Tirkî  |  Erebî

sehidenme-8adarBi derketîna PKK’ê re di gelê Kurd de ruhekî gelek mezin ava dibe. Ji ber gelê Kurd xilasiya xwe û hebûna xwe di felsefe û birdoziya PKK’ê de dibîne. Mane mirov her tim ji bo heqîqeta xwe di nava lêqerînek dene.

Erê gelê Kurd jî heqîqeta xwe di tevgera azadiyê de dibînin. Di oxira heqîqeta xwe de çi bedel were xwestin didin. Ji bo mirovahiyê bi taybet jî ji bo civakên ku her tim kuştin, talan, qirkirin, nîjadkujî û h.w.d re rû bi rû mane ji bo wan rizgarî ji av û nan zêdetir bi qiymete. Ew kes qiymetê azadiyê gelek dizanin. Bi taybetî jî ev ji bo jin gelek bi qiymete. Jin her tim di nava lêgerînekdeye. Çawa ku jin çavkaniya jiyanê ye di heman demê de jî pergal û hişmendiyên desthilatdar ji bo vê çavkaniyê ziwabikin çi ji destê wan tê dikin. Jina Kurd bi salane benda derketinekî bi vê awayî mane. Ji bo vê jî PKK dibe cihê xilasiya jin.

 

Tê zanîn ku di serhildanên sala 1990-91-92 û h.w.d. de her tim jin pêşengtî kirine. Ji ber di jin de hestê welatparêzî û eşqa li hember azadiyê di asta herê jorde tê jiyan kirin. Bivan serhildanan re di jina Kurd de ruhekê ku nayê pênase kirin avadibe û belavê her derê Kurdistanê dibe. Yek ji wan jinên ku bi ruhê serhildanan re xwe dorpêç dike û pêşengtiyê ji azadiya xwe û ji civaka xwe re dike jî rêheval Hêlîn e.

Belê rêheval Hêlîn di demên herê germ de, bi taybetî jî demên ku ruhê APOCITÎ di her deverê de aj dide beştarê PKK dibe. Rêheval Hêlîn sala 1992’an de telvê nava refên gerîla dibe. Rêheval Hêlîn dema tevlê dibe jî temenê xwe biçûk bû lê dil û ruhê wê gelek mezin bû. Rêheval Hêlîn ji malbatekî welatparêz dihat. Şahadetên ku di nava malbatê de çêbûbûn li ser rêheval Hêlîn gelek bandor dide çêkirin. Demê ku rêheval Hêlîn tevlê dibe jî demên Serokatî ji bo artêşbûyîna jin, rêxistinbûyîna jin û xwesertiya jin nîqaş bêşdixist û projeyên xwe dida pêşiya hevalên jin. Di heman demê de Serokatî rêhevalên jin jî ji bo vê amadedikirin. Di wê demê de taxima xweser hatibûn avakirin. Rêheval Hêlîn ji bi ruh û germbûna serhiladanan re tevlê jiyanê dibe. Bi ew tevlêbûna xwe ya germ û coş bandorê xwe li ser hevalan jî dike. Ji ber rêheval Hêlîn di wê temenê xwe yê biçûk de rastiya neyar ji nêzde di bine û nas dike. Rûxmê temenê wê biçûk bû lê di hûndirê xwe de hirsekî gelek mezin li hember neyar jiyan dike. Ruhê tol girtinê di rêheval Hêlin de gelek pêşde bû. Di wê temenê xwe de bê dudulî û bê hesap tevlê jiyanê û tevlê tevahî kar û xebata dibû. Gava mirov li hember azadiyê tîn be û xwe bigihîne ava azadiyê ew dem tu tişt pêşiya mirovan de na be asteng. Tevahî zehmetî jî ji mirovan re xweş û bi wate tê. 

     Gava şerê Başûr destpêdike ew dem rêheval Hêlîn herêma Heftanînê bû. Lê ji ber temenê rêheval Hêlîn biçûk bû ji bo wê tevlê şer nabe. Îdea û xwastekê rêheval Hêlîn destur nade ku di cihê xwe de bisekine. Ji bo ku tevlê şer bibe xwe pozber dike. wê demê rêheval Cemal re diaxive. Lê rêheval Cemal çi dike jî nikare rêheval Hêlîn qanî bike. Wê demê jî heval hati bûn wê bi çûna çeperê pêş, ji bo heval bi guherînîn. Rêheval Hêlîn jî got; “ez paşte navegerim, ezê van hevalan re biçim, hûn dizanin? Ji bo wê jî heval Cemal got; “temam xwe amadebike tuyê bi hevalan re biçî.” Lê heval Cemal ji fermandarê baskê re jî di bêje, “pêwîste hûn wê biparêzin bila çavê we li ser rêheval Hêlîn be.” Wê demê jî rêheval Hêlîn gelekî şa bûbû. Ewqasî xwe xweşik xemiland ku nayê vegotin kirin. Coş û heycana wê di rêheval Hêlîn de hestê firdayînê dabû avakirin ji bo wê qet di çihê xwe de ne di sekinî.  Bi wê heycan û coşa xwe re tevlê hevala dibe û diçe çeperê pêş. Di nava şer de jî gelekî baş rolê xwe dileyze û heval jî gelekî jê dilxweş bûbûn. 

Rêheval Hêlîn di heman demê de herema Şehîdan jî dimîne. Di wê herêmê de jî gelekî bi çoş û germ tevlê jiyanê dibe. Hêviyê wê gelek bû. Bi taybetî jî gelek dixwast rast û bizanist tevlê jiyanê bibe, xwe li ser wê bingehî jî amadedikir. Ew sal jî ji bo jin salekî gelekî giring bû. Artêş bûyîna jin nû hatibû avakirin. Coş û heycana artêşbûyîna jin tevahî hevalan de morelek da bû avakirin, lê di heval Hêlîn de asta jor de ev dihat jiyan kirin. Wê demê talîmatên Serokatî pêşdikeve û di nava rêhevalên jin de jî ev gelekî tê nîqaş kirin. Bi taybetî jî li ser artêşbûyîn, nûnertiya vê kirin, weke jin xwe rêxistinkirin, yekineyên xwe, taximên xwe avakirin û h.w.d. di wê demê de gelek heval ji bo vê dudulî jiyan dikirin lê rêheval Hêlîn di vê aliyê de gelek zelal bû. Rêheval Hêlîn hertim digot; “kes nikare pêşiya me bibe asteng, emê şer jî bikin û xwe rêxistin jî bikin.” Hirsekî wê yê bi vê awayî hebû. Rêheval Hêlîn tu carî vê hirsê xwe kêm nekir. Di heman demê de mirov gelekî morel û coş ji rêheval Hêlîn digirt. Rêheval Hêlîn tu carî ruh, coş û morala xwe winda ne dikir. Di heman demê de heval gelekî bawerî didan rêheval Hêlîn. Rêheval Hêlîn bi xwe jî baweriyekî  gelekî mezin dida xwe.

Çawa ku di taybetmendiyên milîtanên APOCÎ de gotin û pratîkê wan yêke, yê rêheval Hêlîn jî gotin û pratikê wê yek bû. Taybetmendiyê heval Hêlîn yê zêde axiftinê nîn bû. Cardin taybetmendiyê wê ya herê xweş diyarker jî li gor pêvajoyê gelekî lêhûrbûyîn pêş dixist û bi tevahî hêza xwe re serdisekinî. Perspektîf û talîmatên rêxistinê pir baş guhdar dikir, fêm dikir û bi wê awayî jî serdisekinî. Di hûndirê xwe de gelekî lêgerîn dida çêkirin. Rûxmê ku rêheval Hêlîn bêdeng bû lê gava morelê hevalan diket, derdor bêdeng û tengezariyê de bû rêheval Hêlîn bi coşa xwe û bi henegê xwe re wê atmosferî belav dikir û hevalan de zindîbûyînê pêş dixist. Ango rêheval Hêlîn ew balkêşbûyîna xwe ya jin bi jiyanê re dikir yek.  

Rêheval Hêlîn di şerde gelekî xurt û wêrek bû. Hedefek danîbûya pêşiya xwe bi çalak û însiyatîf wê hedefê xwe serdixist. Di heman demê de jî gelekî ji xwe bawer bû. Lê di jiyana xwe de gelekî dilnizim bû.  Rêheval Hêlîn tu carî xwe ji hevalan cuda ne digirt dest. Çalakiya ku tê de şehîd dikeve jî pir bi nîzam tevahî planên xwe serdixin, xwe digîne hedefên xwe û şehîd dikeve. Heval gelekî ji heval Hêlîn hezdikirin. Rêheval Hêlîn ji ber esmer bû gelek caran heval jêre digotin; “Hêlîna reş.” Heval Hêlîn jî her tim digot; “ez keça Kurd yê esîlim, Kurdên esîl esmerin.” Her gotinên rêheval Hêlîn di nava xwe de gelek wate û giringbûyîn di hewand. Zêde ne diaxivî lê dema diaxivî jî gotin û peyvên di cih de bikartanî. Gotinên wê di mirovan de gelek lêhûrbûyînên kûr dida ava kirin. Çiqasî xweşe ku mirov di nava dilê hevalê xwe de xweşikbûyînên bi wate avabike. Her tim di nava hevalên xwe de bi heskirin were bîranîn. Erê rêheval Hêlîn jî xwe gihandiyê lûtkeya dilê hevalên xwe. Gelek bi wateye ku rêhevalê mirov her tim li hember mirovan bi bawerî û hêvî tevbigere. Ji bo vê tevahî heval ji gotinên rêheval Hêlîn pir bawer dikirin û digotin jî; “heval Hêlîn tu carî ji xwe de qise nake, ger gotinekî dibêje ew dem tiştek heye ku dibêje, rêheval Hêlîn gotinên ji rêzê nake.” Her gotinên ku di nava lêvên rêheval Hêlîn derdiket ne gengaz bû ku pêkneyne.

Rêheval Hêlîn di wê zanabûyînê de bû ku şert çi dibe bila bibe pêdivî heye ku jin xwe perwerde û zanist bike. Ji bo wê jî di wan şertên zehmet de jî derfet ava dikir xwe perwerde dikir. Wan deman çanda xwandinê zêde nîn bû, lê heval Hêlîn di xwe de çandekî da bû ava kirin. Rêheval Hêlîn dibistana serete xilas kiri bû. Heval her tim jê pirsdikirin û jêre digotin; “tu çima ewqasî lêkolîn dikî û dixwînî?” Birastî jî rêheval Hêlîn gelekî xwe perwerde dikir. Mirov di kîjan şertan debe jî pêwîst e mirov xwe perwerde bike. Di heman demê de rêheval Hêlîn xwedî cewherekî gelekî pak bû. Mirov pir rehet dikare bibêje ku di heval Hêlîn de cewherî PKK hebû. Çawa ku gotin û partika wê yek bû, di heman demî de çi digot pêktanî û dixist pratîkê de. Rêheval Hêlîn gelek coş û morel ji artêşbûyîna jin girtî bû. Pirsên sereke yên ku  her tim rêheval Hêlîn di fikirî û di serî wê de nakokî pêşdiket jî digot; “gelo erkên artêşbûyîna jin çiye? Wê çibike û çima Serokatî avakir? Ji xwe artêşekî me heye çima Serokatî artêşa jin jî avakir? Ji ber ku di wê demê de naskirinê me li hember me, dîroka jinê, jiyana me, cewherê me, nasnameya jin, jin çiye û h.w.d me ne dizanî. Di gelekî me de ev pirsane pêşneket û nakokî jî ava nekir. Lê yê rêheval Hêlîn de her tim hebû. Ji bo wê jî giranî dida xwandina pirtûkên Serokatî yê dahurandinê. Rêheval Hêlîn gelekî sempatîk bû. Xwîna wê gelekî germ bû. Mirovan dîkşand xwe. Her tim cihê ku lê dima baldikşand li ser xwe û di jiyanê de gelekî bi nîzam û paqiş bû. Piranîna pratîkên xwe li herêma Zagrosê derbas kiri bû. Hedefên xwe û plansaziyên wê gelek bû. Her tim jî digot; “ji bo ku ez li ser hertiştê serwer bim pêdivî heye ku em biçim herêma Botan, Xerzan û  cihên din jî.” Lê rêhevala Hêlîn gelekî zû şehîd ket.

 Rêheval Hêlîn sala 1995’an de li Ertuşê li ser baskê êrişê disekinî, li ser girekî ku çete digirtin wê çalakî lidarbixistina di wê girê de şehîd dikeve. Çalakî gelekî serkeftiye lê heval Hêlîn di vê çalakiyê de şehîd dikeve. Çalakî li gor plansaziyê bi serkfetî meşiya lê tenê heval Hêlîn şehîd dikeve. Rêheval Hêlîn di ruh û morel de her tim bi mere jiyan dike. Her tim di nava me de jiyan dike. Heya niha jî em bi ken, coş û bibîranînên wê re jiyan dikin. Di kesayetiya rêheval Hêlîn de em soz didin tevahî rêhevalên xwe yên pakrawan emê jiyana azad biafirînin. 

Nav û paşnav: Tenzîra Akyûz

Navê Kod: Hêlîn Mêrdîn

Dîroka beşdarbûnê: 1992

Dîroka şahadetê: 1995 Etruş

Rêhevalên wê yên têkoşînê

 

 

 

 

Kategori: Şehidên Me