Tirkî  |  Erebî

Şehîd Gulçîn  Dîdar

SEHIDEN ME ADAR

Gava min pênûs xiste destê xwe de, ji bo ku ez te binivsînim, min berê xwe da cihekê bilind. Da ku tevahî bedewiya te di bibîkên çavê xwe de bicîh bikim. Ez rûniştime li bedewiya te meyze dikim. Gava min serê xwe rakir da ku li te meyze

bikim kenekî hevrîşîmî xwe li ser ruyê min bicîh kir. Ev jî ji heskirina te tê welatê min.

Di erdnîgeriya Şengalê de bedewiyeke cuda heye. Nizanim min hêja wê bedewiyê kifş nekiriye lê birastî jî ez gelekî ji te hes dikim Şengal. Ji min re wisa tê ku Şengal kaniya Rojhilata Navîn e, weke ku her tim dizê. Ruxmê germahiya wê jî mezinbûyînek gelek cuda ye, xeyal, heskirin divir de veşartiye. Heskirin û hevaltiya divir de her diçe min mezin dike, ev jî ji bo min heskirineke bê pênaseye. Ev heskirin pênaseya xwe di jiyankirinê de dibîne. Ruxmê ku ez jî weke welatê xwe êşên mezinbûyîn û xwe ji qirêjiyên dagirkeriyê pakkirinê dijîm jî lê, min tu carî ne gotiye axxxxx. Çawa ku ez di nava êşên welatê xwe de mezin dibim, heman demê de ezê di nava rizgarkirina welatê xwe de jî azadiya xwe bi dest bêxim. Gelek cara ez dibêjim heya ku rêxistina me ji min re nebêje were ezê her di Şengalê de bimînim. Heya ku Şengalê rizgar nekim û gelê me cardin di Şengalê de bi cîh nekim ezê tekoşîn û berxwedaniya xwe di Şengalê de bidomînim. Bi taybetî jî ew jinên Kurd yên ku bedewiya jiyanê di nava xwe de dihewînin ketin destê çeteyên DAÎŞ’ê de tola wan neyê girtin û ew neyên rizgarkirin ezê di Şengalê de bim.

Heskirina min ya Şengalê her ku diçe kûr dibe û mezin dibe. Ma ne gotinek heye dibêje; “dil dilan dihewîne” birastî jî wisane ez di wê baweriyê de me ku min çiqasî ji Şengalê hes kir, ew jî ewqasî ji min hes dike. Bila her kes bizanibe ku ez ji Şengalê gelekî hes dikim. Mirov li ser xaka xwe bi zanabûyîna welatparêztî jiyan bike mirov bedew dibe û dibe xwedî nirxên gelekî giranbiha. Ji bo vê di xeyalê min de du tişt hene, yek birastî jî tevahî zarok li ser xaka xwe, di welatê xwe de bi xweşî û azad bijîn, ya din jî di welatê me de azadî, wekhevî û jiyaneke li ser bingeha demokratbûyînê were avakirin.     

Ev demeke ez li Şengalê me. Me gelek rojên girîng, dîrokî û bi wate jiyan kirin. Lê min ew rojên dîrokî qet ne nivîsandin ji bo vê jî min niha pêwîstî dît ku ez binivsînim. Pêngava yekemîn ya ku me dabû destpêkirin ya Şîlo bû. Ji bo vê pêngavê weke tevahî hevalan ez jî di nava hêcanê de bûm. Gava em çûn hemlê me herê zêde bi xwe re cepxane û av bir. Çiqasî barê me giran jî bû lê tevahî heval di zanabûyîna barên xwe yên giran de bûn. Ji bo wê ji  me re pir zêde zehmet ne dihat. Em çend roja man da ku em tevgerê çeteyên DAÎŞ’ê baş nas bikin. Piştê ku me xwe tam bicih kir û her tiştê xwe temam kir, em li bendê man da ku em çalakî bidin destpêkirin lê, beriya ku em dest pê bikin çeteyên DAÎŞ’ê dest pê kirin. Gava me dest pê kir ew jî bi ser me de hatin.  Gava pevçûn germ bû me xwest em xwe berdin jêre, ji bo wê heval ji me re got; “Gulçîn, tu û heval Çekdar xwe berdin jêrê.” Ew dem katjimêr çarê şeveqê bû. Cilê reş li ber min bûn, min xwest ez wan cilan ji xwe bikim, lê ji ber heval Çekdar xwe zû berda jêr, derfet çênebû ez wan cila ji xwe bikim. Li jêrê satirek hebû. Beriya wê jî min ji hevalan re got, heval em vê satirê bigrin heval henekên xwe bi min kirin. Gava em çûn heval Çekdar got; “heval Gulçîn em ber bi van satiran ve biçin dibe ku li wir bin.” Rêheval Çekdar BKC bikar tanî. Gava em ber bi satira ve diçûn min dît ku ji nişka ve rêheval Çekdar got; “heval Gulçîn xwe bavêje erdê çete li vir in.” Baş bû ku min jî çeka xwe li gor pevçûnê amade kiribû. Çawa heval Çekdar wisa got hema min gule berda, wê demê li gel me cîhaz jî nebû. Ez û heval Çekdar em ketin çemberê de. Min dît ku wê êriş li ser me gelekî giran be û emê şehîd bikevin ji bo wê jî min ji heval Çekdar re got; “heval Çekdar, tu rabe xwe bide jor cihê xwe sexlem bike, ezê te biparêzim, gava te cihê xwe girt ezê werim.”

Di şer de her tim pêwîste mirov bi îdea û ruhê serkeftinê tevbigere û jiyan bike. Ji xwe gerîlayên PKK’ê her tim ji bo xwe felsefeya serkeftinê esas digrin, bi vî awayî jiyan dikin û şer dikin. Gava em ber bi cihê hevalan ve ketin rê, me dît ku hevalek birîndar bûye. Lê birîna wê sivik bû. Di destpêkê de me wê hevalê bir cihekê bi ewle. Piştê wê jî ez û heval Çekdar em derbasê sengeran bûn, du heval jî ber bi me ve hatin. Çeteyan gelekî xwe nêzî me dikirin, hema bêje gelek cara me di pişt keviran de li hember hev şer dikir. Di wê çalakiyê de windahiyê wan û birîndarê wan gelek çêbûn. Ji xwe dîtin ku nikarin me, wê demê birîndarên xwe dihêlan û direviyan. Çeteyên DAÎŞ’ê weke ku tê behskirin nîne. Herê zêde şerê taybet û tirs didan meşandin. Li ser civakê bi vî awayî tirsa xwe ava dikirin. Ne dikarîn li hember du hevalên me jî bisekinin û şer bikin. Gava dîtin ku em gelek berxwe didin, şerê me jî bi qural, pîvan û yê gerîlaye ji bo wê gelek cara dest ji şerkirinê berdidan û direviyan. Birastî jî neyarê li hember te çi dibe bila bibe, di şer de lez tevgerkirin, sivik û li gor quralên gerîla mirov tevbigere wê her tim serkeftî be.

Birastî jî em xwedî mîrasên gelek giranbiha ne. Lê mirov di nava şer de gelek rastiya dibîne û di dahurandinan re derbas dike. Rastiya şer gelekî dijware. Ger ku mirov wê rastiyê li gor rastiya negre dest û şîrove neke, wê ew rastiyên dijwar mirovan radest bigrin. Beriya ez beşdarê hemlê bibim min dahûrandinên Serokatî yê li ser şer dixwandin. Gava ez ketim nava wê de birastî jî gotinên Serokatî yek bi yek dihatin ber çavê min û di hişê min de lê didan. Pêwîste di nava şer de mirov zû bi zû şehîd nekeve. Beriya ez biçim di min de hêcanek hebû. Lê gava şer dest pê kir û ez ketim nava wê de min hêcana xwe derbas kir. Di min de ketina panîkê nîne ev gelek baş bû di şerde. Berê jî min bi neyar re şer kiribû, lê di vê astê de em nêzî hev ne bûbûn. Ger ku mirov rast binirxîne gavên gelek mezin di mirovan de pêş dixe.

Me destpêkê weke operasyon da destpêkirin lê ev operasyon her çû mezin bû, bû pêngav û bi xwe re rizgarkirina Şengalê anî. Ya rast çeteyên DAÎŞ’ê li hember vîn û baweriya gerîlayên PKK’ê şikestin. Ev rastî bi awayekê eşkere xwe dida der. Carna di şer de li hember du hevalan, çar hevalan bi sedan kes dihatin. Me ji deriyê Şîlo dest pê kir û em ber bi gir ve diçûn, di vê şerê de me tevahî cihê stratejîk xistin destê xwe de.

Me soz daye xwe û gelê xwe, heya ku em Rêberê xwe ji Îmraliyê dernexin û welatê xwe jî ji dagirkeriyê rizgar nekin, paqij nekin wê tekoşîn û berxwedaniya me her tim bidome. Şer zanabûyîneke bîrdozî dixwaze. Ger ku mirov xwe di vî alî de kûr neke mirovê nikaribe êşa gelê xwe hîs bike û li gor wê jî şer bide meşandin. Gelê me êşê gelekî giran dîtine û hêja jî dibînin. Ji bo vê jî her kêliyên ku ez dikevim nava şer de hestê tolgirtin û serkeftinê ji kûr de hîs dikîm.

Kategori: Şehidên Me