Tirkî  |  Erebî

 

Heval Gulan ji navçeya bajarê Bedlîsê Adilcewazê sala 1970 an de çavên xwe ji cîhanê re vedike. Rewşa malbata rêheval Gulan yê di milê aborî de navîne.

Ji ber ku bavê heval Gulan karmendê dewletê bû ji bo wê jî heval Gulan hên di 8 saliya xwe de goçberê Enqerê di bin. Heval Gulan li enqerê zanistgeha Gazî beşa hûnerê a wêne qezenç dike. Ji bo wê jî li wir dest perwerdeya xwe dike. Di demekê kinde di zanîngehê de ciwanên welat parêz nasdike. Ji ber ku pir bi çalak tevlê dibe û pir baş rêxistin dike ji bo wê sala 1992 an de dikeve komîteya YCK’ê de. Şerê germ yê ku li Kurdistanê tê kirin her tim bala wê kîşandiye. Ji bo wê jî her tim dixwast biçe welatê xwe yê ku, qet nedîtiye tekoşîn bide meşandin. Rêheval Gulan di zarokatiya xwe de fedekar, tijî bi hestên barkirî nêzên mirovan di be. Li hember tûne bûyînê, berxwedaniya hebûnê dike û dema dikir jî serkeftinê esas digre. Ji bo wê tu kesê ne na êşîne. Bi sebrekê mezin li pey rastiya digere û bi rigekê mezin ji pêk tîne. Li hember neheqtiyê serî natewîne û jinekê pir asiye. Her tim civak bûyînê esas digre. Di têkiliyên xwe de pir bi xwezayî,dilovan û ji parvekirinê jî hes dike. Ji ezezî bûyînê û kariyerîzmê pir aciz di bû. Dinava hevalên xwe de pir tê heskirin û pir cara jî hevalên wê li ser navên wê sond dixwin.  Têkiliyên wê ji yên pir kesan pir cûda ne. Heval Gulan bêçaretiyê pir acize. Pir dixwaze ku her kes li hember jiyanê bi hêz be. Rêheval Gulan bi tevahî jiyana xwe de efsaneyek bû.

 

Sala 1992’an di dawiya meha Gulanê de li ser Agirî re derbasê Tendûrek di be. Dema derbasê sînor di bin dikevin kemînê de û li wir tê girtin. Di bin pirsiyarî yê de berxwe dîde û rûxmê hemû îşkenceyan jî vegotinê nade. Heval Gulan pir cara ketiye di binçavan de lê, ti carî ji berxwedaniya xwe tawîz ne daye. Biştê pirsiyarî yê heft mehan li bajarê Nevşehîr di girtîgehê de di mîne. Kêliya ku tê berdan jî cardin tevlê xebatan dibe. Despêka sala 1994’an derbasê welat di be. Hevala Gulan piştî ku beşdarî refên geîlla dibe; vê carê derbazî saha serokatî dibe û li wir pêvajoyê perwerdeyê re derbaz dibe, di vê qada perwerdê de jî xwe bi lezgînî bi bîrdoziya Rêber APO’ re yek kir û piştî vê perwerdê derbazî saha pratîk ya çiyan dibe. Salên tekoşînê yê bi zehmet dinava şerê germe de derbas dike. Rêheval Gulan di be fermandarekê bi hêz. Navbera sala 1994’an heya 1997’an di eyaletê Garzanê de di mîne. Di despêka sala 1997’an derbasê eyaletê Amedê di be. Eyaletê Amedê jî di herema Dorşînê de heval Gulan dike berpirsiyarê heremê yê YAJK’ê. Li wir jî derbasê qadê Şehîd Remzî dibe û di konferansa eyaletê de fermandarê taximê rêdikin Çiyayê spî. Payîza sala 1998’an ji Amedê derbasê qadê Başur dibe. Weke delege tevlê Kongreya PKK’ê ya VI.di be. Piştî rewşa dîlgirtina Rêber APO a di15’ê Reşemî 1999’an dîsa hevala Gulan ji wan hevalên li pêş bun ji bo beşdarbuna çalekiyên tolhildanê û di demekî pir kin de li hember vê rewşa dilgirtina Rêber APO saziya H.T hate sazkirin, di nava wê saziyê de jî hevala Gulan weke fermandarekê rolê xwe li refên herî pêş de pêk tîne. Bi pêşketinên xwe yê serkeftîre di be fermandarê tabûrê. Weke jinekê Kurd fermandartiya hêzên karma bi serkeftî cîh tîne. Li hember hemû pozber kirinên komplogerên navnetewî seknekê tekoşer dide raber kirin. Heval Gulan biştê avakirina Kongreya KADEK weke delege tevlê Kongreya PJA ya 4.mîn di be. Di pêvajoyê Kongreyê de ango sala 2002 7 Pûşberêde bi destê hêzên komplogerên navnetewî tê şehîd xistin.

Rêheval Gulan di jiyana xwe de, kesayetê xwe de û di sekna fermandartiyê de azadiya jin xistiye navendê de. Dema vê jî dike xwe di rêxistinê de û di partîyê de ava dike û di be hêz. Di heman demê de heval Gulan li hember çeteyên ku dinava me de derketi bûn jî şerekê bi hêz daye û xwedî seknekê milîtane. Rêheval Gulan her tim di jiyana azat de bi israr bû. rêhevala Gulan xwedî cihê rêzê û heskirinê bu di nav hevalên xwe de. Pîvan û rêgezên jina azad bi awayekî pir bilind û bi hêz di kesayeta xwe de çandiye û di azadiya Rêber APO de xwe kilîtkirî ye, ji bona afiradina pîvanên bê tawîz hewleke mezin dide, di heskirin û pîvanên xwe yên hevaltî de jî bo rêhevalên xwe di be nimûne. Bi dûristî û pakiya wê yê hevaltiyê herdem xwedî cihê bawerî û heskirinê bu ji aliyê giştî hevalên wê de. Rêhevala Gulan di be şopdara pêkanîna rêgezan. Ji bo îqnakirinê jî gelek bi tebat û sebir nêz di be, hemû kesên pêre dayî – standî gelek bi aram di bun ji ber ku dizanî bun ku hevala Gulan kesa pêkanîna rêgezên pak a hevaltiyê ye.

Fermandariya hevala Gulan jî weke fermandareke jin herdem di nava hevalan tevdigere, ji katjimêra rojbaşê heyanî katjimêra xewê di nav liv û xebatê de di be. Di be fermandereke ku dike û dide kirin, dibêje û dike. Yê ku parêznameyên Rêber APO ya AHÎM ya herî bi lez fêm dike jî yêk ji wan rêhevalan jî rêheval Gulane. Gelek dixwîne, tiştê fêm dikir di serî de di kesayeta xwe de pêk tîne piştre bi derorê xwe dida fêmkirin û pêkanîn.  Mezin bûyîn û rûmetiya xwe di jiyana xwe de pêk tîne. Belê cangoriya rast di kesayeta xwe de di de rûnişkandin. Heta komcivîna ku têde şehîd dikeve jî birqîna (yansıma) vê dike. Bandoriya xwe jî heya roja îro li ser tevayî hevalên ku pêre jiyankirine heye. Lê belê, rêheval Gulan di be pêşenga xêza cangoriya Rêber APO. Lê, rêhevala Gulan bi şehadeta xwe hîna mezintir rol dileyîze di nav refên me de, ev rol leyîstina wê jî bi rika dijmin û xayînane, yanî bi rika wan vê hevalê dane jiyankirin di nav refên me de bersivê herî bi rûmete ji bo bîranîna hevala Gulan. Rêhevala Gulan her tim di bêje, “ez dixwazim rihê hevala Zîlan, Sema û Bêrîtanan di kesayeta xwe de bi afirînim. Birastî jî rêheval Gulan vê di kesayeta xwe de afirand.

 

 

Kategori: Şehidên Me