Tirkî  |  Erebî

Hevpeyvîn

sehit mizgin

Hûnermendên herê mezin mirovên şoreşgerin. Şoreşgertî hûnera herê binirx û pîroze. Dil, hest, ruh û çavên herê mezin jî yên şoreşgeranin.

Rêheval Mizgîn bi hûner û şoreşgertiya xwe re bersiva herê mezin da pergal û hişmendiya baviksalarî. Rêheval Mizgîn bi deng û ruhê xwe yê şoreşgertî re bû xeta azadiya jina ku di nava PKK’ê de hatiye afirandin. Dengê rêheval Mizgîn bûye dengê me yê azadiyê. Di heman demê de rêheval Mizgîn mînakê herê bijare yê di nava fermandarên leheng de ye.

    

 Bêrîtan Hêjar Malatya: Beriya ku ez bidest gotinên xwe bikim ez rêheval Mizgîn û tevahî şehîdên me yên bi nirx bibîrtînim û bejna xwe li hember wan di tewînim. Di destpêkî de ez dixwazim bi gotinekî Serokatî destpê bikim, Serokatî di bêje; “hûnera herê mezin şer kirine.” Rêheval Mizgîn jî hem fermandarek mezin bû, hem jî hûnermendekî mezin bû. Di heman demê de taybetmendiyên ku pêwîste di tevahî milîtanên APOCÎ de hebe di rêheval Mizgîn de pêştê xwe dide der. Fermandartiya wê re, hêza wê ya rêxistin kirinê re û şêwazê wê yê jiyan kirinê re. Rêheval Mizgîn bi her tiştê re bi ziravtiya hûnerê rê nêz dibe û jiyan dike. Gerîla mirovê herê hestdare û yê herê his dike jî gerîla ye. Bi taybetî jî jin û gerîlatî gava hevre dibin yek ew dem mirovên gelek mezin ava dibin. Yek ji wan mirovên mezin jî rêheval Mizgîne. Cardin gerîla di heman demê de hûnermende, mamosteye, telebeye, wênesaze, şervane, fermandare. Rêheval Mizgîn di kesayetiya xwe de vane hemûyan afirandiye.

Rêheval Mizgîn bi ferasetekî rast nêzî gerîlatî û hûnerê bûye. Ji ber ku rêheval Mizgîn di wê zanabûyînê de bû ku gerîlatî û jiyana PKK bi xwe hûnere. Ango rêheval Mizgin bitûnî nêzî jiyan û hûnerê dibe. Ango tu tiştekî ji hev qut dest nagre. Gelek nirxên ku rêheval Mizgîn ji mere ava kirin û hêlane hene. Di şert û zurifên wê demê de rêheval Mizgîn xulikartiyê ava dike. Rêheval Mizgîn dibe hûnermendê hest û  ramanên rêhevalên xwe û gelê Kurd. Rêheval Mizgîn bi dengê xwe, bi hêz, bawerî, zanabûyîn û bi vîna xwe darbe li tevahî hişmendiyên qirêj daye. Rêhevala Mizgîn fêrî me kir ku hûner xwe afirandine. Ji bo wê jî bi eşqekî mezin tevlê jiyanê dibe û gerîlatiyê pêş dixe. Kesayetiya rêheval Mizgîn fêrîme kir ku gerîlatî çawa tê jiyan kirin.

Gava mirov dengê rêheval Mizgîn di bihîze tevahî hestên mirovahiyê bi taybetî jî hestê welatparêztiyê di mirovan de pêş dikeve. Cardin rêheval Mizgîn his dike, fêm dike, jiyan dike û bi dengê xwe, bi jiyana xwe dide jiyan kirin. Bi stranên xwere mirovan ber bi dengê jinên azad ve dibe.

 

Viyan Gap: Di meha Gulanê de gelek rêhevalên me yên bi nirx û hêja canê xwe ji bo azadiyê û jiyanekî bi rûmet feda kirine. Yek ji wan hevalan jî rêheval Mizgîne. Ez di şexsê rêheval Mizgîn de şehîdên me yên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînim. Rêheval Mizgîn ji bo me xeta azadiyê ye. Ji bo wê jî di xeta rêheval Mizgîn de têkoşîn kirin û bi hûnera wê jiyan kirin ji bo me gelek giringe. Rêheval Mizgîn hem di aliyê çanda gerîlatî de, hem jî di hûnerê xwe gelekî bi hêz bû. Ji ber ku rêheval Mizgîn bi jiyanê re û azadiyê re gelek girêdayî bû, ji bo wê jî nêzîkatiyên wê yê li hember jiyanê di asta hûnerê de bû. Ji ber ku xwe gihandi bû ziraviya hûnerê. Gava mirov stranên rêheval Mizgîn guhdar dike ew dem kesayetî û mezin bûna wê di stranên wê de dibîne. Xeta rêheval Mizgîn yê hûnermendiyê xetekî ku ji bo me tevahiya mînakê bingehîne. Ji ber ku ji bo rêheval Mizgîn, gerîlatî, fermandarî, jiyan û şer hûnerê mezine. Di vê aliyê de jî xwedî hêza watedayînê ye.

Rêheval Mizgîn hirsa gelekî, xwastekên wan, tiştên ku winda kirine bi giştî dest digre û bi riya hûnerê tîne ser zimane. Çand û hûnermendiya gelê Kurd di kesayetiya rêheval Mizgîn de şînber bûye. Rêheval Mizgîn dengê heqîqeta jina Kurde. Hûnermendiya herê mezin ewe ku miro his bike, bide his kirin, jiyan bike û bide jiyan kirine. Cardin hûnera herê mezin ewe ku mirov erdnîgeriya welatê xwe, xweşik bûna wê, dîroka wê, êş û dilxweşiyên wê bi herikîne li ser pênûs û bi gotinan. Erê rêheval Mizgîn vê gelekî baş û serkeftî pêş xistiye. Bi taybetî jî heskirin û bêrikirînên xwe yê li hember azadiyê herikandina hûnerê, hûnertiyek gelek mezine. Ev taybetmendiyê rêheval Mizgîn eşqa wê ya li hember azadiyê û sosyalîzmê dide diyar kirin. Rêheval Mizgîn ji bo me ziravtî û hûnera xeta azadiyê ye.

 

Arjîn Botan: Ez di şexsê rêheval Mizgîn de tevahî rêhevalên leheng bibîrtînim û soza xwe li hember wan nû dikim. Rêheval Mizgîn jiyana xwe û şer bi hûnerê re kiriye yek û hûndirîn kiriye. Rêheval Mizgin di çand û hûnera gerîlatî de bûye sembol. Rêheval Mizgîn di jiyana xwe de û têkoşîna xwe ya azadiyê de ji bo dîroka jina Kurd berhemên bêhempa afirandiye. Çawa ku têkoşîn û dengê rêheval Mizgîn li ser gerîla bandorên gelek mezin daye çêkirin di hamen demê de li ser gelê Kurd jî bandorên mezin daye çêkirin. Hewildanên wê yê pêşxistina hûner û çanda gelê Kurd de gelek xurte. Heval Mizgîn hewildaye ku hem di aliyê hûner de hem jî di aliyê şer de ji êşên gelê Kurd re bibe bersiv. Ji bo wê jî rêheval Mizgîn jiyana xwe bi ziravtiya hûnerê re di afirîne. Di kesayetiya rêheval Mizgîn de Milîtantiya PKK bi her awayî tê jiyan kirin. Birastî jî tişta ku ji me tê xwastin em xeta van rêhevalên xwe rast jiyan bikin û bidin jiyan kirin.

Kesayetiya rêheval Mizgîn yê butinî ji bo me mînakê herê sereke ye. Ji ber ku gelek cara ew ferasetên me yên çewt û şaş di hêle ku em her tiştê ji hev qut bikin. Lê rêheval Mizgîn bi jiyan û dengê xwe re her tişt gelek zelal daye afirandin. Rêheval Mizgîn bûye hûnermenda jiyana rast.

 

Pelşîn Gabar: Beriya her gotinê ez rêheval Mizgîn bibîrtînim û bejna xwe li hember mezin bûna wê di tewînim. Cardin di şexsê rêheval Mizgîn de tevahî rêhevalên şehîd bi rêzdarî bibîrtînim. Di dîroka jin de rêheval Mizgîn xwedî cihekî bi nirxe. Rêheval Mizgîn ji bo tevgera azadiya jin nirxên gelek mezin afirandiye. Rêheval Mizgîn bi têkoşîn û berxwedaniya xwe re ji bo me xeta azadiyê ye. Rêheval Mizgîn bi fermandartiya xwe re û bi dengê xwe re tevahî hişmendiyên çewd hilweşand. Çawa ku rêheval Mizgîn bi fermandartiya xwe re ji mere mîrasên gelek pîroz afirand û hişt, di heman demê de bi dengê xwe yê herî xweş jî di hûnera Kurdan de nûbûyînekî nû afirand.

Rêheval Mizgîn fêrî me kir ku tu tiştek bê hûner nabe. Ev ji bo şer jî derbasdare. Rêheval Mizgîn têkoşîn û berxwedaniya hevalên xwe bi ew dengê xwe yê xweşik tevahî cîhanê agahdar kiriye. Rêheval Mizgîn di muzîk û hûnera Kurdan de berhemên gelek pîroz afirandiye. Di şert û zûrifên herê zehmet de rêheval Mizgîn vê ji me re got; “şoreşger hûnermendên herê mezinin.” Cardin rêheval Mizgîn di vê zanabûyînê de ye ku hûnera azad di nava PKK’ê de pêş dikeve. Ji bo vê jî tu carî hûnermendî, fermandartî û şoreşgertiyê ji hev cûda nagre dest. Bêguman tişta ku ji me tê xwastin weke her tim em bikaribin deng û hûnera rêheval Mizgîn domdarî bikin û mayînde bikin. 

 

 

 

 

Kategori: Şehidên Me