Tirkî  |  Erebî

Şehîd Serhed Binasan

Ji Hewraman re werê qertelan tê gotin. Ji ber ku cihekî pir bilind û asî ye. Zû bi zû tu qirêjî nagihije wan dera. Xwe di hembêza çiya de pak dikin.

Ji bo wê jî mirovên li wir jiyan dikin jî taybetmendiyê çiyayî di wan de serwer e. Mirov dikare bibêje ew her dem xwe ji qirêjiya pergalê parastine. Xwe di hemêza çiya de bicih kirine. Ji ber ku pir baş dizanin ku çiya wan diparêze, çiya îxanetê li wan nake. Ji bo wê hêvî û baweriya xwa dane çiya û pişta xwe bi çiya vê didin girêdan. Di heman demê de xwedî cihekî çandî û dîrokî ye. Kesên ku di wê heremê de mezin dibin her tim li hember pergalê nakokî jiyan dikin û ti carî bi pergalê re nabin yek. Her tim di nava xwe de çanda xwe û zimanê xwe diparêzin. Ango taybetmendiyên çiyayî li ser wan gelek bandor dide çêkirin. Cardin tê zanîn dengê wan jî gelekî xweş e. Dengê wan jî yê çiyayî ne. Gava stran dibêjin weke ku ruhê mirovan dibin Hewraman û wanderan digerînin.

 

Belê rêheval Serhed jî bi xwe ji Hewraman e ango ji welatê qertelan e. Rêheval Serhed bi xwe qala tevlê bûna xwe û nakokiyên jiyan kirine vegotin dike. Ka em heval Serhed bixwînin ji me re çi dibêje.

Navê min Serhad Binasan e. Ez sala 1984’an li Sînê hatime cîhanê. Lê eslê me bi xwe ji Hewramanê ye mintixa Jewerê dibêjin. Naskirina min ya rêxistinê jî di sala 1999’an de bû. Gava Serokatî hate dîl girtin ji bo  Serokatî serhildan û çalakiyên bêhempa hate kirin. Ev li ser min bandor bûyînek pir mezin da çêkirin. Bi taybet jî dema heval bedena xwe didan ber agir di min de hest û fikrên pir cûda pêş diket. Di Rojhilat de jî gelek serhildanên bi bandor pêş ketin. Beriya wê min ne Serokatî û ne jî rêxistinê nas ne dikir. Piştre weke nav naskirina min pêşket. Ji bo naskirina rêxistinê lêkolînên min pêşketin. Di heman demê de Serokatî, Serokê gelê Kurd bû. Ji bo azadî û xwebûna gelê Kurd têkoşîn dida meşandin. Tevlêbûnekî hestiyarî bû. Ez di sala 2003’an de beşdarê PKK’ê bûm. Beriya ku ez beşdar bibim min cihê xwe di nava ti xebatan de jî ne digirt. Her çiqasî demdirêj ne be jî lê ez di nava karekî siyasî de mam. Ji ber vê ez hatim girtin, lê di heman rojê de ez hatim berdan. Piştî vê girtinê zordestiya neyar li ser me çêbû. Cardin pêwîst dikir ku ez heftî carekî bi xwe biçim li gel îtilatê îmze bavêjim. Bi vê awayî dixwastin li ser min venêrîna xwe çêbikin. Gava ez ketim ferqa wê min biryarê xwe yê tevlêbûnê da û hatina xwe bilez kir. Li ser vê bingehê jî tevlê bûna min çêbû.

Di sala 2003 û 2004’an de tevgera me ji zehmetiyên pir giring re derbas bû. Di heman demê de êrişekî li ser jiyan û birdoziya Rêber APO hate meşandin. Ji bo ku ez bersivekî rast bidim ev xeta xiyanetkaran min biryara xwe da ku ez cihê xwe di saziya hêzên taybet de bigrim. Her roj naskirin û fêm kirinên min li hember rastiya Serokatî digişt asta herî jor. Ji bo vê jî min her tim ji xwe re digot pêdivî heye ku mirov bersivên hîn mezintir û xurtir bide neyarê xwe yên xwînxwar. Jixwe pêwîste mirov ti carî xwe bes nebîne û ya heyî re xwe sînordar neke. Min ti carî xwe bes nedît. Ji ber ku di jiyana PKK’ê de cih ji besbûyînê re nîne. Mirov çiqasî kar û xebat bide meşandin jî kêm dimîne.

Ez niha li ser rêya Bakur im. Min bi xwe pêşniyar kir da ku ez biçim, rêxistin jî pêşniyara min pejirand. Ji bo çûyînê ez gelek heycan jiyan dikim. Morelê min jî gelek xweş e. Ez ji bo çûyîna xwe gelek heycan jî digrim. Di sala 2008’an de gelek rêhevalên me yên bi nirx şehîd ketin. Şahadetê van rêhevalên me yên pakrewan li ser me gelek bondora xwe da çêkirin. Ew heval ji bo rêxistin û hevaltiyê gelek nirx dabûn ava kirin. Di heman demê de bexwedanî û têkoşînên bêhampa dan meşandin. Tişta ku ji me tê xwastin her dem li gor pêwîstiyên pêvajoyê têkoşîn kirin û berxwedaniya xwe bilind kirine. Di heman demê de biryarên ku di kongreya PKK’ê ya 10.de hatibûn girtin ji bo me pir girîng e. Biryarên hatibûn girtin jî ji bo misogerkirina azadiya Rêber APO û yê gelê Kurd bû. Ev biryar ji bo min gelek girîng e. Ji bo pêkanîna vê biryarê jî ezê heya dawî têkoşîn bidim meşandin. Di heman demê de ez biryara serkeftin û pêkanîna sozên xwe didim. Armanca min ya bingehîn misogerkirina azadiya Rêber APO ye.     

 

 

Kategori: Şehidên Me