Tirkî  |  Erebî

reberti heza watedayine

Mezinbûn girêdayî watedayîna me ya ji şehîdan re ye. Mezinbûn ne bi eleqedariya ku em ji miriyek re nîşan didine, bi wan dana jiyankirin re mumkine. Jiyana mezin, hestên mezin, hizr û ramanên mezin, bi çalakiyên mezin re mumkine. Ev çalakiyên mezin jî encex bi eşq û evînek mezin ve pêkbên. Ji ber evîn cesûre. Evîn zaniste û gelek balkêşe.

Evîn jî bi watedayîna rast ve mumkine. Hun jî baş dizanin ku Egîd û Zîlan bûn pêkanîna daxwaza çalakî, jiyan û evîna mezin. Li gor nêrîna min jiyana bi mirovên ku xwe bi serkeftinê re girêdane pir bi nirxe. Ji ber wê Serokatî beriya her tiştî nûnerê şehîdane. Beriya her tiştî wesiyeta şehîdane, beriya her tiştî berxwedane û xeta şere.

Li hember wateyê berxwedan, pêdiviyên wateyê pratîkî nekirin, hemû şaşitî, nêzikatiyên çewt, tê wateya binkeftinê. Pisporiya wateyê, pisporiya jiyanê ye. dirustbûna wateyê, dirustbûna jiyanê ye. Hêza watedayînê, hêza pêkanînê ye. Ji ber wê em dibêjin; yên fêm dikin dikarin pêk bînin. Lê yên wisa diyar dikin ku fam kirine, lê li gorê wê jiyan nakin, ya rastî ew tenê xwe dixapînin, xwe tine dihesibînin, henekan bi xwe dikin, ev jî dibe bingeh ku ew kes bi destê xwe jiyana xwe ya erzan xêzkiriye. Ev jî dibe yek ji sedemê îflasa mirov. Her wiha ev dibe bingeh ku welat bê windakirin, jiyan bê windakirin û di hemû pratîkan de rê li ber zerarên mezin veke. Li hember watedayînê cidiyet, di mezinkirina kesayet de sedemeke gelek bingehîne û girînge. Yên ku fam dikin û dema fam dikin cidî nêz dibin, dibin xwedî gavên herî saxlem û serkeftî.

Fêrbûna jiyanê ne şerme. Ya şerm û eyb ewe ku bi ruxmê zanistê di jiyana rezîl û şerm a ku nayê jiyan kirin de israr kirine. Bê guman ev jî girêdana xwe bi asta eleqedariya mirov a ji lêgerînên azad re ye. Ji ber wê ye ku em timî dibêjin, eleqedariya ji mirovan re eleqedariya herî binirx û watedare. Li gel vê jî eleqedariya herî mezin û hêja, eleqedariya bi pirsgirêkên jiyanî yên mirovan re ye. Watedayîn û ger mumkin be berbi çareserî û rizgariyê ve birin hewldan û keda herî binirxe.

Helbet mirovên bi doza xwe ve girêdayî hemû jiyana xwe, firk û ramanên xwe, hestên xwe ji bo vê tekoşînê birêxistin dikin. Şeref û rûmeta mirovan girêdana wan a bi sozê ye. Li gel vê jî hişyarî, jidilbûn, di encam de qezenckirin, nirxê sozê, naverok û rastiya wê bicihanîn pir girînge. Soz û gotineke rast ewe ku mirov timî xwe di lêpirsînê re derbas bike û li gor wê hewl bide xwe sererast bike.

Xwe lêpirsîna rast nîşaneya edalet û wîcdane. Edalet jî maf dana rastiyane. Ev jî mirovên wêrek divê. Heger rêzdarî ji mirovên azad re ye, rêya vê di parçekirina wan girêkên ku hun pir dixwazin xwe pêve bidin girêdan re derbas dibre.

----------------

Şerê jiyanê şerê herî zore

Rast jiyankirin şerê herî mezin û herî raste. Ji ber wê biryara şerê jiyana azad dayîn gelek girînge. Bi vî rengî jî biryardayîn dibe gava herî têkûz a azadiyê. Em hertim dibêjin; azadî ji biryardayînê destpêdike. Ji xwe rêya ku mirovan dibe xwebûnê, ya ku mirovan bi vîn dike, vedigerîne cewherê rasteqîn ê jiyana azad biryardayîna raste. Ger te rast biryar da tuyê rast bijî. Ger te rast biryar da di oxira wê de şerên mezin jî pêwîstbin tuyê karibî şer bikî û siberojên serkeftinê, siberojên azad jî bibînî. Serkeftina herî mezin a ku ez dikarim pêkbînim, hevdîtina azad a di zîrweyan de ye. Tevî vî şerê mezin heger herkes li ser lingê xwe di wan zîrwan de karibe hevdîtina azad pêk bîne, ev tê wateya ku evînên mezin hatine zayîn.

Di vî şerê dijwar de, di jiyanê de, di qada rêxistinî, îdeolojîk û leşkerî de rolê jinê pir diyarkere. Ji ber jina azad îfadeya welatê azade. Zagonên şer pîrozin, tekoşîn her tim pîroze. Kes nikare bi vê bileyîze. Kesayeta şoreşger kesayeta ku xwe terbiye kiriye. Yên ku bi terbiye nêz dibin kesên ku cewherê disiplînê di xwe de ava kiriye. Ji ber heger disiplîn nebe, ti tevgereke artêşê nikare pêş bikeve. Ev jî bingehê xwe ji karkirina bi mirovan re digre. Ji ber wê bi însanek re karkirin tê wateya hêzdayîneke bê dawî. Bi însan re karkirin ji bombeya atomê re karkirin zor û zehmetire.

Bi qasî ku bi xwezayê re bûna yek çavkaniya hestên mezine, bi însanan re karkirin çavkaniya hemû hestên civakî ye. Jiyankirina herî bedew, bi însanên zana, rast, xweşik û serkeftî re jiyankirine. Mirovên ku heya dawî soza ku dane gelê xwe bi serkeftî bicih tînin. Ji ber bîranîna herî mezin, dildariya herî mezin bi vîna gel re bûna yeke, karên gel saxlem dana meşandine.

---------------------------

Tarzê şaş dide kuştin, dihêle mirov vala bijî

Watedayîn, famkirin nîvê serkeftinê ye. Yên ku hêza xwe ya cewherîn nikarin bilêv bikin, yên ku nikarin xwe jiyanî bikin nikarin rast bijîn. Her milek ji jiyana wan kêm dimîne. Ev jî bi tarzê mirov yê şerkirin, jiyankirin û tekoşînkirinê re girêdayî ye. Yên ku di mijara armanca xwe de, di mijara şerê xwe de dudilî jiyan bikin neçarî binkeftinê ne. neçarî jiyaneke erzan û ji rêzê ne. gelek kes dibêjin ku em çima ewqas şehîd didin, çima ewqas bedel. Lê em baş dizanin ku ger ev bedel nebana niha yek ji me jî li vir nedibû. Wê niha tekoşîna me jî bi dawî biba. Lê ev fedekariyên mezin ên tên jiyîn, qehremanî û wêrekiya hevalên me yên şehîd, rojên bi vî rengî watedar ji bo me avakirin. Ji ber wê em dibêjin ku ewqas şehîd ne veqetîn, ruhê yekbûn û hêzbûnê îfade dike... Rûmetiya zindanê, rûmetiya mirovahiyê ye. Em jî niha di şopa van hevrêyên xwe de dimeşin. Ev hevrêyên me yên ku jiyan bi coşeke mezin hembêz kirin û em mîrateyeke berxwedanê ji bo me hiştin. Qehremaniya herî mezin di nirxên rêxistinî de pijandin e. Ev jî mezinbûna îradê îfade dike. Mezinbûna îradê, mezinbûna baweriyê ye. mezinbûna îradê fermandarên mezin diafirîne.

---------------

Serokatî kombûna hest û bêrîkirina we hemiyan e

Nirxa herî pîroz erke. Jiyana herî hêja jî li gor erkê jiyankirine. Tişta hê bi rûmetir li gorê tarzê serkeftinê jiyankirine. Şer û şoreşa di welat de bi xwe erka herî mezine, serkeftina wê nirxa herî bilinde û me jî xwe di vê de kilît kiriye. Me li gorî vî barê giran biha soza xwe daye û em ketine rê… Ji ber wê jî em dest bi jiyaneke herî bi nirx dikin.

Serokatî kombûna bêrîkirin û hestên herî bi rûmete. Soza rast, bi qasî pêkanînê bi nirxe. Di PKK’ê de nûbûn bi dawî nabin û her gavek jî destpêkirineke nû îfade dike… Soza herî mezin jî soza hevaltiyê ye. Rûmeta herî mezin li gorê pêdiviyên hevaltiyê jiyankirine. Çalakiya me; çalakiya mirovên xurtbûyî ye; çalakiya mirovên yekgirtî ye, çalakiya mirovên rêxistinbûyî ye. Mirovên herî binirx mirovên ku girêdanê di navbera soz û rastiyê de ava dike. Bi vî rengî em mirinê veduguherînin jiyanê, em mirinê nemir dikin. Bi vî rengî jî Ev bi qasî stranekê hêjayî guhdarkirin û jiyankirinê ye.

Kategori: Reber APO