Tirkî  |  Erebî

Çîçek Tekoşîn

Di şexsê rêheval tekoşîn de ez hemû rêhevalên me yên şehîdên şoreşê bibîrtînim û bejna xwe li hember wan di tewînim. Heval tekoşîn eslê xwe ji Sêrtê û eşîra didêriya bû. Sala 1991 tevlê refê gerîla bû bû. Malbata wê welat parêz bû û di malbata wê de şehîd jî pir bûn. Biştê tevlê bûyîna heval Tekoşîn jî di malbatê de tevlê bûyîn tê çêkirin. Min heval Tekoşîn sala 1993’an de naskir. Wê deme pêvajoya artêş bûna jin bû. Ew dem heval Tekoşîn ji bo fermandarê yekîneya hevalê jin hati bû helbijartin. Hemû heval jî ji bo ku heval Tekoşîn bi be fermandar tevlê bûbûn. Ji ber ku heval Tekoşîn hevalekê xwedî ezmûnên jiyanî û şer bû. Di herema Zagrosê de jî pir ma bû. Tevlê hemû çalakiyan û pratikan jî bûbû. Ji hevalan re di bêje ez nikarim bikim, cara yekemîne ewqasî hevalê jin wê were gel hev di be kû ez jêre hêz neynim. Lê, heval ji ber ku pir jê hesdikirin ji bo wê ji digotin heval Tekoşîn tu qet mereqa neke emê zehf alîkarî bidin te û eme qet zehmetî ji tere dernexin. Heval Tekoşîn jî bi wê awayî dest bi karê xwe dike. Ji xwe ez û heval Tekoşîn em bi hevre bûn bihara sala 1994’an de em bi hevre tabura bi tevger de bûn. Em bi hevre derbasê pratîkê bûn. Di pratîkê de hevalên jin rêxistin bûyînên xwe li ser taxim ava dikirin, ji bo wê jî heval Tekoşîn bû fermandarê teximê. Ji bo wê jî heval Tekoşîn jî texîm komtanê me bû. Me cihê xwe di rêveberiya tabûrê de digirt. Heval Tekoşîn mirovekê pir sade, pak û dûrist bû. Her wiha pir wêrek û şerker bû. Pir cara me pêşiya heval tekoşîn digirt ku tevlê şer nebe. Di sala 1994’an neyar pir bi hovane li ser me de dihat. Armancê wê ew bû ku me tûne bike. Ji bo wê jî her roj operasyon pêk tanîn. Me jî her tim çalakî li dardixist. Heval Tekoşîn jî her tim cihê xwe di çalakiyan de digirt. Pir cara jî çekê xwe dida hevalan BKC digirt û di çû. Dema em ji çalakiyê dihatin me meyzedikir ku heval Tekoşîn tepeyek girtiye û BKC ya xwejî tê de cîh kiriye. Ewqasî mirovek wêrek û şerker bû ku mirov li hember wê matmayî di ma. Pir cara heval rexne dikirin, di gotin bila divê çalakiyê de heval Tekoşîn neyê lê, nedi pejirand. Ti mî di got, çawa wê heval biçin çalakiyê ezê li vir bi mînim, ez jî weke hevalan tu cûdahiya min ji hevala nîne. Her tim jî di cihên stratejîk de cihê xwe digirt. Birastî jî heval Tekoşîn di rastiya şer de bijya bû, xwe pir kur û zanist kiri bû. Di milê textîk de jî kur bûyînên wê hebûn. Di milê bîr, baweriyê de, hêvî de, xweşik bûyîna hevaltiyê de mirovek pir jîr bû. Heval Tekoşîn dinava hevalan de pir zêde dihat heskirin. Em hertim bi hevre bûn. Me kêliyên pir xweş bi hevre derbas kir. Cardin di payîza sala 1995’an de yêkîneya me kom bû û heval Tekoşîn cardin bû fermandarê yekineyê. Li hember neheqtiyê pir tenq di bû û ti carî ne ji bo xwe ne jî ji bo hevalên xwe ne heqtiyê ne di pejirand. Hemû hevalên yekineyê pir li hember heval Tekoşîn rehet bûn. Dikarîn her tenqasiyên xwe pêre par ve bikin. Heval Tekoşîn jî pir sade bû, ji bo wê jî ti carî me ne dida his kirin ku ez fermandarim. Hevaltiyê re pir girêdayî bû. Ti carî ji hevaltiya xwe tavîz ne dida. Heval Tekoşîn ji bo ku bibe fermandarekê rast û pêşengtiyek rast rêhevalên jin re bike xwediyê kedên pir mezin bû. Îdea û aramanca wê jî ev bû. Ji bo ku ev rastî dinava her kesê de bide pejirandin, jin jî dikare bibe fermandar, dikare pêşengtî ji avahiya jin re bike xwedî kedên pir mezin bû. Dema nêzîkatiyên çewd derdiketin, li hember wan jî zêdetir bi israr şer dikir, ti carî pes nedikir û pir ji xwe bawer jî bû. Ji ber ku rastiya zilam jî nas kiri bû. Rûxmê ku hevalek ne xwandevan jî bû, lê pêşketinê re pir vekiri bû. Ji xwe dinava tevgera me de xwandin pîr zêde ne pîvaneke. Mirovekê bixwaze dinava vê tekoşînê de xwe çê bike û baweriya wê bi hêz be dikare dinava salekê de her tişt fêr bibe. Di wê pêvajoyê de me weke jin hem ji hev, hem jî ji erdnîqeriya Zagrosê pir hêz girt û bi hevre jî rojên pir xweş derbas kir. Sekna heval Tekoşîn, gotinên wê her tim di bîra min dene. Ez û heval Tekoşîn emê bi hevre bi çûne kongreya jin ya yêke mîn. Lê, wê şêvê nasir navê min û heval Tekoşîn ji lîstê derdixe. Heval jî di bêjin çima hûn navê wan hevalan ji lîstê derdixin nasir jî di bê je dema pratîkê ye her du heval jî xwedî ezmûnun hûn wan rê dikin ne başe. Em jî siharê ra bûn, me çenteyê xwe da pişta xwe û em çûn pêşiya torenê heval jî gotin navê we ji lîste hatiye derxistin hûn naçin. Dema wisa got me jî tiştek ne got, wisa rast hatiye dîtin. Ji bo wê jî em sala 1996’an bi hevre bi çûna konferansa jin ya despêkê. Cardin em bi hevre çûn. Sekna heval Tekoşîn bala mirovan pir dikşand, ji xwe weke jinekê jî pir bedew bû û fizîkî jî keçikek pir xweşik bû. Rêhevalek sade û pir delal bû. Ji bo wê jî bala her kesê dikşand li ser xwe. Wê demê em nêzî 35 heval  hevre di çûn, em gihiştin ber ava Zê, ew dem jî despêka biharê bû ji bo wê av pir har û bilind bûbû. Hevalek lingê wê di şemîte dikeve avêde. Lê, heval Tekoşîn bi refleksekê wisa lez û bez destê xwe avêt wê hevalê ku me nezanî çi bû û heval Tekoşîn çawa wê hevalê xilas kir. Birastî jî ger her du heval ber avê çûban wê şehîd ketiban lê, heval Tekoşîn pir atîk tevgeriya wê hevalê jî û xwe jî ji şahadetê xilas kir. Dema em çûn konferansê hemû heval behsa wê bûyerê dikirin. Ji bo wê jî heval jêre di gotin Tekoşîna qehreman. Birastî jî heval Tekoşîn fedayê rêhevaltiyê bû. Bê ku du dilî jiyan bike, ji bo hevalên xwe canê xwe feda dikir. Ji bo wê beriya hertiştê hevaltî dihat. Me ji konferansê pir morel û heycan girtî bû. Biryarên ku ji bo jin hatin girtin, hem jî nîgaşên ku pêşketin pir hêz dame. Piştê konferansê ez û heval Tekoşîn cardin bi hevre cûn Zagrosê. Di payîza sala 1996’an de em bi hevre çûn saha Serokatî jî. Me di saha Serokatî de du dewre perwerde dît. Em her dû jî cara yeke mîn bû perwerdeyek wisa de di man. Niha ez û heval Tekoşîn di aliyê fizîkîde ser hevduve di çûn. Ji bo wê jî rojekê Serokatî me her duya tevlê hev dike. Zivistan bû, dema Serokatî dihat akademiyê me ewlehiyê Serokatî digirt. Wê demê jî yek perkeyê me hebû dema zîrevan hevdû du guhertin wê perkeyê jî didan hevdû. Wê demê heval Zelal jî komîteya me bû, Serokatî ji heval Zelal re di bêje “heval we çi wicdan heye ew heval ji siharê de li ber wê sermaye sekiniye ewlehî yê digre.” Heval Zelal jî di bêje Serokê min ew heval ne ew hevale du heval hene pir ser hevdûve diçin di be ku we hevdû şaş kiribe. Ev bûyer zivistan çê bûbû, ji xwe me vê bûyerê ji bir kiri bû. Bihar bû, wê demê jî ez gergerokê rojê bûm, heval Tekoşîn jî xwarin pêj bû. Ezê bi çûma minê zîrevanan meyze kiriba Serokatî gazî min kir û ji min re got, “heval tu yê çi bikî?” Min jî got Serokê min ezê biçim zîrevanan meyze bikim. Serokatî wê demê got, “erê tu û heval Tekoşîn hûn xwişkên hevin, lê hûn na bêjin rêxistinê hûn ji rêxistinê di ve şêrin.” Ez bi xwe di wê kêliyê de şaş mayî mam. Min got sere çend meh derbas bûne lê, Serokatî hê jî bîr nekiriye. Wê demê min jî got ne Serokê min em ne xweşkên hevin, heval Tekoşîn jî li kêleka Serokatî sekini bû di got em ne xwişkên hevin.  Seroktî jî keniya ji mere got, “na na hûn xwişkên hevin lê ji bo ku rêxistin we ji hev cûda ne ke hûn na bêjin.” Biştre Serokatî nêzî bîst hûrdem li ser rastiya şer û pratika Zagrosê axivî. Bi mere pêdiviya em weke jinekê çawa bikaribin xwe perwerde bikin, xwe nas bikin û bi wê awayî tekoşîn bidin meşandin nîgaş da meşandin. Rastiya şer çawane bi xwere kesayetên bi çi awayî di afirîne vegotin dikir. Bi taybet jî weke jin pêwîste em bi çi awayî xwe di milê pirdozî û felsefede kur bikin dida diyar kirin. Cardin Serokatî giring bûna perwerde dida diyar kirin. Tenê bikarê kaba yê pratîkê re sinordar mayîn bi xwe re çi tîne dida diyar kirin. Serokatî her tim nîqaşên bi vê awayî dida meşandin. Di wê demê de ez cardin hatim çiya lê, heval Tekoşîn dewreyek din jî li gel Serokatî ma. Wê demê dahurandinên Serokatî yê li ser heval Tekoşîn jî bi vê awayî bûn. Serokatî ji heval Tekoşîn re di got, “keçikekê pir mazlum û nêzî azadiyê ye.” Piştê ku heval Tekoşîn ji akademiyê hat derbasê herema Botanê bû, wê deme ez jî wir bûm. Heval Tekoşîn pir zêde ne ma nêzî sê meha li ser erk ma û li Cûdî şehîd ket. Lê, hêviyê heval Tekoşîn ew bû ku, di herema Botanê de bi mîne, tevlê çalakiyan bibe û li wir şer bike. Lê, pir zede ne ma pir zû şehîd ket. Ew jî cardin ji bo ku hevalan xilas bike şehîd dikeve. Ji ber ku ji bo heval Tekoşîn nirxê herê pîroz hevaltî bû. Demekê kinde biriya cîhazê mezin em bi Serokatî re axivîn. Dema min got Serokê min ez filan kesim, Serokatî hemen şahadet bûna heval Tekoşîn da diyar kirin. Serokatî ji bo şahadeta heval Tekoşîn pir aciz bûbû. Şahadetên bi vê awayî me pir têşîne, xwe pir baş bi parêzin.”

Heval Tekoşîn li pey xwe xweşik bûnên pir pîroz hêla. Di serî di dilê Serokatî de û yê hemû rêhevalên xwe de cihê kê pir cûda çê kiri bû. Heval Tekoşîn dinava tevgera me de cihekê xwe yê bi rûmet hebû. Şahadeta wê pir me êşand. Heval Tekoşîn pêşeng û rêbera tevgera azadiya jin û yê tevahî hevalên xwe ye. Em şervanên doza wêne. Em soza pêk anîna hêvî û xeyalên wê didin.

 

Nav û baş nav: Ayhan Kurhan

Navê kod: Tekoşîn Nûjîn

Navê dayîk:  Xatûn

Navê bav: Musa

Cihê dayîk bûyînê: Sêrt

Dîroka tevlê bûyînê: 1991

 Dîroka şahadetê: 1998 Cûdî 

Kategori: Şehidên Me