Tirkî  |  Erebî

 DİYALOGA SEROKATİ

Em bi grûba me ya ku şansê wê yê serkeftinê bilinde, bi perspektîfên xwe yên dawî re temam bikin. Em bawer dikin ku me mezin xebat da meşandin.

Ji bo ku ev xebat encam bigre tenê yek astengî pêşiya we  heye, ew jî ew gotinên we yên ku hevdû nagrin. Her wiha soza ku we daye û nêzikatiyên we yên li hember nirxane. Lê ez vê pir vekirî bibêjim, ez karê ku dikim kêmek jê fêm dikim. Kar wê baş bimeşe, wê bi ruxmê we jî bimeşe, lê yê ku winda bike hûnin.

 

Me di vê dewrê de xwest çi serbixin? Me hewl da ku wan kesayetên we yên ku mirov bi hirsekî mezin li hember bisekine, ew kesayetên we yên ku bi şêwazekî xirab xwe bi her cure binketinê re dane girêdan. Ew kesayeta we ya ku nayê jiyanê, nayê têkoşînê, bi serê xwe belaye, yê ku naxwaze mezin bibe, yê ku dibin her curê paşverûtiyên civakê de bi teşeyên cûda de xwe pozber dike, bi jiyanê re, PKK’ê re, bi polîtîka dileyîze me mijul dike. Zarok ji girî û gazincan bêzar nabin. Kesên ku bin dikevin jî ji leystok lestinê têr nabin, lê ev kêrî tu tiştekî nayê. Me xwest vê bi rengek rast li vir pêk bînin ku hun mezinbûnê layîqê xwe bibînin. Li vir êdî bila soz were dayîn û gav li gor wê were avêtin. Ger ne wisa be, hunê nikaribin derkevin beramberî min. Çi karê we heye? hûn dixwazin leystok bileyîzin, biçin cihekî cûda. Leyîstokên xwe yên malbatî ne li vir, li cihek cûda bileyîzin. Ahbap çavûştî di cihên cûda tê kirin, ne li vir. Li ver bûyerên mezin û jiyanên mezin tên ser ziman. taybetmendiyê vir eve. Kesên ku ji xwer bawer nakin li ver çi dikin?

Ez jî, bi qasî ku xwe perwerde dikim, derdikevim pêşiya mirovan. Dikarim bêjim ku di jiyana min de derketina pêşiya mirovan, ji bo min îdeayek bû. Min digot: “Ez ne vala me, ne bê wate me û li hember we me.” Hina jî her rojên min wisa derbas dibin. Ne gengaze ku rojekê min vala û bê idîa debas bibe. Ger bê dîqat kirin, ne bi neyar re, ez bi kesayetên we yên ku neyar ji bo xwe ava kiriye re şer dikim. Kesayetên we, kesayetên ku bê sînor ketine. Weke hûn dibînin me xwest em vê li vir bidin seknandin. Bila li vir kes nexeyîde û tiştên ku pêwîste pêk bîne. Em li vir çarenûsa gelekî diyar dikin û bi ava kirina bingehê artêşekê re mijûl dibin. Em ji karê xwe bawer dikin, karê herî pîroze. Wê Kurd kengî bi aqil bibin, em ji vir hewil didin ku çareser bikin.

Tê dîtin ku, kes we tenê nahêle. Tu kes we bê amadeyî rê nake, kes we li pey karên ji rêzê nade revandin. Hûn ji bo karên herî pîroz tên amade kirin û diçin. Çima hun qedrê wê nizanin? Wê kengî çewtiyên we xilas bibin? Hunê kengî karên ku li dîrokê tê layîqê xwe bibînin. Em dixwazin vê kêmek qeyd bikin. Xwedî kirina dayîk û bavan meyze nekin, di wan de huner û hêz nîne. Nirxê ku we ji wan girtiye zêde bawer nekin. Rolê wan ewe ku we bikin belengaz. Ji çep û rastên xwe bawer nekin, tiştekî ji derveyî ketina we zêdetir bide we nîne.

Me li vir nîqaşên mezin dan meşandin. Me we vekir û bi vî awayî xist rêya jiyana rast de. Ji bo welat, ji bo gel, her wiha ji bo rastiya vê şexsiyetê tu rêyek we ya cûda nîne. rêyek cûda, rêya dojehê ye! Rêya ku pişta we siwar bibin û we ber bi rêyên cûda de bide revandine. Mesele ketin û ne ketina rê nîne, mesele ewe ku mirov bibe rêwiyekî baş yê vê rêyê.

Çima ez vana dûbare dikim? Me gelek heval ji vir rêkir. Me nêzî bîst hezar hevalan perwerde kir û rêkir. Çibû? yek ji vana jî çerxa dîrokê ya kolektvîzma proleter ne xistin bin kontrola xwe. Çima ev ezezîtî, çima ev dengebûyîn, hevdu xistina rewşa karnekirinê de? Çima ji neyar zêdetir, zerar dayîna doza xwe heye? Çima ewqasî bi jiyanê tê leyîstin. Em dibêjin êdî bila bisekine! Ev gel dibêje “Ez nayêm azadiyê.” Ji peyvên pîroz qute. Ev rastiya mirovên me yên heya qirikê ketî dide nîşandan. Ma ev kare, ferasete? Ev tam jî rastiya ku em jiyan dikin e. Li gor we ev teşeyên biçûk yên jiyanê çarenûse. Partî hê jî nehatiye asta şer kirinê. Ez ji bo artêşê hinek tiştan amade dikim, lê hun çawa bikartînin?! Hun hevdû xilas dikin û hev wêran dikin. Ev feraseteke çawa ye? Hun çawa natirsin? Em bi kedên mezin re nirxê şer didin, lê hun bê ku şerm bikin, teng bibin, çarçûr dikin. nirx ber çavên we tên xerç kirin, dengê we dernakeve.

Ez çiqasî bê hêz jî bim, pêwîst e li hember vana şer bikim. her çiqasî serkeftinên min yê bibandor ne bejî, ez bi piraniya we re bi hev re jî bimînim, pêdivî heye ku ez li hember we şer bikim. Vê rast fêm bikin! Ez mirovekî ku xwe di netewbûnê de kûr kiriye. Ez bi idîayek mezin nêzî mirovan dibim. Ger hun min fêm nekin û bi şaş fêm kirinê re tevlê jiyanê bibin, hûnê dirû bin. Di vê wateyê de min xwe serxistiye. Di vê aliyê de tiştekî henek nîne. Rêber, rêbere. Bi taybetî rêberekî bi vî awayî. Divê hun vê fêm bikin. Êdî dem dema fêm kirina rêberek çawa ne. Kesê ku bibêje “tu kurê mamê minî, ji eşîreta minî, mirovê min yê taybetî” ezê didanê wan bişkînim. Rêberek wisa li hember we nîne. Êdî kesên ku bi van têgihan re dixwazin nêz bibin, wê bi erdê re bibe yek. Min gelek têgehên kevneşopî bi erdê re kiriye yek. Ji heft saliya xwe de ez mijûl bûm min û min ev rewş bi kûrahî ji we re vegot. Di min de her cûrên malbatî, hemşercîtî, herêmcitî, ezezîtî bi erdê re bûye yek. Em çiqasî zehmetî de bin pêwîste ev rastî were nas kirin. nas kirin eve; Bi qasî tu dibejrînî, ewqasî rast pêkbîne, bi qasî qandî tu na pejirînî pêre şer kirin, lê vekirî ne bi dirû. Ez ti carî nabêjim bi min re şer nekin. Hûn şer dikin û bi hevr e dimeşin, ev ne diyare.

Pêwîst e hûn bibin civak. Pêdivî heye ku hûn bibin netew. Hûn nikarin ji kesên cûda re bihêlin, ev erka we ya cewherî ye. cihê ku tê de şoreşgertiya gilî kirinê destpê bike, li wir di mirin heye, li wir mêtîngerî destpê dike. Her kes  gilîyên mezin dike. Vê nekin! Pêwîste ev êdî bi dawî bibe. Şoreşger her tim hêza çareseriyê ye. Berdin vê jiyana li gor teoriya pitikbûyînê jiyan kirin. Ez ne dayîk û bavim. Ji ber vê jî ez gelekî bi ser dayîk û bavê xwe de diçûm. Ji kerema xwe re fêm bikin! Hûnê karê welatê xwe bikin. Karê şoreşê yê bi şan û şeref hûnê bikin. Li ser bingeha azadiyê axê hemêz bikin, xweşik bibin. Mirov weke ku biçe cejnê van karan dike. Li ser vê bingehê em bawer dikin ku ev grûp di astekî mezin de vekêşiya rastiyê. Di asta bi idîa û rastiya derbaskirina jiyanê de ne. Belê heval, di vê çerçoveyê de wê hêza we ya meşê hebe, ji bo vê hûnê tu astengiyan nas nekin. Di destpêkê de em we nas bikin, birastî jî hûnê bikaribin çi bikin em fêm bikin, biştî wê hûnê soza xwe ya biryardayînê bidin. Ka em niha jî yek bi yek we nas bikin...

 

Serokatî: Belê heval, navê te çî ye?

Şehîd Agirî: navê min ê rast Gûlcan Dûndare, ez ji Mêrdînê me. Min pênc sal dibistan xwendiye. Di sala 1991’an  de ji Stenbolê beşdarî partiyê bûm.

Serokatî:  We li Stenbolê çi dikir?

Ş. Agirî: Malbat bi giştî li wire. Di sala 1988’an de êdî di malbatê de belavbûyînek çêbû.

Serokatî: Tu li kîjan herêman mayî?

Ş. Agirî: Piştî ku min heşt meh xebat da meşandin, ez derbasî herêma Xakûrkê bûm. Piştî wê derbasî Zelê bûm, pişt re jî Botan. Piştî wê jî ez derbasî vir bûm.

Serokatî: Çend mehe tu li virî?

Ş. Agirî: Serokê min pênç mehe ez li virim.

Serokatî: Belê Agirî, bawer dikim tu jî ji wan kesên ku li vir pêşketin ava kiriye?

Ş. Agirî: Raste Serokê min. Piştî kongreya V. ji bo pirsgirêkên kesayeta min, min dem winda kir. Ez hewl didim van pirsgirêkên xwe li vir bi riya perwerdê derbas bikim...

Serokatî : Tu dibêjî ez beşdarê şoreşê bûm?

Ş. Agirî: Raste Serokê min. Tişta ku min li vir dît, ew bû ku ez ji şerê çînayetî gelek dûrbûm. Min li vir şerê kesayet nas kir. Min ji pirsa, heya niha min çi kir û ezê ji îro pêde çi bikim destpêkir? Li ser vê mijarê ez sekinîm. Mijara ji xwe bê bawerbûyîn jî hebû. Ez Serokatî meyze dikim, Cîhan hemû bi ser Serokatî de tê, lê Serokatî gelek ji xwe bawer xebat dide meşandin.

Serokatî: Cîhan ser min de tê, lê ez we bi awayekî gelek rihet, bi moralek û baweriyek mezin tevlê jiyanê û şer dikim.

Ş. Agirî: Raste Serokê min, min ev dît.

Serokatî: Tu dibêjî ji bo ku ez vê bibînim, min ziraviya wê da raber kirin... cûda?

Ş. Agirî: Serokê min, ez dibînim ku em hê jî tên xapandin.

Serokatî: Bê ku şerm bikin û ji xwe aciz bibin…

Ş. Agirî: Raste Serokê min.

Serokatî: Çima wisa dibe?

Ş. Agirî: Ji xwe min jî ev mijar derxist zanebûnê. Mejiyê me ji bo şoreşê kar nake.

Serokatî: Herî zêde ji bo tiştên hûrûmûr dixebite, ne wisa?

Ş. Agirî: Raste Serokê min...

Serokatî: Gelek başe, meyzeke feraseta te kêmek din jî pêşketiye, cûda?

Ş. Agirî: Ji xwe min ji Serokatî baweriyek gelek mezin girt. Ango baweriya min gelek bi min tê. Ez ji xwe bawer dikim ku ezê ji îro pêde gelek baştir bixebitim. Min coş û hêzek mezin girtiye.

Serokatî: Tu dibêjî bawerî, coş û daxwaza jiyanê gelek pêşket?

Ş. Agirî: Raste Serokê min. Ji ber ku ez jî wisa bûm.

Serokatî: Li gor te, li vir jin zêdetir ji jiyanê re tê qezenc kirin, ya jî xort?

Ş. Agirî: Serokê min jin tê qezenc kirin.

Serokatî: Wa.... çima?

Ş. Agirî: Serokê min ji ber gava ez li welat bûm, min digo; “Ez gelek nêzî Serokatî me.” Lê gava ez hatim vir, bi riya perwerdê û di encama lêhûrandina ku min jiyan kiriye, min dît ku ez pir dûrî Serokatî me û min di vê mijarê de xwe lêpirsîn kir.

Serokatî: Tu di nava matmayînekê de dimînî? Te dît em çawa we dikşînin jiyanê...

Ş. Agirî: Raste Serokê min.

Serokatî: Vî karî tu zilam dikare bike?!

Ş. Agirî: Na Serokê min, nikare bike.

Serokatî: Çima nikarin bikin?

Ş. Agirî: Ji ber ku ew naghêjin wê astê.

Serokatî: Tu ji bo zilamê Kurd çi dibêjî? Di heman demê de ji bo jin jî? Mirov ji bo zilamê Kurd çawa dikare pênase bike?

Ş. Agirî: Mêre.

Serokatî: Ji xwe ew her tim mêre. Lê belê mêrek çawa? Zilamê Kurd çi ji jinê dike? Çawa dike pîrek? Te qet ne ceribandiye, tu nizanî. Ger mêrek te habûya wê demê te yê baş fêm kiriba ka çawa dike pîrek? Tu ji xeteriyeke bi vî awayî ditirsî? Xeteriyek bi vî awayî li ser te were, tuyê li hember wê çawa bisekinî?

Ş. Agirî: Hêzek mezin dixwaze Serokê min.

Serokatî: Tu dikarî bisekinî? tu wek jinek azad dikarî li hember zilma zilam û qirêjiya wî, dikarî xwe bigrî?

Ş. Agirî: Raste Serokê min. Ji xwe carekê ez bi rêya telefonê bi Serokatî re axivîbûm. Min her tim agahî dida di vê derbarê de.

Serokatî: Min we hişyar kir ji bo hun gilî nekin?

Ş. Agirî: Ji îro pêde divê hêza min xurtir be?

Serokatî: Êdî tu yê jiyanê qezenc bikî, tu bi çarenûsa xwe re tenê mayî.

Ş. Agirî: Raste Serokê min.

Serokatî: Ji serwerên xwe nexwaze. Zehmet be jî hunê ji îro pêde pêk bînin.

Ş. Agirî: Ezê ji îro pêde Serokatî hîn zêdetir fêm bikim.

Serokatî: Xwezkaaa!... Tiştek gelek xweşe. Ez bi vê sozê şanaz dibim, lê gelo hûnê pêkbînin? Ev pir zehmete.

Ş. Agirî: Serokê min, min li ser vê mijarê lêhurbûnek kûr jiyan kir. Min hêza çareseriya pir tiştan ji vir girt. Ji bo ku ez vê pêş bêxim, ezê ji bo xwe dahurandinên Serokatî bikim rehber.

Serokatî: Girînge, tu dikarî pêş bikevî. Te serbendê wê jî girtiye. Dibe ku astengî derbikevin, ez bawer dikim ku tuyê van astengiyan nas nekî. Tu ciwanî, enerjîkî, bi rûmetî û girêdayî rêgezên xwe yên rastî. Ger tu li hember qeza belayan hişyar tevbigerî, tu yê pêş bikevî.

Ş. Agirî: Raste Serokê min.

Serokatî: Hem heyfa mine hem jî heyfa we ye. Ji min zêdetir heyfa we ye. Ez dixwazim hun mezin jiyan bikin. ez di wê baweriyê de me ku hîna jî jin tam tevlê jiyanê nabin. Yek îdîayê min ewe ku ez jinan bi hêz tevlê jiyanê bikim. Ez vê nû nû bi zilaman didim pejirandin. Ev jî perçeyekî ji hostatiya min e. Dema Ez di dibistana seretayî de bûm, min jin û mêr ji serê xwe avêtibû. Ewqas sale ez mijûl dibim û têkoşîn didim ji bo ku têkiliyek rast û jiyaneke azad bi we bidim qezenc kirin. Hewldanên min yên wê jin çawa tevlê jiyanê bibe, mêr çawa dikare bibe mirov, fêm bikin û hêz bidinê.

Niha ji ber ku hejmar zêde bûye. Dibêjin; “jin bare.”Ev gotineke sexete ye û tê wateya kuştina jiyanê. Şûna ku hun bibêjin jin çavkaniya jiyanê ye, çawa dikarin bibêjin “bar e?” Zilam her tim bi vî awayî meyze dikin û dibêjin; “Ev li ser pişta me barin, gelo em bavêjin kuderê..." Nirxandinek gelek xirab û kirête! Yên ku vê zemînê dide jî hûnin. Hûnê keys nedin wan.

Ş. Agirî: Raste Serokê min.

Serokatî: Tuyê bidî îspat kirin ku jin çavkaniya jiyanê ye, dest jê nayê berdan. Divê tu îspat bikî ku jin bingeha azadî û şoreşgeriyê ye. Tu dikarî soza vê bidî...

Ş. Agirî: Raste Serokê min.

Serokatî: Ew dem ev bese, serkeftin.

...

 

Nav û paşnav: Gulacan Dûndar

Navê kod: Agirî Mardîn

Dîroka beşdarbûnê: 1991

Dîroka şehadetê: 14 Nîsan 1998

 

Kategori: Şehidên Me