Tirkî  |  Erebî

Rêhevalên wê yê têkoşînê

Helebçe, Di nav sîngên çiyayên Balenbû û Şînrewî de ku nêzîkî Deşta Şehrezorê ye. Di heman demê de bajarekê gelek kevnare. Li gor arkeologên dinyayê, cîwarbûna ji bo zîraetê cara yekem li vê herêmê destpêkir ye.

Cardin di bajarê helepçe de gelek serhildan û meşên gel yên li hember deshilatdariya hatiye kirin. Di heman demê de Helebçe cihê gelek helbestvan, dengbêş û rewşenbîrane. Di gelê Helepçe de zanabûnek dîrokî jî di pêşdeye. Ji bo vê jî xelkê Helepçe her tim bi êrişên neyar re rû bi rû mane. Herê dawî jî tê zanîn sala 1988’an de li Helepçê bi çeka kîmyewî komkujî pêkhat. Gelê Helepçe ti carî mêtingertiyê ne perjirandiye û ji bo vê jî her tim serî rakiriye. Bi taybetî pêşengtiya vê weke her tim jinan kiriye. Rêheval Jînda Zîndan jî bi eslê xwe ji Helepçê ye. Bêguman ew ruhê serhildêr yê pêşiyên wê bandora xwe li ser wê jî dabû çêkirin. Bi taybetî jî weke jinekê vê rastiyê dît û jiyan kir.

 

Di kurdistanê de bi riya tevgera me ya azadiyê jinên Kurd de hişyarbûnek gelek kûr hate avakirin. Ev hişyarbûyîn di her çar perçeyan de xwe belav kiriye. Di tevahî Rojhilata Navîn de leystokên gelek kûr li ser jin tê kirin. Di şexsê jin de jî li ser tevahî civakê bikartîne. Ji ber pergala baviksalarî baş dizane ku bi jina kole dikare jiyana xwe domdarî bike. Bi jina azad jî temenê wê kine. Pergala mêtinger ji bo ku jin zanist nebe û xwe nas neke her tim mirovan di xapîne. Bi taybetî jî tevahî nirxên civakê berovajî kiriye û ji bo berjewendiyê xwe bikartîne. Jin bê nasname, bêhebûn û bêstatu hiştiye. Vê pergal û hişmendiya xwe di nava civakê de daye rûnişkandin. Ji bo vê jî di her qadê jiyanê de pergala wê tê meşandin. Ev di nava malbatê de bigre heya tevahî saziyên xwe ji bo dijbertiya jin bikartîne. Ji bo vê jin di pergala baviksalarî de miriyê li ser lingane. Ji bo jiyan kirinê tu qad ji bo jinê nîne. Jina ku vê pergalê nepejirîne jî di riya hişmendiyê zilamê mêtinger ve li ser her tişt tê kirin. Gelek cara jin ji bo xwe riya kuştinê, şewitandinê weke xilasiyê dibîne. Jixwe pergal û hişmendiya baviksalarî jî tê tiştê dixwaze. Di Rojhilata Navîn de her roj,her hûrde jinek tê kuştin ango tê qetîlkirin. Her çiqasî di hen welatan de ev kuştina jin were eşkere kirin jî lê di hen welatan de li ser tê girtin. Di Kurdistanê de bi riya tevgera azadiya jin ev kuştin kêmbibe jî lê hîna jî berdawam dike. Di Başûrê Kurdistanê de heya roja me ya îro jî deng û rengê jin bi tu awayî nîne. Çawa ku li herderê jin her tim di bin siya zilam de dimîne li Başûrê Kurdistanê jî heman tişt tê jiyan kirin. Di Başûrê Kurdistanê de xwe şewitandin weke çandekê pêşketiye. Her roj jinên ku xwe ne şewitîne û neyê kuştin nîne. Lê mixabin kes qala wan jinan nake. Bêguman çanda serîrakirina jinan yê li hember vê pergalê tê jiyan kirin lê weke Leyla Qasim û Margret bi destê pergal û hişmendiya zilam ya ku nikare xwe li hember jinên zanist û bi hêz rabigre ve tên qetil kirin. Lê ev her çiqasî were jiyan kirin jî lê belê jinên ku xwedî li mîrasê xwe derbikevin hene. Yek ji wan jinan jî rêheval Jinda ye. Rêheval Jînda bi vê zanabûyînê re tevlê tevgera azadiyê bûye. Ji ber pir baş dizane ku tu tevger weke tevgera PKK’ê xwedî li mafê jin dernakeve û jin bi hêz, îrade û bi nasname nake.

Rêheval Jînda sala 1996’an de beşdarê nava refên tevgera azadiyê dibe. Di wê pêvajoyê de gelek tevlêbûnên rêhevalên jin çêbûn. Ji ber rêheval Jînda bi eşqeq û zanabûnek beşdarê tevgera azadiyê dibe ji bo wê di fêrbûna jiyanê û hevalan de zehmetî jiyan nake. Gelek zû di xwe de pêşxistin avadike. Bi taybetî jî di fikir û ramanên Rêber APO de gelek xwe kûr û zanadike. Ev zanabûn li ser tevahî sekna wê, têkiliyê wê bi hevalan re û tevlêbûyîna wê ya jiyanê re bandor dida çêkirin. Girêdanbûna wê li hember Serokatî gelek kûr bû. Birastî jî gava mirov rêheval Jînda meyzedikir zû bi zû ne dizanî ku nû beşdarê PKK’ê bûye. Rêheval Jînda di tevahî hevalan de nêrîna ku; “ger miov bi eşqeq tevlê jiyanê bibe birdozî û ramanên Rêber APO de xwe zanist bike tu tişt pêşiya miron nabe asteng. Serok APO nas kirin bingeha tevahî naskirinane.” Rêheval Jînda di coş û morala xwe di tevahî  havalan de coş û morel dida avakirin. Rojekê mirov rêheval Jînda bê morel nedidît. Jixwe ti carî ne dikarî heskirin û heycana xwe veşêre ewqasî derdixist ji derve. Di demekê kin de erk û berpirsiyartiyê rêxistinê radike.

Gelek cara em perçelî nêzî gelek tiştan dibin. Weke ku jiyan û şer cûda digrin dest. Lê birastî jî mirov di jiyanê de çawa be, ev li ser şerê mirov yê li hember neyar jî dide diyar kirin. Çawa ku rêheval Jînda di jiyanê de kûr bû, li ser tevahî zelalbûna disekinî şer de jî wisa bû. Ango serkeftina mirovan yê şer di jiyana mirovan ve girêdayî ye. Rêheval Jînda gelek bi çalak tevlê şer dibû. Çawa ku bêdudulî tevlê jiyanê dibû, heman tiştê di şer de jî dida raber kirin. Jinek pêwîste her tim bi jiyana xwe, birêgezên xwe, bi morel û girêdanbûna xwe di jiyanê de û şerde jî bibandor be. Birastî jî rêheval Jînda wisa bû. Jiyana wê û şerê wê ji hev qut nebû.

Cardin rêheval Jinda bi beşdarbûna xwe re darbeyek gelek mezin li pergala Başûr da. Ew pergala ku jinê di fetisîne û hêdî hêdî di kuje. Birastî jî di Başûr de li ser jin siyasetek gelek zirav tê meşandin. Her çiqasî li ser jin heman siyaset were meşandin jî lê, her pergal li gor xwe jî siyasetên hûndirîn li ser jin pêktîne. Di Başûrê Kudistanê de rewşa jin hîn xirabtire. Tevlêbûna rêheval Jînda jî li hember vê hişmendiyê raperînek bû, ne pejirandina koletiyê û xwedî li nirxên xwe derketin bû. Ev di tevahî jiyana rêheval Jînda de xwe dida der. Tevahî heval hem ji bo hevaltî ya wê hem jî ji bo coşa wê dixwastin li gel rêheval Jinda bimînin. Ji xwe balkêşbûnek cûda li ser rêheval Jînda hebû. Di dilê hevalan de xwe tacîdar kiribû. Di dilê hevalan de her tim rêheval Jînda hebû. Rêheval Jînda bi rêheval Viyan re beşdarê tevgera azadiyê bûbû. Di rêheval Jînda de cewherek zêrîn hebû û pêşxisti bû.

Her tim xwe aîdê PKK’ê didît û PKK jî aîdê xwe didît. Jixwe bi xwe jî di got; “di Başûr de jina herê bextiyar ezim ji ber ez beşdarê PKK’ê bûme. PKK yê tevahî mirovane bi taybetî jî yê jine. Ji bo wê pêwîste herê zê de jin xwedî lê derbikeve.”Birastî jî di fêmkirinê de xwedî bingehek xurtbû. Ruxmê ku temenê wê biçûk bû jî lê li hember ti tuştekê xwe nedida paş. Rêheval Jînda xwedî dilekê gelek mezin û fireh bû. Ji bo wê dikarî tevahî mirovahî di nava dilê xwe de bi hewîne. Hest û ramanên rêheval Jînda gelek xweşbûn. Ti carî dilê hevalên ne dişkand. Ji bo wê jî bi hesas tevdigeriya.

Rêheval Jînda bû hêvî û pêşeroja jinên Rojhilata Navîn. Bi taybetî jî yê Başûrê Kurdistan. Ger ku îro di Başûrê Kurdistanê de jin ji bo azadiya xwe di nava tevgerêdene, hewildanên wan pêşdikevin ev keda ku tevgera me ya azadiyê daye avakirine û kedên rêhevalên me yên pakrawanin. Bêguman tu tiştek hesanî çênabe û avanabe. Her tiş bedelek xwe heye. Ya herê giring ewe ku mirov xwedî bedelên xwe û nirxên xwe derbikeve. Bi taybetî jî weke jin, jin ji bo azadiyê gelek bedelên giranbiha da û dide jî. pêşketinên ku dî roja me de  tê jiyan kirin jî tevahî mîrasên van rêhevalên giranbiha ne. Yek ji wan jî rêheval Jînda ye.   

Serokatî digot; “şoreşa Başûr şoreşa jinê ye.” Birastî jî ger ku rêheval Jînda zû şehîd ne ketiba wê di Başûr de û dinava tevgera me ya azadiyê de rolên gelek giring leystiba. Jiber di rêheval Jînda de potansiyelek gelek bi hêz hebû. Rêheval Jînda weke navê xwe di tevahî jiyana xwe de her tim jiyanê û hevaltiyê da avakirin û zindî dihişt. Ji bo wê şahadeta rêheval Jînda gelek zûbû. Di nava hevalan de jî êşek mezin da avakirin. Şahadet mertebeyek gelek hêja ye. Bi taybetî jî mirov ji bo xaka xwe, welatê xwe û azadiya xwe şehîd bikeve. Rêheval Jînda li pişt xwe gelek nirxên giranbiha hişt. Rêheval Jînda bû pêşengê şoreşa Başûr yê ku Serokatî bi şoreşa jin navkir. Em jî soz didin rêheval Jînda û tevahî rêhevalên şehîd emê azadiyê misoger bikin û şoreşa Başûr jî bixin şoreşa jin. Li ser vê bingehê em di kesayetiya rêheval Jînda de tevahî rêhevalên şedîd bibîrtînin û soza pêkanîna şoreşê û xeyalên wan didin.

 

Nav û paşnav: Şîlan Abdurahman Ezîz

Navê kod: Jînda Hewlêr

Dîroka beşdarbûnê:1996 Hewlêr

Dîroka şahadetê: 10.6.1998 Hecî Ûmran

 

 

Kategori: Şehidên Me