Tirkî  |  Erebî

Sakîne Herekol

sehitviyanLehengên welatê rojê ti carî nayên ji bîr kirin. Ew daristanên welatê xwe bi xwîna xwe şîn kîrine. Hêvî û baweriya gelê mezopotamya dinava keziyên xwe de hûnandine.

Henaseya wan bûye pêşeroja zarokên ew welatê ku bihuşte. Pîroz bûyîna xwe ji Xwedawandên pîroz girtine û rojên me pîroz û bi nirx dikin. Ma wê çawa ev nirxane were ji bîr kirin, emê çawa bikaribin bê hesaneya wan hesane bigrin. Welatek ewqasî bi qedir û qiymete ku mirovên ji bo azadiyê tekoşîn didin jî berê xwe didin vê welatê.

 

Nav û başnav: Fatma Kutlu

Navê kod: Sozdar Cûdî

Dîroka tevlê bûyînê: 1991

Dîroka Şahadatê: 1998 Kela Memê

Min ti carî rêhevalên xwe yê ku me bi hevre rojên zehmet yê cengê jiyan kirine ji bîr ne kiriye. Ji xwe rêhevaltiya PKK’ê ti carî nayê ji bîr kirin. Yek ji wan rêhevalê bi nirx û hêja jî rêheval Sozdar Xelîla ye. Min sala 1997 an de rêheval Sozdar nas kir. Birastî jî ewqasî taybetmendiyên rêheval Sozdar yê xweş hebûn ku ne gengaz bû ku bala mirovan nekşîne. Sekna wê ya jiyanê pir cûda bû, bi biryara xwe de jî pir zelal bû. Jiyanê re pir girêdayî bû pir ji jiyanê hesdikir. Wê demê em Heftanînê bûn, ew dem jî fermandarê taximê bû. Hem taximê meyzedikir hem jî yêkineyê. Sala 97 an li Heftanînê tabura hevalên jin em bi hevre bûn ew dem ew fermandarê me bû. Di taburê de hevalê herê fedekar û kedkar heval Sozdar bû. Di milê perwerdê de hem xwe perwerde dikir hem jî hevalên derdorê xwe perwerde dikirin. Bi taybet jî di milê birdozî de, rêxistinî de û leşkerî de gelek lêhûrbûyîn dida çêkirin. Wextê xwe ti carî vale derbas ne dikir. Gelekê berpirsiyarî tevdigeriya. Birastî jî rêheval Sozdar fermandarê şer bû, li ser textîkê şer pir lêhûrbûyîn dida çêkirin. Gelekê giringî dida nîzam, rêxistin û plansaziya leşkertiyê ev di serî de ji bo xwe û yê derdorê xwe jî dida pêk anîn. Ji ber ku pir ji jiyanê hesdikir ji bo wê jî kîjan taybetmendî li hember jiyanê xeterî dida çêkirin bi lezgînî li ser lêhûrbûyîn dida çêkirin di kesayeta xwe de veguhertin dida ava kirin. Ti carî ne di got ez vê karê nakim bila hevalên min bikin ji bo xwe exlaqî ne didît. Gelekê bawerî dida rêhevalên xwe, ji xwe ew jî baweriyek da bû ava kirin ku hemû heval jî ji wê bawer dikirin. Heval Sozdar milîtanek pir bi wêrek bû mirova dema li gel rêheval Sozdar bûya di mirovande cesaretek pir cûda ava di bû. Dema sala 93 an di artêş bûyîna jin de cara yêkem çalakiyê xwemal li Cûdî kiri bû heval Sozdar bû. Ew çalakî bandorek pir mezin da bû çêkirin, bi taybet jî li ser neyar bandorên neyênî da bû çêkirin, hem jî li ser ew nêrînên ku di gotin jin nikare leşkertî bike, textîk pêş bêxe ango nêrînên klasîk hatin girtin. Di artêş bûyîna jin de gelek kedê rêheval Sozdar heye. Pir bi zanist tevdigeriya bendê ne dima ku hen kes jêre erkê wê û misyonên wê bidin diyar kirin, bi xwe dikir û dida kirin jî. Rêheval Sozdar gelekê çiya yê Cûdî re hati bû girêdan. Ji xwe min strana “cûdiyê mirada” cara yêkem ji dengê heval Sozdar bi hîsti bû. Dengê rêheval Sozdar pir xweş bû dengê çiya yî bû. Her tim di got, “dema ez vê stranê di bêjim ez his dikim ku ez li ser serê Cûdî me û ew bêhna wê ya xweş dikşînim nava xwe. Jiyanek pir tijî û watedar jiyan dikir. Rêheval Sozdar bi kesayet, sekna xwe û lêhûrbûyînen xwe yê li ser textîk û bi însiyatîfa xwere hêla ku li hember jin bawerî pêş bikeve. Da diyar kirin ku jin dikare bibe fermandar, çalakî jî pêş bêxe û bi be pêşeng jî. Ger ku em di roja me ya îrode ewqasî xurt û bi hêzin hemû di siya van rêhevalên me yê qehremandene. Rêhevalên me yê ku weke rêheval Sozdar.

Sekna heval Sozdar bi xwe perwerdeyek bû. Mirov ji heval Sozdar gelek tiştan fêr di bû. Rêheval Sozdar ti carî ne di got ez vê karê nakim ev kar biçûke û ez nikarim her tiştê dikir xwe li hember hertiştê berpirsiyar di dît û tevdigeriya. Her tim jî karên ku rêheval sozdar dikirin serkeftî bûn. Hertim xwe ji bo herêmên hên zehmetir amadedikir. Ji bo vê jî dema xwe ti carî vale derbas nedikir. Heval sozdar her tim bi coş bû, min ti carî wê bê morel ne dît. Her tim jî ji mere di got heval xwe her milande pêş bêxin, xwe ji ti karê ne din baş. Ji govendê pir hesdikir, dema govend dikirt jî mirov hesdikir lê meyze bike.

Sala 1997 an li Heftanînê operasyonekê pir mezin pêş ket. Tirk û KDP bi hevre bûn. Di wê operasyonê de rêhevalên ku şehîd ketin jî hebûn û yê birîndar jî hebûn. Wê demê rêheval Egîd Sêrt jî ji serê xwe birîndar bûbû. Ji ber ku di her milande li ser Heftanînê êriş dihat kirin ji bo wê pêwîst bû ku hevalên birîndar bi çûna herêmekê bi ewleyî. Ew dem heval Sozdar xwe pêşniyar kir û got taxima me amadeye emê hevalên birîndar derbasê Metîna bikin. Me xwe amadekir ku ji bo em rêhevalên birîndar bibin herêma Metîna. Birastî jî her derê me neyar girti bû lê, heval Sozdar ewqasî xwînsar û bi hişyar tevdigeriya ku me hemû hevalên birîndar bi sexlem gihand Metîna. Heval Sozdar ewqasî ji hevalan hesdikir û nirxdida hevala jî heval jî ewqasî jê hesdikirin û nirx didan heval Sozdar. Bi taybet jî hevalên birîndar re pir eleqedar di bû. Pir cara hevalên xort yê birîndar gazî hevalên xort ne dikirin, gazî heval Sozdar dikirin. Dinava hevalan de ji ber ku birîna heval Egîd pir giran bû ji bo wê şehîd ket. Em hemû heval jî pir bandor bûn lê, heval Sozdar zêdetir bandor bûbû. Piştê ku em çûn Heftanînê wê heval Sozdar bi çûya tekmîla xwe bida ba hevalan lê ewqasî ji hevalan û şahadetên hevalan bandor bû bû ku ne dikarî bi hevalan re baxive. Di wê de mê de me pir hevalên hêja winda kirin ji bo wê jî morelê tevahî hevalan keti bû. Ji xwe heval Sozdar pir êşya bû. Birastî jî heskirina heval Sozdar yê çiya, hevalan û mirovan pir cûda bû, di asta eşq de nêzî mirovan di bû. Dawiya salê ango meha cotmehê de neyar bi hêz li ser mede hat. Wê demê jî ez taxima heval Sozdar de bûm. Wê demê du teximê hevalên jin hebûn. Ji bo wê nîqaş kirin ku ne mînin herêmê de, wê demê heval Meryem jî li gel me bû, kes ne dixwast derkeve bi taybet jî heval Sozdar û heval Meryem, di gotin emê dinava şerde bin. Lê belê, biryar hate girtin em derbasê herema Metîna bibin. Em ji Heftanînê ber bi Metîna ve ketin rê di riya me de neyar gelek kemîn aveti bûn. Heval Sozdar heya hevalan hemûyan ji kemînê dernexistiba hevalan ne dixist tevgerê de. Di dawî yê de em ketin kemîna neyar, guleyê neyar weke baranê li ser me di dihat. Di wê kemînê de em ewqasî belav bûn ku me ne zanî kîjan heval şehîde kîjan heval saxe û li kuderêne. Wê kemînê de heval Meryem şehîd ket. Heval Sozdar li wir pir rolê xwe di leyst. Hemû hevalan cihê kê sexlem kom kir. Ji ber ku hemû heval ji şahadeta heval Meryem bandor bû bû heval Sozdar bi xwe jî pir bandor bû bû lê morel dida hevalan.

Sala 1998’an em tabûra hevalên jin bi hevre bûn. Wê demê heval Sozdar xwe ji bo Bakur amadedikir. Lê bele, dûzenlema wê çê nekirin. Ji ber ku di gotin heval Sozdar û du hevalên din wê biçin li gel Serokatî. Pir kêfxweş di bû kû wê biçe saha Serokatî. Her tim di got birastî jî hêviyên min hene lê, ez bawernakim ezê biçim. Birastî jî ne çû. Lê, ew dem cardin derfet çê ne bû ji bo wê jî ne karîn biçin. Hevalên ku wê bi çûna gel Serokatî yek heval Leşker bû ew jî şehîd ket, ya di jî heval Hogir bû ew jî dema wê bi çû ba Rusya di rê de hate girtin, niha ne diyare li kure. Heval Sozdar jî dûzenlema wê çê bû çû Kela Memê. Pir bi xwestak û morelî çû. Dema çû jî mirova di got qey baskên wê çê bûye û di fire. Di sala 1998 an de li Kela Memê neyar operasyonek berfireh dide despê kirin. Neyar derdorê hevalan digre, heval Sozdar jî hevalan yek bi yek derdixe, lê tê sûîkast kirin. Ew jî tevlê kervanên şehîdan di be. Di wê demê de gelek heval şehîd dikevin, piranîn jî di asta rêveberiyê de. Heval Xelîl Erûh jî wê demê şehîd dikeve. Rêhevaltiya heval Sozdar hevaltiya cewher û rastiya PKK’ê bû. Her tim xwe ji bo hevalên xwe feda dikir û di got jî bila tu tiştek hevalên min neyê. Di cihê herê zor û zehmete her tim pêş de bû. Heval Sozdar pir cara dikarî xwe ji şer derxîne, ji nava neyar pir rehet jî der bikeve lê, heya yek heval jî ma ba dernediket. Ew jinek serkeftî bû. Di her kar û xebatên xwe de serkeftî bû. Ji ber ku ew bû bû rêhevalê Serokatî.

Di heval Sozdar de ruhê welatparêztî di asta jor de bû. Heval Sozdar tim di got pêwîste em bibin xwedî nasnameya azad. Hem wekî jin hem jî weke gelê Kurd xwedî çandekê pir dewlemendin. Em wisa bikin ku em ji bo tevahî mirovahiyê bibin mînak. Di wê demê de qandî van rojane derfetê xwe perwerde kirin û pirtûkên Serokatî xwandîn û li ser perwerde dîtin nîn bû lê, heval Sozdar guhertin û veguhertinan re pir vekiri bû. Baweriyê wê, hêvî û heskirinê wê pir cûda bû. Ji bo wê jî pir zindî bû. Di heval Sozdar de çanda Xwedawantî pir hebû. Dema mirov heval Sozdar û hevalên weke wê di dît ew dem di got ku birastî jî çand û jiyana Xwedawantî yê xilas ne bûye. Divan xakande her tim şîne. Heval Sozdar û rêhevalên weke wê bûye nav nîşanê jiyan û doza me. Roja ku heval Sozdar tevlê bû ango sala 1991 heya şehîd jî ket her tim cihê zor û zehmet de bû. Cihê weke Zap, Zagros û Botan. Her tim di got ger rojekê tiştek li min were min bibin Cûdî. Lê Cûdî ne be jî Botan jî di be. Ewqasî bi Cûdî ve girêdayî bû. Dema rêxistin nû erk da min jî ez wê demê taxima heval Sozdar de bûm. Heval Sozdar bi xwe dûzenlemeye min xwandi bû û erkê min ji min re gotû bû. Bêguman wê demê me zêde ji fermandarî fêm necdekir lê, alikariyên heval Sozdar yên bê hempa ji minre çê bû. Ez ti carî nikarim kedên wê ji bo min dayî ji bîr bikim. Dema min bihîst şehîd ketiye birastî jî min qet bawer nekir û min nekarî xwe qanî bikim. Şahadeta heval Sozdar ji bo tevgera jin windahiyek pir mezin bû. Me gelek rojên xweş û bi wate bi hevre jiyan kir, parvekirinên me yê pir giring bi hevre çê bûn. Rêhevalên weke rêheval Sozdar bi xwîna xwe û ruhê xwe welatê xwe av dane û zindî kirine. Rêhevala jiyan û pêşerojên me ne. Emê heya dawiya dilopa xwîna xwe bibin şopdarê wan û emê nehêlin ku xeyal û daxwazên wan nîvîde bi mînin. Nirxên ku di roja me îrode hatiye avakirin hemû di siya rêhevalên me yên pakrawan dene. Ger îro welatê me bûye navenda wekhevî, aşitî, çareserî û hêviya gelan ev kedên Rêberê me û rêhevalên me yê pakrawanin. Me soz daye dîrokê, rêhevalên xwe yê pakrawan û gelê xwe emê layîqê soza xwe derbikevin. Bawerî û hêviyên me pir xurte.

 

Kategori: Şehidên Me