Tirkî  |  Erebî

Lîlav Xelîl

sehiden meBerfîn… Berfîna tîrêjê rojê. Ya ku her tim rojê digere. Ango li pey heqîqetê ye. Ya ku xwe dinava rojê de dibîne û ji bo ku xwe bigihîne rojê her tim şer dike û tekoşîn dide meşandin. Tu zehmetî nikare pêşiya Berfîn bigre. Ji xwe Berfîn tu zehmetiyê nas nake. Berfîn ji bo ku xwe di nava sir û seqema berfê de derxe û tîrêjên rojê silav bike her tim tekoşîn dide meşandin. Tekoşîna wê ji bo ku xwe bi gihîne rojê. Roja ku ruh dide mirovan, zindî bûyîn di hest û ramanên mirovan de ava dike. Yek ji wan Berfînan jî rêheval Berfîne.

 

Berfîn… Ya ku xwe ji tevahî qirêjiya pak kiriye û xwe di nava pak bûna PKK’ê de ava dike. Ya ku serê xwe berbi rojê ve rakiriye û tîrêjên rojê digre di nava ruh û ramanên xwe de.

Heval Berfîn bi xwe ji Efrînê bû. Lê ji ber ku di aliyê aborî de rewşa wan ne baş bû, ji bo wê koçberê Helebê kiri bûn. Malbata heval Berfîn pir welat parêz bû. Birastî jî bi can û dil rêxistinê ve girêdayîne. Ji bo rêxistinê çi ji destê wan were ti carî xwe paşde ne dane. Ji ber ku malbata wê pir welatparêz bû, çanda rêxistinê jî di malbata wan de hati bû rûnişkandin. Dayîk û bavê rêheval Berfîn tevahî zarokên xwe bi çandê rêxistinê mezin dikirin. Malbata wê di nava derdor de jî pir dihat heskirin. Ji xwe mala wan mala hevalan bû. Di rêheval Berfîn de çand, exlaq û rêgezên rêxistinê pir serwer bû. Dema mirov rêheval Berfîn didît, mirov di got ev mirov heya niha li kur jiyan kiriye û çawa jiyan kiriye. Ewqasî pak û xweşîk ma bû. Xweşîk bûna dilê rêheval Berfîn li ser tevahî kar û xebatên wê jî dikir. Dema mirov rêheval Berfîn re hevaltî dikir, mirov di got qey mirov di cîhanek cûda de jiyan dike. Rêheval Berfîn cîhana xwe bi xweşîk bûna cewherê rêxistinê xemilandi bû. Xwe di nava wê xemilandinê de kiri bû bûka welatê xwe.

Dema min rêxistinê nas kir yeke min malbata ku min nas kir û ez çûm jî malbata rêheval Berfin bû. Ji xwe rêxistin wê malbatê li min da nas kirin û her tim çûyîna min çê bû. Rêheval Berfîn dibistana seretayî xwendi bû, derbasê xwendegeha navîn bûbû lê ne xwendi bû dest jê berda bû. Di be ku di wê salê de bi fermî tevlê bûna wê çê ne bûbû lê di xebatên eniyê de her tim bi hevalan re bû û alîkarî dida hevalan. Rûxmê ku temenê wê ne mezin jî bû, lê ji bo xwe tu astengiyan nas ne dikir. Rêheval Berfîn weke navê xwe bû. Ji bo ku xwe bi gihîne armanç û xwastekên xwe tevahî zoriyan derbas dikir. Li gel rêheval Berfîn navê astengî nîn bû. Ji ber ku ew sînorên astengiyê derbas kiri bû. Carekî xwe gihandi bû tîrêjên rojê, ma wê çi pêşiya wê bibe asteng. Ti carî destur ne dida ku heval xwe heyrî bi mînin. Her tim pêşengtiyê ji hevalan re dikir.

Serokatî li Rojava yê Kurdistanê pergalek pir xurt da bû ava kirin. Her tişt bi plankiri di meşiya. Her tişt saziyekî xwe hebû. Rêheval Berfîn jî di nava xebatên zarokan de cih digirt. Tevahî nêzîk bûn û rabûn rûnişkandinê rêheval Berfîn de çanda rêxistinê pir baş dihad xwiya kirin. Naskirina wê ya partiyê pir pêş de bû. Nêzîkatiyê rêheval Berfîn yê herê zêde li ser min bandor da bû çê kirin jî tevlê bûna wê ya bi îdea û biryarê wê bû. Tevlê bûna wê pir xurt bû. Ji xwe tevahî hewildanên wê ew bû ku bi fermî tevlê nava partiyê bibe û bibe qadro. Ew dem dema biryar dayînê de bû. Hevalekî ciwan bû, lê xebatên ku dida meşandin pir giring bû. Em pir baş dizanin ku rêxistin kirina zarokan, fêm kirin û bi zarokan re têkiliyek rast dayîna çê kirin û zimanê wê zarokê fêm kirin pir zehmete. Lê rêheval Berfîn di vê aliyê de xwedî hûner bû. Ev jî bala mirovan dikşand. Heval Berfîn di nava zaroka de pergalek pir xurt da bû ava kirin. Li ser zarokan serwer bûyîn dayîna çê kirin pir giringe. Ji xwe tevahî zarok jî lê guhdar dikîrin. Ew dem min jêre got; “heval Berfîn tehamûlê min li hember zarokan nîne, tu çawa dikarî ewqasî tehamûl bikî?” Heval Berfîn jî min meyzand, keniya û got; “ez ji vê xebatê zevk û kêfxweşî digrim. Cardin min got; “birastî jî tu sebrê min nîne.” heval Berfîn jî got; “birastî jî ev kar û xebat hostatî dixwaze. Ji ber ku em nivşê nû perwerde dikin tiştê ku em dikin ewqasî hêsan nîne. Heval Berfîn her tim di got; “tiştekî ku mezin dixwazin li ser wê esasê zarok perwerde dikin, lê ez wisa nînim. Ez tişta ku zarok dixwaze fêm dikim û wan perwer de dikim. Ez wan pir baş nas dikim, li gor taybetmendiyê wan, tiştêkî ku dixwazin, bi kijan uslup û xîtabet dixwazin û pê bandor dibin wisa nêz dibim. Tevahî hewildanên min ewe ku ez xwe bêxim şûna wan zarokan û fêm bikim. Dema ez vane dikim jî şêwazê perwerdeyê Serokatî ji bo xwe esas digrim.” Birastî jî ev her du taybetmendiyên rêheval Berfîn pir bala min kîşandi bû.

Bi heval Berfîn re her tim pêwendiyên me hebûn. Demekî şûn de bi israra xwe bi fermî tevlê bû. Dawiya sala 1996’an bû fermî tevlê rêxistinê bû. Ji ber ku malbat welatparêz bû ji bo wê jî tu astengî dernexistin. Ji xwe beriya ku heval Berfîn beşdar bibe ji malbatê re goti bû. Di wê demê de gelek perwerde hebûn. Ew dem jî heval Berfîn nêzî sê meh di perwerdeyên navendî de man. Piştê wê jî heval Berfîn ji bo ku were çiya pir hewildan da bû, lê heval wê ji bo xebatên civakî cardin li wir hiştin. Ji bo wê di nava xebatan de ma. Piştê perwerdê derbasê Helebê bû û di nava xebatên ciwanan de cihê xwe girt. Di heman demê de car cara jî tevlê xebatên gel jî di bû. Rêheval Berfîn bi eşqekî mezin xebatên xwe di da meşandin. Ji xwe her tim bi xwen û xeyalên çiya jiyan dikir. Di rêheval Berfîn de nepeniyek pir cûda hebû. Bi nêzîkatî û xweşik bûna xwe re mirovan efsûn dikir. Ji zarokan biger heya mezinan her kes ji rêheval Berfîn pir hesdikir. Ji ber ku rêheval Berfîn her tim di nava wan de bû û xweşî, nexweşiyê wan bi wan re jiyan dikir. Reval Berfîn ti carî xwe ji kesekî cûda negirt dest û wisa nêz jî ne di bû. Dilê wê ewqasî mezin bû cihê her kesî tê de hebû.

Demekê li Efrînê jî xebat da meşand. Her çiqasî cih bi cih em ji hev qut di bûn jî lê em cardin dihatin gel hev. Rêeval Berfîn jinekî pir sade bû, ev sade bûyîna wê li ser her tiştê wê xwe dida pêş. Pir bi xwezayî tevlê jiyanê di bû û hevalan di bû. Pir dilnizm bû. Çawa ku zimanê zarokan fêm dikir di heman demê de yê ciwanan jî fêm dikir. Pir li ser kesayetiya xwe serwer bû. Xwe di her aliyan de perwerde dikir. Zimanê wê yê mirovan qanî bike û bandor bike pir pêş debû. Pir baş dizanî li kur çawa tevger bike, çi bîne ser ziman. Birastî jî rêheval Berfîn xwe di nava rastiya rêxistinê de da bû pijandin. Ji bo vê jî di aliyê empatî de pir xurt bû. Ji bo rêheval Berfîn mirovan fêm kirin pir giring bû. Keti bû wê zana bûnê de mirov çiqasî xwe nas bike û di kesayetiya xwe de zelal bûyîn pêş bêxe ewqasî dikare cinsê xwe û tevahî mirovan jî fêm bike û nas bike.

Rêhevaltiya rêheval Berfîn weke wê pir bedew bû. Girêdan bûna wê ya hevaltiya PKK’ê re pir xurt bû. Pir bê hesap tevlê jiyanê di bû. Ji ber ku bi jiyanê re pir girêdayî bû, qandî ji jiyanê hesdikir ewqasî ji hevaltiyê jî hesdikir, ji bo wê hertişt jiyana PKK’ê û hevaltiya PKK’ê bû. Heval Berfîn pir bi rêzdarî nêzî hevaltiyê di bû. Li hember hevaltiyê pir peljen nêz di bû. Di heman demê de di pîvanên xwe de jî pir zelal bû. Rêheval Berfîn ti carî perwerdeyên xwe yê tekakesî de lewaztî jiyan ne dikir. Her çiqasî di nava xebatan de ew derfet zêde ne be jî lê rêheval Berfîn derfetek ava dikir û li ser dahurandinên Serokatî lêkolîn dida çê kirin. Di nava ewqasî kar û xebatan de ji xwe re planek ava dikir. Kar û xebatên xwe pir bi eşqek dikir. Pir dixwast ku perwerdeyên Serokatî bibîne. Lê ew derfet çê ne bû. Du xeyalên rêheval Berfîn hebû; yek, dîtina Serokatî bû, pir dixwast Serokatî bibîne, ji bo vê jî her tim xeyalan ji bo xwe dikirin. Yê duyemîn jî, hatina wê ya ji bo çiya bû. Van xeyalên xwe her tim ji hevalan re di got.

rêheval Berfîn sala 1999’an de derbasê çiya bû. Min rêheval Berfîn di çiya de ne dît. Min agahiyên wê girti bû. Hestên ku heval Berfîn di nîşeyê xwe de da bû diyar kirin heya niha jî di bîra min deye. Di têbiniyê xwe de heycan, heskirin û hêviyê xwe yê ji bo çûyîna çiya da bû diyar kirin. rêheval Berfîn herê zêde li herêma Qendilê de ma bû. Rêhevalên ku bi heval Berfîn re ma bûn pir bi heyranî behs dikirin. Heval Berfîn tevlê hemlê bûbû û di şerê YNK de şehîd dikeve. Birastî jî demekî pir kin di çiya de ma. Hêviyê min ew bû ku heval Berfîn demdirêj di çiya de bi mîne û xeyalên xwe tevahiya pêk bîne. Şahadeta heval Berfîn pir li ser min bandor da bû çê kirin. Ji ber ku rêheval Berfîn windahiyek pir hêja bû. Di heman demê de rêhevalek ewqasî ji bo pêşketinê pir vekiri ewqasî zû şehîd ketina wê min êşandi bû. Ger jiyan kiriba dikarî gelek cihan de pêşengtiyê bike. Xeyalên rêheval Berfîn pir mezin bû, em jî weke rêhevaln Berfîn soz didin ku emê xeyalên wê pêk bînin. Tevahî tekoşîna me ewe ku em xwedî li nirx û doza rêhevalên xwe yên şehîd derbikevin.

Nav û paşnav: Fatma Habeş

Navê Kod: Berfîn Denîz

Dîroka beşdarbûnê: 1996

Cîh û dîroka şehadetê: 2000 Qendîl

  

Kategori: Şehidên Me