Tirkî  |  Erebî

Peyman Bagok

sehiden meha gulanTiştê ku civak dixe civak jî nirxê wanin. Yê ku di hêle mirov ber bi tûne bûyînê ve jî neçe xwedî derketina nirxên xwe yê pîroze. Ev nirxên me yên pîroz jî rêhevalên me yên şehîdin.

Ji ber ku rêhevalen me yên şehîd xwe gihandin heqîqeta jiyanê. Ew bûne pêşeroj û paşerojên me. Xwedî li rêhevalên xwe derketin xwedî doz û soza wan derketine. Ev ji bo me deyneke. Emê di her kêliya jiyanê de bi vê zana bûyînê re tevbigerin û emê xwedî berpirsiyartiyên xwe derbikevin. Ji bo ku em bibin rêhelê hevalan pêwîste em jiyana wan, tekoşîna wan, armanca wan û xeyalên wan baş nas bikin.

 

Nan û başnav: Nesîma Yaman

Navê kod: Delîla Goyî

Dîroka şahadetê: 1998 Amed

Min bi xwe heval Delîla zivistana sala 1991 an li Xakurkê nas kir. Em bi hevre taburek de bûn. Wê demê heval Delîla fermandarê taqimê bû. Heya şerê Başur despê bike jî em bi hevre bûn. Heval Delîla sala 1989 an ji Qilabanê tevlê bûbû. Di temenekê pir biçûk te tevlê refê gerîla bûbû. Di malbatekê welat parêz de mezin bûbû. Di wê demê de êrîşên li ser gelê Kurd zêde bûn gund dihatin şewitandin, gelê Kurd dihat kuştin ji holê radikirin, ango êrîşên pir hovane li ser gelê Kurd dihat meşandin. Dinava van êrîşên ku rastiya neyar derdixist holê de heval Delila tevlê gerîla dibe. Diwan salan de êrîşên neyar çiqasî bi hovane dihat kirin refleksê gel û ciwanan jî hên zêdetir ji bo Kurditiyê geş di bûn û xurt di bûn. Dema heval Delîla tevlê di be jî temenê wê pir biçûk bû. Lê, rûxmê wê temenê biçûk dil û hestên wê pir mezin bû. Di wê temenê biçûkte erkên pir mezin da bû liser milê xwe. Birastî jî heval Delîla bi nirxên xwe yê pîroz re pir girêdayî bû. Serokatî re, hevaltî re pir girêdayî bû. Pir ji jiyanê û hevaltiyê hesdikir. Dema kar û xebatek jî dida meşandin mirova her dixwast lê meyze bike ewqasî ji dil û bi heskirinekê tevlê jiyanê di bû. Di wê de mê de em nû bûn, heval Delîla jî ji me kevintir bû. Hemû hewildanên wê ew bû ezmûnên ku sala bû ji tevgerê girtiye bi hemû rastiyên tevgerê re fêrî me bike, me perwerde bike û di mede kesayetin xurt ava bike. Hevalekê pir bi nîzam bu, hevaltiya wê jî ji tevahî hevalan re mînak bû. Armanc û hedefê heval Delîla pir mezin bû. Ti carî ji bo xwe pes kirinê ne di pejirand. Hemû hewildanên wê ew bû ku layîqê Serokatî, rêhevalên şehîd û gelê xwe derbikeve. Ji bo vê jî di milê leşkertî de jî û di milê birdozî de jî xwe pir perwerde dikir û bi xwere hevalan jî perwer de dikir. Di kesayeta rêheval Delîla de ez ezî bûyîn qet nîn bû. Ruhê wek heviyê, kolektivîzmê pir pêre hebû. Cardin heval Delîla çavkaniya morel dayîna rêhevalê xwe jî bû.

Di wê demê de dewleta Tirk hem di milê bejayî de hem jî dimilê hewayî de êrîşan dikir. Tevlê bûyînên wê demê hem pir ciwan bûn hem jî pir nû bûn. Bêguman zana bûyîna rêxistinê, jiyana gerîla nas kirin jî nîn bû. Em hemû heval ketin di sengeran de wê demê heval Delîla di milê morel de, maneviyat de pir hêz dida hevalan. Bi coş û morelê xwere, gotin û bi peyvên xwere heycan û baweriyek pir cûda dida avakirin. Ji bo ku bandorên neyênî li ser hevalan çê ne be di milekê de jî xitabê hestên hevalan dikir û li ser wê esasê wan hevalan perwerde dikir. Birastî jî rêheval Delîla fermandarek bû, çiqasî temenê wê biçûk jî bû lê, di zanabûyîna erk û berpirsiyarî yê xwe de bû. Li ser wê esasê jî tevdigeriya. Avahiya ku di bin berpirsiyariyê heval Delîla de bû, her tim wan li hember her tiştan perwerde dikir. Psîkolojiya mirovan fêm dikir zehmetiyên ku heval jiyan dikirin, rast tesbît dikir û ji bo wê çareserî peyda dikir. Dema vane dikir jî bixwe jî xwe perwerde dikir. Di şer de jî pir xurt û bi cesaret bû. Heval Delîla di milê serkeftinê de pir bi îdea bû. Pir tiştan de israr jî dikir. Mînak wê de mê taburek wê derketiba tevgerê de heval Delîla pir bi israr tevgeriya ku rêhevalê jin jî dikarin bikin pêwîste rêhevalê jin jî hebin. Mirov dikare pir rehet bi bêje ku di wê demê de pir hevalên jin ji bo artêş bûyîna jinê, rastiya jin derxistina holê weke, jin jî dikare şer bike, textîk pêş bêxe, hêz û vîna jin heye pir tiştan jî bike tekoşîn dan meşandin. Yêk jî ji wan hevalan rêheval Delîla ye.

Heval Delîla kedên pir mezin bi hevalan re dibir. Bêguman rêheval Delîla erk û rolê xwe pir baş dileyst. Wê demê jî pir kes bêbawer nêzî jin di bû lê, heval Delîla li hember van hişmendiyane xwedî sekne kê pir cûda û îdealî bû, helwestên xwe de jî zelal bû. Rûxmê hemû israra xwe bêku agahî bide hevalan dema tabur kete tevgerê de rêheval Delîla taxima xwe bir kete li pey tabûrê heya Şemzînan çû. Dema çû jî tevahî hevalên wê yê taximê di pêşîde cihê xwe digirtin. Ji ber ku wê demê çûyîna wan deran pir zehmet bû, hên despêka biharê bû ji bo wê pir ciha hên berf erdê bû. Ji bo wê jî heval wan nevegerandin. Heval Delîla bi taxima xwere û tevlê bûna xwe re da diyar kirin ku jin jî dikare şer bike, di sengerê herê pêşde cihê xwe bigre jî. Heval Delîla li hember paşverûtî yên zilam her tim dinava tekoşînê de bû. Heval Delîla bi seknê xwe û bi tevlê bûna xwe ya jiyanê, yê şer û bi hevalên jin yê taximere bi yek rih bû ji bo vê jî di wê demê de bi rêhevalên xwe yên taximê re vîn û hêza jin dan ispat kirin ku jin dikara çi bike. Sala 1992 an de taxima xwe bi her awayî amadekir û tevlê şerekê pir dijwar bû. Bêguman di şexsê rêheval Delîla de me hevaltiya PKK, jiyana wê, armanca wê nas kir. Ji ber ku birastî jî di kesayet û jiyana xwe de PKK jiyan dikir. Ji bo wê jî ev xwe di her nêzîkatiyên wê de didan diyar kirin. Çawa di wê demê de heval Bêrîtan erkên pir giring di leyst, heval Delîla jî di heman demê de wisa bû. Lêhurbûyînên rêheval Delîla jî pir kur û bi nirx bû. Ev lêhurbûyînên xwe dida derdorê xwe jî.

Piştê şerê Başur xilas bû em ji hevdu qut bûn. Piranîn pratîkên heval Delîla di qada Zagrosê de derbas bû. Piranî cihê xwe di pêşde digirt. Ji xwe heval Delila her tim fermandar bû. Lê, fermandarekê bi wicdan bû. Dema Zagrosê bû çû saha Serokatî. Piştê ku di qadê Serokatî de hat li ser esasê pêşniyarê xwe çû herema Amedê. Heval Delîla her tim di qadên zor û zehmet de cihê xwe digirt. Bêguman di perwerdeyên Serokatî de hên zêdetir xwe perwerde kiri bû, lêhûrbûyîn da bû çêkirin, ji xwe şansekê pir mezin bû ku rêheval Delîla çû bû li gel Serokatî û Serokatî ji nêz de nas kiri bû. Sala 1998 an dema ji sahê Serokatî hat ez wê demê herema Metîna bûm. Heval Delîla jî hati bû wir, em rojekê bi hevre man. Guhertin û veguhertinên ku heval Delîla de hati bûn çêkirin pir ber bi çav dihatin dîtin. Pir bi zanist bû. Her tiştê xwe pir xurt û kur kiri bû. Di saha Serokatî de milê birdozî de, leşkertî de û rêxistinî de bi ezmûnên xwe yê jiyanê re kiri bû yek. Ji xwe heval Delîla pir bi coş û bi heycan bû ev zêdetir xurt kiri bû. Potansiyelê wê bi hêz bûbû. Heval Delîla bi vê heycana xwe re bi xwe pêşniyar kiri bû ku dinava tekoşînê de cihê herê germ de cihê bigre xwedî li nirxên xwe yê giran biha derbikeve.

Bihara sala 1998 an derbasê Amedê bû. Lê, mixabin pir zû şehîd ket. Ew û grubekê heval dikevin pevçûnê de, di hûndirê vê pevçûnê de pir bi lehengtî şer dikin û di encamê wê pevçûnê de şehîd dikevin. Bêguman em deyndarê rêhevalên xwe yê şehîdin. Nirxên me yê herê giranbiha jî rêhevalên me yê pakrawanin. Ji bo vê jî emê her tim bibin rêhevalê doza wan. Ji bo me şahadet bûna her hevalek, xurt kirin û bilind kirina tekoşînê ye. Emê heya dawiyê xwedî van nirxên xwe yê pîroz derbikevin. Ji ber ku em bi wan nirxên xwere hene.

 

 

Kategori: Şehidên Me