Tirkî  |  Erebî

sehidenme-heziranÇîmen Newroz: Beriya her gotinê ez rêheval Zîlan, heval Sema û heval Gulan bibîrtînîm û di kesayeta van hevalande hemû rêhevalên me yên meha Pûşberê bibîrtînim. Roja 30 Pûşberê ji bo me pir giring bûna xwe heye. Em her sal li hember vê rojê soza xwe nû dikin û di kesayetê xwe de îdiayê serkeftinê didin diyar kirin. Çalakiya ku heval Zîlan pêk anî ji bo tevgera me şêwazek nû bû. Rêheval Zîlan bi vê çalakiya xwere peyamên pir xurt dan. Ev peyam hem ji bo hûndirîn bû hem jî ji bo neyar bû. Ev çalakiya heval Zîlan li hember ew hişmendiyê paşverû yê ku dinava me de xwe didan diyar kirin û ferasetên xwe pozber dikirin hate pêş xistin. Di heman demê de ew sûîkasta ku sala 1996 an de li hember Serokatî ya me hati bû darxistin bersivek bû. Bersivek da komplogerên nav netewî. Heval Zîlan rêhevaltiya xwe li hember Serokatî çiqasî bi nirxê û giranbiha ye da diyar kirin. Heval Zîlan di tevahî cîhanê re bû nasnameya jin. Bi fikir û çalakiya xwe re fikrên nû û hevaltiyên nû da ava kirin. Rûxmê ku dinava jiyana gerîle de nû ji bû.

cimen-newroz

Ji bo wê jî heval Zîlan da diyar kirin ku şert ne nû bûyîne ya giring ewe ku mirov çiqasî Serokatî rast fêm bike û di kêliye de bersivên rast bide fêmkirina xwe. Rêheval Zîlan ji bo tevgera jin jî ji bo tevahî tevgerê bû nasnameya jina azad ya ku bê sînor bi Serokatî re girêdayî ye. Di heman demêde ev roj ji bo gerîla jî jiyanek û roj bûnek nû da avakirin. Rêheval Zîlan ji bo me xeta azadiyê ye. Di heman demê de ji bo me nirxên pir giranbiha hêlaye. Ji bo wê jî weke şopdarên rêheval Zîlan erkên ku dikevin li ser milên me xwe dî li xetê derketin xurt kirina dozê ji me tê xwastin. Ji bo ku em bikaribin rêhevaltiyek rast weke rêheval Zîlan ya ku bi Rêber APO re jiyan kiriye em jî jiyan bikin em di tevahî jiyana xwe de hişmendî û fikrê ku rêheval Zîlan dayî ava kirin jiyan bikin û di xwe de pêk bînin. Rêheval Zîlan çanda Xwedawantiyê ji nûde da jiyan kirin. Ew çand cardin derxist rûyê erdê. Çalakiya rêheval Zîlan di fikir û girêdan bûyînê de merheleya dawî yê bû. Ango rêheval Zîlan di fikir û ruhê xwe de ewqasî zelal bûyîn û pak bûyînê jiyan kiriye. Çalakiya rêheval Zîlan eşqa wê ya li hember jiyanê dide diyar kirin. Rêheval Zîlan pêvajoyê fêmkir his kir ji bo wê jî ewqasî bersivekê rast û mezin da diyar kirin. Çalakiya rêheval Zîlan hem dimilê leşkerî de, hem di milê ramyarî de, hem jî di milê birdozî de bersivekê dîrokî bû. Çalakiya rêheval Zîlan çareseriyê da diya kirin. Çalakiya rêheval Zîlan çalakiya hebûn û heskirinê bû.

Rêheval Sema xwe ji nûde afirand. Beriya hertiştê di milê ruh û fikrîde di xwede zelal bûyîn da diyar kirin. Di wê demê de aramancê neyar ew bû ku di zîndanê de xweradest kirin û îxanetê pêş bêxe. Kesên ku di wê demê de bêbextî kirine û hewildidin vê bêbextiyê dinava tevahî kadroyande pêş bêxe hebû. Heval Sema li hember vê bêbextî û xwe radestkirinê bû xeta bi rûmetî jiyan kirinê. Bû şopdarên rêheval Mazluman, Kemalan, Necmiyan û h.w.d. Rêheval Sema ji me tevahiya re got; “çawa ku di ezmanan de du roj nabe di hiş û ruhê mirovande jî du çavkaniya morelê nabe.” Heval Sema bi van gotinên xwe re dide dayar kirin ku rûh, mejî û fikrên xwe ji hemû qirêjiya şûştin û tenê birdozî û fikrê Rêber APO re jiyan kirin. Heval Sema pir zelal vegotin dike, şert û zûrifê ku mirov têde jiyan dike çi di be bila bibe ger ku mirov di birdozî, fikir û doza xwe de zelal be tu tiştek nikare bibe asteng. Ji bo wê jî mirov bikaribe xwe ji hemû qirêjiya bi şû. Yek çavkaniya jiyana me heye ew jî Rêber APO ye. Heval Sema got, ger ku wê jiyanek hebe ew jî jiyana azad û bi Rêber APO re jiyan kirin be. Çalakî û nêrînên heval Sema vê vegotin dike, ger ku mirov di hedef û armancê xwe de xwe kilît bike wê serketin misoger be.

Di pêvajoyek wisa de tiştên ku ji me tê xwastin nirxên ku rêhevalên me yên pakrawan ji mere hêlane xwedî lê derketin û xurt kirin. Rêheval Sema, rêheval Zîlan ji bo me xeta azadiyê dane diyar kirin. Em li hember vê xetê soza xwe nû dikin.

xwinda-ferasinXwînda Fereşîn: Di serî de ez di kesayetê rêheval Zîlan de hemû şehîdên me yê şoreşê bibîrtinim û minetdariya xwe didim diyar kirin. Rêheval Zîlan ji bo me manîfestoya jiyanê û azadiyê da diyar kirin. Ew komploya ku sala 1996 an li hember Rêber APO hati bû darxistin, ne li hember Rêber APO bû li hember tevahî nirx û gelê Kurd bû. Ew komplo di şexsê Rêber APO de li ser tevahî gelê Kurd hate çêkirin û heya roja me ya îrojî di dome. Heval Zîlan pêşiya xitimandina ku di textîk de di hat jiyan kirin vekir. Her wiha dinava jiyana gerîlatî de jî nûjentiyek nû da avakirin. Heval Zîlan li hember dil û mejiyê paşverû yê ku nabe pozber digirin bû xeta ruhê APOCITÎ yê. Heval Zîlan ne tenê bu pêşengê tevgera azadiya jin û yê tevgerê bû pêşengê tevahî mirovahiyê. Heval Zîlan nûnertiya birdozî, felsefe, ruh û hevaltiya PKK’ê bû. Ji ber ku bawerî, hêvî û azwariya rêheval Zîlan pir bi hêz û xurt bû ji bo wê jî gihişt vê astê. Heval Zîlan pir baş dizanî ku azadî bê bedel nabe, xwe gihandi bû asta Xwedawantiyê. Çalakiya heval Sema jî berdewama çalakiya heval Zîlan bû. Rêheval Zîlan li hember doz û tekoşîna Rêbertiyê di astekê bilint de xwe qanî kiriye û di asta herê jor de jî bizanisti tevgeriya ye. Çalakiya heval Zîlan qandî azwarî û baweriya wê deng veda. Di heman demê de jî tevahî cîhanê re hêz û heqîqeta PKK’ê da diyar kirin. Çalakiya heval Zîlan tevahî mirovahî yê da hejandin. Ango tevahî cîhan cardin bi rastiya PKK’ê û rastiya jina Kurd re rûbirû hat. Niha tevahî civaka Kurda de navê zarokên xwe kirine Zîlan û Sema. Ev mijarekê pir giring û watedare. Ev jî asta heval Zîlan ya ku xwe gihandiyê dide diyar kirin. Ji bo me bi taybet jî weke jin kesayetê rêheval Zîlan di kesayetê xwe de dayîna ava kirin mijarê herê sereke û esasiye. Em ti carî ji bîr nekin ku rêhevalên ku heqîqet û jiyana herê rast û azad jiyan kirine, dayîne jiyan kirin û ji bo me hêlane rêhevalên me yên şehîdin û rêheval Zîlane. Ev rêhevalên me me gihandin vê astê. Ji bo wê jî Serokatî di bêje, “partiya me partiya şehîdane.” Ji bo min jî xeta herê sereke yê ku ez ji bo xwe esas digrim xeta rêheval Zîlane. Bêguman çalakiyek wisa kirin ewqasî hesanî nîne. Vîn û baweriyek pir xurt û mezin tê xwastin. Ji bo wê jî heval Zîlan xwe di hişmendiyê deshilatdaran de teqand. Ev nirxekê pir pîrozê. Yê kû pêvajoyê rast şîrove bike û his bike digihije astekê wisa. Rêheval Zîlan jî his kir û afirand. Hemû tekoşîna min ewe ku ez xwe bigihînim asta rêheval Zîlan. Em di tekoşîn û doza xwe de serkeftî bin û qezencên mezin dest bêxin. Ango serkeftinên dîrokî.

Rêheval Sema ango, rêhevala ku xwe gihandiye lutkeya here bilind. Milîtan û jina şoreşger yê ku şerê nefsî di kesayeta xwe de qezenç kiriye. Belê rêheval Sema şerekê pir dijwan yê hûndirîn dide kirin û di vê şerê de jî serkeftinê dest dixe. Di vê milê de peyamên pir xurt dide. Ango vê di bêje dema mirov şerê nefsî de ser bikeve wê ew dem ruh, fikir ji hemû qirêjiyan xwe bi şû. Wê ew dem tu bêbextî nikari be li hember nirxên me yê pîroz leystokan bi leyze. Rêheval Sema xwe ji nûde di afirîne û bersiva qehremantiya PKK’ê dide bêbextiya. Di bêje wê her tim xeta berxwedaniyê serbikeve. Birastî jî rêheval Sema û rêheval Zilan ji mere nirxên mirovahiyê û yê civaka exlaqî û polîtîk hêlane. Xwedî li vê nirxan derketin ji bo me soza rûmet bûyînê û pêk anînê ye. Ji bo jî wê soz û tekoşîna me jî li ser esasê tekoşîn û soza rêheval Zîlan û heval Sema be.

 

Kategori: Şehidên Me