Tirkî  |  Erebî

Şehid Evîn Agirî

SEHIDEN ME SIBAT22 Em ji zaroktiya xwe ve di malbatê de her tim bi hiskirina serokatî hatin mezinkirin. Me wî weke fîzîkî nedît belkî, ji xwe vê yekê di hiskirina me de tu guhêrîn çênekir. Hiskirina me ya serokatî ewqasî mezin û kûr e kî, bûye hesta zarotiya me yî herî manîdar.

Piştî ku emrê min hinekî mezin bû vê hiskirinê ji hesta derbas dikir, digihişte wateyê. Bi taybetî 2007’an ji aliyê dijmin ve jehrîkirina serokatî ji bo hemû Kurdan çawa  donemeke qirîtîk bû, ji bo min jî bû donema biryardayineke girîng. Ez fikirîm ku ezê encex bi qadrobûnê û xwe li ser kirina(adamak) feylosofiya Apoyî bibim bersiva vê donema ku ez weke donema duyemîn binav dikim. Li ser vê yekê min biryara tevlîbûna gerîlla da. Piştî vê biryara ku min stand ketim riya mekanên azadiyê. Ev çûyina rê, wî ne tenê çûyineke fîzîkî ba. Her wekî din wî bibûwa rêçûneke(yol alış) ramanî. Li gorî min, min gav taveşte jiyaneke nû, dinyayeke nikûnû.  Dinyayeke bi feylosofiya serokatî xemilandî bû. Ji ber vê yekê divabû ku ez bi fêhmkirin, fêhmberî û bi jiyînê layîqî van nirxên jiyanê yên ku serokatî ava kiribûn bibim. Ji ber ku di feylosofiya serokatî de xwepêşxistin, kûrbûyin zehf girîng e. Îro ne tenê hewcedariya kadyên PKK û gelê kurd tenê  ya hemû dinê bi feylosofiya Rêber Apo heye. Hemû gel jî di ferqa vê rastiyê de ne û hewl didin ku vê heqîqetê fêhm bikin û pêk bênin.  Ya rastî ez difikirim ku her gavavêtina me ya ji bo fêhmkirina  rêbertî  vegerîna eslê xwe ye. Bi qasî ku em fêhm dikin dikarin vegerin eslê xwe, dikarin xwe  nasbikin.

Wexta em li têkiliyên xwe yî hevaltiyê dimeyizênin girêdanbûnekê rewnaq dibînin. Ya ku ev pêwendî avakiriye jî fehmberîya Rêber Apo ya jiyanê ye. Belkî jî yek  aliyê ku ez herî zêde bandor kirime ev e. Ji roja ku ez tevlî bûme û  heta niha li ser rêhevaltiya me diramin. Li cem me hevaltî ked û hewleke  mezin dixwaze, afirandina nirx, parvekirinê û pêşxistinê esas digire. Di jiyana ku bi van hestan hatî hûnandin insan dixwaze her tim çalek be û bigihe rêhevalên xwe. Divê em têkiliyê ku bi feylosofoya rêbertî hatine avakirin tenê bi gerîlla û milîtanên PKK re sînordar negirin. Divê em hevaltiyê bikin şêwaza jiyanê û ji civakê re jî bibin model. Ji ber ku civak, hevguhdarkirin, fêhmkirin û çalekiyên exlaqî û polîtîk li beramberî hevdû pêk nayêne. Lê cewhera civakê ne bi vî şiklî ye. Civak ji ber ku dikare parve bike, nîqaş bike, ked û hiskirinê bixuliqêne civak e. Ger ku ev nebe û nirx nehatibin avakirin ew ne civake, kesê li hev kombûyî ne. ji ber vê yekê ez dibêjim kî em li her derê û di her mercî de  hevaletiya ku bi feylosofiya Rêber Apo ava bûye pêşbixin û li her derê jiyanê belav bikin ferdê azad û civakê biafirênin.

Kelecaniya Bakur

Jiyan ewqasî herkoyiyê kî; bi qasî ku PKK’yî bûn û ji bo mirovahiyê şerkirin bi mane ye, ew qasî jî giran e. Ji ber vê yekê carna difikirim ku zeman têra min nake. Dema di civakê de ne wilo bû. Dev ji têrênekirina wext berde, hingî em nizanîbûn bê emê çawa binirxênin ji bo me wext zû derbas dibû. Niha ne wilo ye em ji bo ku bigihin zemên dişixulin. Çimkî hewcedariya me gelekî pê heye. Ji bo pêşketinê, mezinbûnê ji bo afirandina nirxên nû birastî jî gelekî pêwistî bi zemên heye. Niha ez vêna baştir fêhm dikim. Min ji roja destpêkê de dixwest ku xwe ji her milî ve pêş bixim  û xizmetekê baş bidim şoreşê.  Va ye ew kêlî hat û ez diçim Bakur. Ji tevlîbûna xwe ve min xeyala vê dikir, xwe pêş dixist û tişta ji destê xwe dihat min dikir. Ji ber vê min zeman baş bikar dianî, min dixwest ku ez bibînim ka di gerîlatiyê de çiqasî pêş dikevim, û di şewaz û taqtîkê de her roj xwe çiqasî nû dikim. Îro li ser serokatiya me, tevgera azad û gelê me talûkeyê cidî hene. Hem jî ne di cihekî de yan jî di astekê de. Ev talûke li her cihî di asteke jor de olan didin. Heza kû wan  berteref bike jî em in. Di vê manê de çûyina Bakur ji bo min pir wateya dihewîn e. Îhtîmaleke mezin ev kelecaniya ku dijîm û nikarim bi lêv bikim, ji ber vê yekê ye. Ez ewqasî bi coş im kî gotina vê nepêkan e. Heta niha di serî de Rêber Apo û hevalên me ji bo me kedeke mezin dan. Niha jî divê em vê kedê bi çalakvantiya xwe veguherênin nirxan û ber bi azadiyê ve bilezênin. Pir hevalên min hene ku bi min re heman hestan parve dikin. Niha ez dibim şehdê kelecaniya wan jî. Yê hineka dest û piyê wan ketine hev. Hinek rextê xwe, hin çekê xwe, hin jî çentê xwe amade dikin. Em hemû di nava amadekariyan de ne lê herî zêde dil û mêjiyê me hazir e. Çimkî em hemû di heman hestê de digihin hev, di heman fikrê de xwe mezin dikin. Dema ku dest û çavên me li hev dikevin dilê me jî digihine hev, ber bi azadiyê ve rê digirin.

Yên ku xwe li ser azadiyê kirine

Me di vê riyê de bi dehan, bi sedan heta bi hezara hevalên xwe winda kirin. Hesret û bêrîkirina her yekî ji wan cuda ye li cem me. Dîtina wê  gotina ku emê heskirina wan  bêjin birastî jî gelekî zehmet e. Şehadetê ti carî em ji hev dûr nexistine. Berovajî, di her şehadetê de em hevalê xwe jî dixin dilê xwe û jiyana xwe dewam dikin. Helbet ev rewşeke zor e. Him rakirina vî barî zor e, him jî layiqî van hevalan bûyin zor e. Îro li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê şerekî ewqasî dijwar heye kî, tenê hêza ku vî şerî bisekinêne, ji gelan re bibe hêvî û azadî PKK ye. Em rêhevalê xweşikbûnên ku di vê oxirê de şer kirine, ji bo parastina şerefa mirovatiyê tekoşîn dane û can dane ne. Ji ber vê yekê li wan layiq derketin, li gelê me, li hemû gelan, li mirovatiyê layiq derketin e. Gelek hevalên me li Rojava ya ku mirovatî lê binpê bûyî gihan şehadetê. Pir hevalên me li Şingala ku destdirêjî li şerefa wê hate kirin, şerê şerefê dan. Tiştên ku li şingalê qewimîn ne dîrok ji bîr dike ne jî ew gelê qedîm. Em jî ne ji bîr dikin û ne dihêlin ku werê jibîrkirin. Li cem vê jî em ê hesab pirsînê bidomînin. Ji ber vê yekê em kengî û li kûderê şer bikim na, ji bo kîjan armanca pîroz em şer dikin ew girîng e. Ji ber vê tu hevalên me ji cihê ku şer lê hebe nareve. Cihê wan û zemanê wan cuda jî be wê di yekbûna heman dilî û heman hestî de şer bikin. Hevalên me yên ku di emrê xwe yî pir ciwan de dil dabûn şoreşê jî hebûn, û yên bi tecrûbe ku emrê xwe dabûn rastiya vê şoreşê jî hebûn. Her yek ji wan xweşikbûnek cuda her yek ji wan dinyayeke cuda bûn. Heval Argeş jî yek ji van hevalên xweşik bû. bi sekna xwe û rêxistinîbûna xwe ji bo me hemûwan hevalekî mînak bû. .  Bi sadeyiya xwe û nefsbiçûkbûna xwe ketibû dilê me tevan de. Heta ji destê wî dihat xwe ji madiyatiyê dihimand û zanîbû ku ev yek nexweşiyeke desthilatdariyê ye. Bi zanebûna ku PKK tevgereke manewî ye tevdigriya û her tim di  jiyanê de zindî digirt. Lê ger ku ji min bipirsin bêjin taybetmendiya wî ya herî darîçav çiye, ezê bêjim; girêdanbûna bi serokatiyê  ku xwe bi pîvanê azadiyê afirandî û bi vê rastiyê jin pêşxistî ye.

Kategori: Şehidên Me