Tirkî  |  Erebî

REBER APO ADAR 

Berî her tiştî di 8’ê Adarê de xala ku tevgerên jinên cîhanê tê de bigihîjin hev divê çi be? Di heman demê li 8’ê Adarê ji bo jinên Kurdistanî hûn çawa dinêrin dikin? Tevgera jinên ku we ava kiriye girêdana wê bi 8’ê Adarê re hûn çawa dinirxînin?

Ez berî her tiştî, tenê 8’ê Adarê weke roja jinên cîhanê be, rast nabînim. Hemû rojên bi jin, bi jinên azad re di jiyanê de mercekî ku tu car dev jê nayê berdan e. Lê ev rastiya 8 ê Adarê jî pir vekirî dide nîşandan ku di jiyanê de, jin tune ye. Nêzîkatiyên tenê di vê rojê de weke nirxekê bibîranîn, asta kûrahiya koletiya jinê dide xuyakirin. Ji bo min, qada xebateke her ku diçe li serê dihizirim e. Ji şer cuda nabînim. Heta mîna di hemû şoreşan de, mijara bingehîn ku divê şoreşên roja me û nemaze şoreşa Kurdistanî bi ser bixin;  karê dahûrandina jiyana li der û dora jinê ye. Em ji pirsgirêkên herê berfireh ên şer bigirin û ji aştiyê heya ku bingehek pêşxistina azadiyê di navenda her karî de cih digire.

Hişmendiya ku li derdorê jinê, hatiye hûnandin, heta ku bi rastiya bîrdozî, rêxistin, çewsandin û mêtingerî ve neyê destgirtin, heta ku çareserî li ser vê bingehê neyê kûrkirin; her weha şer û şoreş ji jinê qut girtina dest, ne gengaze ku şer tam bibe şerê azadiyê. Aştiya ku paşê bê jî ne gengaze ku bibe aştiyeke rast. Mercên vê yên bingeh û yên pir esas, verişandina têkiliyên dafikên li derdorê jinê ne. Em ji malbatan bigrin, heya exlaq, felsefe û jiyana olan, her hemû di vê mijarê de çi dibêjin? Ji vana wêdetir çi pêkanîne û çi dihizirin? Wan bixwe jiyanek çawa avakirine, çareseriya vana hemûya jiyanî ye. Li ser şoreşa Kurdistanê her ku diponijim, ez hê bi baldarî nêzîkê vê pirsgirêkê bûm. Ez dixwazim vê jî bibêjim, çareseriya vê jî wa ji şer qut nahizirim. Ji bo pêşxistina şer û li ser wateya wê ya rast, ji bo pêşve çûyinê, ez vê pirsgirêkê di girtina dest de pêwîstiyek ji dil dibînim. Ji bo vê jî têgotin, şoreş û jiyan bê jin nabe, ev rastiyek e. Lê di roja me de rewşa ku têdeye û ya din jî dibin statuya ku heye de, jiyana bi zilam re, jiyana bi jinê re, ez hê jî di warê pejirandinê de zahmetiyên ku dikşînim rengeke yê jiyanê ye. Ez bêjim min şoreşa xwe, bi armanca rêbazê vê jiyanê bidim guhertin pêşxistiye, dibe ku rastiyeke bi rengekî hê baldartir ez tînime ziman be. Weke elimandinekê pirsa “8’ê Adarê, ji bo roja jinên cîhanê tê çi watê’’ bê kirin; bersiva ku jê re bê dayîn, kûratiya koledariyêke libîranîn û bibîranîn e. Heya tê wateya ku pir sembolîk û hinekî jî li gorî min girîngiyeke ne ji dil jê re raber kirine. Çima tenê rojek dibe roja jinan? Hebûneke jiyanê ya ku dev jê nayê berdan, çima tenê rojekê nîrxdariya wê tê bibîranîn? Weke roja dayika jî rojek jê re tê diyarî kirin. Li gor min, ev îfadeya nedilsoziyê ye, divê ev bên derbaskirin. Divê hemû rojan weke roja 8’ê Adarê bê destgirtin û bê pêşxistin.

Di milê Kurdîstanê de têştên ku zêde ji bo vê rojê em bibêjin tuneye. Şoreşa bi jinê re em di nava hewldaneke mezin de didomînin. Ji wateya gelemperî ya 8’ê Adarê, hê girîntir derbaz dibe. Heya kar, li gel me wa lê hatiye ku heke jinek yan jî zilamek di vê mijarê de nebe xwediyê pêngavek, ez texmîn nakim ku mafê jiyanê bibînin. Tenê ne ji bo gelê Kudistanê, ji bo asta navnetewî hêzên ku dixwazin helwest bidin xuyakirin, bi nemaze jin dixwaze vê pêvajoyê fêhm bike. Ez bawerim ku bi van nîqaşên me re ez ê vê hinekî vekim. Ez bi hêvî me ku di pêvajoya pêş me de hê zêdetir giringiyekê bidime civînên jina. Karê ku dikeve para min, ji bo pêkanînê weke deyneke dibînim. Bi taybet jî li ba me her dem pêdiviyeke ku em şehîdan bibîr bînin heye. Çi yên xwe kirin bombe û taqandin, bi vî awayî eslê mirov xwe dighîne çalekiyên herê cidî ve, kesên xwediyê çalekiyên azad, çi jî yên xwe şewitandin, bi vî rengî xwestin xwe paqij bikin; eslê jinê, erkên ku dane pêş me di kesayeta van şehîdan de bicîhanîn ji bo min deynek e. Bi sedema vê rojê jî wê bi taybet diyarkirina min  a vana di cî de be.

        

We di axaftinê xwe de da diyarkirin ku Rêbertiya PKK’ê û PKK, taybet nêrandinên we yên di derbarê pirsgirêka jinê de bala jinên her çar hêlên cîhanê dikşîne. A niha asta nîqaşên xwe û bi nêzîkatiyên xwe ve hûn ketine rewşeke navenda eleqebûnê. Di dinava tevgera we de, ji derveyî jinên Kurd, ji netewên din jî gelek tevlêbûn hene. Di derbarê têgihiştin û fêmkirinê de gelek daxwaz hene. Çima herê zêde jin xwe nêzî we hîs dike, hûn vê çawa dinirxînin?

Ez wa bawerim ku eleqeya jinê her ku biçe wê hê behtir pêş bikeve. Bîrdoziya desthilatiya zilam,  bandora xwe ya ku li jiyanê dike, pirsgirêka jinê hê girantir kiriye. Bi taybet jî ji şoreşên sedsalên 20’an ve yên di demên dawî de di milên jinê de rê li ber hinek pêşveçûna vekiribin jî lê tam çareseriyek pêk ne anîne. Heta li van welatên ku sosyalîzma pêkhatî lê fermî jî bûye, vana nekirin malê şoreşa jinê, pîvanên jiyana giştî, mirovên herê ku digot ezim, bi kesayetên weke Rêberên sosyalîstan re jî xwe didomîne, ev pir vekirî û li holê ye. Heke ez qala xwe bikim, ez vêya hinekî hîn cuda digrim dest, vê pirsgirêkê hîn kûr û di berfirehiya gerdûnî de destgirtina min raste. Ez li vê derê tenê pêdiviyên şoreşa rizgariya netew bigirim ber çav, dahûrîneke jinan nakim. Heta ku ji bo guncawbûna rojê em xelas bikin “nîvê nufûsê ne, bê wan şoreş nabe” ez ne di nava feraseteke weha teng de me. Ez hê bibingeh tevdigerim. Ji bo min ev weke felsefe û xebateke bi coşe. Ji bo ku ez feraseta xwe ya sosyalîst ava bikim, pêwîste ez vêya çareser bikim. Weke keseyateke zilam, hê jî ez di nava lêgerînê de me.  Jiyana bi jinê re divê çawa be, jiyana giştî wê çawa be, dema me ev  pirs dikir, jiyan bi jinê re wê çawa be,  ev pirsa ji bo ez hê jî pêwîstî dibînim ku li serê bihizirim. Di vê mijarê de ez vekirî bidim diyarkirin ku ez xwe navêjim pişta tu darîzînên kevneşopî û nirxên exlaqî, ez bawerim ku ji nêzîkatiyên milên cînseltî bigre, bi jinê re di her warê jiyanê de parkirin, polîtîka û heta xebatên leşkerî parkirinê, pirsgirêk hene. Pêwîstî û giringiyê didim van nîqaşan. Tenê bi sînorên nîqaşan ve mayîn na, evana bi rêbazên hîn cudatir ve bi çareseriyên şoreşgerî ve birin hê zêdetir min eleqedar dikir. Ez van weha dinirxînim, karên herî pêwîstin û yên bingehînin ku sosyalîzma demê pêk bîne. Di sosyalizma pêkhatî de hat îspatkirin ku tenê tekoşîna çînî têr nake. Di roja me de pirsgirêkên hawirdor herku diçe mezin dibin, eperyalîzma kapîtalist xwezayê ser û binê hev kiriye û aniye rewşek ku nayê jiyankirin, ji bo vê, şoreşa sosyalîst çawa ku pêwîstî bi çareseriyeke bingehîn hebe, ji bo jinê hê zêdetir pêwîste. Ev pirsgirêk bi her aliyên jiyanê re têkildare, pir dervî nêzîkatiyên kevneşopiya ne. Em ji girtina bîrdozî bigrin, heya ku bihevrebûnên pêkhatî, heta zewacê jî divê bê lêpirsînkirin, ez wa bawerim ku di her warî de pêwîstî bi nêzîkatiyên nû hene. Heke bala xwe bidinê, nêzîkatiyên min yên di vî milî de pir gerdûnî ye. Tenê di derbarê girseya jinê û netew de nîne. Di vî milî de li qada navnetewî jî eleqeyek pêş dikeve. Fersendeke sosyalîst di vî milî de pêş bikeve, bêguman wê hê zêdetirîn jin bên rojevkirin. Pirsgirêka jinê ne tenê di milê cînseltî de û ne jî di milê rêxistinê de, di her warê civakî de bi rengekî  “divê çawa be” bê lêpirsînkirin. Her ku bersiv pêş bikeve, wê bê dîtin ku di esas de şer û aştî pirsgirêka jinê ye. Heya ku vîna jinê, keseyeta jinê nekeve rojevê, tenê bi çareseriyên hişmendiya zilamên desthilat ve wê bê têgihîştin ku ne şer û ne jî aştî wê, bi tena serê xwe çareser nebe. Her weha di şoreşên ku li demên pêş me de ne û piştî şerê salên 21. de pêvajoyê aştiyên ku li dû wan bên, ji bo ku bê tendûrîstîkirin; divê em şoreşa jinê bidin kûrkirin. Ez texmîn dikim ku sedemên esasî jî ev in.

 

Hûn dema pirsgirêka jinê digrin dest, di pêşxistina tevgera jinê de, di mijara azadiyê de hinek xalên wê yê diyar dema we datanî holê, we di kesayeta jinê de çi dît? Di azadiya jinê de çi heye?

      Ez, berî her tiştî di kesayeta jinê de xeterî dibînim. Ji dema ku min xwe naskir, ji dayika xwe hesap xwestinê em bigrin, bi keçên weka we re mijulbûn, heya ku ji hev hesap xwestinê, weke di ferqa kûrayiya xeteriya wê de bûyîn, taybetmendiyeke weha ji bo min bi bandor e. Her du zayend bi hev re nebin, bi tena serê xwe nabin. Lê rewşek weha bi gelemperî heye ku ev têkilî zêde nade qezenckirin. Ji ber ku ev têkilî rast nayê dahûrînkirin, weke xeteriyekê li her milê jiyanê gefan dike. Ez her dem di nava vê taya dil de bûm û vê taya dil min ber bi hêza dahûrbûneke pir kûr ve dibe. Di destpêkê de bi rêka hîsa “ez dibêjim ku di van têkiliyan de nexweşiyek heye, pêwîste ev têkilî weha nebin.” Weke hûn baş dizanin, li gundan bi perê qelen ve keçên nêzîkên min ên ku min ji wan hez dikir û min dixwest bi wan re bim, ji nişka ve ji holê wendakirina wan, ji min re weke wendayiyek dihat.” Ez dibêjim di vî karî de xwezayî tuneye. Dema ez li dû hemû pergalê dinêrim, min dît ku yên hêza wî ya pere hebe, yê hêza wî ya çewsandinê hebe, di rastiyê de ji zû ve jin kiriye. Min ferq kir ku li gor rêgezên wê yên azadiyê, li gor rêgezên wê yên bedewiyê, ji têkiliyên wê tu tişt namînin, tenê di asta xeyala de maye. Di helbest, wêje, wêne, sînema û dikanande, her çiqas senaryoya çêkin jî, di dahûrînên dawî de min dît ku evana ji bo efyonkirina girseyan tên bikaranîn. Ya bingehîn di mijara jinê de biçewsandin û mêtingerî ve mijarên herê hovane pêktîne, berê her tiştî, min kuştina evînê dît. Ev weku min heya ber bi tolhildanê ve bir. Evîn têgîneke pîroz e. Qetilkirina evînê, ji bo min wisa hêsan hêsan nayê pejirandin, hestek û hizrek e. Ez di vê mijarê de, wekî her kesê kir neketim nava ezezitiyê. Bi nêzîkatiyên kevneşopî ve min nexwest xwe çareser bikim. Bi komkirina hinek hêz ve mînak îro bi nav û dengê xwe ve xwedî kesayet im. Min nexwest pişta xwe bidim van û vê pirsgirêkê çareser bikim. Min nexwest ji bo tatmîna cînseltiya xwe bi piştgiriya hêza xwe ve çareser bikim û ev ne rast e. Ev ji bo min hinekî bê exlaqî hat. Ji dilbûnê bê par, ji vîna zada bê par, bi hêzê ve girêdayî, bi destpêkirina min re her ku xeteriyên ku min di xwe de didîtin, ji bo ku ez xwe wenda nekim, min girîngiyeke mezin nîşanda. Ev di heman demê de, vê xeteriyê jî bi xwe re tîne; dema ku hêz pêş dikeve, pêkanîna destpêkê li ser mirovan sitatuyekê pêş dixîne. Sitatû çi ye? Ya xwe wek kesayeteke, arîşeyî (manevî) bi propagandayên taybet ve bi çareseriyên xwe ve dike û dide pejirandin, yan jî bi rêbazên çewsandinê û mêtingeriya jî tevlî dike, mirovan lewaz dike û dixwaze bi xwe ve girêdê. Hêza ku bi zilam re kom dibe di pêvajoya pêşketinê de weha ye. Ev bi jinê re hê bi xeteriyên pir cuda ve mezin dibe. Dema bi zilam re bi vî rengî hêza çewsandin û mêtingeriyê di keseyata xwe de dihizrînîn, bi rengekî pir bi xeterî weke mal nêzîk dibin, mixabin nêzîkatiyên wisa ji jinê re pir bê hevseng in. Asta ku anîne di bingeh de felakete. Ji bo dîlgirtina jinê, heta dawî dide ber lêkolînê, di rengek lêkolîna metabûnê de ye. Ji bo ku nefsa xwe têr bike, heta dawî jinê bê hêz dike, bê vîn dike, weke tîne rewşekî bê giyanî. Wê tîne rewşa kûçika hewşê ya begê xwe. Ji bo ku pê nefsa xwe têr dike, bi vê jî şanaz dibe. Hema di hemû pêşketinên çivakên çînî de rewş wisa ye. Her ku civakên çînî pêş ketin, bi giranî hêz li gel zilam berhev dibû. Dema hêz li gel zilam kom dibû, rê li ber wendakirina hêza jinê vedikir, wendayiyeke pir mezin derdixist holê. Em viya hinekî din jî vekin. Weke ku tê zanîn, li Rojhelata Navîn bi kevneşopiyên olî ve nemaze bi xelasibûna komînên kilana ve ez texmîn dikim ku di dirokê de ya herê zêde pêktîne Mezapotamya ye. Hêza jinê ji heyama berhevkirinê, heya hilberînê bê nîqaş e. Berî her tiştî, di olan de îfadeya xwe ya xwedawendiyê dîtibû. Heta niha jî xwedî navakî pir bibandor e. “Îştar” bi kurdî tê wateya “Stêrk.” Di Erebî de jî heye, di hemû zimanan de heye. Di roja me de “Stêrk, Star” jinên xwedawend dide îfadekirin.

Di rastayiyê de ev xwedawend xwedî erkeke dîrokî ne; yekem car avakerên civakên ku bi cî dibin in. Divê bê pejirandin ku cara yekem ji avakirina civakê gundan bigre, di heyamên herê girîng de şoreşên ku bûn komcivak, bi hevsengiyeke mezin ve li derdora çalekbûna jinê pêş ketiye. Saloxdayîna xwedawenda Îştarê, her hal ewqasa mirov dikare qal bike. Civaka jinê, weha ye ku di pêvajoya avahiyên xwe yên cara yekê de mezinahiyê temsîl dikin. Pêvajoya piştî wê, pêvajoyên derbasbûna civaka çînî ye. Derbasbûna civaka çînî, di bingeh de derbasbûna desthilatiya zilam e. Pêşveçûnên di bin desthilatiya zilam de ewqas bê sînor e ku piştî demek xwedayên wan hemû zilam in; di bingeh de ti xwedawendên jin nemîne. Pir kêm çendek jin hebin jî ew jî jinên kurmêrin. Hemû birokrat û hemû fermandar ji %90 û neh zilam in. Di vê de waye dide xuyakirin ku ev ji serweriyek pir bê hevsengî ye.

     Bêguman girêdana xwe bi çînîbûnê re heye. Bê gotin tenê rastayiya pêşketina mirovahiyê ye, wê zêde werimandî bibe. Yanî, “bê gotin ku heke zilam serwer nebe, jiyan nabe’’ bi serê xwe tê gotina esasgirtina hişmendiya çewsandin û mêtingeriyê.

     Ez weha dihizirim ku sosyalîzim bi vê re girêdayî, heta divê li hemberî rawestê. Weke ku tê dîtin di rêbaza fikra me de û ji ber vê jî di rêbazê jiyana me de azadî heye. Heke em di sosyalîzmê de bi israr bin, divê em têbigihên ku di ser û binê dîroka şaristaniyê de di mijara pêşxistina jinê ji hêzxistinê de,  weha ne xwezayî ye. Ev girêdana xwe bi pêşveçûna civak û bi pêşveçûna çînan ve heye. Em dibînin ku di roja me de bûye çavkaniya qada pirsgirêkan. Her ku em vana çareser bikin, dibe ku şoreş mezin bibe. Ez, di wê baweriyê deme ku di vê wateyê de zilam zêde bi zilamtiya xwe ve, jin jî zêde bi pîrekbûna xwe ve, pêwîst e ev bêhevsengiya di navberê de bê rakirin. Ez li ser vê mijarê pir dihizirîm. Ji bo min pirsa zilam bibe zilamek çawa, jin bibe jineke çawa, pirsek bi şewat e. Ji ber ku dîrok pêwîstî dibîne ku vê pirsê bi me bide pirsandin. Heman demê li Kurdistanê nemaze rewşa ketina zilam, hê zêde min ber bi vê pirsgirêkê ve kişand. Bi gelemperî hinek dixwazin gelê Kurd li dijî me xelet bikar bînin. Min got ku gelek kirin pîrek, wateya vê ev bû. Di giştî dîrokê de, ji ber ku êrîşên dagirkeran, talankeran ji ser serê gelê me kêm nebûye, -ji her dagirkerî ji her zordarî û ji her desthilatî re ku ev hinek jî dişibe zilamê desthilat, gelê girêdayî. Di vê wateyê de min got, “şibandina jina kolekirî ye” ev jî bi wate ye. Di vê de erka zilamên Kurd çi ye? Dema ez derbasî pirsê dibim, min dît ku rewşa erka wan pir dilbişewat e. Di wateya kevneşopî de min dît ku weha naşibin zilamên netewên dîtir, pir cuda hinek milên wan î din hene.

Zilamê di bin bandora pergala çewisandinê de ne hemû êşa wê ji zarok û jinê derdixînin. Pir bi sosrete ku hemû çavkaniyên hezkirina xwe jî dixwaze ji vir bibîne. Yan hem lê dixe hem jî hez dike. Hem hez dike, hem jî hêsrên çavan dirijîne. Kesayeteke pir bi nakok e! Dixwaze hez bike dikuje. Di rêbaza hezkirinê de kuştin heye. Ji bo zarokên xwe jî weha ye. Min dît ku ev zilam pir bêçare ye. Her ku min dît bê çare ye, herê kêm bi qasî dahûrîna jinê, ji min re girîng xuya kir. A niha di bingeh de pirsgirêk ji pirsgirêka jinê zidetire, weke çareseriya pirsgirêka zilam girtina dest, giringiyeke mizin hildigre.

Di gelek birdoziyan de ev pirsgirêk wisa dananîne holê. Bi gelemperî piranî bîrdozî ji ber ku bi desthilatiya zilamin, zêde pêdivî bi çareseriyê nabînin. Nabe xwedî kesayetek kûr û sosyalîst. Zilam nêrînên ku di derbarê desthilatiyê de xeteriyek be, zêde cî nadê, zêde naxwaze bibe mijara rexneyan. Ev rewş, bi zilam re weke nêzîkatî bicewher bûye. Rewşa min hinek cuda ye. Ji ber ku min ji zilamê kevneperest qutbûnek mezin da avakirin, ji ber vê ez zilam bi wêrekî rexne dikim û wana digrim nava çareseriyê. Bêguman ev xweseriyek e. Min ji zû ve jin jî di milê kevneşopiya de hem ji zilam qut kir, hem jî ji ber ku min di azadkirinê de mesafeyeke girîng girtiye, di mijarê de jî nêzîkatiyek hinek azadbûyî ye. Ez di çarçoveyeke pir çalak de digrim dest û li ser pêşxistina hinek têgehên nû dixebitim. Em ji “Kuştuna Zilam” bigirin, di heman rengî de “ji nû ve avakirina jinê” û “kuştina pîrekbûyînê’’ têgehên weha bala min dikişîne. Ez tenê di asta wateya têgehan de na, di nava hewldanên weke artêşbûyîna jinê de me. Li hember van pêşketinan pir şaşbûn û heta rê li ber bertekên mezin vekir. Bêguman ev berhemê ferasetên pir kûrin. Cihê wan bixwe xwe hebin jî lê di esas de ji bo ku karibin bibin bersiva van hemû rexneyan, ji bo rêbazê bingeha jiyana nû; pêngaveke li ser esasên bingeha wekhevî û azadiyê avakirin şert e. Her ku diçe plan û bername li ser vê bingehê tê pêşxistin. Ji xwe ber bi civaka nû ve ketina rê, divê her kes bizanibe, li vê derê planeke berfireh tê xwestin ku derbasî jiyanê bibe. Bi taybet divê çêkera me vê bizanibe.

 Welê xuyaye ku ev ji bo min hem pir girîng e, hem jî pir karên ku em bikin, wê nemîne piştî şoreşê, di serî de çareserkirine. Di vê de weke xeletiyek dîrokî nekirin, weke ferasetek gelek bibandor e. Di demên berê de digotin; ‘”pirsgirêkên netewan wê piştî sosyalîzmê bêne çareserkirin’’ne welê ye! Dîsa “pirsgirêka jinê, wê piştî sosyalîzmê’’ ne welê ye! Niha, weke rojane, heta ku ji neçareseriyê re rê neyê girtin, ne şoreşa sosyalist dibe, ne jî netew rizgar dibin, ne jî zayend rizgar dibin.  

Heypeyvîna ku MED TV bi Rêber APO re li ser 8’ê Adarê li darxistiye.

 

 

Kategori: Reber APO