Tirkî  |  Erebî

Heval Mizgîn û sê hevalên xwe, ji malbatên xwe direvin û tên nav partiyê. Dema ku tevlî partiyê di bin ev yek di nava partiya me û eşîra wan de di be sedema şer.

Lê, partî wan carekê din na zivirîne. Heval Mizgîn her çiqasî partiyê wisa baş nasnedikir jî lê xwasteka wê ya mezin ew bû ku dinava partiyê de bi mîne. Piştî perwerdeyekê kin vevlî jiyana hevalan dibe. Tevlê bûyîna wê ya ji bo jiyanê di demekê kin de bala her kesê dikşîne. Ji ber ku bi rastî jî dixwaze partiyê fêm bike û  bi jiyana hevalan re bibe yek. Bi sekna xwe ya di jiyanê de û her wiha bi sekan xw eya leşkerî xwediyê hebetekê bû.

 

Ev heval ji ber ku di jiyana me nû bû di gelek milan de zehmetî jî dijiya lê, ti caran lome nedikir û hewl dida ku van tengasiyên xwe çareser bike. di vê warî de vînekê mezin raber dikir. Mînak, hen taybetmendiyên wê yê heremî ya ku xwe zûbizû nikariya ji hevalan re vekiriya. Lê, di demekê kinde vê hevalê di vê milê de xwe guhert. Dixwast bi riya nîqaşê re vê jiyanê fêm bike. ji ber ku pir bi jiyanê ve girêdayî bû û ji jiyanê hez dikir. Her dem di got, “ez çibikim jî ez nikarim mafê vê jiyanê bidimê.” Ji ber ku di mala xwe de pir zor û zehmetî jiyan kiri bû. Dema ku behsa jiyana xwe ya malê dikir ji çavên wê diyar di bû ku ji dilê wê rondik dibarin. PKK’ê ji bo xwe wekeî bihuşt û cihê xilasiyê di dît. Yek ji taybetmendiyê rêheval Mizgîn ew bû ku bi hevaltiyê re pir dilsoz bû. Bi xisûsiyetên wê hevalê girêdana wê ya bi hevaltiyê re hêja yê pesnê ye. dema ku hevalek ji holê ne bûya yek car wê di pirsî, sedema vê yekê di pirsî û ji bo xwe dikir dert. Bi vê rastiya xwe, mirov bi hêsanî dikare bi bêje bîhna hevaltiya PKK’ê ya despêkê jê dihat. Xwedî ruheke bi vê rengî bû.

Dengê rêheval Mizgîn pir xweş bû. Dema ku stran di gotin mirov his dikir ku ji dil di got. He tim di got, “dema ku ez distirêm ez Serokatî tînim bîra xwe.” Di stran û awazên xwe de her dem, girêdana xwe ya bi Serokatiyê re dianî ziman. Xwasteka wê ya herê mezin carekê dîtina Serokatî yê bû.

Di jiyana xwe de her dem bi prensîb bû û ji wan tu carî tavîz nedida. Ji bo wê jî her kes bi hûrmet nêzî rêheval Mizgîn di bû. Dinava yekineyê de rêeheval Mizgîn bû bû sembola fedekartiyê. Gelek caran ev fedekartiya wê di civîn u axaftinan de mînek dihat nîşandn. Di nava jiyanê de pir dihat heskirin ji bo wê jî di dilê her hevalekê de cihê wê yê pir pîroz hebû. Rêheval Mizgîn di demekê pir kinde ji aliyê partî, Serokatî û jiyanê de zanebûna xwepêş xist. Tengasiya jiyan dikir jî dereceyekê pir mezin jî li ser xwe rakir. Di gel vê yekê ji bo ku tevlî şer be xwedî xwastek û bi israr bû. ji bo xwe tevlê bûna şer şansekê pir didît. Piştî yekemîn çalakiya xwe bû xwedî coşekê mezin û morelekê bilind. Vê morala xwe bi dîlan û bi stranan bi hevalên xwere parve dikir. Bi vî rengî tevlî gele çalakiyan bû. di her çûyîn û di hatinê de bi moreleke mezin vedigeriya û jê re westandin nîn bû. li hember jiyana eşîretî, malbatî bi kîneke mezin şer dikir. Di şerkirina wê de mebesta wê ne mirov kuştin bû, bi taybet vê jiyana paşverû ya heremê ji holê rakirin bû. ev yek j bo xwe wekî prensîbekê di dît. Tiştên ku pê hatibû êşandin dixwast, tola xwe jê rake. Bi vî rengê tevlê gelek çalakiyên mezin bû û bi cesareta xwe wezîfeyên mezin pêk anî.

Di sala 1997 an de li di jî şerê îxanetê li hemberî KDP çalakiyek hate plankirin. Rêheval Mizgîn jî di vê çalakiyê de cihê xwe di gruba êrîşê de digirt. Wê li Garê li gundê Çemalkê êrîşê girekê neyar bihata kirin. Di nava gruba êrîşê de bi tenê heval Mizgîn jin bû. Di vê çalakiyêde rêheval Mizgîn di despêkê de birîndar di be û piştre jî şehîd dikeve. Rêheval Mizgîn bi qehremantî û şervaniya xwe bû yek ji nimûneyên sembola milîtantiya PKK’ê. Rêheval Mizgîn di wê demê de wekî sembola berxwedanê hate îlan kirin. Her çiqasî şahadet rastiya şer be jî lê ji ber ku di demekê pir kinde şehîd bû, şahadeta rêheval Mizgîn di nava hevalan de bû sedema xemgîniyeke mezin. Rêheval Mizgîn bû sembola remza jina tekoşer a jina azad.

Rêhevalên wê yê tekoşînê

 

Kategori: Şehidên Me