Tirkî  |  Erebî

Medya Mava

sehidenme-dilan-Di dîroka me de me pir nirxên giranbiha nas kir û bi wan re jiyan kir. Me pir hevalên leheng, jîr, wêrek û cangoriyan re rojên pir wate û kêliyên dîrokî jiyan kir. Me rojên pir êş û zehmet hevre par vekir, lê rojên ku hevaltî ya me pir xurt bûye dît. Kêliyên ku qetek nan bi hevre hatin parvekirin û di dilê hevdude hêvî hate jiyan kirin hatine jiyan kirin. Xaka welatê min jî şahîdiyê ji vanere kiriye. Pir heval jî êşên pir giran di dilê me de hêlan çûn. Yek ji van hevalan jî heval Dîlan e. Ango ew jina ku her tim dîlana azadî yê digirt. Xakên welatê me şahîdî ji pir leheng û qehramanên xwe re kiriye. Birastî jî me bi xwe jî pir hevalên hêja û bi rûmet re jiyan kir.

Min heval Dîlan di sala 1992’an li herema Heftanînê nas kir. Berê şerê Başur bû. Ez hatim derbasê qampa şehîd Mustafa Yondem bû. Ew dem heval Dîlan jî kurula dewra ya pêşî ya me bû. Pêvajoya şerê Başur heval Dîlan jî weke fermandarê taximê yê hevalê jin derbasê Xanturê bû. Wê demê taxima heval Dîlan şer dikir, ji bo wê jî tevahî heval di gotin, “taxima heval Dîlan şer dike.” Min wê demê ewqasî dî ti bû. Piştê şerê Başur di sala 93’an de derbasê Zelê bû, lê demekê şûnde hate Botanê, ew dem ez Botanê bûm. Ez wê demê Beyşababê bûm, heval Dîlan jî hate wê derê. Min heval Dîlan li wir zêdetir naskir.

Di wê demê de jî pêvajoya artêş bûyîna jin bû. Me bi hevre heya payîzê kar û xebatên xwe dan meşandin û em bi hevre tevlê her tiştê jî di bûn. Bi payîzê re tevahî hevalên jin yê li herema Beyşebabê, Şaxê, Fereşîn û Kato Jîrka em derbasê Besta bûn. Talîmat û perspektîfên Serokatî jî hebûn. Serokatî di got; “pêwîste artêş bûyîna jin were ava kirin, di asta yekineyande, taxima de bi xwe, xwe rê ve bibin.” Em li wir nêzî şêst hevalên jin kom bûbûn. Wê demê meyê fermandarên xwe yê yekineyan û taximan hilbijartiba. Ruxmê ku heval Dîlan nû hati bû heremê jî lê tevahî heval gotin bila heval Dîlan bibe fermandara me. Ewqasî bawerî yek da bû hevalan, li wir pir hevalên kevin jî hebûn. Hevalên ku heval Dîlan nas dikin yê ku tenê navê heval Dîlan bihîstîne jî hemû tevlê heval Dîlan bûn. Birastî jî heval Dîlan ji dil û bi ruhê kê pak û bi berxwedanek mezin tevlê jiyanê di bû. Di heval Dîlan de dudilî tevlê jiyanê bibe, hêdî hêdî tevlê bibe nîn bû, çawa ku hat heremê hem pir zû tevlê jiyanê bû, hem jî pir zû erdnîgarî ya wir nas kir. Ango ruh û girêdan bûyînek pir cûda di heval Dîlan de hebû. Dema yekineyên me hate ava kirin ew dem pêvajoya ava kirina artêş bûyîna jin bû, pir heval pir gumanan jiyan dikirin. Ji ber ku cara yekem bû, wê hevalên jin hevre maban wê bi xwe xwe rêxistin bikin, rêve bibin, perwerde bikin û h.w.d. Lê mirov di got, qey heval Dîlan salane benda tiştek wisa bû: Weke jin emê bi hevre jiyan bikin.

Wê demê wê yekineya me çûba Garisa, zivistanê emê li wir ma ban em di deriyê Qaçê re ketin rê. Wê pêşengê me ne hevalên xort bin, emê bi xwe pêşengtî ya xwe bikin. Em rê ya şevekê meşî yan heya Pîro em çûn. Ruxmê ku heval Dîlan cara yekem bû di bû fermandara yekineyê lê pir bi hêvî û bi bawerî li hember hevalan digerî ya. Di meşê de heval Dîlan pir alîkarî dida hevalan, carna me meyze dikir, du çente, carna jî du çek destê heval Dîlan de heye, carna jî destê hevalan digirt bi xwere dida meşandin. Weke ku heval Dîlan bi bêje, “ger em artêş bûyînê ava nekin em azad nabin.” Di hemû kar û xebatên xwe de vê peyamê dida derdorê xwe. Em ji Pîro ketin rê ber bi Garisa ve meşî yan, wê demê befir jî lê kiri bû, lê ya giring ew bû ku, emê weke jin cara ye kem her tiştê xwe bikin. Heval Dîlan di her xebatê de cîh digirt. Her carê di çû gel grûbêkê alîkarî dikir û perspektîfan dida hevalan. Taybetmendî yê heval Dîlan yê ku tevahî hevalan bê ku ferq bêxe navbera hevalan de bikşîne gel xwe û derdorê xwe kom bike hebû. Wê zivistanê em tevahî hevalên jin Garîsa man. Yekineya heval Zelal jî nêzî me bû. heval Zelal jî cara yekem bû fermandarî ya yekineyê dikir. Pir cara diyalogên me bi hevre hebûn. Ruhê yek bûyînê hate ava kirin. Wê demê cara yekem bû hevalên jin di qada Bakur de 8’ê Adarê pîroz dikirin. Heval Dîlan hem di milê leşkertî yê de lêhurbûyîn dida çêkirin, hem di milê dîroka jin de jî lêhûrbûyîn pêşdixist. Wê demê heval Dîlan di got; “em xwedî dîrokek bibingehîn, pêwîste em xwedî dîroka xwe jî derbikevin.”

Dengê heval Dîlan pir xweş bû, ji bo ku heval xwe paşde nedin, bi xwe stranan amade dikir bi hevalan re di got, şano amade dikir, ango di milê hunerê de jî baş bû. Di kesayeta heval Dîlan de hêza jin ya veşartî derketi bû holê. Dema bihar hat ew hevalên ku du dilî jiyan dikirin, pêşniyar kirin ku yekineya me belav ne be bi hevre derbikevin pratîkê. Ev jî hêza heval Dîlan dida diyar kirin ku çiqasî bawerî daye mirovan.

Li Garisa qereqola Tirya hebû, wê zivistanê sizme li ser tepecî yên me kirin. Tevahî yekine kete întîşarê de. Neyar bi armanca îmha kirinê li ser me de hati bû. Dema hevalên tepecî agahî dan, ew dem berf jî erdê hebû. Heval Dîlan di wê kêliyê de grûbek heval bi xwere bir û xwe da cîhe kê stratejîk. Dema heval Dîlan çûn cîhê xwe girtin, hevalan jî xiste sexlemî yê û bi wê awayî darbe neyar dan, neyar nekarî pir berxwe bide ji bo wê paşte vegerî ya. Tiştê ku neyar dixwast ne bû. Neyar di got; gerîlayê jinin, emê biçin darbe wan bidin vegerin, lê dema hatin, darbe xwarin û çûn. Hevalên jin wê demê de erk û rolên xwe pir baş dileystin. Ji bo wê jî di tevahî Botanê de bawerî yek pir mezin li hember hevalên jin pêşketi bû. Birastî jî di wê demê de heval Dîlan jî û heval Zelal jî di artêş bûyîna jin de erkên pir dîrokî di leystin. Dema bû bihar em şeş heval ji bo konferansa heremê ji Garisa heya Serikê Mihemedê Osê bi tena xwe bi meşî ya ba. Em ketin rê wê demê av jî pir zê de bû, lê me got em ji xwe bawerin emê avê jî derbas bikin, ji bo wê me ji hevalên xort re ne got. Wê demê heval Dîlan jî bi mere hat. Heval Dîlan pir cûda nêzî xwezayê di bû. Birastî jî erdnîgarîyê re jiyan dikir. Ji ber ku despêka biharê bû, berf diheliya av jî zê de di bû, dema em di meşiyan dengê avê mirov di got qey zelzele çê dibe. Hevala Dîlan jî di got; “emê ji xwere bi meşin, em şêv li avê naxin ji ber ku şêv av zêde dibe, emê roj li avê bidin derbas bikin, bi roj av kêm di be.” Heval Dîlan rêbazê parastin û jiyan kirinê pir baş dizanî. Di heman demê de zimanê xwezayê pir baş fêm dikir. Mirov pir rehet di heval Dîlan de têkiliyê gerîla yê bi xwezayê re pêwîste bi çi awayî be, ger mirov baş nêzî xwezayê bibe û zimanê wê baş fêm bike wê xweza çawa nêzî mirovan dibe di dît.

Em şêv di meşî yan, roj ber bi sibê re me avê qut dikir. Dinava me de hevala ku herê bi ezmun heval Dîlan bû, ji bo wê jî bi xwe di ket ortame de sê heval li wê milê sê heval jî di milê din de, ji bo ku em çawa avê derbas bikin me perwerde dikir. Heval Dîlan di got; “destê hev bernedin, lingê xwe ji erdê ne rakin bi erdê re bi xijkînin. Dema hûn lingê xwe rakin wê av we qut bike û ber bi xwe bibe.”

Di heval Dîlan de qabîlîyetê fêm kirin û pêkanînê pir xurt bû. Ji bo wê jî tevahî heval ji heval Dîlan pir hêz digirtin û pir jê hesdikirin. Di heman demê de baweriyek pir mezin dida hevalan. Operasyona sala 1994’an tê zanîn. Dema em çûn konferansê me raporê xwe jî biribû. Di rapora me de pêşniyara ku yekineya me neyê belav kirin hebû. Di konferansê de hate nîqaş kirin ku hevalên jin bi hevre bin. Birastî jî heval Dîlan perspektîfên Serokatî pir baş fêm kiri bû. Heval Dîlan di wê konferansê de da diyar kirin ku; çiqasî jinê fêm dike, dixwaze ji bo jin hen tiştan pêşbêxe.

Wê konferansê de hen biryar hate girtin, êrîşên neyar yê sala 1994’an jî dihat zanîn, di wê çerçoveyê de perspektîfên rêxistinê jî hebûn. Wê demê em weke sê taximan hatin bi cîh kirin, taximekê me Kato Jîrka, yek Fereşînê yek jî Şaxê bû. Heval Dîlan jî weke fermandarê eyaletê li ser wan hersê taximan di sekinî. Heval Dîlan yek bi yek li ser taximan di gerî ya, hevalan re nîqaş pêşdixist, li ser jiyanê, tiştên ku kesayet tê de zehmetî dikşîne, di alî leşkertî de, lêhûrbûyîna kesayet çî ye, bi vê awayî nêrînên havalan digirt û li gor wê perspektîf dida hevalan. Di heval Dîlan de heycan û morelek pir cûda hebû.

Sala 1995’an kongreya jin ya yekemîn çê bû. Heval Dîlan jî di heremê de weke delege tevlê bû. Di kongreyê de meclîsa YAJK’ê hate hilbijartin. Ji bo wê jî li Garzanê hate erkdar kirin. Dema heval vê bihistin jî kes ne dixwast heval Dîlan biçe. Dema heval Dîlan derbasê Garzanê bû min wê Herekolê dît, min jêre got; “heval Dîlan em naxwazin tu biçî Garzanê.” Heval Dîlan jî bersiv da û got; “ger tu ji Botanê hez diki, tu yê biçî Garzanê jî.” Heval Dîlan xwast bi bêje ku, me di Botanê de ji bo artêş bûyîna jin gavên pir mezin avetin û pêşketinên dîrokî afirand. Ji bo vê jî pêwîste encam û giring bûyîna kongreya jin ya yeke mîn jî, li hundir de were belav kirin û jiyanî kirin. Di wê demê de pir hevalên jin derbasê eyaletên cûda bûn. Hemû armancê hevalan ew bû ku rêxistin bûyîna jin xurt bikin, di her alanê de biryargeha jin ava bikin û xwemaltiya jin pêşxistin bû. Ji bo heval Dîlan alan ferq nedikir. Armanca wê vîna jin pêş bêxe, keda jin derbixîne holê, zanistiya jin ava bike. Di heman demê de birayê heval Dîlan li Cudî şehîd keti bû. Ji bo wê pir dixwast biçe Cudî. Dema çû jî di got; “ez diçim lê Cudî di dilê min de maye.” Heval Dîlan hemû nêrîn û lêhûrbûyînên xwe bi hevalên jin re parve dikir.

Min sala 1996’an de bihîst ku heval Dîlan şehîd ketiye. Ez wê demê Mawa bûm. Birastî jî ez ji şahadeta heval Dîlan pir bandor bûm. Min di got; “ji bo tevgera jin windahî yek mezin bû, şahadeta wê jî pir zû bû. Tevgera jin şahadetek wisa heq ne kiri bû.” Dema behsa artêş bûyînê jin dikin, morel, coş, heycan û kenê heval Dîlan tê bîra min. Heval Dîlan pir ji cînsê xwe hez dikir. Hêvîyên wê li hember azadîyê pir xurt bûn. Pir ji cînsê xwe bawer dikir. Roje kê min ne bîhist ku heval Dîlan bê bawer nêzî mirovan dibe, ya jî bi bê je, ev mirov lawaze, nikare. Di heval Dîlan de “nabe” nîn bû. Ji bo wê her tişt di bû. Heval Dîlan morel û coşa xwe ji Serokatî yê, ji jiyanê û bawerî ya xwe ya li hember azadî yê digirt. Li hember zor û zehmetiyan min ne dît ku morelê heval Dîlan ketiye. Di rastiya heval Dîlan de derdiket holê ku; ger mirovek, bi taybet jî jinek di rastiya Serokatî de bi can û dil xwe bi rêxistin bike ti carî bê morel nabe û reş li derdorê xwe meyze nake.      

 

 

Kategori: Şehidên Me