Tirkî  |  Erebî

Rêhevalên wê yê tekoşînê

Ev çiyayên pîroz di hemêza xwe de ewqasî lehengên jîr û zana hewandiye ku mirov nîzane bi çi awayî wan lehengan pênase bike. Pir cara di avekê de, carna jî li ser lûtkeyekê,

carna jî di derbas bûna şîve rê de  şopên mirovên mezin derdikeve pêşiya me. Lê, wan mirovên mezin vegotin kirin û rastiya wan dane diyar kirin her çiqasî zehmet bejî lê, em rêhevalê doza wanin û şopdarê riya wan yê pîrozin. Ger em nikarin rêhevalên xwe yê pakrawan vegotin bikin û rastiya wan bêxin malê dîrokê wê kî bike? Wê dîrok çawa nas bike van pakrawanên nemir? Wê cîvak çawa nas bike van qehremanên xwe yê ne mir? Belê, erkê me yê herê sereke ewe ku em rêhevalên xwe yê pakrawan bidin jiyan kirin yek  milê wê jî eve. Pir hevalên me yê pakrawan hene ku nayên naskirin. Lê, ger ku em ji bo xwe weke deynek di bînin ew dem jî em deynê xwe rast û baş pêk bînin. Dema her hevalek şehîd dikeve erk û deynê me hên zêdetir di be. Bi vê zanistiyê re tevgerandin jî erkê me yê serekeye.

 

 

Min heval Sîpan di zivistana Zagrosê de naskir. Ew dem jî heval Sîpan nû hati bû taburê. Me li ser pareznameyên Serokatî û belgeyên ku rêxistin ji bo me rêkirine perwerdeyên xwe di dîtin. Her wiha li ser pêvajo jî lêhurbûyînen me çê di bûn. Ji bo ku em bersivên rast bidin pêvajoyê jî lêhûrbûyînên me çê di bûn. Birastî jî heval Sîpan mirovekê pir pak û dil paqij bû. Mirov di got ev mirov heya niha li kur jiyan kiriye. Gelo ev mirov di cîhanekê cûda de jiyan kiriye. Ewqasî bi xwezayî bû ku mirov bi heyranî lê temaşe dikir. Serokatî ewqasî behsa qirêjiya pergalê, mirovan çawa ji cewherê xwe dûr dike û behsa civaka xwezayî jî dike. Dema mirov heval Sîpan meyzedikir û pêre jiyan dikir mirov di got birastî jî heval Sîpan zarokê ew civaka xwezayî ye. Mirov li hember xweşik bûna dilê wê matmayî dima. Di kesayetê rêheval Sîpan de mirov pir rehet di dît ku pergala baviksalarî bin ketiye û ber bi mirînê ye û ketiye sekeratê de. Rûxmê ku rêhevalekê pir ciwan jî bû lê, di wê pergala kapîtalîzm yê hov de çawa xwe parastî bû mirov dida fikrandin. Qet ne keti bû di kemîna qirêj de. Yê ku mirovan berbi tûne bûyînê ve dibe û bê nirx di hêle. Rûxmê ku ne xwandi bû lê, dinava tevgerê de xwe fêrî xwandin û nivîsandinê jî kiri bû.

Di jiyanê de pir fedekar bû. Pir ji hevaltiyê û jiyanê jî hesdikir. Birastî jî di jiyanê de hevalekê mînak bû. Bi giştî jiyana xwe de bi taybetî jî di jiyana xwe ya leşkertî de jî hevalekê pir bi nîzam bû. Mirov dikare bibê je ku hevalekê xwedî nîzamekê cewherî bû. Di milê Serokatî fêm kirinê de Serokatî xwandin û her tiştê jî ji Serokatî fêm kirinê de pir bi xwestek û îdealî bû. Bi taybet jî her tim di milê xwandinê de pir xwe pêş dixist ku ji bo bikaribe parazname û dahurandinên Serokatî bi xwîne û bi xwe jê fêm bike. Her wiha hevale kê pir xulikar bû. Dema em bi hevre di çûn kar û xebatan jî mirov ji heval Sîpan hêz digirt. Li gel heval Sîpan nabe nîn bû û li gel wê çareserî xilas ne di bû. Dema heval Sîpan di çû cihekê bişta mirov li ser rast bû. Li hember her tiştê çareseriyek peyda dikir.

Lêhûrbûyînên heval Sîpan pir kur bûn. Di wan salan de êrîşên neyar li ser gel pir çê di bûn ji bo wê jî heval Sîpan her tim xwe bi hirsa tolgirtinê re perwerde dikir. Di got jî; ezê xwe di her milan de ava bikim ku bikaribim tola rêhevalên xwe, gelê xwe û jiyana xwe ji neyar bigrim. Her perwerdeyan de di rabû nêrîn û nakokiyên xwe parvedikir. Ewqasî rêhevalekê vekiri bû. Li hember rêxistinê, hevaltiyê û jiyanê pir vekiri û durust bû. Pir ji çeka xwe hesdikir. Her tim çeka wê li gel bû yek kêlî jî çeka xwe ji xwe dûr nedikir. Pir cara dema em derdiketin di çûn xebatan dema baran dihat ji bo ku çeka wê li hember baranê şil nebe çeka xwe di parast. Her di got; “ev çek ne bûya, artêşa me ne bûya, gelo emê ewqasî bi hêz bûbûna?” Bêguman li hember ev hişmendiyê deshilatdar û pergala kapîtalîzm pêdivî heye ku mirov xwedî artêşeke xurt, zana, bi birdozî be. Heval Sîpan çeka BKC î radikir. Pir xurt jî bû, pir bi nîzam nêzî her tiştê di bû. Di çalakiyan de çekê pir hevalan di sekinî lê, ti carî yê heval Sîpan ne sekiniye. Weke çawa ku di bêjin mirov çiqasî çeka xwe baş meyze bike wê rojekê were ew çek jî te baş meyze bike. Birastî jî rastiya vê gotinê min di şexsê rêheval Sîpan de jî dî ti bû. Hişyar bûyînek pir cûda di heval Sîpan de hebû. Çawa ku li hember jiyana xwe pir bi hişyar tevdigeriya ewqasî jî li hember yê hevalên xwe jî digeriya. Serokatî di gotinekê xwe de di bêje “kesê ku fikrê wê ne yê me be, jiyana wê û çalakiya wê jî ne yê meye.” Heval Sîpan jî her tim li ser vê gotinên Serokatî lêhurbûyîn dida çêkirin. Ji bo wê jî hem fikrên xwe zelal dikir hem jî jiyana xwede zelal bûyîn dida avakirin. Di milê jiyana rêxistinê parastinê de jî xwedî helwest bû. Rê ne dida ku tu kesê jiyanê xirab bike. Dema mirov li gel heval Sîpan bûya di mirovande morel û coşekê pir cûda dihat avakirin. Mirov fêm dikir ku mirov dinava jiyana PKK ê de jiyan dike. Rê ne dida ku ti kesê li gel wê bêrêxistin bûyîn jiyan bike. Ewqasî bi eşqekê bi jiyanêre hati bû girêdan. Çawa ku dema mirov tiştekê pir jê hesdike û di bîne ji bo ku mirov ti carî wê winda neke û nexweşiyek neyê serî wê her tiştê dike, rêheval Sîpan jî li hember jiyanê wisa bû. Ji ber ku keti bû zana bûyîna wê de ku, bê tevger bûyîn jiyan nabe. Yê ku azadiya me û jiyanekê rast bide me jî tevgera PKK ê ye.

Heval Sîpan bi vê zanabûyînêre tevlê çalakiyê dibe. Di hûndirê çalakiyê de rolê xwe pir baş dileyze. Heval hemû behsa lehengtiya wê dikirin. Heval Sîpan di çalakiyê de berxwedaniyekê bê hempa dide raber kirin. Di sengera xwe de li ser neyar de pir diçe. Ji bo wê jî neyar pir bi tundî li ser serngera ku heval Sîpan têde ye diçe. Lê, heval Sîpan heya dawiya canê xwe bi hevalên xwe re tekoşîn dide meşandin. Em mirovêen pir bextiyarin ku xwedî rêhevalên ewqasî bi nirxin. Ji ber ku rêhevalên me eniya me li sterkan dixe. Ez jî pir bextiyarim ku min rêheval Sîpan re hevaltî kir. Heval Sîpan eniya me gihand sterkan, emê jî êvîna rêheval Sîpan Xelat bê mirin bikin û her daîmî bidin jiyan kirin. Emê heya dawiyê serkeftinê esas bigrin û yek kêlî jî bê heval Sîpan henaseya jiyanê negrin. 

 

 

Kategori: Şehidên Me