Tirkî  |  Erebî

KOÇERÎN SEMA

 Nizanim çawa ji dilê birîndar re hevokan peyda bikim. Sema rêhevala min ya bedew… Ji bo ku wê xweşikbûna dilê te di dilê xwe de mezin bikim.

Nizanim çawa ji wan çavên tijî bêrîkirina te gotinan bînim ber hev, da ku wê hezkirina te ji tevahî gerdûnê re vebêjim. Nizanim çawa wan peyvan bînim gel hev. Da ku te ji qutbûyîna xerîbiyê xilas bikim. Nizanim çawa te li keştiye dilê xwe siwar bikim. Da ku te pêl bi pêl li ser behra şîn bigerînim. Nizanim  çawa li dora te xelekên stêrkan avabikim. Da ku her tim li gelte bimeşim. Nizanim çawa vegotina hestên xwe bikim, da ku ji tere bibêjim her kes li hember heskirina minû te matmayî di mînin.

 Nizanim çawa te li ber qeraxa çemê evînê bigerînîm. Da ku bi vê evînê re jiyan bikim. Nizanim çawa hezkirina xwe ya bê dawî di nav baxçeyê bihuşta xwedavendan de bi tera parve bikim. Da ku te jî bêxim baxçê gulan, ji bo ku her kêlî te behn bikim û bi nefesekî te jiyan bikim. Belê dilê min, her cara ku dest davêjim pênûsa xwe ji bo ku te ji hestên xwe re bikim heval û bêxim mêvanê dilê xwe yê bi tera lê dixe. Da ku gerdûn bibê şahîdê rêhevaltiya min û te.

Îro di bêdengiya şevan da, di tarîtî û ronahî yê de, li erd û ezmanan de, ji dûr û nêz ve li te digerim. Di gelî û newalên kûr de, di çiyayekî bilind û di warê dilê xwe da her li te digerim, ma tu li ku yî heval! ez te na bînim.

Ka binêre çavên mestbûyî di qelîştokên çiyayên bilind de li te digere. Ka binêre çiqasî çiyayên min xweşîk û bedew bûye, xwe bi bejn û bale te xemilandiye. Nêrgiza asê ma tu dizanî ez ji nêrgizan pir hez dikim ji ber ku tû jî we kî nêrgizan  xweşîk, asê û serbilindî. Îro di dilê te da hezkirin, di çavên e de hêvî, di hestên te de bêrîkirin di rûyê te da xweşik bûyîn û di meşa te da azadiyê dibînim xwedavend SEMA…

Her dem wisa geş û dilşad be xezala serhildêr, ji ber kû ev çiya bi te bedew  û balkêş dibe. Bila wisa be da ku dil her tim bi xemla pênûsên rêwiyan were neqiş kirin. Bila ez bibim dilopekî li ser rûkeniya rûyê te. Ka tu ji gula dilê xwe re bibêje û vegotina wê bike ez çi bikim û çawa wan awirên bêrîkirinê tûne bikim. Wê hezkirinê bi dilê xwe û yête yê xweşîk de bidim jiyan kirin.

Belê dilgerma dilê min, nikarim vegotina ew hestên ku wek ava di kûrahiya dilê çiyayan de diherike bikim. Ne jî dikarim xweşîkbûna dil û rûyê te bilêv bikim, ji bo vê tenê di qefesa singa xwe da vedişerim.

Belê diyariya jiyana min… Her roja ku derbas dibe tû dilê min da mezin dibî.

Şitla jiyan û xeyalên min SEMA…

Te tovên hizkirinê di cîhana dilê min de reşand.

 Tu buyî şitla hezkirinê û di nava temarên min de diherikî…

Dilê min germahiya xwe ji ruhê te yê azad digre. Ew dem tevahî şadîbûyîn dilê min hemêz dike û ez bi şadbûna xwe re berbi dilê teve têm. Ew dem tu xwe berdidî di nava xeyalan. Rêhevalê hevalan, di asîmanên şîn û zelal de bibe dilopek û xwe berde li ser xunava dilê min.

Bibe xemla çiyayên min, bibe xewn, xeyal û rastiya min. Ma çi dibe tu vê kêliyê de min jî bi xwe re bibî û di cîhana dilê xwe de bigerînî. Daku ez jî di cîhana te ya xweşîk de hêlîna jiyana xwe çêbikim. Ji bo ku ez jî bêjim min di cîhana dilê te de tama hezkirin û tama hemêzkirinê girtiye. Tu asîman, tu xweşikbûyîn û bilind bûyîn…

Bi çavên xwe yên tijî hêvî û bawerî, were min hemêz bike û di kûrahiya dilê xwe de bi cîh bike. Were rûne gel min temaşe û guhdar bike, daku ez hestên xwe yên weke volkanê dikele ji tere vegotin bikim. Ma ew dem ezê bikaribim peyvên dilê min de rêz bûne ji tere bêje bi bêje bînim ser ziman. Ew asoyên bilind yên ku ji awirên çavên te ji xwe şerm dike. Qîr dikim qîramin di asîmanên şîn de deng vedide û asîmanan di çirîne. Belê di qetînim ew sînorên qutbûyînê. Di şeva tarî de gazi dikim û dibêjim, min bêriya te kiriye, ne carekî bi hezara caran bêriya te dikim. Tê bîra te ma ne wisa, min û te li ser çiyayên bilind hestê xweşik û rêhevaltiyê jiyan dikir û bi hevre parvedikir. Çendî xweş bû ew kêliyên ku me hevdû hemêz dikir û destê hev digirt. Me bi hevra bêhna kulîlkên welatê xwe dikşand hûndirên xwe. Me destê hev digirt û hevdû li ser singa Gonvêndê heya Amedê, li Botan heyanî Sefîna Nuh û heyanê Lawikê Xerîb hevdû digerand. Ezê dibin baya hênik yê Cudiya Mirada de pora te şe bikim û serê te daynim li ser  çoka xwe û ji tere lorînên azadiyê bilorînim. Di şevên sar en dirêj de ezê te di dilê xwe de di veşêrim û bi germahiya bedenên xwe te hemêz bikim û ji dilde ew çavên te yên çirûskên azadiyê di barandin maçî bikim.

Ji te pir hez dikim, ji ber ku ez gelek ji te hez dikim ji bo wê jî ez bi tere bilind û mezin dibim. Wek çawa ku tu her tim mînaka jiyana min bû, îro jî bi  tere rûken û dil  xweşim. Tu dizanî rêhevala min hestên min li hember mezin bûna te biçûk di mînin. Gelek cara jî şermînok dibin û xwe di veşêrin. Ji ber li hember mezin û bilind bûna te biçûk di mînin. Erê xweşewîsta min ez gelek bêriya te dikim. Lê bêrikiran te jî min mezin dike.

Peyv tazî û şermînok di mîne

Ziman lal, çav kor û dil di qerise

Asîmana dilê min

Stêrk ji ronahiya te di heside

Roj gerdûnê tu jî min germ diki SEMA…

SEMA ya ku weke navê xwe bilind û bedew

Jina ku di kenê xwe de hêviyên zarokan di hewand

Bi çirûskên çavên xwe jiyanê belav dikir

Sema, bilind bûyîn…

Sema, pak û bedew bûyîn…

 

 

Kategori: Şehidên Me