Tirkî  |  Erebî

Nujiyan AMED

sehıden me2Tu jî gulek ji gulên ku di destpêka biharê de şîn dibûyî. Tu bi vê şîn bûnê re bûye rengekê nû ya jiyanê. Weke kulîlka ku di çiyayên botanê yên pîroz de tu hatî xemilandin.

Tu jî weke pir rêhevalên din bûye kulîlkekê ku hebûna xwe di axên Botanê de daye çêkirin. We bi xwîna xwe axa pîroz a Botanê silav kir. Tu bûyî navnîşana dara azadiyê.

 

Hevala Adar te gelek Payîz, Bahar û Zivistan di çiyayên azad yên Kurdistan ê de li pey xwe himêz kir. We di jiyanê de bi ruxmê hemû salên dirêj yên ku bi zor û zehmetiyan derbaz kiriye, te xweşiyên wêna bi me da nasîn. Li himberî hemû babilîskên baya Payîzê, sar û seqema Zivistan ê, germ û şewata Havîn ê, tu weke dara ku li ser koka xwe mezin dibe, tu bi ruh û axa jiyana azad di fikirî. Dinava germahî û sermahiya rojê de tu weke kulîlkên bihara ku hîn di temenê xwe yê ciwantiyê de bû tu pişkivî.

Hêza te rastiya civaka xwezayî bû. Te cewherê xwe ji rastiya civaka xwezayî digirt. Tu ji heqîqeta çanda civaka xwezayî bû. Biryar, daxwaz û lêgerîna te li ser nakokiya jiyanê çêdibû. Berxwedaniya te a li himberî hemû zordariyan, te di bingeh de xwe xist rastiya jiyanê. Hebûna te ji bûna me hemûyan hêz bû. Bangawaziya te ji mere bû ronahî ku em ê ji vir û pêde çawa jiyan bikin. Dinava tarîbûnê de li rastiyê gerandin, bîr û baweriyek kûr tekoşînekê tûj dayîna meşandin wê bi armanç re girêdayî be. Bi hebûna tere, bi dirûşmeya jiyanekê birûmet an jî mirin b ruhê teyê azadiyê tevgerîn bû.

Rêheval delal, weke ku RÊBER APO jî dibêje; ‘cewher çawa xwe daye avakirin, wê dîsa jî xwe bide nasandin’.

Tu xwedî kesayetekê pir zelal bû û tu xwedî sekinandinekê ku li gorî pêşerojê bû. Lê zelal bûna te û xweşik bûna te dîtin, ne zor bû. Pir hêsan bû. Ji ber ku bi her awayî we xwe dinava jiyanê de dida nîşandan. Lê li ser rastiya kesayetiya te a baldar re hêzekê veşartî heye. Ji bûna ku mirov baş bîne li ser ziman, tê xwestin ku ew hêza te ya hûndirîn pêwîste mirov baş û rast binirxîne.

Lê mixabin, li himber ev rastiya te ez xwe lal û bê hêz dibînim. Ji derveyî Serokatî kesek nikare rastiya bi lêv bike û jêre bibe bersiv. Kes nikare ji vêna re bibe xwedî maf.

Belê, keça çiyayê Gabar ê, ev cara dûyem bû ku ez navê te dibihîsim. Lê te ji me xatirekê bêyî wext xwest. Bawer bikin ku ez ji bûna her dûrbûyînê nikarim xwe amede bikim û ez ê ti carî ji bûna agahiyên bi vî rengî jî ne amede bim.

Di her demê de ez ê ew kesayetiya xwe a ku we pejirandî ez ê dest jê ne berdim û ez ê hertimî bibim xwedî sekinandinekê ku ez layîqê we derbikevim. Ez ê hertimî şopdarê vê kesayetiya xwe bim.

Rastiya we ez ê hertimî di vî derbarî de bi pejirînim. Dibe ku bihara îsal we pêşwazî nekirî be, lê ez di wê baweriyê deme tû yê li rêhevala Nûda, Gulbahar, Zêrîn, Avaşîn, Dîcle, Ekîn, Jiyan, Gulîstan û dîsa jî xwedî li rêheval Adil an û bi dehan hevalên ku di vê rêyê de ketine xewekê pir giran û bê dawî de, we bi heqîqeta xwe bihara van hevalan himêz kir. Biharek ji hemû biharên din cudatir we bi nûbûn, ronahî bûn û rûhekê berxwedaniyê da avakirin. Di vê ruhê bihara nû de, bi hezaran şitlên nû şîn bûn. Ji ber ku hûn kuk û rayên dara azadiyê ne. Ji dîroka civaka xwezayî heya roja me ya îro, her bihar pir bi wateye. Wek vejînekê mirovahiyê, jiyaneke nû tê dest girtin. Ev bihar jî ji bûna me pir girîng û bi wateye.

Adar kulîka Botan û Garzan, te navê xwe li vê bihara derbaz bûyî de nivîsand. Tu û hemû hevalên ku li derdora tene, hûnê hertimî û heya dawiyê jî navnîşan û ji mere vejîna bihrê bin. Li pey we meş, deynê wêna wijdane. Ji derveyî rastiya we jiyan kirin jiyanekê bê wateye.

 

Kategori: Şehidên Me