Tirkî  |  Erebî

 Azê malazgîrt

meha Heziran5
Beriya her gotinê ez Şehîdên meha Hezîranê rêheval Sema, Zîlan, rêheval Gulan û di şêxsê van rêhevalane de tevahî şehîdên Rojava, Şengal û tevahî şehîdên Kurdistanê bibîrtînim û bejna xwe li hember wan ditewînim.
Di dîroka jin de gelek xwedawend û qehremanên ku navên wan ne diyarin ji bo jiyanek birûmet û rast jiyan bikin ked û hewildanên mezin dane. Dîroka ku bi xwelî li ser hatiye girtin her ku paqîj dibe wêneyên nû û nayê zanîn derdikevin ser rûyê erdê. Yek ji wan jî yê ku ez nasdikim rêheval Sema ye. Di jin de zanist çiqasî bi êş pêşketiye di şexsê xwede jiyan kiriye. Piştê wan êşan jî zayînên gelek serkeftî hatiye jiyan kirin. Kesê ku di fikrê xwe de serkeftina vê û azadiya wê jiyan kiriye rêheval Sema ye. Xwe kiriye topek ji agir û di hûndirê wê agirê de, ew hişmendiyê zilam, psîkolojiya zilam, eşqekî sexte, derewên zilam, lal bûyîna wê di şewitîne. Rêheval Sema ji ew jinên ku bi xweliyên xwe yên serkeftinê xwe di afirandiye.
Belê bi kûrbûyîn û bilindbûna Ararat re rêheval Sema kesên di derdorên wê dene heyranê xwe kir. Weka miknetîsek rast mirovan kîşandina xwe di xitap û uslûbê wê de diyar dibû, min jî wê wusa naskir. Rêheval Sema Yuce xwe di felsefeya azadiyê de kêlî bi kêlî şuştiye, wekê lêgerînvanekê heqîqetê, bi meyzekirina xwe re mirovan dikşand berbi deryayê azadiyê û di nava wê deryaya azadiyê de bibandorbûna xwe re wê eşqê jiyan dikir. Di heman demê de rêheval Sema navê xwe bi tîpên zêrin li serdema 20.de nivîsandiye. Şexsiyetek ewqasî mezine ku tu carî nayê jibîrkirin di dîroka azadiyê de.
Lehengên ku ti carî nayê jibîrkirin heye. Lehengên ku ne tenê ji bo gelê xwe, welatê xwe ew lehengên ku ji bo nirxên mirovahiyê têkoşîn dane, xwe fedayê nirxên xwe yên pîroz kirine her tim, nav û kesayetiyê wan li ser zimanan digere, dibe efsane, destan. Ya herê giring jî dibe cihê ku îbadet jêre tê kirin, jê bawer dikin û dibe cihê eşq û qible. Belê gelê wekê me tu tiştek di destê wan de nîne, bêpirtuk, tenê bi dengbêjiyan xwe û habûna xwe parastine. Lê Rêber APO bi zanabûna xwe re, bipirtûkên xwe re, biserkeftinên ku dest xistine, bi welatparêziya Kurdan re Kurdan bi cewher kiriye.
Ew mirovê aşiq û lêgerînvanê heqîqetê ye. Tiştên ku pergala baviksalarî li ser jin daye destpêkirin, bi şêwazekê ku nayê ser ziman bi têkoşînekê bêdawî, bi ruhekê azad û fikrekê avakirî berxwedanî û têkoşîn tê kirin. Rêheval Sema Yuce jî sala 1990’an de ji têkoşîna Kurdistanê bandor dibe û beşdarê nava refên gerîla dibe. Rêheval Sema fêmdike ku têkoşîna tê meşandin ne tenê têkoşîna Kurde, di heman demê de têkoşîna jina azadîxwaze. Ji bo vê rêheval Sema ji bo civak azad bibe erkê xwe yê bingehîn pêkaniye.
Rêheval Sema li gel Serokatî perwerdeyek bingehîn dibîne. Di wê perwerdeyê de bi taybetî li ser dîroka jin kûrbûyîn avadike û dîroka jina Kurd di tevahî bedana xwe de his dike û ji bo vê hem ji bo şexsiyetê xwe hem jî di yê derdorê xwe de dikeve di nava têkoşînek bêdawî de. Dema min rêheval Sema nas kir wê demê di girtîgeha Çanakale de li ser navê doza azadiyê girtîbû. Bêguman di nava wê pargala deshilatdariyê de her tim ruhê xwe, dilê xwe, bibirdozî  avadikirin, xwe di her aliyande perwerde dikirin. Bi riya helbest, wêje û şano jî têkoşîna xwe û fikrên xwe ji tarîtiyê derdixistin. Rêheval Sema li ser nirxên ku jê bawer dikir jiyana xwe kûr dikir. Li hember ramanên wê ne gengaz bû ku mirov heyrana wê nebe.
Di uslûbê xwe de derdor qanî dikir û tiştên ku me fêm ne dikir çareser dikir. Rêheval Sema mamosteya me ya jiyanê bû. Serokatî beriya ku qala partîbûna jin bike, rêheval Sema di nîqaşên ku dida meşandin de û di fikrê xwe de tîne ser ziman. Dema Serokatî meha Adara sala 1998’an birdoziya jin îlan kir, yê ku herê zû fêm kir jî rêheval Sema bû. Ji ber birdoziya jin li ser bingeha partîbûn û nasnameya jin bû.
Rêheval Sema li hember tasfiyeyên ku di nava me de dihat jiyan kirin, li hember feraset û hişmendiyên ku baweriyê wan bi azadiyê ne mane û ruhê xwe radest kirine, bi çalakiya xwe re ji bo ku birdozîya Rêber APO jiyanî bibe şêva 21’ê Adarê bi agirê xwe yê azadiyê rebersiva vê daye. Rêheval Sema bi çalakiya xwe re peyamên gelek xurt da. Ev  peyam ji bo tevahî milîtanên jin bûye xeta azadiya. Ferqa ku rêheval Sema daniye holê ew bû ku Serokatî zû fêmkir û şerê azadiyê kîşandina astekê nû bû. Ji ber hevala Sema dibiryar û armanca xwe de zelal bû, li gor vê jî jiyan dikir û dida jiyan kirin. Rêheval Sema bû şopdarê xwedawend rêheval Zîlan ya ku bi wateyên herê xweş jiyanê mezin jiyankir. Ji bo vê jî rêheval Sema jî mezin jiyankir.
Rêheval Sema heştûheft roj bi êşa bedena xwe re jiyankir. Lê belê li gel wê armanc ew bû ku Serokatî tenê ne mîne û bigihije hedefa xwe bû. Hevalên ku di girtîgehê de li gel heval Sema bûn digotin; “kesên ku jiyanê bi zanist jiyan dikin, digihijîn wateyê jiyanê û mirinekê çawa were hilbijartin wekê Sema û Zîlanin.”
Rêheval Sema jî weke rêheval Zîlan bersiva pirsa, “jinekê çawa be?”digeriya. Nasnameya cîns çawa wê were navkirin û li gor çi jiyan kirin? Rêheval Sema bersiva van pirsane dîtibû.
Zîlan…;
Erê rêheval Zîlan jî bersiva pirsa kîjan jin û bûyîna jina çi digeriya. Xwedawan de me ya aşitiyê bi serkeftî bersiv daye. Rêheval Zîlan di nava refên gerîla de demên dirêj ne maye. Lê di demekê kurt de gerîlacitî, milîtantî, azadbûyînê digihijîne hêza wateyê û kûrbûyîna vê jî di cewherê xwe de vedugeherîne çalakiya azadiyê.
Rêber APO ji bo rêheval Zîlan van gotinan dibêje; “Zîlan ne yek kese, xeteke, şêwazê jiyanê ye, şêwazê şere, şêwazê aşitiyê ye. Banga YAJK’ê di rastiya Zîlan de ye. YAJK taybetmendiya serkeftinê ye. YAJK banga serfiraziyê ye. Ê ku dixwazin xwe bighînin YAJK’ê divê nêzî serkeftinê bin. Kesê serkeftina rêxistinê, siyasetê, şer bi sernexe ji YAJK’ê fêhm nake, nikare nêzî YAJK’ê bibe. Banga vê di rastiya Zîlan de ye. Di heman demê de YAJK hem di jiyanê de meşa mezin ya azadiyê ye, hem jî meşa di şerda ya serfiraziyê ye.”
Min rêheval Zîlan bi fizîkî nas nekir, lê piştê bandoriya çalakiya wê ya mezin ez tevlê ola wê bûm û min ji bo xwe kir armanc ku ez bibim bawermenda wê weke jinên di çiyayê azad de bazdidin. Navê rêheval Zîlan bûyîna xwe ye û mirov di ferqa xwe de jiyan bike.
Rêheval Zîlan ji bo gelê Kurd bû hêza morel, cewherî û bibawerî jiyan kirinê. Ew gelê ku hebûna wê nîne, ji bo çanda xwe û nasnameya xwe bedelên mezin dane û êşên mezin kîşandine. Di artêşekê de yek kes êrişa li ser Serokatî ferq dike û bedena xwe dike sîper. Xeteriyên ku li ser tevgera me ya azadiyê heye, bi serkeftî dibîne, dikeve zanabûna operasyona sala 1996’an ê ku li ser Serokatî pêktînin li hember vê jî weke milîtanên PKK’ê şêwazê çalakiyê çawa be tespît kiriye. Di heman demê de rêheval Zîlan fermandara xeta azadiyê ye. Taktîsyena ku bi fikrê Serokatî re têkoşînekê bibawer û bingehê xwe jî kûrbûyîna birdozî yê digre û di dîroka me da cara yekemîne ku lehenga çalakiya fedayîtî ango yê jiyanê dayîna afirandinê dike. Rêheval Zîlan emrê serkeftinê ye.
Rêheval Gulan jî fermandara sembola artêşa me ya fedaiye. Rêheval Gulan ji bo jiyanekê bi rûmet, bi fikrên azad, hewildanên gelek mezin daye raber kirin. Di şêwazê jiyana xwe, sekna xwe û di kesayetiya xwe de her tim fikrên Rêber APO ji bo xwe esas girtiye. Di heman demê de di rêvebertiya xwe de jî her tim azadiya jinê daye rûnişkandin. Xwe di rêxistin û partîbûyînê re kiriye yek û bûye fermandara hêz û şopdarên xeta Rêber APO. Di demên herê zehmet de fikir û ramanên rêheval Zîlan jiyanî kir.
Rêheval Gulan li hember tevahî feraset û hişmendiyên ku radestbûyînê pozber dikin têkoşînek bêhempa dide raber kirin, weke jinekê li hemberî tevahî tengasiyan dest ji têkoşîna xwe bernade û meşa xwe ya azadiyê berdewam dike. Rêheval Gulan ji bo bibe şagirtê rêheval Zîlan tevahî hêza xwe ji bo azadiyê  raber dike.
Mezinbûna rêheval Sema, Zîlan û Gulan baweriya ku di dilêwan de yê li hember mezinbûna felsefeya Rêber APO jiyan dikin de ye. Di germahiya meha Hezîranê de meydan ji  mirinê re xwandin. Ew gotin; “di Hezîranê de mirin ne zehmete, di Hezîranê de jiyan avakirin û bûyîna sembola jiyan û azadiyê xweşe û pîroze.” Rêheval Zîlan û Sema bi çalakiya xwe re jiyanê ji nû ve afirandin. Ji bo wê çalakiya fedayî ji bo wan tercihê azadiyê bû. Rêheval Gulan jî di jiyan, fikir û di ruhê xwe de van rêhevalên pîroz jiyan dikir û di kesayetiya xwe de di hewand.
Rêhevalên Sara dîroka jin ya ku ji nû ve tê nivîsandin, bi şêwazê têkoşîna Sara re hevrêsînê weke şeref dîtin.  “Bi ken û bi lîstin ve berbi mirinê ve çûyîn! Lê ji kerba wê de ji bo jiyanê çi hebe nirxê wan zanîn, wan ne êşandin, ne pelixandin, cewherê wê ne êşandin û parastina wê jî zanîn. Di be ku ev be zanîna mirinê. Ger ne wusa be wê mirin û jiyan jî ji rêzêbin. Heman tiştê bi hevre his kirin, di ruhê xweşik yê navend de hevdîtin, girêdanbûna xwe ya bi armanc ve yekser girêdayî ye. Kûrbûna baweriyê, herikandina di şerê eşq de, hêza ku bi hevre li hember zehmetiyan seknandin, morala wê jî peyda dike.” Rêheval Sara di pirtûka xwe de bi van gotinan berxwedanî û wateya mirinê yê ji bo baweriyê vegotin dike. Rêheval Sara di tevahiya jiyana xwe de ji bo ku em rast nûnertiya hersê gulên xwe yên azadiyê û yê tevahî gulên me yên sorgevez bikin rê û rêbazên têkoşînê fêrî me kir. Erkê ku dikeve li ser milê me em li pey vê riyê de biçin, ji bo ku em berbi heqîqetê ve pêşvebiçin û biteqez xeyalên wan, hêviyê wan jiyanî bikin. Kesê ku nebe bawermendê vê olê û cihê xwe têde negre wê ola Zîlan li wê bide. Emrê van hersê hevalane daye me ewe ku em vê jiyana pîroz bi eşqeqê jiyan bikin. Ger em rastiyên ku van hevalan ji mere vegotin kirine rast fêm nekin û jiyan nekin ew dem emê hemû bibin mûnafiq.  
 
 

 

Kategori: Şehidên Me