
Piştê ewqasî bendemayînê bi dengê lingên ku ji dûr de dihat û bi dîtina reşêyên wan re dawî dibe. Fermandarê gir telsîz ji bêrîka xwe derxist hêdî tilya xwe danî li ser mandalê û ji fermandarê xwe yê yekineyê re di bêje; “neyar derket operasyonê, nêz dibe!”
Ji aliyê din de jî bersiva; “bila baş nêz bibin, wisa lê bidin!” tê. Bi vê awayî fermandar telsîz dixe bêrika xwe de. Çeka xwe ya ku sipartiye sengeran dixe destê xwe de û senger digre. Ji hevalên xwe re fermana ku hatiye û pêwîste çi bikin bi dengekê nizm dibêje. Rêhevalên wî jî çeka xwe dixin destê xwe de di sengerên xwe de cihê xwe digrin. Bi dengekê nizim emniyeta çeka xwe vedikin û gule dikşînin ber çeka xwe. Ba jî piştgirî dide gerîla. Ji ber ba di pêşberê wan de dihat ji bo wê dengê neyar dibihîstin, lê dengê gerîla di saya ba de nedihat bihîstin. Bendewariyekê bê sebir dest pê dike...
Êdî dengê lingê leşkeran baştir tê bihîstin û reşatiya wan zêdetir xuya dike. Ruxmê ku li asîmanan nîve nîv stêrk hene jî şev tariye. Heyvê xwe li cihekê ne diyar de veşartî ye. Yekineyên gerîla hema bêje xwe gihandibûn sengerên xwe. Henaseyên xwe girtibûn, bêdengiya berî firtoneyê li her derê serwer bûbû.
Me got ha pevçûn dest pê kir lê, ji nişka ve çekên gerîla li ser dîwarên sengeran de teyisîn. Guleyên ji çekê wan derdikeve çirûskên sorgeveze li şevê belav dike. Neyarê ku ji xafil de hetibû girtin. Yên ku ketin, yên neketibûn jî paşde rev bi rev reviyan. Yên paşde ji bo sengerên xwe bigrin xwe bi erdê re dirêj dikin. Gerîla cardin destê xwe datînin ser çek û pevçûnekê li hember hev dest pê dike. Şev bi ronahiya guleyan re vediguherî rojê…
Hêzên artêşa Tirk vê carê bi amadekarî hatibûn. Teknîkê wan li ber serê wan bû û ji tevahî garnîzonan re agahî rê kiribûn. Ji ber cihê gerîlayan diyar bûbû ji bo wê dikarî bi rêya telsîzê kordînat bide garnîzonan; “rewşa me xirabe, hawanan bavêjin.” Cihê ku kordînata wê hati bû diyar kirin ji çar aliyan de hawanan li ser wan de dibarînin. Hawan ji hewa de tê dikeve li keleka sengerên gerîla. Bi her teqînê re şev ji rojê ronîtir dibe û piştre ji nû de dikeve tarîtiyê de.
Gerîla ji bo berxwedaniyê bi biryarin. Niyetê wan nîne ku sengerên xwe berdin. Bi vê awayî pevçûn dijwar dibe û heya berbangê bi vê awayî berdewam dike. Bi seatên berbangê re helîkopterên kobra jî tevlî şer dibin. Kobra di destpêkê de roketên xwe, piştê wê jî guleyên xwe li ser sengerên gerîlayan de barandin. Lê gerîla rik kirine, biryar girtine; ji sengerên xwe gavekê şûn de navejin.
Pevçûn ji nû de dijwar dibe. Yekineyên neyar yên taybet ji bo ser sengerên gerîla de êriş pêk bînin dikevin tevgerê de. Bi israrin ji bo wê bi întîxarî êriş dikin. Lê guleyên gerîla rê nade wan, li ser windahiyê wan hen windahiyê din jî pêk tên û êrişa wan tê şikandin. Paşde vedigerin û ji bo êrişekê nû xwe amade dikin.
Di vê navberê de gerîla jî jarjorên xwe bi guleyan tijî dikin, ji bo êrişekê nû xwe amadedikin. Bi vî awayî di 25’ê Nîsanê, ango Çaçê wê şahidiya berxwedanî û şerekî semyan bike. Ji bo vê rojeke nû dest pê dike. Roj tîrêjên xwe li ser lûtkeyên Herekol dirêj dike û kevirên li ser lûtkeya Çaçê roni dike. Zinarê wan di çûrise. Êdî çûk û mêş li Çaçê nînin. Bi dengê guleyan re revîne û xwe avetine bextê cihekê din.
Gava li Çaçê dibe sihar, hêzên artêşa Tirk û yekineyên gerîla dikevin nava hev, bi vê awayî pêwendiya wan ji hev qut dibe. Her çiqasî ketina nava hev de ji bo her du aliyan avantajê xwe hebe jî lê heman demê de dezavantajê xwe jî heye. Leşker bê ku bizanibin ketine rewşek bi vê awayî de û gerîla jî hesap nekirine ku wê rewşek bi vê awayî pêk were.
Hêzên artêşê di piştê de, paşde û kêlekan de ber bi çiyayê Çaçê ve diçe, ji bo ku xwe bigihîne sengerên gerîla, wan bêxe hêzên xwe zêde dikirin. Ji derveyê yekineyên ku hatine qadê, hêzên ku bi helîkopterê hatine li ser girên stratejîk ji bo alîkariyê tê danîn. Cardin kobra tevahî cepxaneyê wan li ser lûtkeya Çaçê vale dike, diçe cardin tijî dike û vedigere. Ji garnîzonên Tirya, Xerzol, Eruha kevin û yê nû bê navber hawan tê avetin. Bi vê awayî Çaçê dişewite…
Yekineyên taybet yên întixarwarî ji bo sengeran bêxin êrişên xwe berdewam dikirin. Êrişekê nû pêş dixin, lê dirêjiya çiyayê Çaçê ji bo xapandina van yekineyên taybet bese. Hêvî nakin ku gerîla cihê xwe di tevahiya sirtê de girtibe, ji bo wê li ser cihê herê zêde gule dibarînin de diçûn. Lê gava gihiştin nêzî sertarê çiya ji nişka ve xwe nava çend sengerên gerîla de dibînin. Yekser çeper digrin lê ji ber gerîla bi awayekê çeprast lê dide ji bo wê nikarin tevger bikin. Li hember guleyên neyar yên ku çep û rast lê didin ne dikarin pêşde biçin, ne jî paşde vegerin. Ev jî dihêle ku cesaretê wan bişke û tempoya wan yê êrişê bitefe.
Plana ku neyar dixwest pêk bîne çênebû. Wisa hêvî dikirin ku wê hema bikevin sengerên gerîla de û gerîla tune bikin. Lê belê gava xwe nava sengerên gerîla de dîtin, tiştên ku nava şer de fêr bûbûn tevahî ji bîr kirin. Ketin nava tirsa mirinê û panîkê de…
Yekineyên taybet yê neyar nava şikêran de asêbûbûn. Gerîla jî ji bo ku zêdetir encam bigrin biryara êrişkirinê digrin. Ber bi nîvro gerîla ji sengerên xwe de weke teyrên baz derdikevin, ser yekineyên neyar de diçin û bi bombeyên desta di nava hev de şerekê giran dijîn. Demekê şûnde ew yekine tar û mar dibin. Yên mirine hene, yên birîndar hene, ya jî ji bo canê xwe xilas bikin baz didin.
Di sengerên din de jî şer bi tundî tê meşandin. Artêşa Tirk ya ku pişta xwe bi yekineyên xwe germ kiribûn gava dîtin ku hêza wan lewaz bûye û tasfiye bûne, her diçe dişkin, bi vê awayî şevekê din dest pê dike.
Artêşa Tirk bi alîkariya teknîkê dixwaze xwe û hêzên xwe bi parêze. Çaçê cara yekem bû şahidê şerekê bi vê awayî dijwar. Di her bihostek axa Çaçê de bi sedan guleyên hawan, yên tank, roketên helîkopter, bombe û bi hezaran guleyên çekan ketin.
Bi pêşde çûna demê re, êdî dengê êrişê kêm dibe û car carna dengê gule û hawanan tê. Ruxmê neyar ewqasî bi amadekartî hatibû di encamê şerê rojekê û şevekê de derbeyên mezin xwaribûn û encam jî ji Çeçê negirtibûn. Nikaribûn gerîla ji sengerê wan derxin û bi êşa binketinê bidestnexistina vê xaka pîroz neçar dimînin paşde vedigerin.
Di seatên şevê de gerîla kom dibin û nirxandinên rewşa ku hatiye jiyîn dikin. Neyar tar û mar kiribûn lê heman demê de şehîdên wan jî hebûn. Her wiha cepxaneyê wan jî ber bi tûnebûyînê ve di çû. Ji ber vê biryar digrin ku paşde vegerin. Tevahî hêz kom dibin, rêhevalên xwe yên birîndar û cenazeyên hevalên şehîd digrin û ber bi çiyayê Herekol ve diçin.
Ev berxwedaniya bi semyan; di encamê 16 gerîlayên ARGK yên bi lehengî û egîdî şer kirin, bi ruhê êriş û berxwedaniyê re, bi ruxmê canê xwe jî serketine û li hember artêşa Tirk serkeftinekê girîng dest xistin. Neyar çiqasî bi amadekarî hatibe jî, di aliyê hêjmar de û teknîk de zêde bin jî lê li hember gerîlayên heqîqetê nikarin şer bikin û her tim jî mehkûmê windakirinê ne.
16 gerîlayên ARGK’ê yên ku bi berxwedaniya xwe ya mezin re li Çaçê destana lehengtiyê nivîsandin wê tu carî tekoşîna wan ya bi esîl nayê jibîrkirin. Wê ev rêhevalên me di tekoşîna rizgariya netewa me de her daîm bijîn. Weke rêhevalên wan em ê bi xwedî derketina bîranîna wan bi mezinkirina armanca wan re serkeftinê tacîdar bikin.
Ji bo bîranîna 16 hevalên ku di 25’ê Nîsana sala 1997’an de li çiyayê Çaçê de şehîd ketine
Rêhevalê wan yê tekoşînê

Kategori: Şehidên Me