Tirkî  |  Erebî


zzxx.jpg

Asta azadiya şoreşekî çawa ku girêdayî asta azadbûna tekîliya ye heman demê de di warê xweseriyê de jî yekser girêdayî asta tekîliyên jin û zilamaye.

Azadbûn di wateyekî de; tekîliyên di navbera kesan de bi awayekî azad nîqaş kirin, biryar girtin û hêza rêvebirinê îfade dike. Mirov dikare civatên ku ji kesayetên wiha tê ava kirin weke civatên azad binirxîne. Civakên ku ji van civatan pêk tê jî civakên azad in. Di vê wateyê de şoreş; di asta herî jor de çalakiya azad kirina cikakê ye. Ger ku civakek pir bi lez û giştî pêdîvî dibînê ku werê azad kirin wê demê tişta ku werê kirin bi awayekî tund pozber kirina şoreşê ye.

Civakê ku ber bi azadiyê ve diçe ger pirsgirêkên netewî jiyan dike wê demê dest pê kê ewê werê azad kirin û ev jî weke pîvana diyar kirina qedera xwe tê nirxandin. Ger di navbera çînan de tepisandin, antî-demokrasî hebe wê werê çareser kirin û ji vê re jî Demokrasî tê gotin. Ger em daxin asta ferd, wê demê werê dîtin ku pirsgirêka gihandina mafên herî bingehîn derdikeve holê. Ev jî perwerde, tendûristî, bûyîna xwedî kar, li gorî hunera xwe kar kirin û rewşa mafê xwe girtin e. Dikarin azadbûna zanistê jî bi vî awayî pênase bikin.

Azadbûna jinan jî gavekî hîn pêşdetir îfade dike. Weke zayenda di herî jêr de; biryardayîna derheqê kesayeta xwe de, ev biryara xwe bi zanebûn pêşxistin, bê ku di bin zordestî de bimîne jiyanî kirina vê biryarê û ev jî tê wateya azadbûna wê.

Dema ku ev pênase di şoreşa Kurdistanê de hate pêşxistin wê demê tê dîtin ku; hem pêşketina şoreşê bi aweyekî yekbûyî hem tehlîlên kesayetê a ku xwe ditepisînê û kevneşopiyên di tekîliyan de, feodalbûn, eşîrtî û azad kirina jiyana kevin mijara gotinê ye. Emê tenê bi gotinên wekî; ji her demê bêhtir pêşengtiya partî li pêş e, şerê heyî bi rêxistin dike, serhildan pêş dixe û ber bi şoreşê ve dibe bes nebînin li kêleka vê ger di warê pirsgirêkên kesayetî a herî giran û di nav de jî ahbap çawiştî, heremcîtî de dahûrandinên pêwîst neyê pêş xistin nikarin bigihîjin sazîbûnekî netewî. Em ji sazîbûna artêşê bigirin heta di her sahayan de jî sazîbûna vê yekê nayê pêş xistin. Em nikarin saziya malbatê jî tevlî vê yekê bikin. Ger xitimandinên mezin ya malbatî neyê derbas kirin em nikarin bigihîjin sazîbûna malbatê ya azad. Ji xwe di xwesertiya şoreşa me de herî zêde hewcehî bi dahûrandinan heye û pêwîste bi pîvanên giştî yên şoreşên din yên hevdem re xwe têr nebînin bê gûman çavkaniya xwe ji ber vê rastiyê digre. Di mê de kesayet wekî girêkekî kor e, bê ku wê/î çareser bikî nikarî tevlî şoreşê bikî. Çareserkirina wê/î jî tê wateya çareser kirina torên tekîliyan ya ku pê re hatiye girêdan. Gelek şoreş bi dahûrandinên giştî hatine rêvebirin, zêde xwe nêzî dahûrînên takekesî nekirine. Lê belê me di pratîkên xwe de dît ku bi dahûrînên giştî karên heyî nayên rêvebirin. Mînak; salên dirêj di dîroka partiyê me de bi dahûrînên giştî me hewl da karên heyî rêve bibin. ji gelemperiya; “Kurdistan dagirker e ji bona wê pêwîstî bi rizgariya netewî heye” heta sala 1985 an gelemperiya; “Hewcehî bi şerê gel heye, pêwîste li hember vê bi artêşa gerîla bersiv werê dayîn” derbasdar bû. Ji bona vê yekê ji gelek pirtûkan; jêgirtin, şema û rêzikname hat pêş xistin. Lê me carek mêyze kir ber bi dawiya sala 1985 ve xebat dixitime. Rûxmê ku Li gorî gelek şoreşen kedên pir mezin hat dayîn lê ev yek jî nedikarî me ji binkeftinê xilas bike.

Di dahûrînên Kongreya sêyemîn de ferasetên weke; “Şoreş nameşê, ji vê zêdetir nayê kirin, pêşketin ewqasî çêdibe” yên ku di kesayetan de dihat jiyan kirin re çareserî pêşxist. Me jî hîn bi kûrahî ji bo çareser kirina hindûrê partiyê biryar da. Ji ber ku mirovên bi awayê girêka kor jî derdiketin pêşiya me. Qaşo navendê de cîh digre, kevin e, danehevên mezin heye, ger bixwaze dikarê pir bi serkeftî jiyan bike lê pratîk tasfiye ye! gelo vê yekê çava îzah bikira?

Me yê pirsgirêka heyî bi rêbazên ku heta niha çi partiyên şoreşger pêşnexistiyê re çareser bikira. Hin partî di pêvajoyên pêşî de bi şêwazên çors yên darizandinê re pêkanîne, gelek tasfiye bê ku cudahiya mafdar û bêmafdar bikin pêkhati ne. Lê belê me nedikarî bi vî awayî nêz bibin. ger me bi vî rengî bikira bê gûman partî di destê me de tine bibûya. Em dizanin, di pratîka çepên Tirkan de tasfiyeyên çors yên bi vî awayî pêşketine. Ji xwe daxwaza provakatorên ajan jî bi vî rengî bû. Li şûna vê me hewl da ku ji bo avakirina kesayet, zelal kirin û çareser kirin hat esas girtin.

Û wekî ku hûn jî dizanin di PKK’ê de pêvajoyekî nû dest pê kir.

Pêvajoya Dahûrandinan!

Di kesayet de çareser kirina civakê, di kêliyê de çareser kirina dîrokê!

Em dikarin bibêjin; tiştên ku heta wê demê hatibû kirin ji berovajiyê wê temam kirin: Me her tim giştî dikir lê belê, niha pir bi taybetî daxivin; me her tim ji dîrokê dest pê dikir, lê vê carê rewşa şoreşgeriya  ji nişka ve mijara gotinê ye. Heta niha jî pêvajoya dahûrandinan bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

Ez li rapora dinêrim; ji niha ve ji bo bihara pêş palansaziyên me dest pê dikin, çend gotinên ku hatine bi giştî kirin hene. Hîn ji niha ve pir eşkere diyar dibe ku; milîtan û pêşengên ku şoreşê, li hêviya biharê nahêlin wekî ku di qinîka (tekerleme) “Nemire ker nemire, bihar were, wê nefel (yonca) xilas bibe”de jî heye di gotinekî civakê de asê maye. Gelo dema ku mirov dibêje; “Ker nemire, bihar were” bi rastî gelo ker namire? Li pêşiya ker zivistan heye gelo bêku zivistan derbas bike wê ker çawa heta biharê derbikevê? Yekser di nav de mirin heye. mirina ker! Hîn di payîzê de ji birçîbûnê lingê ker dilerizê, parsûyê wî ketina nava hevdû. Pêwîste di demekî pir kûrt de tu wî têr bikî. Ger ew zivistana mezin li ber çava neyê girtin, pişt gûh werê kirin, hewla heta biharê hêvî dayîna wî û yekser nenirxandina wî mirin e.Gelo me çima ji bo vê şêwazê ewqasî giranî da?Hatine, dibêjin; em şoreşger in lê, nediyare da ku wê kengî kîjan biharê şoreş bikin, wê kengî rolê xwe deynin holê ne diyar e. dihêlin ji bo mehşerê, paşxistinêkiye dest pê kiriye û dimeşe. Yek jî jiyana min heye. hûn dizanin rojane bi gefan re rû bi rû me, dibe ku sibe ji nişka ve tasfiye bibim, wê demê direng xistin û ji çend biharê din re hiştina vê şoreşê li hember jiyana xwe bi xwe ne bê hûrmetiyekî mezin e?

Encamê ku me ji vê derê derxist ev e; pêwîstî bi şoreşgeriya kêliyê heye. kêlî bi kêlî bi şêwaza şoreşgerî jiyan kirin; weke ku sibe bimirim, di roja îro de tevahiya jiyanê jiyan kirin e. Bi kûrtasî ji teoriya, “Nemire wê bihar werê” derketin, tevahî tiştên ku werê jiyanî kirin çibin pêwîste teqez werê dîtin û jiyanî kirin. min vê rêbazê ji bo xwe esas girt. Ger bala we kişandibe bi vî awayî hewl hate dayîn ku salên derbasbûyî werê fêm kirin. nêzîkbûnên pêvajoyan di kêliyan de pêşket. Paşde hîştin hate jiyan kirin. ezê nebêjim pîvanekî pir gelemperî û pêşnûma ji xwe ev li Tirkiyê pir belavbûye. Her tim tê gotin; “Teoriya şoreşgerî wisa ye, teqez wê civak derbasî sosyalîzmê bibin” Me dît, gelo derbasî sosyalîzmê dibin an jî derbasî kapîtalîzma ku hîn paşve mayî dibin?

Diyare ku di vê mijarê de kêmasiyên bi kok ya reel-sosyalîzmê jî hene. Ger ku kapîtalîzm hindek bi serkeftî dibe, ji ber ku teqez ew li ser rojevê serwer e. kêlî bi kêlî dizane da ku çi bigre, çi bide jiyan kirin. Wê demê di zanebûna, erkên ku nayên paşde xistin û pêwîste kêlî bi kêlî werê çareser kirin xwedî girîngî ye, ev pîvanekî jiyanî ye û di şoreşê de jî pîvana sesrkeftinê ye. kesayet tên. Yên ku tên pir yeman in, ango çine, bê ku çareser bikin, nagrin û dev jê berdidin. Ger tu çareser bikî dibe ku zêr bibînî, dibe ku zingarekî be. Ji bo ku vê yekê derbixin holê pêdîvî bi kur kirina dahûrandinê heye. çawa ku di agirdankekî lajwerê (maden) de lêkolîna lajwerê tê kirin û cuda kirin, piştre derdixin holê, pêwîste heman awayî kesayet jî were lêkolîn kirin, cuda kirin, zelal kirin û lajwerê ku di kesayet de heyî bi vî awayî derbixin holê.Gelo ji bo çi pêwîstî bi vê yekê heye? ji ber ku me dît; hatiye lê, nûnertiya çi dike? Bi azwerî, nêrîn, tevahî tiştên sosyal, siyasî û çandî ve weke gilokekî ye! Ez ji vê re dibêjim girêka kor. Pêwîste werê çareser kirin.

Karê çareseriyê ewqasî hat kur kirin ku tekiliyekî ku kesekî datîne ger baldar nêzîkatî çênebe, neyê çareser kirin dibe ku piştî deh sala partiyekî ber bi binkeftinê ve bibe. Him jî bi mebesta baş. Ger ku PKK pêş dikeve, di şoreşê de xwedî meşekî bi idda ye bê guman ev ji nêz ve bi vê rêbazê re tekîldar e. me provakatorên wisa nas kir ku, tasfiyeciyên wiha derketin ku ne deh kes ji wan ger ku yek ji wan bi awayekî rast nehatiba çareser kirin ev dihat wateya tine kirina partî yê. Çi hat serê şoreşa Sovyetan? Sosyalîzma di tevahiya welatan de çima binket? Bê guman yek jê sedema herî girîng ev e. ji ber şêwazên tekîlî, jiyanî  yên kesên berpirsiyar ango erkdar nayê çareser kirin ewqas ked, hewildan û xwînên ku ji bo şoreşê tê dayîn dibe ku tasfiye bibe.

Dahûrandinên min li ser hin qadan heye; dibe ku di vê demê dawî de hîn bi baldarî tê nirxandin. Bi salan mijûl dibim. Rûxmê hemû mebestê me yên baş kêm dimîne ku eyaletekî ber bi tinebûnê ve dibin, ev yek min pir aciz dike, kûştinên hovane nayê asteng kirin. hemû hewildanên me jî tenê dikare wan sînordar biek. Bifikirin, tê kadên navendî û dibêje; “tişta ku min li vir bi ser xist, dikarim tevahiya partî de jî bîi ser bixim” ger ku şêwazê me a rêbertiyê li pêşiya wî nesekine, di wekî ku di nirxandinên tekîldar de jî derketiye holê danehevên ku bi dest xistiye belavî tevahî rêxistinê bike û bi vî awayî dikare karê tasfiyê pêşbixe. Di vir de ya girîng ne ew e ku ajan e ango ne ajan e. ya girîng ger ku kesayetekî neyê perwerde kirin neyê tehlîl kirin wê demê dikare partî tine bike û ev pir eşkere derketiye holê. Heman demê de em diakrin mînakên ku di rêxistinê me de derketiye pêş jî binêrin; bi dehan kesayetên bi vî rengî yên ku hewildanê partî tine bikin jî hene. Di danehevên ku mmin jiyan kirî de bi sedan tîpên bi vî awayî re rû bi rû hatime. Pêl bi pêl xwe lê dide, lê ez li beramberî vê parastina partî dikim. Naxwazim mînakên ku hatine çareser kirin carek din vebêjim, milîtanên baqil dikarin lêkolîna vê yekê bikin. Bifikirin ger ku ew; bi nêzîkbûnên xwe, bi şêwazên jiyan kirina xwe re serbest werin hiştin wê demê gelo PKK’ê bibe çend perçe, gelo wê bibe eşîret ango rêxistinekî feodal, di şer de axayên bi çi awayî derkevin holê? Heman demê de ji vê aliyê de jî pêwîste dahûrandin werin nirxandin.

Civaka me ya Kurdistanên zêde hatiye provake kirin, perçe kirin, li beramberî hevdû hatine kişkirin (kışkırtma) ji ber vê yekê awahiyên wê jî teyîsandinên xwe di nava partî de jî dayê çê kirin. bê gûman ev kesayetên provakatîf dibe ku xwedî mebestên pir baş bin. Carek lê dinêrî tevahiya wan; dike mijarê rûmet, mijarê mebest û partî li pey xwe dike bi vî awayî partiyê dikşîne nava taqînekî wiha ku ger kesên pir hişyar nebin, min xwe nedabûya çareser kirina vê karê dibe ku tevarhiya hewldanê me vala derbikeve. Hêja jî bi kesayetên bi vî awayî re mijûl dibim, ticarî ji rojeva min derneketin. Herî dawî jî kesê ku girêdanbûna me a malbatî heye bi Başûr re ketiye nava hin karan. Gelo ev mijar li Bakûr bûya wê derneketiba holê? Bê gûman wê derkeetibaya. Dibê ku demekî kin de ji aliyê dijmin ve hatibaya qeil kirin ango wê tasfiye bibûya lê, li Başûr hindekî cudatir pêş dikeve. Erkên ku nayên bi cîh anîn, gerîlayên ku nayên pêş xistin û tedbîrên ku nayên girtin… Êrîşên dijmin yên pir bi zanebûn û bi plan, dorpeç kirin, nirxên pir mezin wenda kirin û wendahiyên ku pêwîste qet nayê dayîn… Şerê Başûr, hatina dorpeç kirin û pevkirinên nêzîkê xwe rades kirinê… Pevkirinên ku hatiye pêşxistin anîna asta teoriyê û bi palal xwe dayîna vê teoriyê re, ber bi hevkariya hêzên emperyalîst yên Başûr de çûyîn… Û ev yek wekî ku bi mebestên pir baş tê kirin û ser de jî wekî ku li beramberî hevkarî û emperyalîzmê derketin tê kirin nîşan didin…

Ger em têkîlahî nekin di be ku pêşî li ber tasfiye kirina PKK’ê jî weke û ber bi rastgiriyekî herî giran vejî bibe. Me vê yekê dît. Ji rastiya partî û şer kirinê qut bûye, di bin navê; “Xetê PKK’yîbûnê di asta herî rast de ez jiyan dikim û xetê leşkeriyê a rast ez dizanim” de xwe dide jiyan kirin. fêrî jiyana hevkariya hêzên Başûrî bûne, derfet û xirxên partiyê pêşkêşî wan dikin, fêrbûne ku qet perwerde nedin. Nîvê şervanên ku tên direvin, kesên ku rast jiyan dikin ji îşkenceyan derbas dikin û pere belavê derdorê Başûriyan dikin… Plansaziyekî ji dil ya şer tine ye… Bi vî awayî derfedtên PKK’ê yên ku bi hewldanên pir mezin hatine ava kirin tê tine kirin, dema ku em dibêjin gelo wê şer kengî be, bersivê wan jî; “Em bihara pêşî pir baş plan dikin” ye…

Bê gûman kesên pir nêzî te bin jî pêwîste li beramberî wê pir hişyar tevbigerî, pêwîste her tim pirsên; “Ev çiye, wê çawa be” bikî. Piştra me lê meyze kir, yê me xwe wenda kiriye, agahiyê me jî yê wî bi xwe jî tine ye. ez dibêjim; “Ciwanekî pazdeh salî jî bi awayekî cewherî û ji dil dikare biçe şer bike wê demê ew hêz li gel te tine ye” ew jî dibêje; “Psîkolojiyê min ne baş e” “Wê demê te çawa fermandarî kir” ew jî dibêje; “Di sê mehên dawî de ji bo ku erkên xwe bi daawî bikim ferman dan” Fermanê ku dane wekî ku bidin yek jê şervanekî. Wiha gotine; “Pêwîste tekîliyên Başûr werê fberdan û xwe tevlî tekîliyên gerîla yên Bakûr bike û wê yekê di asta berpirsiyartiya jor de bike” bi rastî fêm kirina vê yekê ne gengaz e! ji xwe pêwîstî gelek bi îzahatê jî tine ye. Eşkere li holê ye! Eşkere xwe ber bi rastgiriyê ve razandiye lê ne di ferqê de ye. li wê derê li pey jiyanekî girtiye, bi dezgehên çapemenî û weşanê re, ekîbên xizmetê re başe, dibe ku qet naxwazê da ku dev ji wê jiyanê berde. Yan jî li gorî xwe navekî girtiye û naxwaze dev jê berdê. Dibe ku li gorî xwe dixwaze PKK’ê hîn bi pêş bixe, hindek jî dem dirêj bike. Bihara pêşî nago vê biharê nebe wê biharên pêşî dibe ku bibe wê demê dibe ku derfetên mezintir ji bo partî ava bike. Şoreş heta mahşerê paşde avêtin, bi vî awayî demên di nav de jibîr kirin. Eve rastiya rewşa şerê Başûr. Vê yekê anîna rewşa teoriyê bi vî awayî ji partî re dayîna qabûl kirin, dema ku nehat erê kirin jî ji rêderxistinên wekî; “Partî ji min bawer nake, ew kesên din çima li beramberî min disekinin” re rû bi rû dimînin. Şoreş di çi rewşê de ye nafikirê. Dev ji ewên din berde, li xetê binêre! Ez xwe didim navde, li ser vê karê ez bi xwe heme. Kesekî di li beramberî te tine ye. lêyîstokê Kurda a kevin yên du alî, xwe bi xwe wê dijberê xwe diyar biek! Wê hezê min bikar bîne hem jî di bin navê em nêzîkî hevdû ne! Encam; ji bo ezîtiyê xwe kar anînê re bikar anîna partiya me! Dema ku em dibêjin; “Bisekine tu nikarî vê yekê bikî” li gorî hin kesên din gotinên wî wiha ne; “Ji xwe min berê jî fikirîbû da ku ez bikujim lê, mirov dikare berê xwe bide refên li dijşoreşê jî.”

Dibêje; “Em li Başûr pir bi serkeftî bûn, me dikarî Başûr bixin bin xizmeta tevahiya şoreşê” ya rastî şoreş dixin di bin xizmeta Başûr. Tevahî kedên şoreşgerî yên PKK dixin bin xizmeta hevkariya hêzên rastgir lê, qet ne di ferqê de ye! Emperyalîzm li ser girê ji PKK’ê re dibêje; “Nvê xwe, alê xwe, xetê xwe bigihûre, Marksîzm û Lenînîzm tine bûye, berdanê xwe fermî ji bo me ragihîne.” Ev yek li Başûr tê pêkanîn lê belê, qet ne di ferqê de ye! Dibêjin; “Me niha serbesrt berda, hindek jî piştgirî da, wê biçe ku derê?” Bila xwedî mebestên baş be, xwedî îdda be lê belê, bi destê xwe PKK’ê razandina ber bi rastgiriyê, derveyî şer hiştin, derxistina derveyî xetê; piştî wê jî navê partî jî di nav de jibîr dike û devjê berdanê pozber dike. Ji ber ku ev ketiye nava rewşekî wiha ji ber vê yekê dikeve nava rewşên ku beriya niha min gotibû. Hindek tekîliyên wî yên ahbap-çawiştî heye, xwe dixe pişt wan û bi axaftinên vala re xwe dide jiyan kirin. ger wiha nebe wê bimre. Bi restî ez pir fikirîm, gelo mmirov xwe dixe rewşekî bi vî rengî? Bi her awayî piştgiriya hevaltiyê, hevgirtin heye, tevahî derfetên pêşketinê tê dayîn lê, gelo mirov çima bi vî awayî derdikeve holê? Heta niha li ser vê yekê disekinim, dahûrandinên gelek berfireh li ser vê çê dikim. Bi kûrtahî ger ku di şexsê yek kesê de jî bi baldarî nêz nebin dibe ku partiyekî jî werê wenda kirin. dema du partiyekî wenda bike wê demê netewekî jî wenda bike. Ji vê hêlê ve pir girîng e. wekî wî rojane dikarim çend mînakên din jî bidim. Ya ku werê fêm kirin; ger ku jiyan, çalakî, şêwaza tekîliyê yên kesan bi her aliyê xwe re neyê nirxandin, rojane neyê venêrîn kirin bê gûman di şoreşekî de em nikarin behsa meşekî bi ewle û serkeftî bikin. Danehevên ku hatine jiyan kirin vê yekê pir eşkere radixe ber çavan.

Ez, di nava partî de behsa dahûrandina kesan dikim û bi dahûrandinê re asta şoreşgeriyê pêş xistin, wateyekî rast de; di tekîlî yan de pêkanîna şoreşgerî, azadî û rêxistinbûnê ye. em hûndirê jiyana partiyê ewqasî bînin rewşa şoreşgeriya rast ku pê re ber bi azadiyê ve bibin wê demê ger ku hin kes bi xwe re bileyîzin jî bila zirar tenê bi wan re sînordar bimîne ango ger ku kesekî bi partî re bileyîzê ji nişka ve bersivên pêwîst bibîne. Tedbîrên herî girîng yên ku min girtiyê jî eve. Dahûrandin û asta tekîliyan ya ku ez li ser kesayetan ferz dikim dihêle ku ev asta ku mijara gotinê ye bi xwe pêk werê. Ev bi xe jî şer e, carna bi pevçûn car bi car jî bi li hevkirinê re tê meşandin. Lê belê ger ku bi rastî erkên heyî piştçav nayên hiştin bi rastî partî serdikeve. Wê demê ger ku şer tê meşandin yekser wê şer serbikeve. Gelo wê demê ji bo partî azadkirin çiye? Hûn bi me re di nava tekîliyê de ne, mirovên PKK’lî di tevahiya qadên kar de bi me re di nava tekîliyê de ne û ji ber vê girêdayî ne. Serokatî li vê derê çi dike? Di bin navê pêşeng de kesekî çawa vê avahiyê rêve dibe? Pêwîste carek din li dîroka partî binêrin; ji nava tevahiya rewşên neyînî, xirabî û girêkên kor de partî ewqas pêşketina çawa jiyan kir? Çawa ji du peyvan bigrin heta dahûrandinên ewqasî tevlîhev hate kirin? îstîxbarata çînê serdest çawa bû ku nedikarî me tine bike, çareser bike ango bin bixe. Pêwîste ev werin fikirandin. Cara yekemîn li hember dewlet serkeftinekî mijara gotinê ye. ji dîrokê heta niha li hember serhildana gelan tepisandinên dewletan hatiye jiyan kirin. Li Anatoliya Osmaniyan, di pêvajoya Komarê de çend milên êrîşê hene, komên şerê taybet hene; MÎT, hêzên taybet, rêxistinên provakatîf hene. Bi navê Komînîzîm, bi navê ol tiştên ku têne kirin hene. Ji her aliyan ve hate pozber kirin lê, ew nedikarin me paşde bixin. Kesayetên ajan, mirovên objektîf-subjektîf hatin pozber kirin lê, carek din nedikarin me vala derxînin. Eve tekîldarî şêwaza dahûrandinê Serokatî ye. ji ber ku di tekîliyan de azadî tê pozber kirin. azadî; ronîbûn e, rêxistinbûn, bihêzbûn, biryara azad girtin û îrade ye. ji ber vê yekê ev şêwaza tekîliyê ti carî bin nakeve. Dema ku vê feraseta tekîliyên azad pêş dikeve hîn zêdetir kur dibim; tenê bandorên dijmin, taybetmendiyên eşîretî yên feodal re sînordar namînin heman demê de bandorên nêzîkahiyên malbatî tê dahûrandin pêwîstiyên derbaskirinê derdixin holê. Hîn zêdetir ya rast çiye, pêwîste bersiva vê yekê bidin. cîhê tiştên ku werê xirakirin wê çi werê ava kirin, heman demê de vê yekê ne tenê ji bo asta leşkerî û siyasî dikin li kêleka vê heta tekîliyên dualî de jî teyîsandina xwe dide çê kirin.

Gelo tekîliyên rêhevaltiyê, asta nêzîkbûnên rêhevaltiyê pêwîste çawa be? Weke şêwaza tekîliyekî bingehîn di civakê de tekîliya malbatî, di nava malbatê de tekîliyên di navbera jin-zilam de ango ger em di partî de bigrin dest; tekîliya azadiyê bi jin re û bi giştî azadî, asta azadiyê di tekîliya jin û zilam de tevahiya wan tê  çareser kirin. Ji ber ku derket holê ku ji bo pêş xistina şer pêwîste dest pê kê kesayet werê azad kirin. ji bo azad kirina wê/î jî pêwîste taybetmendiyên kevneşop yên malbatî, jin û zilaman werê çareser kirin, azadî werê kur kirin.

Bi hejmarekî zêde jin ber bi refên azadiyê ve dibazin wê demê gelo azadî çiye, tekîliyên azad çiye? Saziya malbatê yên ku jê tê revandin mijara gotinê ye lê belê, şûna vê dixwazin çi bi cîh bikin? Rojane tekîliyên ku têne perçe kirin hene, dixwazin çi pêş bixin? Heman demê de şer pêwîste ji vê hêlê vejî werê dest girtin. Emê li dijmin bixin, bişkînin, bermahiyên feodal jî perçe bikin, belav bikin lê, li şûna wî çi, çawa ava bikin? Dema ku em bersiva vê yekê didin dibêjin; welatekî serbixwe, civak û gelekî azad, kesayet, jin û zilamên azad bê gûman ev yek jî bi giştî kirin e. Ger dema ku bi gelemperî kirinê re her tişt hatibaya çareser kirin wê demê pêwîste şoreşa me ji zû ve gihîştiba serkeftinê. Lê belê, wekî ku tê dîtin her rojê ku derbas dibe pirsgirêk hîn girantir dibin.

Nexwe rewşêkî wiha ye ku pêwîste rojane heta kêlî bi kêlî pêre were mijûlbûn. Ev derket holê. Kêlî bi kêlî şoreşgertî, kêlî bi kêlî helwesta şoreşgerî raber kirin. Di her kêlî, şert û mercan de ji bo şoreşê amade tevgerandin, di bingeha azadî de têkîlî ava kirin, girêdayî armancê xwe jiyan kirin, ji vê re dibêjin; amadebûn ango bûyîna wekî xizira. Ger tu wiha bî dikarî serbikevî. Pêwîste li gorî vê yekî; ruh, fikir û laşê xwe amade bikî. Ger tu wiha bî wê demê tu milîtan û pêşengekî başî. Nexwe berovajî ger tu şoreşê li hêviya biharê bihêlî, bikişînî aliyê rastgiriyê û di şexsê xwe de bixitimînî wê demê tu yê bibî belayekî mezin.

Ev derket holê ku bi taybetî ji hemû aliyan ve kesayet neyê azad kirin û bi van kesan re negihîjin asta azadiyê bê gûman partiya me nabe rêxistinekî pêşeng ango di encama kêmasîyekî de dibe ku wenda bike. Ji ber vê yekê pêwîste kêlî bi kêlî şoreşgertî werê daîmî kirin. ji hêla erkên demê de paşde avêtin tine, di mijara jiyanê de pêşerojê jiyan bikin: ger heta îlîkên xwe tu pêvajoya a niha jiyan bikî ev tê wateya dema pêş, ji derveyî vê ferasetekî pêşerojê ji hêla felsefe ve şaş e. ger tu kêliya a niha xilas bikî tê wateya ku te pêşerojê jiyan kiriye. Heman demê de pêwîste di navbera qadan de cudabûn neyê ava kirin. pêwîste tu nebêjî; “Ez li vê derê na lê, di qadekî din hîn bi serkeftî dibim” Derketiye holê ku ev yek pir bê wate ye. Herî qadê ku bê gotin; sernakevê gengaze ku mmirov vegerînê serkeftinê. Hûn nikarin bêjin; “Li vir nikarim, li bajêr nikarim, li çiya dikarim baş bikim” Derveyî astengiyên fizîkî yên di asta jor de çi astengî li pêşiya serkeftin ango mayîna te ya; bajar, çiya, deşt an jî zindanê de nabe asteng. Asta dahûrandinan vê rastiyê derxisti holê.

Em hewl didin da ku asta azaddiyê pêş bixin.

Bala xwe bidin; çi saziyên ku bi girêdanbûnên koletî ve we girê dide em bendî rexneyan digrin. Ji ber ku bandorekî koletiyê neyê derbas kirin û her ku dem derbas bibe di kesayet û şoreşê de bixitime, mînak bigihîje saziyekî serokatiyê dibe ku ew şêwaza tekîliyê di partî de xirabûn ava bike ango şêwazekî feodal bi bandor bibe. Dibe ku di bingeha çînî de ew ber bi qutbûnê ve biçe û dema ku Kurdistan bibe mijara gotinê ev weke tasfiye kirinê ye û binkeftin e. Ev derdikeve holê ku dahûrandin gelek xwedî girîngî ye. Ji bo serkeftinê şerte ku kêlî bi kêlî bi erkên xwe re girêdayî jiyan bikin, di her qadê de berpirsiyartiyên şoreşê rakin û bi terzê şoreşgertî re girêdayî bin! Ji xwe di roja îro de ger ku tu dixwazî di PKK’ê de serkeftina Serokatiyê fêm bikî, şîrove bikî pêwîste tam li vê derê van mijara pêk bînî. Ji bo çi? Ger bala we bikişînê; ji ber ku asta dahûrandinan dikare tevahiya qadan bixebitîne bi gelemperî jî serkeftî dibe. Tevahiya dinya yê jî li beramberî wê bisekine dikare pêşlbiekvê. Gelo avahiya milîtan çi encaman ji vê derxê? Serkeftin gengaz e lê, terzê Serokatiyê zehmet e. Gelo derveyî vê çio hêviyên te ji şoreşê heye? Ger bi tekoşîn û şoreşekî mezin pêşwaziya şoreşê nekî wê demê tu yê çawa serbikevî? Kî soza şoreşekî hêsan daye? Kî soza jiyanekî hêsan dide? Kî soza şoreşekî hêsan dide? Kî bi serkeftinekî hêsan xwe dixapîne? Hemû derew û xwe xapandin e!

Civaka me bi teşeyên hêsan yên jiyanê re dagirtî ye. Xapandin, ji rê derxistin, derew, seransertî, bêhestiyarî û sivikbûn tijî ye. civak bi giranî vê rewşê jiyan dike. Rastiya PKK’ê derbas kirina vê yekê bû. Di PKK’ê de rastiya Serokatî bi qasî ku li hember civakekî bi vî awayî xwedî bertek e ewqasî jî bi dahûrandinan re derbas kirina wê ye. gelo tu vê yekê nebînî û fêm nekî tu yê çiqasî bibî PKK’yî? Ji ber vê yekê bi awayekî seranser fêm kirina PKK’ê tê wateya; şaşitî, kêmasî, xeletî, seranserî, çorsbûn û kirêtî yê. Gelo xebatê milîtanekî bi terzekî nepijiyayî, ji fermiyetê dûr be heta ku derê biçe? Heyfa mirov kedê ku hatiye dayîn tê. Çima pir erzan wenda dikin, çima xwe naynin asta pêşengên xurt? Kêmasî û tawan ji we ye. Ji ber ku we xwe negihand terzê Serokatiyê ango we rastiyên xwe çareser nekir û derbas nekir. Hatin xapandin û we xapand, ji rê derketin, ji rê hatin derxistin lê, we qet ferq nekir. Ji ber vê yekê hûnê pir di tengasiyê de bimînin û hûnê xwe bi xwe tasfiye bikin, hem jî bi mebestên pir baş…

Tevahiya vana ji bo vê tê gotin; hûn dixwazin di şoreşê de serbiekvin û dîsa dixwazin azadî esas bigrin. Eve raste lê, bi kesayetên çawa, bi şêwazên tekîlî û jiyanên çawa re wê pêkan be? Bi rojane em dixwazin bersiva van pirsan bidin ango dahûrandinên pir berfireh ji bo vê yekê hate pêşxistin. Kesekî ne vana pişt çav bike ne jî li gorî keyfa xwe şîrove bike. Em pir vekirî vê dikin, hûn ber bi azadiyê ve dibazin, bi şoreşê hûn dixwazin vê yekê pêk bînin; wê demê emê li gorî pedîviyên wê tevbigerin. Pedîviyên gerîlatiyê heye, dîsa pêdîviyên rêxistinbûnê hene, bê gûman tevahiya şêwaza kar kirinê li gorî şêwazên Serokatî ne, dîsa dîtina rêbazên rast jî bi vî rengî ye. di cîh de bersivên rast dayîn, li gorî pêvajoyan nêzîkbûnên rast raber kirin terzê milîtantî ye. Di tevahiya tekîliyan de çareseriyên şoreşgerî pozber kirin rêbazê me yê jêveneger e. bifikirin ku wiha ye, wê demê gelo çi ji destê we xilas be?

Cîh werê em şîroveya dijminê xwe dikin, pêwîst bike em hêza xwe diyar dikin. Di vir de jî pirsa; em dikarin bikevin pevçûnê an nikarin, derdikeve holê. Guftûgoya partiyê dikin, dinirxînin, partî an jî nûnerên vê rêxistinê dikare pêşengtî bike ango nikare bike dinirxînim. Gelo kîjan çalakiyê dikare bike, çawa bikin, dem û amadekariyên herî rast wê çawa be? Tu dikarî bersiva tevahiya pirsan bidî. A niha ev zilam biçe ku derê jî dikare bi ser bixe. Zilamê azad e, ji bo vê yekê zilamê çalakiya ye, zilamê ku biryar digre û rêve dibe. Bi vî rengî jiyan bikin wê demê ka em şoreşa herî mezin pêk tînin an pêk naynin bibînin? Her yek ji we di nava şoreşê de serdikevin an sernakevin? Wê demê diyar be.

Ger hûn bibin milîtanên wiha ezê bêjim; serkeftin heye, nexwe navê we çi dibe bila bibe, çiqasî kevin û navdar bin jî carekî lê binêrin tenê dibin asteng û gavekî jî pêşde naçin. Ez hewl didim daku tekîliyan de zelalbûn çê bikim, bi vî awayî hewl didim bigihîjim asta azadbûnê û pênaseya milîtanên serkeftî ava bikim. Pêwîste pir bi baldarî nêz bibin. Nexwe berovajî; jiyan pir bê wate bibe û ev jî dibe ku di şer de encamên pir xirap derbixe holê. Şoreşger ti carî nabin pezên gorî yê. Timî wenda kirinên erzan ango zindan nabe mafê we. şoreşger ew in ku; her tim komî ser hevdû ne, bi pîvan jiyan dikin û her tim amade xwedî çalakî ne. Ger di rastiya PKK’ê de bê dest girtin emê bibînin ku; asta şoreşgerên me pir li paş de ye ji ber vê yekê ji rêxistin kirina çalakî û şêwazên rast serde çûyînê jî dûr in. Di vir de erkên pêş bê gûman tine kirina vê dûrbûnê ye. Berovajî gelo hûn ji bo çi tevlî dibin, çima jiyanekî ewqas zehmet, biêş erê dikin? Gelo hûn dîn in? Dema ku hûn ewqasî ji erkên xwe dûr jiyan dikin û li beramberî tevahiya rastiyên jiyanê ewqasî çewt nêz dibin natirsin? Ma qey li beramberî xwe ewqasî hûrmetê we nîne ku, li ber difna we mirin heye lê, mirinê li pey difna xwe nabînin? Xeterî heye, neserketin heye, gelo hûn nabînin da ku tedbîrên xwe bigrin? Wê demê gelo hûnê çawa cidî werin girtin? gelo ew gelê ku li pey we de tê, rêxistinê ku pey we tê kaşkirin gelo bi xeteriyên mezin re ne rû bi rû ye? Gelo hûn bi vî rengî bin wê demê ne di cîhêkî xeter de ne?

Wê demê pir vekirî dixuyê ku pêwîste milîtan, xwe bîne asta herî bi bandor. Pêwîst kir perwerde bike, dema ku ser karekî de biçî tam biçe; derveyî serkeftin û serxistinê rê nede çi tiştên cuda û bimeşe! Ez li rastiyên we dinêrim; heta dawî xeletî, kêm, bê araste, bê plan û îrade tine ye.  Ev jî dibe; pêşengên lewaz, pêşengên sexte û xesarên wan jî rojane bi dehan wendahî, şervanên herî bi nirx, kadro, gerdîş, amûr û hwd. wenda dibin… Di vê qonaxê de berpirsiyariyê me tenê û tenê bi dest xistina lezbûnê ye. Wê demê gelo perwerdeyên bingehîn yên kadro yan çiye? Bi van kêmasiyan re dev ji wendahiyên timî berdin –ev tê wateya sucên mezin- xeletiyên eşkere li ber çavan hene. Bi kêmasiyên xwe re van tişta tînin serê me. Dema ku hûn bibin kesên ku bi derfetên kêm serkeftinê bi dest dixin wê demê tê wateya ku me giraniyê xwe jî bi dest xistiye. Rêxistina milîtanên bi vî awayî jî ti carî rê nade binkeftinê ji ber ku xet rast e.

Tevahiya raveyên hatiyê kirin, ji bo serkeftinê erkên ku we jî erê kiriye gelo di nêzîkbûna azadiyê de çi vedibêje? Dîsa azadiya jinan ku di cikakê de jî gelek caran qala wê tê kirin, ji hêla lêgerîna azadiyê de li hember nêzîkbûnên ku serweriyê zilam derdikeve pêş de gelo kesayetên azad, tekîliyên azad çi îfade dike? Ev ji bo zelal kirina vê yekê ye û ger ku baldar bin astekî mezin de mijara me ronî dike. Di kesayeta jin de mijarên girîng yên ku pêdîvî heye ku werê çareser kirin hene û me vê karê hindekî pêşde bir. Me pir bi zelalî deyna holê ku; di dîrokê de wenda kirina jinan çawa bû, jina ku ber bi malbatê ve tê kişandin heman demê de çawa ber bi kolebûnê ve tê kişandin, çawa ji kesayet û azadiyê dûr dikeve, bi qasî ku tevahî karmendiyên civakê dûr dikeve ewqasî bi bendên wê ve tê girêdan. Hate fêm kirin ku ev ne ji ber avahiyekî xwezayî ye, bi şaristanî û çînîtiyê re pêşketiye. Çawa li li ser gel û netewan bi pêşxistina zext û dagirkeriyê re hin kes lewaz hatine hîştin, hin kesên din ber bi jor ve hatine birin, heman demê de di navbera zayendan de jî rewşekî wekî wî ya kaatina bin zextê hatiye ava kirin. Ji ber vê yekê zayenda jin jî weke eşîretekî, gelekî ango netewekî, xwedî erka rizgariya xwe ye.

Dibe ku werê gotin; em dikarin şoreşê ser bixin, dema ku şoreş çê bibe ger ku rizgariya netewî, rizgariya çînî pêş dikeve wê demê asta jin jî hindek nêzî azadî û rizgariyê ye. me dît ku bi gelemperî eve rast e lê, têrî nake. Hîn zêdetir dema ku em dorhela partiya xwe dinêrin; tekîliyên bêhevsengî, newekhev, ji heskirin û coşî dûr erzan, tê xistin, tê girêdan û di wesfa xitimandinê de ye. Lê belê tenê tekîliyên ku di nava malbatê de bi jinê re werê ava kirin di civaka me de meşrû tê dîtin; an hevjîna wî ye ji xwe wê demê bi her awayî tekîlî meşrû tê dîtin, an jî nêzî wî ye, xwişka wî ye, keça wî ye, wê demê tekîliyekî normal datînê. Ew jî di asta axaftin, nîqaş kirinê de ye ew jî pir bi sînor e. dikare vê yekê normal bibîne. Her kîjan jin bi zilamêkî re gûftugoh bike ew tê tewanbar kirin. An jî xwe tekîldarî karên ji xwe meztir bike, wekî ku dibêjin; karên ji difna xwe mezintir bike ne gengaz e. pîvanên jinan bi vî awayî hatine ava kirin; çiqasî kêm baxive, kêm tevbigerê, nîqaş nekê, biryar negre û ne xwedî hêz be ewqasî ew jin baş e. Heta mal û milk jî ne ji bo wê ye. Çîqasî fermanan gohdar dike, li gorî efendiyê xwe tevdigerê û dibe ku zora we jî biçe lê çiqasî weke kole girêdayî ye? Vana hemû yan jî di bin navê xawên(fazilet) û xawênî (erdem) de ji civaka me re hatiye daqurtandin.

Ev yek demekî dirêj me bi re mijûl kir. şêwazên girêdanbûnê yên bi vî awayî di demekî nêz de me tirsand. Bê gûman jiyanekî ku ewqasî daketiye, mirovan tine dihesibîne xeter e. An jin hebûnekî pir ketiye pêwîste ev yek were peydandin, ger ne bi vî rengî be wê demê pêwîste mafê wê werê dayîn. Beriya ku partî werê ava kirin û piştî ku partî hat ava kirin jî pêvajoyê ku şoreş pêş dikevê de bê gûman ev pirsgirêkekî hîn sotîner e. bê gûman şoreş tenê karê zilaman nîne. Di cîh de hûnê bêjin ku; “Gelek şoreş desthiladarî û serdestiyê zilaman pêşxistiye.” Eve raste. Ji dîrokên şaristanyê ve tevahî şoreş hindek jî yên zilaman e. Ji ber ku şoreşa zilama ye ji bona wê şoreşên ku serweriya zilam re pêşketi ne. Ji ber wê şoreşên ku; her ku çûye jin bi zordarî, tepisandin, dagirkerî û ber bi girêdanbûnê ve hatiye kişkişandin. Tevahiya şoreşên ku çêbûne de zilam hatiye bilind kirin û jin jî biçûk hatiye xistin. Tevahiya şoreşên ku di civakên çînî de pêkhatiyê bi vî rengî ye. Dedma ku em ber bi roja me ya îro de tên tê dîtin ku; jin xistine herî binî, anîna rewşa ku êdî neyê nasîn. Wiha ye ku kêm maye ku em vê rewşê ji rêzê û xwezayî pêşwazî bikin. Dibêjin; “Tişta ku jê re tê gotin; jin vê yekê heq dike.” Bê gûman dema ku şoreşa civakî bi awayekî cidî werê fikirandin wê demê pir eşkere pêdîvî heye ku pirsa; gelo wisa ye an ne wisa ye werê pirs kirin. Gelo wekî ku civakên çînî dibêjin; jin ketiye û ji ber vê yekê heq dike ku wiha jiyan bike? Ger ne wiha be wê demê çawa anîne rewşekî bi vî awayî? Ger ku ne ji ber derfetên xwezayî be ji ber derfetên civakî be, wê demê ev derfetên çawa yên civakî ne? Ger karê pêvajoyekî dîrokî be wê demê ev dîrokekî çawa ye? Ger pirsgirêkekî rizgariya civakê be, wê demê pêwîste rizgariya civakî bi çi awayî werê fikirandin û bernameya azadî û rizgariyê pêwîste çawa werê ava kirin? Hîn zêdetir; gelo rêxistin kirin û çalakiya wê çawa were pêş xistin? Heta ku em bersivê van pirsan nedin em nikarin şoreşa azadî û tekîliyê wê bigrin ser zimanê xwe jî.

Dema ku hin gelemperî tê kirin, me got qey wê karên me bimeşin. Me got; “Şoreşa ku jin tevlî nebe nikare bigihîje serkeftinê.” Eve rast e. Wê demê gelo tu yê jin çawa tevlî bikî? Weke koleyekî? Weke koleya herî baş ya girêdayî koleyekî? Min tevahiya jinên ku hatin mêyze kir, ji ber ku hemû bendewar in! Rêxistinekî ewqasî xwedî bendawarî be wê çawa bibe rêxistinekî azadiyê û gelo jinên ku daxwaza azadiyê dikin wê çawa azadî bi dest bixin? Zamanê wê azadî dixwaze lê, tekîliyê wê tekîliyekî koletiyê ye. Duritî heye û ev nakokiyekî ecêb e. ji ber vê sedemê her ku çû min pêdîviya kûr kirina dahûrandinan hîskir. Em ne dijî bihevrebûna jin û zilama ne. Dema ku berjewendiyên şoreşê berçav werê girtin bi her şêweyî bihevrebûn dibe ku werê fikirandin. Lê belê, me vê jî dît ku; di bin navê bihevrebûnê de belayên herî mezin!Ger tu bihêlî ev bihevrebûn têrî dike ku partî tasfiye bibe. Ger ku kesayetekî bi awayekî rast neyê dahûrandin û neyê zelal kirin û ew bêyî îradeyê xwe jî partiyekî ber bi tasfiyê ve bibe, jina ku di gotin de azadî dixwaze lê di pratîkê de tam jineke kole be, dev jê berde ji bo xwe azadî pêkbîne ewê bi seransertî, xapînokbûna xwe re dibe ku bengîtiyên xwe derbasî partiya me bike bi vî awayî jiyanekî kolebûyî, tekîliyên ji azadiyê dûr yên di nava partî de û milîtantiya wenda kirî derbikeve holê.

Em li rewşa rêxistinên din binêrin; hindek jî ji ber vê sedemê wenda kirine. Asta girêdanbûnên di tekîliyan de, lewazbûnên ku di asta tekîliyan de tên jiyan kirin, hiştiye ku rêxistin û ew bi xwe jî ji ber sedema van tekîliyan di astekî girîng de ber bi wenda kirinê ve biriye.

Wê demê gelo şêwaza têkîliyên azad çi be û çawa be?

Bi meşrûkirina şêwaza malbatî ya kevneşop re nabe. Di civakê de jin-zilam dema ku werin bîst salî yên xwe li hev werin, bizewicin; ev çareseriyekî ye. malbata kevneşop ji vê hêlê ve çavkaniya herî bi kok û palpişta dagirkeriyê ya herî mezin e. Ji xwe faşîzma 12’ê Îlonê bi qasî dikarî vê belav kir. Zewac wekî kolebûna herî bingehîn pozber kir. Kurdistanê anî rewşekî wiha ku ji ber pirsgirêkên malbatî nikaribe serê xwe jî rabike. Me meyze kir, endamên ku ber bi refên me de tên ew bi xwe jî ji vê nexweşiyê têra xwe para xwe girtine. Dev ji vê berde di vê mijarê de çawa jiyan bike û wê çi bike nizane.

Tenê dibêjin; “Em azadî dixwazin” Lê evê çawa be? Fikir, şêwaz, uslup, herî bingehîn jî girêdanbûna wê bi nirxa re, şer, partî, girêdanbûna rastiyan re, heta girêdanbûna welatparêziyê çawa be, ji van hêlan ve nirxandin neyê pêşxistin me meyze kir da ku em nikarin milîmekî jî pêş de biçin. Li ser de jî derî ango jiyan ji bo hewesên xwe werê vekirin, bi tena serê xwe têrî dike ku partî tine bike. Ji civakê jî wêdetir bi şêweyên herî paşwerû re di bin navê şoreşgertî de hevdû tine kirin ne kar e. ji ber vê yekê ger ku civak ewqasî tine dike ango dixe, kole dike; nêzîkbûnên di nava partî de jî ji hêlekî ve teyîsandina van e.

Wê demê gelo ya rast çiye?

Dahûrandinên jin-malbat ji ber vê sedemê hat pêş xistin û ev kar bi kûrahî hate dest girtin. Weke dahûradinên; ol, şer û netewê me jî dahûrandinên jin pêşxistin. Bi rastî jî ev kar ne karekî wiha ye ku bi hêsanî werê dest girtin, bi hest û hewesan re werê serxistin. Di gotinên weke; “Min ji te heskir, em li hev hatin, me têkîlî ava kir” re mirov ti carî nikare nêzîkbûnekî cidî û çareserî bibîne. Di vê wateyê de dahûrandinên ku hatine kirin xwedî wate ne. Rastî an jî xalên ku werin pejirandin tên zelal kirin. danehevên ku hatine ava kirin nîşan dide ku ev yek rast e. Jin, weke ku tê zanîn ne çavkaniya ketîbûn û xirabiya ne û ew çavkaniya herî dewlemend ya jiyanê ye. lê belê ne weke; nebatekî xemilandî, ne jî weke hêmanekî evînê a erzan encax hîn bi şîroveyekî berfireh dibe ku derbikeve li ser rûyê erdê. Navê vê jî şoreş e. Di fikrandin, tevgerandinê de, şoreşê de şoreş! Ev heman demê de tê wateya gûhertina zilam jî. 

Pir cara em dibêjin; ev pirsgirêk bi qasî jin alaqadar dike heman demê de pirsgirêka zilama ye jî. Heta hîn zêdetir pirsgirêka zilame. Gelek caran ji xwe pirs dikim; em dikarin kêm be jî di jin de sererast kirinekî çê bikin lê emê çawa zilam sererast bikin? Ango ji jinan dipirsim; gelo we çima van zilama kir bela aserê xwe? Ji ber ku hûn heta dawî şêwazê tekîliyên ketî, serdestiyê zilam û zordestiyê wî re xwe vekirî hîştine. Rexneyekî tine ye, sererast kirin jî tine ye, hişyar kirin jî tine ye. Wekhevî, hûrmet û heskirin jî tine ye. Bi azwerî, ajo û zordestî re hûn bûne dîlên lewaziyên xwe û pê re tekîlî ava kirine. ev tê çi wateyê? Tê wateya ku zilam kirina bela serê xwe. Bela serê xwe, bela serê partî yê!

Belayêkî ku dibêje; “Ez jineke wisa dixwazim, koleyekî wiha dixwazim û dixwazim da ku ajoyên xwe têr bikim” Ger ev nebe jî an zilamê ku jin inkar dike ango jin jî zilam înkar dike. Du aliyên ku hevdû red dikin! “Ez ji heskirin, hûrmet na jî ji xweşikahiyê fêm nakim; jiyan, ziravtî, civakîbûyîn, tekîlî, wekhevî, jiyana azad, bi jin re jiyan kirin an jî bi zilam re jiyan kirinê fêm nakim.” Ev tê wê wateyê ku tevahiya vana inkar e. Encam qabûl nekirina jiyanê! Gelo ev jî çareseriyekî ye? Nîne! mirovên ku ewqasî hevdû înkar bikin ti carî nikarin şoreşê bikin.

Dema ku bê gotin; şêwazekî hîn cudatir bikar bînin, ev jî di cîh de dibe mode ango şêwazên ku gelek cara hatiye ceribandin. Dema ku derfet bibîne di cîh de; evînên û hestên erzan, dest pê dike. Di paş eniyê de çi heye, dîtinên cîhanî, şêwazê ava kirinê çiqasî zordest e, dagirkere û dixîne qet bala xwe nade. Ji nişka ve dibêje; “Me li hev meyze kir, me li hev kir” ango “Rûxmê hemû rewşşên neyînî em dikarin hevdû rakin” lê belê eve nabe. Şêwazê tekîliyê yê bi vî rengî takekes, sivik ji serî ve xeter e û ti carî encamekî xêr dernaxe. Ji ber ku di nav de zanebûn, nirxandin, dahûrandin, hûrmet tine ye; hestekî pir erzan heye ango nêzîkbûnekî ajoyî heye. Ev jî yek jê tekîliyekî ye lê, qet nabe tekîliyekî şoreşê.

Şêwaza tekîliyê ya şoreşgerî bi giştî kesan re taybetî jî bi jin ango zilam re bi vî awayî nayê ava kirin. Encam de şêwaza tekîliyekî bi vî awayî dikare bi tena serê xwe qira kar bîne. Ger bala we kişandibe; şêwazên kevneşop, seranser û înkarcî jî ti carî nikarin bibin çareserî yê. Di vir de derdikeve holê ku nêzîkbûnên azad bi hêsanî naye bi dest xistin. Ji ber ku ger em dorhelê ji serdestiyên kevneşop re bihêlin du rojan de partî û pê re kî tekîlî tine bike. Ger rastiyê Kurdistanê û heta rastiyên Tirkiyê berçav werê girtin ji xwe em dizanin pirsgirêk çiqasî giran in.

Tekîliyên ku werê avakirin ne tekîliyên hevjîn û hevserî ye ango ne tekîliyekî hestiyarî ye, ez behsa tekîliya rêhevaltiyê, sereke jî tekîliya mirovahî yê. Dema ku em dibêjin tekîlî yekser tişta ku tê bîra me; “Em çiqasî yê hevdû ne, mal û milkê min” ye. ji xwe di vir de koletî veşartî ye. Pêwîste dest pê kê werê gotin; em çiqasî bûn rêheval. Hindek be jî nêzîkbûnekî azad eve ye. Bûna rêheval; sereke bûyîna xwedî nêzîkbûnekî mirovî ye. Me ya herî rast kir da ku sereke ev bû.

Di tekîliyan de pîvanên rêhevaltiyê kirina bingeh xwedî girîngî ye. Kî dibe bila bibe, ji ku derê werê bila were, nav, ast, temen, ol, netew çi dibe bila bibe di pîvanên bingehîn yên rêhevaltî de li hev dikin an na? Gelo di pîvanên milîtantî, di pîvanên jiyanî kirina Serokatî de pêşketin heye an nîne, yekîtî û di van pîvanan de li hev kirin heye an tine ye? Dikarim bibêjim ku; sedemên herî bingehîn yên ku dihêle ez di tekîliyên xwe de hindek be jî serkeftî bibim eve bi xwe ye. şêwaza tekîliyê li gel min eve; ji her tiştê re bi rêhevaltî binêre. Di PKK’ê de pir kêm kes hene ku wiha jiyan dikin. Hindek bibe xwedî danehev wê bibe axa. Xwe nû bibîne bibe kole, kariyerê wî hebe bibe bûrokrat; wê demê otorîte pêş bikeve, wê Seroaktî jî nasneke û bixwazibe xwe bine rewşa serok jî. Dema ku bibe xwedî raye û berpirsiyartî werê dayîn ewê were rewşekî wiha ku neyê nas kirin. bi kûrtahî nikare bigihîje rêhevaltiya rast. Kesê ku xwe negihîjîne pîvanên rêhevaltiyê, wê di tekîliyên jin-zilam de jî nikare nûneriya nêzîkbûnekî azad jî bike!

Ger ku em dixwazin di tekîliyên jin û zilam de bigihîjin astekî; azad, wekheev, bi heskirin, hûrmet û bi hêz wê demê destpêkê bêyî ku ber bi hestên erzan û xerizî ve biçin gelo em dikarin pîvanên bingehîn yên rêhevatiyê jiyan bikin? Ez di vê mijarê de pir bi israr im.

Bêguman ev carekî de nayên derbas kirin lê ger tu gilî bikî û ji vê jî zêdetir bixwazî wê demê pêwîste rêya derbas kirinê jî bizanibî. Hem gilî dikî hem şêweyê tekîliyekî hîn pêşdetir daxwaz dikî! Wê demê çima xwe li gor pêwîstiyên vê yekê nerazînî? Çima tu nagihîjê pîvanên milîtantî ye? beriya her tiştî; şoreş, rêhevaltî, tekîliyên rêxistinî, tekîliyên şer û artêşê, partî û welatparêzî û dûvre jî gotinên weke; “Tu çiqasî bedewî, çiqasî bi heskirinî, xwedî hestên xweşî ji ber vê dev ji te nayê berdan, bi nirxî” wê bibe xwedî wate. Mixabin rûxmê ku dûbare dûbarê nirxandinên me li ser van mijara çê dibe lê belê, carek din tişta ku tê jiyan kirin; nêzîkbûnên pir erzan, dixitimîne, dixîne, ji rêzê, kolebûn ango axatî pêş dixe. Wê demê ya girîng tekoşîn kirin e. Rêvaltî, ew jî îfadeya şerê herî dijwar e. Min bi xwe vê jiyanê hilbijart wê demê gelo çima tekîliyên erzan, seranser an jî hêsan ji bo xwe hilbijêrim? Terzê şoreşgerî û rêhevaltiyê diceribînim. Terzeke pir zehmete lê, bi rêxistin dike, partîbûn pêş dixe, dide şer kirin û di vê wateyê de xweşik dike û dide heskirin. Di vê wateyê de girîng e û terzê Seroaktî rêya çareseriyê diyar dike. Bêguman hêz dixwaze, ji bo hêz pêdîvî bi kedê heye, ez vê yekê bi danehevên salan re dikim yek û digihîjim. Encam; keçeke gundî ya ku doh ne diakrî du peyvan bîne gel hevdû di roja îro de bê tirs hildikişe serê çiyayên herî bilind û him jî bi tena serê xwe. Bi hezaran ji wana ji her hêlê ve dibin xwedî hêzeke wiha ku zilama jî derbas dikin , tevlî şoreşê dibin.wê demê nêzîkbûnên min ne ji rêzê  ne, terzê kevneşop tine dibe. Asteke jor de balê dikşîne, mirinê digrin berçav û berê xwe didin. Ji ber ku bi sedan kes weke pênaseya remza berxwedanê, xwe radest nakin û bombayên xwe di xwe de diteqînîn û xwe perçe dikin. Ev nêzîkbûneke pir mezin e! wê demê em dahûrînin. Gelo ev herikandin her tiştê xwe dayîna holê ji ber çiye? Ger miroveke bi vî awayî jiyana xwe deynabe holê, li hember jina kole xwedî bertek be wê demê pêwîste li ser were sekinandin. Lê belê, ger ku ew bê perwerde, bê bername û ne rêxistinkirî be wê demê hûnê bibin çare.

Keçek an jî zilamekî gundî dibe hûrmet çiye, nizanibe; bi kevneşopiyên heyî re dibe ku hew yek du peyvan bêjin. Hember hevdû xerîb in. Du peyvan jî nikarin bînin gel hevdû û baxivin. Nikarin tekîliyeke bi tendûristî bifikirin. Bi zayendîtiyekî çors re dibe ku tenê bêjin; “Em bûn yek” Bifikirin gelo kesên ku dinava şoreşê de xweddî lêgerîna; jiyaneke azad, siyasî, civakî û çandî be çawa dikare xwe, terkê çorsbûnê bike? Gelo di wateyekî de şoreş ne ew e ku; derbas kirina nêzîkbûnên gundî û çors? Yên din jî qaşo tekîliyên burjuvaya biçûk ava kirine lê, ji her aliyan ve hildiweşe. Bê plan, bê bername, hundirê wê de tiştek nîne, ne xwedî armanc e. Di encamam hestên seranser de ev hatiye ava kirin. Gelo yekîtiya ku ji vê ava bibe wê çawa be? Ji ber vê ew jî tên çaresr kirin. çareseriya PKK’ê pir kûre ji bona wê herkes dibêje; çareserî gel wê ye. Keçeke gundî, xwendekar, ya zewicî û ezeb jî wiha dibêje û bi vî awayî tevgereke jina azad derdikeve holê. Gelo em dikarin gaveke din jî vê yekê pêş de bibin? nêzîkbûnên kevneşop bi erdê re dikin yek. Hesreta azadî û rizgariyê bi dijwarî tê jiyan kirin. Ev, gava destpêkê ye, destpêkirineke nû ye. Ger ku vêya bes bibînin wê demê emê xirabiyê herî mezin bi xwe bikin. Ger ku em nebin bersiva hêviyên azadiyê û asta partiyê bi gaveke duyemîn ve pêşde nebin wê heyf be.

Wê demê çareseriya gava duyemîn çawa be?

Me baş kir ku heta niha ji bo azad kirinê zemîn vekir. Herkes bi awayekî azad tê. Kes ne malê çi kesekî dîtir e, hevjîn, kole an jî evîneke erzan jî nîne. destpêkê di dorhela PKK’ê de bila azad jiyan bike. Bila bibêje; “Difikirim, nîqaş dikim û biryar didim” Li gorî min ev pêngaveke bingehîn û ya herî girîng e. Beyî ku em vê pêngavê bidin avêtin pêwîste rê nedin ti kesekî ku tekîliyan berovajî bike ango xwe veşêre. Bi kûrtahî heta ku di tekîliyan de negihîjin asta pîvanên rêhevaltiyê ti carî rê nedin nêzîkbûnên çewt. Çiqasî dixwaze bila bibêje; “Li gorî kevneşopî û zagonan tu mal û milkê minî” Zagona çi, ma qey mal û milkê te heye, ma qey hêja kevneşopî maye? Gelo ev hemû jibo me ne kolebûn e? Hûnê bibêjin; “Bibe zilam, bibe rêheval, şertê min ev e” Wê demê wî yê bibêje; “Hestên min heye, çavên min bi hêsir girêdayî te me, ev heye” Di vir de pêwîste sekneke milîtanî were raber kirin û bê gotin ku; “Bibe milîtan, rêhevalekî rêzdar û bi nirx” Derveyî uslûba kevin çi werê gotin bêguman wê bibe nêzîkbûneke bilindbûyî. Hûnê bibêjin; nirxandin rastin lê, di pratîkê de çawa were pêkanîndin. Zilam pir hişk û jin jî pir zêde hatiye kole kirin ji ber vê her tim sitûyê xwe ditewîne, bi hêsanî li hev dike. Ji xwe ji ber vê sedemê di nava partî de tedbîr tên girtin.

Wê kesayet destpêkê azad be, bibe rêheval.

Bala xwe bidine; hûn li vir serê çiya ne, bi gelemperî li her derê jin hene, li gel hevdû ne. Li ser bêtêlê ferasetên rêheval digrim û dibêjin; “Ma gelo agir û barûd li gel hevdu dibin?” ev nêzîkbûneke çors e! Li wir ne agir ne jî barûd heye. Li wir mirov hene, azadî û şerefa mirov heye. Ev yek, ji agir û barûdê jî girîngtir e. Maf û kesayetên ku hatine winda kirin ji nişka ve, bi xerizî an jî bi rewşên agir û barûdê nabe ku werê derbas kirin. Ji ber ku hûn rûmet û şerefên xwe dixwazin. Hûn dibin kesên wiha ku; heskirin tê nîşandan û rêzdarî tê girtin. Çima emê xwe bixinîn? Çima emê xwe bitewînin û bişewitînin? Ev çiye?Rêhevaleke bi nirx li gel wî ye lê, ew bi awayekî paşwerû lê dinêre, çewt nêzîk dibe. Ev nêzîkbûnên kirêt in. Pêwîste mirovatî ewqasî erzan nebe û em jî ewqasî erzan terkê xwe nekin.

Ez nabêjim; her carê em li vê derê sitranên evîndariyê bibêjin. Em ji nêzîkbûnên erzan dûr in lê emê bizanibin çawa bi hûrmet nêz bibin. Rê ji tekîliyên erzan re nîne. Hûnê bibêjin; “Ew tevlî şoreşê bûye ji ber vê miroveke xweşik e” Pêngava yekemîn avêtiye, jiyana xwe deyna ye holê, hûn dibêjin; ev e gaveke xweşik e. bizanebûn tevdigere, ji rêxistinê fêm dike ji ber vê yekê mirov dikare bi wê/î re biaxive. Bi demê re mirov tê heskirin û hûnê bibêjin; bi demê re girêdanbûneke bingeha heskirina hevaltiyê de pêş dikeve. Ev jî xweşik e. aliyeke vê a neyê fêm kirin jî tine ye. Ger ku bi rastî her tişt li cîhê xwe ye, rastî bi her awayî eşkere ye, wê demê mirov dikare bi hevre biaxive jî û hezbike jî. Wê demê zû bi zû xeletî û kêmasî jî ji wan kesan dernakeve. Ji ber ku ev bi rastiyên bingehîn re li hev dikin û heta dawî girêdayî ne. Beriya hertiştî ew; rêheval û şervan in. Erkên xwe li ser hertiştî de digrin. Li gorî min heznekirina rêhevalek an jî biçûk dîtina wê sucekî ye. Pîvanên min hene, kê/î ji pîvanênmin fêm bike û hezbike wê çaxê jin be xort be ferq nake ezê ji wan hezbikim û nirx bidim. Biçûk dîtin ango ji rêzê nêzbûn çiye, ew sucekî mezin e. Ya sereke gelemperî kirina hezkirinê ye; gelemperî kirina hûrmet û rêzdariyê xwedî girîngî ye. Tekîliyên taybet jî perçeyeke ji tekîliyên giştî ye. Perçeyeke jê qut nabe ye. şêwaza tekîliyê a ku hatibe vê astê ew şêwaza tekîliyeke azad e.

Ji vê tekîliyê jî bi hêzbûneke dualî ava dibe, azadî û bilindahî pêş dikeve, hezkirin bi kok dibe. Ger ku ev hezkirin di aliyê kar kirin û şer kirinê de were berdewam kirin wê demê tu dikarî şoreş bikî, ger di pêvajoya avakirina aborî de bî wê demê tu dikarî rêvebibî, heman awayî ber bi çandî ve biherikînî. bi vî awayî wê heskirin bibe çavkaniya her tiştî. bêguman hatine vê astê zehmet be lê ji bîr nekin hûn ji bo vê tekoşîn didin. Ger ku hûn mirovên bi sabir û bi israr bin wê çaxê dikarin bigihîjin vê yekê. Min, tekîliyên heyî di vê bingehê de girt dest. Hûn jî dibînin bi vî awayî heskirinê pêş dixim. Tevahiya gel, jin û herkes j imin hezdikin ji ber ku min xwe wergerand çavkaniya evîneke mezin. Bifikirin, ekîbekî rêheval a ku şêwazê tekîliyên wan wekî min be, gelo wê demê lezbûna peşketina wê çawa bûya? Ti carî hewldana hevalan biçûk nabînin lê, li gorî min pir kêm e. Ez biçim ku derê li wir; heskirin, jiyaneke bi coş, azwerî ava dikim û li wan dera her tim ev tê gotin; “JI bo şer em her tim amade ne, ji bo vê jiaynê em dikarin bi her awayî fedakartî bikin” Ji ber terzê kesayetê min ev yek pêkan dibe. Eve terzekî raste ji berk u tevahiya dilan bi awayekî zelal ve dibin û pêşdikevin. heta dawî bawerî heye, mirov xwe azad , wekhev hîsdike piştre diaxivin. Eve şêweya herî xweşik a jiyan kirin û tekîliyê ye. Ez ji tevahî hevalaln re dibêjim; ger ez ne wisa bim hûn dikarin heta dawî ser min de werin, bibêjin; “Xwe net bike, xwe hîn baştir bide şer kirin, hîn bi rêxistin bike, hîn bide hezkirin” bêguman ezê bikim. ji xwe terzê min eve ye.

Heman xisus ji bo milîtan jî derbasdar e. Uslup, asta şervantî û rêxistinbûnê pêşbixe û bi vî awayî wê xwe bide hezkirin. Vê ya rast bike, bi kedê xwe bike û pê re neleyîze! Ti carî rê nede; kevneşopî, înkarcitî, seransertî yê. Ger hûn wisa nêz bibin wê demê herkes ji we hezbike, rêz bigre, hûrmet nîşan bide û bi mirovên wiha re wê şoreş serbikeve, civak ji nûve werê ava kirin. Bêguman ev bi; lêh,rb,n, kurbûn, çareser kirin û pêşxistina kesayetê re gengaz e.

Gel oma ne min jî wiha kir? Ev; bi rêxistin kirin, propaganda kirin, bi fikrandin û teorî yê pêk tê. Ger ku ez nabûma çavkaniya hêzê wê kesek j imin bawer kiribûya? gelo min dikarî tenê zikê xwe jî têr bikim? A niha em xwedî artêş in. Ev; bi teorî, rêxistin û perwerde kirin, bilind kirin, yekîtî pêşxistinê re pêkhat. Bi nîşandana; rêya azadî û rizgariyê re ev pêkhat. Û min nîşanê jinan da ku; jiyaneke bi rûmet, wekhev, azad heye û bi des xistina van mafan bi şoreşê re gengaz e. Bi derhan cara bi pratîkê xwe re min ev yek nîşanê wan da. Encam; bi hejmarekî zêde tevlîbûna jinan û meşa ber bi serkeftinê. Herî kêm encamên ku derketine holê di şexsên xwe de bi cewherî bikin. Gelek erkên girîng yên ku werin kirin hene ji ber vê derfetê serkeftinê bidin wan. Asta xwe her tim bilind bikin. Herî kêm xwe pêşbixin. Zû bi zû bi bin nekevin. Xwe nexînin. Bi teybetî jin gihîşt şansa xwe kom kirinê.Ev yek derfeteke azadiyê dide. Ev derfetekî li hember serdestiyî û dagirkeriya zilama ye. Ji ber vê ez dibêjim; zwe birêxistin biki û heta artêşbûna jinan binîn asta herî bi bandor.

Ez difikirim qala merheleyekî şêyemîn jî bikim.

 Ev jî artêşbûneke jina ye. JI artêşbûna leşkerî heta di her astê de artêşbûna jinan! Ez dibêjim qey weke kes bi hêzbûn têrî nake, pêwîste hûn weke sazî bi hêz bibin, dema ku di her astê de artêşbûn û sazîbûn pêşbikeve wê çaxê hûnê li hember bandorên serdestîyên kesan bibin xwedî îdda. Ji berk u li pişt we; hêz, bername û biryarên we hene, we bi  ke dê ava kiriye ji ber vê hûn dikarin daxwazên xwe bi cîh bînin. Pêşketineke di vê bingehê de di artêşbûna jin de pêk werê wê demê ez bawerim hîn kûrahî, radîkalbûn û hîn zû gihîştina encaman pêk were.

Dîsa hewcehî bi ked û sebreke mezin heye. Di jiyanê de milîtantiya rast divê. Beriya her tiştî rêhevaltiya jin a bi cewherî pêwîst dike. Ji ber ku tuyê artêşa jin ava bikî divê pêşeng hebin. Hêza biryar û afirandinê. Ji bona vê hûn tên amade û perwerde kirin. Ger ku em vê pêngavê jî biavêjin wê demê bi dest xistina destkeftiyên hîn girîng jî mûmkun be. Di vê mijarê de nîqaş tê kirin. Gelo artêşbûna jinan pêdîviyekî bû? Gelo yekîneyên jinan çawa ava bibe? Bi xwe bi xwe rêvebirin rast e? Hêzeke pir mezin di vê mijarê de ji lêhûrbûnan derbas bûn, wê çaxê artêşbûneke siyasî û leşkerî mijareke bi nirx ya ceribandinê ye. Ez bawer dikim ku; ger xwestek bibersivandina pirsgirêkên bi kok  ya civakî yên ku ji ber rewşa jinê be wê demê ger hûn jê bawer dikin pêwîste vê jî bigirin berçav.

Ji bîr nekin; çawa ku civaka me gelek hatiye provake kirin, her tim di nava kişkişandinê be dibe jin deh qet ji vê zêdetir di vê rewşê de be. Hevdû neqebûl kirin, hesûdî, ji rêxistinbûna jinan bawer nekirin û li gorî pêwîstiyên azadiyê xwe ava nekirin encam de we bibe windahî yê. Çawa ku em weke gel xwe bûn artêş û ji bo daxwazên xwe têdikoşin, serdixin hûn jî weke hebûn, netew û gelekî pêwîste xwe zayenda xwe bi rêxistin bikin. Li gorî min hûnê bibin artêşeke bi hêz ji ber ku milîtan û berdevkên we hene. Jin di her qadê de xwedî risteke diyarker e, erkên şoreşgerî de, çandê de, di serhildan û gerîla de, dîplomasî û hwd.de wiha ye. wê çaxê li pêşiya daxwazên we sekinandin zehmet e. Zilamekî çawa dixwazin? Gelo hûn çawa ji tekîliyên serdest yê bi zilaman re demokrasiyekî çawa dixwazin. Heta civakeke çawa, sosyalîzm û demokrasiyekî çawa hêvî dikin? Danehevên ku derketine holê eşkere nîşan didin; ger şoreşgerên jin û zilam bi awayekî azad û wekhev bin gelo mûmkune ku hevdû şaş fêm bikin? bifikirin ku mekanîzmaya we ya parastinê heye. Zilamekî dixwaze bêmafiyekî jinê bike gelo ger ew rêxistin bi giştî li hember wî bisekine wê demê gelo zilam dikare dçi bike? Ji ber ku rojane bêmafiyên bi vî awayî hene. Dema ku hûn tenê bin, nikarin li hember zîhniyeta hevser ango rêhevalên kêm bisekinin, bi mebestê wan yê baş nikarin çareserî bibînin. Terzê herî rasteqîn bi rêxistin û artêşa xwe re rêya çeresersiyê dîtin e.

Dema ku hûn pala xwe bidin vê yekê û pê bawer bin wê demê dikarin cîhana xwe ya bi heskirin, ya ji dil û hêviyên xwe bidin civakê, xeyalên xwe pêk bînin. Heta dawî rê vekiriye. Hûn pê re diherikin. Ev yek nîşaneya vê ye; rêya rizgariya jinan heye, hêz komî ser hev dibe. Yê dimîne; rêxistin kirin, afirîner nêzbûn û pêşengtiya vê yekê kirin e.

Gelê ku xwe bi xwe rêxistin neke kole ye.

Zayenda ku xwe bi xwe rêixstin neke û birêvenebe jî kole ye.

Û zû bi zû nikare xwe ji koletiyê rizgar bike. Beriya her tiştî pêdîvî heye ku hûn pê bawer bin. Piştî kul i gorî pêwîstiyan bawerî pêşket şûnve divê amadekarî pêş bikeve. Hûn dixwazin şer bikin, hesreta we ya gerîlatiyê heye û hûn di nava karên rêxistinî de ne. Wê demê rêxistin kirin û pêşengtiya wê jî bikin û piştre jî ji cîhana zilaman re bibêjin merhaba. Wekî min got; bi hêviyên we û di tevahiya tekîliyan de nêzîkbûnekî we bi civakê re heye. Bawer dikim k udi pêvajoya pêşiya me de bi qasî ji destê me werê emê ji bo artêşbûnê bixebitin. A niha di nava vê pêvajoyê de hûn xwe bi zane dikin. Bi kesayetên azad re hûn tevlî pêvajoyê dibin. Ji bo rêxistinkirineke bi ewle pêdîvî bi vê heye lê, têrî nake. Piştî ku kadrotiyê we hindek pêşket şûnve gelek sehayan de weke berpirsiyar ser de biçin û bi rêxistinkirinê re pêşbixin û dema ku serkeftin çê bibe wê demê hûnê hîn zêdetir nêzîkî jiyana azad bibin. Li gorî min terzê herî rasteqîn ev e. Pêwîste ji her demê zêdetir ji bo jiyanî kirina vê bifikirin, nîqaş bikin, biryar bigrin û pratîkî bikin.

Bêguman ev dinava yekparebûna partiyê de çê dibe. Bi rêhevalên xort re hevberş kirina erkan di nava hevsengiyê de pêşbikeve. Kesayeta azad ya we ye. Kesên ku pêwîste bisazî bibin jî hûn in. Weke şervan û rêveberî teqez divê hûn xwe bidin qabul kirin. Divê hûn şerê xwe di her qadê de; leşkertî, siyaset, çandê û dîplomasiyê bi rengê xwe heta civakîbûn û netewîbûnê beşdar bibin. Di vê wateyê de şoreş; bi tevlîbûna jinan re pêwîste bi rengê jinê re bibe şoreş. Netewa me jî di vê wateyê de pêwîste bibe netewa ku jin bi rengê xwe tevlî dibe. Û ger ku ev bi rastî pêk werê wê demê nirxê enternasyonal a şoreşa me jî ewqasî bilind bibe.

Serokatiya Partî

19-Cotmeh-1993   

 

Ber Bi Artêşbûna Jinan-2

Emê çend mijarên din jî li ser nirxandinên xwe ya dohê zêde bikin, girîngiya encam derxistina ji nirxandinan û di kesayetan de pêkanîndin wê çawa be bi nirxandinên nû re temam bikin. Ya yekemîn emê hewl bidin ku bi nîqaş kirina artêşbûnê re biryar û vesaziyên nû çê bikin û çareseriyê bigerin. Emê fêm bikin da ku asta azadiya şoreşeke; heman demê de asta rêxistin kirin û çalakiya wê ye  jî. Di serkeftin û çalakî de serketin tê wateya şoreşê de serketin. Di nava şoreşê de serketina jinê girêdayî rêxistin kirin, perwerde kirin û çalakiya wê ye. Ji ber ku şêweyê xebata bingehîn şerê û jin jî di asta herî jor de dixwaze tevlî vê şerê bibe wê demê pêwîste rast nêzîkê artêşbûnê werê kirin. Bi giştî di dîrok û roja me ya îro de jî artêşbûn karê zilam tê dîtin. Weke ku tevahî faaliyetên leşkerî di bin destê zilaman de ye. Hem aliyê exlaqî hem di aliyê zagonî de weke ku nêzbûna jin a vê sehayê hatiye qedexe kirin. Ger bal wer kişandin em hewl didin da ku vê xedexê yê tine bikin. Li hember pozber kirinên siyasî û hukukî ya kevneşop tevgerekî me ya bi bertek û ji bo hişweşandina vê hişmendiyê heye. Ji xwe daxwaza gerîla ji ber vê yekê ye.

Xwesteka jinê ya bûyîna gerîla girêdayî xwesteka azadiyê de.

Weke mafeke xwezayî dixwaze azadiya xwe di gerîla de pêk bîne. Di rastiya artêşbûna gerîla de rastiya jin çi îfade dike? Zelal kirina vê yekê xwedî girîngî ye. Li gel me dema ku gerîla tê gotin weke ferasetekî kevneşop; “Ev karê zilama ye” bi bandor e. Ji ber ku jin di aliyên weke; fizîkî, ruhî û hêlên siyasî de xwe tam tevlî nake, zêde ne bi biryarbûn jî dihêle ku xwe kêm bibîne. Xeterî heye ku ew jî bibe perçeçeyeke artêşa zilman. Kêm maye di bin sîha wî de tevbigere. Nêzîkbûnên weke; pasîf, ne li gorî xwesteka xwe ya azadiyê tevgerîn, jiyana gerîla weke cîhê azad kirina nasname û kesayeta xwe nedîtin, zilam çi bêje weke kole tevgerandin heye û heman demê de nêzîkbûnên ku tevahiya milên xwe yên erenî û neyînî nirxandinê dûr sekinandin jî tê jiyan kirin. Ji hêlêkî ve xeteriyekî wiha heye ku dinava civakê de pergal çawa be teyîsandina refên me jî tê kirin. Ji ber vê sedemê gerîla ango xebatên siyasî bin jî bi ewle kirina taybetmendî û xweseriya artêşbûn û rêxistinbûna jinan xwedî girîngî ye. Ger ku em vê yekê nekin dibe ku ddi cîhêkî de xwesertiya jin vala jî derbikeve. Nêzîkbûnên weke; “Wê ji xwe şoreş pêk bê û herkes mafê xwe bigre” tê raber kirin. Demekî çepê Tirk jî wiha ji me re digot; “Emê li Tirkiyê şoreş bikin û wê pirsgirêka netewî jî bi xwe çareser bibe.” Ceribandina PKK’ê nîşan da ku heta em şoreşeke mezin ya rizgariya netewî pêkneynin, ne li Tirkiyê şoreş çê bibe ne jî azadiya gelê Kurd hatiba bi dest xistin. Ev heman demê de ji bo pirsgirêka jin jî derbasdar e. Pêwîste nyê gotin ku; “Wê dema şoreş pêk were wê demê jin jî rizgar bibe” Na! Gelek şoreşê de bi vî rengî hatiye gotin lê, derketiye holê ku bi xwe nikare xilas bibe. Ji ber vê yekê weke ku di pirsgirêka netewî de derbasdare di pirsgirêka jin de jî rizgarî, yekser girêdayî; rêvebirina fikir, çalakî û rêxistin kirina xwe bi xwe ye. Di vê mijarê de hêza xwe ya cewherî derxistin û bawer kirin xwedî girîngî ye.

Faaliyetên me yên gerîla û gel di azadiya jin de xwedî bandor e ji ber vê li gorî berê di astekî jor de rê li pêşiya pêşketinan ve dike. Lê belê, hêja em nikarin bêjin ku ev têrî dike ango ji bo ewlehiyê bese. Ferasetên kevnin, dibe ku carekî de dîsa zindî bibin ango ji berê jî xirabtir rê li pêşiya pêşketinên neyînî veke. Dem bi dem nêzîkbûnên keneşop tên zindî kirin, heta tekîliyên bi zilam rê li pêşiya tasfiyekarî û revên herî xayîn jî tê vekirin. Dîsa nêzîkbûnên seranser û ji cidiyeetê dûr di dorhêla me de şîlobûn çê dike. Rûxmê ku bi armanca azadiyê ya herî bilind ketina rê çê dibe lê gelek caran em bi encamên berovajî re rû bi rû hatin.

Ne bi nêzîkbûnên seranser û bi helwestên birjuwaya biçûk xwe bixapînîn ne jî bi kevneşopî û înkarcitiyê re karên xwe di asta; “Şoreş çê bibe, azadî were bi dest xistin” de bihêlin. Bêyî ku em kêm û nîvçe bihêlin, li gorî xwesertiya kar rêya çareseriyê derxînin holê û vê yekê nê li gorî tesadûfan an go bê ku gelemperiya şoreşê re bihêlin bi awayekî rêxistinkirî, bi avahiyeke venêrînkirî re, bi zanebûn û helwesta herî rast raber kirinê re bi ewle kirina sazibûnê gengaz be. Pêwîste ev yek were fêm kirin ji ber ku berpirsiyartiyên vê yekê li ser milê me ye. Pêwîste çerçoveya guftûgoha me jî ev be. Li hember serdestiya zilam ne emê bi helwesteke sekter li beramberî wî bisekinin û bêjin; “Em dijî zilama ne” ne jî bi awayekî liberal nêzbibin û bêjin; “Bi gelemperî wê şoreş çê bibe emê jî wê demê çi mafê me be bigrin” bê ku bikevin ferasetên bi vî rengî; serdestiyê zilam bi her awayî dîtin, rexne kirin, hewldana derbas kirinê dayîn, dîsa xwe terkê lîberalîzmê nekirin, hîn ji niha ve bi rojane rêya rizgariya xwe ronî kirin, helwesta hewldana wê derxistina holê dibe ya herî rast. Ji ber vê yekê perwerde û birêxistin kirin xwedî girîngiyeke mezin e. Dema ku mijar dibe artêşbûn wê demê pêwîste zêdetir lêhûrbûn were kirin. Dema ku ev rastî berçav werin girtin xebatên cur be cur jî di navde di serî de weke gerîla ji hêla mîsoger kirina jiyana azad de, pêşxistina artêşbûn û rêxistinbûna jin bê ku ji pêşerojê werê hiştin rojane pêkanîndina vê yekê xwedî girîngiyeke mezin e. Rojane çalakiyên azadiyê; di ruh û fikir de rêxistin û jiyanî kirin, hundirîn kirinê re domdarkirina hewldanên ku li ber jiyanî kirina wan de berpirsiyar in wê ger ku em bikevin ferqa dijwariya wan wê demê em dikarin rastî jî behsa xebatên rizgariyê bikin. Bi terzeke rast re em dikarin azadî û nasnameya xwe bidest bixin, armanc û daxwazên xwe pêkbînin.

Ev eşkere xuya dike; dema ku gel, çîn ango beşên civakê daxwaza azadiyê radibin, bê ku di însafa kesekî din de bimînin bi çalakî û rêxistinbûnên xwe bersivê bigerin bêguman ew ya herî rast dikin. Civakên ku rastiyên xwe dernexin zanebûnê, bernameya wê çênekin, bi rêxistin nekin û çalakiya wê pêş nexin, tenê destê xwe ji hindekî din re vekin û hêvî jê bikin weke di rastiya jin de jî heye wê bibêjin; “Zilamê min her tiştî dide, ez dikarim gel mirovên xwe bimînim, hêviyên min ji wan heye” û destê xwe ji xwedê re jî vekin, zêde zêde dua bikin, hêviyên xwe bidin diyar kirin, rizgariya xwe wiha bibînin lê, em dizanin ku ev çiqasî şaş e ji ber ku rojane encama vê yekê dibînin. Dibêjin qey dema ku pişta xwe bidin hevalên baş ango ji xwe re alîkarên baş bigerin wê rêya xwe berdewam bikin. Bi taybetî di nava partî de wisa difikirin ku, dema ewê, pişta xwe bidin fermandarên zilam yên ku di rewşa bi hêz de ne wê demê ji xwe re cîh vekin. Ev di jin de nêzîkbûneke biçûk xistinê, sitû tewandinê ye û ev pir zêde pêşketiye.

Di serî de em ji bîr nekin ku bi vê yekê re pêşketina azadî û serxwebûnê negengaz e,  sitû tewandin wê bi kolebûneke hîn cudatir re bi encam be. Tevahiya van hêja di refên me de bi giranî tê jiyan kirin. Em dixwazin vê yekê asteng bikin. Azadî; bi şer û nasnameyeke cewherî çê dibe. Ger em difikirin ku; pişta xwe dayîna bi kesên din re an jî ji xwe re cîheke hêz gerandinê re, di vê mijarê de kesayeta jin bi erzanî şixulandinê re azadî pêşbikeve bêguman ev xwe dixapînin. Bibe jî, wê koleyeke ku xwe dixapîne û durû derbikeve holê. Pêwîste rastiyên heyî werin dîtin. Di nava partî ango derveyî partî, dûr an jî nêz, bi hevalan re ango li hember tevahiya dostan pêwîste em bibin xwedî nasnameyên rast. Pêwîste em xwe winda nekin, ji hêza cewherî ya kesayetên xwe bawer bin. Encama xwezayî ya vê nêzîkbûnê jî artêşbûn e. Dema ku bibin xwedî artêş wê demê pêkhatina daxwazên takakes, rojevbûna nasname û azadiyê hîn rasteqîn be. Ji ber ku maf bi hêz tê girtin ne bi gilî. Ji bo hêzeke mezin pêdîvî bi rêxistinbûnê heye, pêwîste di tevahiya hinavên xwe de vê yekê hîsbikin. Ji vê hêlê ve bi rastiya Serokatî re girêdanbûna erzan û seranser ji bom in pir bê wate ye. Ev pir li pêşe, li şûna ku bi nasname, fikir û hêza rêxistinê ve nêz bibe, bi seranser û mebestên sûbjektîf ve wekî ku bi xwedê re werê girêdan nêz dibe, ev şêwaza girêdanbûnekî pir paşwerû ye. Jin anîne rewşeke bi vî awayî, pêwîste were bihûrandin. Dîsa rêya vê jî ji rêxistinûneke azad derbas dibe. Leşkerî, siyasî, civakî, aborî, di tevahiya qadên jiyanê de bi taleb û rêxistinbûnên xwe ve beşdarbûna wan bêguman a herî guncav e. Di tevahiya sehayan de dema ku bi rêxistinkirî be wê demê ji hêla herkesê ve cidî werê girtin. Kes nikare bibêje; “Dilê min çi bixwaze dikarim bikim, zagon hene, tu mecbûrî sitûyê xwe bitewinî.” Ji bo ku pêşî li wan werê girtin û bê gotin; “Maf, nasname û daxwazên min jî hene” rêya gotinên bi vî awayî; “Hêza min jî heye, rêxistina min jî heye” re gengaz dibe. Jin bi rêya gerîlatiya rast wê rizgariya xwe bi dest bixe. Ev yek jî bi artêşbûna gerîla re pêkan dibe.

Artêşeke weke ku di civakê de jî li pêş e, her tişt di bin dest û hakîmiyeta zilaman de nabe, bi gihandina hêza artêşbûneke wiha ku di nav de jin difikire, nîqaş dike, bi rêve dibe, rêxistin û venêrîn dike de gihandina rastiya artêşbûna gerîla girêdayî daxwazên azadiyê ye. Pêwîste aliyên fizîkî weke astengî neyê dest girtin û neyê gotin; “Nikarê karên zehmet bike, çawa kul i malê bi karên xwarinê re mijûl dibû di artêşê de jî dikare bi karên mutfaxê re mijûl bibe” Her şervaneke artêşê dikare bi karên mutfaxê re mijûl bibe, jin jî zilam jî wiha ye lê, piraniya vê karê li ser milê jin hîştin ne raste. Wekî zilam jin jî xwedî îdda ya azadiyê ye. Di nava pratîkê de artêşbûna jin heta astekî heye, li Eyaleta Botanê fermandariyeke bi giştî heye, di nava fermandariya giştî û Konseya Leşkerî de bi qasî nûneriya avahiyê dikarin endam bibînin. Zilam û jin jî dikarin derbasî wir bibin. Weke nûneriya eniyê jî dikarin beşdar bibin. Di vir de zilam jî jin jî dikarin cîh bigrin. Dem bi dem weke şeklê yekîneyên têkel (karma) dikarin xwe bi rêxistin bikin. Di hin yekîneyên xebatê yê zilaman de jin dikarin rol bileyîzin, di hin yekîneyên jinan de jî zilam dikarin rol bileyîzin.

Ev mijar dibe ku ji bona demekî ango domdarî werin kirin lê, bi her awayî bûyîna têkel rastiyên heyî wê bixe tengavî yê. Weke ku me li jorî jî anî ziman; dibe ku li gorî azadî û rastiyên heyî di rêxistinbûn û daxwazên heyî de şîlobûn çê bibe heta ber bi vala derxistinê ve jî biçe. Ji ber vê yekê pêwîste di heman yekîneyan de cîh girtina jin û zilaman weke ku di navbera wan de ferq û cudabûn tine be pir zêde neyê tercîh kirin heta pêwîste bi giştî em wiha nekin. Tevahiya yekîneyan cuda werin bi rêxistin kirin, bi gelemperî wiha be ji ber ku wê hîn encamgir be. Rastiya dîroka civakî û nêzîkbûna şoreşgerî divê wiha be. Mutlaq kirin tine ye, lê piştçav kirina azadiyê jî ne mijar agotinê ye. Di vir de em, ji mangayekî bigrin heta bi rêxistin kirina alayan divê rêxistinkirina werê pêşxistin. Hin şervan, hin fermandar, hin lojîstîkçî û hîn kes jî perwerde bidin… Yanê rêxistinbûna artêşeke çawa were pêşxistin, bi wê awayî pêşxistin guncav e. Xwe bi hêza xwe ya cewherî bi rêxistin kirin û perwerde kirin pêwîste werê pêkanîn.

 Di wateya rast de rêxistineke an jî şerekî jinan ya pir cuda tine ye, paralelê hevdû ne. Mînak herêmekî heye, di wir de hem yekîneyên jin hem yê zilaman hene, dikarin  bi hevre biçin ser hedefên xwe, karên xwe hevbeş bikin û alîkarî bidin hevdû û bi vî awayî bimeşin lê, tevlî hevdû nabin, nahelin. Dikarin bi hevre biçin çalakî bikin, hin çalakiyan jî tenê yekîneyên jinan dikarin bikin, ev jî cuda neyê dest girtin. Hin çalakiyan jî yekîneyên zilaman bikin. Di şer de hin çalakî hene ku bi hevre tê kirin lê hin çalakî hene bi yekîneyên cuda dikarin werin meşandin. Heta hin deman dibe ku ev hîn bi serkeftî bibin. Pêwîste ev yek neyê mutlaq kirin. Ger ku yekîneyên jinan her tim di bin hakîmiyet zilaman de şer bikin, dema ku hîmaye ya zilaman ji holê rabin wê demê artêşbûna jinan jî tine dibe. Nêzîkbûnên weke; “Qet pêwîstî bi alîkariyên zilaman tine ye, em dikarin heta dawî bi tena serê xwe şer bikin” jî şaş in. Alîkarî û paraleltî her tim pêwîst dike. Ji ber vê yekê nêzîkbûneke rast ji bo artêşbûnê pêwîste were pêşxistin.      

 

Kategori: Reber APO