Tirkî  |  Erebî

 REBER APO CILEE

Gotinek ku ez pir caran bikar tînim jî Kuştina Zilame. Kuştina zilam, kuştina rewşa zilamê li hemberî jin ji zalimekî, destpotekî, kedxwarekî wêdetir nîne ye. Divê hemû zilam bi taybet zilamê nav me vê bizanibin.

Ezê çi bikim ji van zilamên ku li hemberî jinê di vê rewşê de ne? Ji xwe ev zilamtî, zilamtiya ku tiştek ji dest nayê ye. Ne dikare şerekî rast bide, ne jî taktîkan rast derbasî jiyanê bike. Eşkereye ku di keça Kurd û Jina Kurd ya di zanebûna vêdeye, ev zilamtî wateya xwe nabîne. 

Bi qasî pirsa zilamekî çawa, pirsa jinek çawa jî ji bo min pirsek bi şewate. Jiber dîrok, me hewceyî pirskirina vê pirsê dike. Di heman demê de di Kurdîstanê de rewşa zilamê ku hatiye xistin min hîn zêde nêzî vê pirsgirêkê dike. Min gotibû gelê Kurd hatiye pîrek kirin. Hinek dixwazin vê li dijberî me bikar bînin. Lê wateya wê ev bû; ji ber di hemû demên dîrokê de şer û dagirî ji ser serê gelê me kêm nebûn, gelekî me ku bi her zorbe, despot, dagirkîre hatiye girêdan heye. Di vê wateyê de min şiband jina kole û ev biwateye jî.

Dema ez divir de derbasî pirsa ‘rista zilamê Kurd çiye’ dibim, rewşa zilamê Kurd ya bidilşewat dibînim. Di wateya klasîk de rewşa vî zilamî naşibe rewşa zilamên netewên din. Min dît ku gelek aliyên cuda hene. Zilamê dibin bandorên sîstema desthilat de hemû tola xwe ji jinan û zarokan digire. Cardin ecêbe, dixwaze hemû çavkaniya heskirina xwe jî divir de bibîne. Yanî hem hez dike, hem lê dide, hem jî rondikan dibarîne. Kesayetek bi nakok! Dixwaze hez bike, dikuje, di terzê hezkirinê de kuştin heye. Ji bo zarokên xwe jî wiha ye. Min ev zilam gelek neçar dît. Her ku min neçar dît, di derbarê vê zilamtiyê de dahûrîn pêşxistin hema bi qasî dahûrîna jinê girîng bû. Ya rastî ev pirsgirêk ji pirsgirêka jinê zêdetir weke pirsgirêka zilam girtina dest girînge. Ev di gelek bîrdoziyande wiha derneketiye holê. Ji ber bîrdozî bi desthilatdariya zilam hatine amadekirin, pêwîstiya dahûrîna zilam zêde nabînin. Ger kesayetek pir zêde sosyalîst nebe, zilam zêde cih nade fikrên sosyalîst ku îktîdara wî bikeve nav tehlûkê. Xwe zêde nake mijara rexneyan. Ev rewş nêzîkatiyek ku bi kesayeta zilam re hatiye yek kirinêye.

Rewşa min hinek cudaye. Ji ber ji zilamtiya klasîk di asta pêş de qut bûm bi wêrekî dikarim zilam rexne bikim û dahûrînim. Bêgûman ev xweseriyeke. Min jin jî di aliyên klasîk de ji zilam qut kir û di azadiyê de mesafeyek girîng girt. Ji ber vê di van nêzîkatiyên xwe de gelek azadim. Pirsgirêkê di çarçoveyên dînamîk de digirim dest û hewil didim hinek têgehên nû pêş bixim. Ji kuştina zilam bi dest bigirin heya ji nû ve avakirina jinê, kuştina pîrektiyê, ev têgeh gelek bala min dikişînin. Ne tenê di asta têgehan de, em di nav hewildana avakirina artêşbûna jinan de ne. Ev pêşketinên ku gelek kes matmayî dihêlin heta hinek didin hêrskirinê jî. Bêgûman ev berhemên famkirinên gelek kûrin. Jiberxwede her çiqasî cihê wan hebe jî, di bingeh de weke bersiva van rexneyan hemûyan terzê jiyana nû tê avakirin û bingehê wê tê pêşxistin. Her ku dem derbas dibe plan û bername li gor vê pêş dikevin. Her wiha berbi civakbûna nûde em rê digirin. Di vê derê de planên pêşketîtir tên xwestin. Bi taybet divê kadroyên me vê bizanibin. Ev hem pir girînge hem jî gelek karên ku emê bikin ne piştî şoreşê di destpêka wê de divê werin çareserkirin. Di vê mijarê de nekirina şaşiyek dîrokî gelek girînge. Berê ev dihat gotin; ‘pirsgirêka netewî, pirsgirêka jinê piştî sosyalîzmê tê çareserkirin’. Lê ne wiha ye. Ev pirsgirêk kêlî bi kêlî, rojane ji çareseriyê re neyên vekirin ne şoreşa sosyalîst dibe, ne netew rizgar dibin, ne jî cîns rizgar dibe.

Van dipirsim an jî ji bo çareseriyê dixwazim van pêşbixim: li gor çavkaniya sîstemê jin û zilamên bi sedsalan hatine avakirin kuştin! Lê ez vê di wateya fîzîkî de nabêjim. Asta moral, asta hest, asta têkiliyan, her çiqasî bi qanûna hatibin sazkirin jî hemû derveyî rewabûnê îlan kirin? Ne jin ne jî zilamek wiha dibe. Bawerim ku divê ev karê min ê yekeme. Ji bo hîn baştir were famkirin, tevgera hevberdana giştî pêşxistinê dixwazim pêşbixim. Kes ji vê encamên şaş dernexin. Cardin kes vê bi niyetxerabî dest negire. Ji bo zewacên heyî –hem yên li pêşberî qanûna hatine kirin, hem jî mehra meleyan- rêzdariya min heye. Ez nabêjim van bihevrebûnan belavbikin û hilweşînin. Lê ger ev zewac weke êşkencê bin, mafê herkesî ya belavkirina van heye. Yanî weke kuştina zewacê nêzîkatiyeke min teng nîne. Di têgihiştînê de ez behsa tevgera hevberdanê dikim. Heta kesên zewicî û kesên destgirtî divê di serî de berdana wan zanînên xwe klasîk pêk bînin. Di cewher de guhertin çêkirin û di vê wateyê de çêkirina tevgera hevberdanê ji min re gelek balkêş tê. Ji bo herkes bikaribe kêm zêde ji şoreşê nesîbê xwe bigire divê vê bike. Ya yekem eve.

Ya duyemîn pêkanîna van tê wateya kuştina zilamtî û jintiya klasîk. Ev çiye? Ev dibe rizgariya zilam ya ji taybetmendiyên xwe zilam hesibandina li ser cîns û cînseltiyê û xeyalên li ser vê avakirinê. Tê wateya rizgariya ji daraziyên ehlaqî yên kevneperest –heta ez nabejim bi aqilane- rizgariya ji bê aqilbûnê. Kuştina zilam eve. Yanî di cihekî de ji bo avakirina jiyana nû divê hinek tişt werin kuştin. Ji bo jinê ev rastî hîn zêde derbasdare. Bi jintya heyî ti tişt nayê rizgarkirin. Heta li gor min jin, kesa ku divê herî zêde jin û zilamtiya heyî derbas bike bixwe ye. Ji belayê zêdetir ti nirxeke wan ku bi ser me de bibarînin tine ye. Ev her tiştî bê wate û bêhêz dikin. Jintî li ser wan bûye bela, veguheriye êşkenceya mezin. Jintiya ku pêşkêşî zilam dike, zilam jî berbi felaketê ve dibe. Di wateya qebe de ev tenê dibe berdewamiya cînsê xwe. 

Wek civak di rastiya me de, gelo ev berdewamiya cînse an jî tinekirine cînse, wiha bidest girtin gelek girînge. Di asta netewî de berdewamiya nijada xwe, lê di asta welat de bêwelatbûn heye. Di vir de ne hewceye ku behsa asta azadiyê jî were kirin. Heger ev bi awayeke rastî werin dîtin wê were famkirin ku pêwîstiya emeliyatên giran yên aliyê birînên mey giran hene. Divê perçe perçe ev alî werin jêkirin. Li gor min wê aliyên me yên zindî bimînin. Aliyên zindî, aliyên ku werin afirandinê hene. Ji xwe ez li ser van jî gelek fikirîm. Min dixwest ku herkes bi min re kûrbûna fikir pêk bîne. Ev li gor min girînge. Ev ji aliyê fikir heya aliyên estetîk, ji aliyên leşkerî heya aliyên sportîf çalekiyek ku bi giştî were destgirtinê ye û ji min re gelek baldar tê.     

Jinên di nava refê me de wiha bidest digirim. Banga ji zilaman re jî li ser bingeha vê nûbûnê ye. Ji şêwe dayîna fîzîkî em bigirin,  heya terzê axaftinê her ku diçe, divê çawa bi tevbigere li ser hemûyan kûr dibim û mudaxale dikim. Ev qet ne şerme. Li vir ji şermiyê wêdetir, divê wêrekiyek mezin hebe. Pêwîstiya bi cih anîna erka jêneger heye. Ne erke jî, rewşa avakirina jiyana nû li pêşberî me rawestiya ye.

Dema jin dibe mijara gotinê, nêzîkatiya zilamê klasîk ji sedî 99.9 dibêje ‘hestên min, nêrînên min, namûsa min’.  ‘Divê ya min be, ya min be’. Ev felsefe gelek bi tehlûkeye. Ji ber jina ji sedî 99 û 9 yatebe, wê kêrî kîjan karê civakê bê? Di mijara welatparêziyê de çi bike? Di kesayeta jinê de tiştekî bi navê welatparêzî, azadî, rêxistin, şer heta aborî û jiyana civakî nehatiye hiştin. We jin girtiye nava destên xwe, wek lîmonê guvaştiye an jî wek vexwarinê hûn hertim vedixwun. Bi rastî jî jin wiha ye. Ti tiştekî wê ku bikaribe bide civakê nemaye. Tiştekî zilam jî ku bikaribe bide nemaye. Carê cinnet derbaskirina zilamên me, yek bi yek kuştina jinan ji ber vê felsefeya dide kuştinê ye. Balê bidinê, hemû evîndar û hozanên me herî zêde xwedî qerekterên kuştina evîna xwe ne. Ev rastiyek bi êşe. Ji ber têgihiştina felsefî di wir de mezinkirin û bihêzkirina jinê tine ye. Tinekirin heye, vê tinebûnê piştre bi awayeke sembolîk bi xencerê dawî dike.

Tedbîrên me girtine herî kêm pêşiya vê digirin. Ev girînge. Di nav refê me de heya radeya dawiyê jin derfetan qezenc dikin. Sedema baldariya herî girîng jî eve. Lê ev ji bom e gelek kême. Ev avakirina vê îskeletê ye. Nava vê dagirtin, xebata me ku di dema pêş de em liser rawestine. Di vê wateyê de em heya estetîkê cih vedikin. Di nîqaşên me de yek jî rewşên şerê giran hene. Bi van navendan re ev xebat hevwext dayîna meşandin gelek derfet û ziraviyan dixwaze. Ez li ser van radiwestim. Guhertina têgihînan ji dayîna şer girantire. Di vir de fêrbûnek kevin dibe girtîbûnek mezin. Ez vê bi ked û hewildanên pir mezin dixwazim bişkînim. Di nava refên me de carna jin jî bi zilam re yek dibe û direve. Yanî sedî sed malbûnê dipejirîne. Zilam bi piştgiriya rayeya xwe dema firsend dibîne, heya dayîna kuştinê biser jinê de diçe. Divê ev werin dîtin û derbas kirin. Ev neyên derbaskirin, bersiva çawa jiyankirinê re nayê dayîn.

Weke tedbîra yekem, mînak artêşa jin çibû? Artêşa jin herî kêm ev biserxist; jin wiha fikirî ‘dêmekî ez jî dikarim çekê bigirim, ez jî dikarim li ser piyên xwe bi sekinim, ew çiyayên ku berê ez newirêbûn derketima ser wan niha serbixwe dikarim bimînim, dikarim bi axifim, bibim xwedî hêz’.  Ji bo jinan ev nûbûnên pir girîngin. Her çiqas wateya wan zêde derneketibe zanebûnê jî, eşkereye ku evê jinê pir bihêz bike. Herî kêm fîzîka jinê pêş dikeve. Jina pazde salî, bîst salî ku vedigeriya zilamê extiyar, niha dema dibe sî salî dînemek hîn balkêştir digire. Cardin di asta manewî de hêz digire. Ne tenê di nav me de di gelek qadên navnetew de jî pêşketinê jinê bi vê baldariyê tê eşkerekirin. Bi bi israra me çêbûye.

Her ku dem derbas dibe li ser van bi awayeke kûr û berfireh di sekinim. Bawerim, kêm zêde yên ji vî karî aciz jî pêwîstiya vê di pejirînin. Weke berhemên xweşik yên şoreşa me ev pêşketin derdikevin holê. Di vê qenaatê de me ku gavên tên avêtin gelek bal dikişînin, îlham û coş didin herkesî. Lê divê hîn zêde li bendî encamên vanbin. Di vê baweriyê de me ku hukmû têqez hem ji aliyê kesên derdor de hem jî ji aliyê jin-zilamên nav me de neyê dayîn wê rastir be. Di rastiyê de em hîn di karê laburatuwarê de ne. Berhemên wê bi temamî derneketine holê. Lê encamên yekem girîngin, balkêşin û başin.

Pêwîstiya avakirina hinek tiştan dibînim. Bi hezaran keçên ciwan derketine çiyayan. Di rastiyê de ew jî li evînê digerin. Lê nizanin wê çawa bigihêjin. Tedbîrên me yên pir taybet nebin, bawerim ku fermandarê zilamê yê berserê wan ji eşqiyayê çiya zêdetir wê jinê bipelçiqîne. Niha ev pirsgirêkek cîdiye. Ji ber têgotin ‘emê biçin welat, emê derkevin çiyayan, emê azad bijîn û şer bikin’. Lê kesê ku rêhevalê xwe yê can dihesibîne, bi qasî hêjaya ji jina piyasê re dide, di nav gerîlla de ji jinê re wê hêjayê nade. Jiber zilam nezane, bêheste, nikare fam bike. Jiber nikare fam bike ji jinê re dibêje ‘biçe bimire, belaya serê meyî, barê ser pişta meyî’.  Divê ev werin bizimankirin. Di nav refê me de şerekî wiha dijwar heye. Nabêjim avakirina zilam hêsane. 

Divê herkes bizanibe dema bi ajoyên cînsî bi ser jinê de çûyîn derbas bûye. Were zanîn ku bûyera jinê bi jiyan û çalekiyê pêk tê. Her wiha bi qasî eşkere gotinê, xwe bi awayeke wekhev û azad derbasî asta azadiyê kirin jî girînge. Bi jinê  re derveyî van hevdîtin û guftûgo kirin ne gengaze. Heger rêzdarî, mezinbûn, pîvan hebin, zilamên me van pêwîstiyan bicih bînin, dikarin jinekê bibînin. Ji ber çi jin ewqasî bi me re girêdayîne? Zilamên me piranî hesûdin. Ewqas girêdanên mezin jî ji bo min qet ne pirsgirêkin. Di civakê de bi qelen, di nav me de jî bi rayeyê hûn nikarin hêza xwe nîşa bikin û jinê qezenc bikin.

Sedema bingehîn ya min li ser piya dihêle, hestên min yên welat, gel, heta hestên min yên ji bo jinê ne. Jiber girêdanên min pir bihêzin, ez rojane berxwedana xwe, rêxistina xwe, taktîkê xwe pêşdixim. Jiber girêdana min ya jiyanê bihêze. Heskiriyên min zêdene, yên bi min re girêdayîne zêdene, yên ji min hêza jiyanê dixwazin zêdene. Ez jî gelek liberxwe didim, xwe bi awayê bê eman birêxistin dikim û bi hêsanî bibin nakevim. Ji pirsa Çawa Jiyankirinê re bersivên wê jî wiha biwêrekî bin, hûnê bikaribin vî welatê xweşik derbasî pêvajoya herêmên hatine rizgarkirin, girêdana bi rêhevalan re, xwe rêxistinkirin û nirxên şerê bilind bikin. Ev hemû ji pirsa Çawa Jiyankirinê re dibin bersivên bingehîn.

Min zilam kuşt. Dibe ku ev ji bo we biêş were. Kuştina zilam gelek tiştan bi we re bide wendakirin. Hûn hevalê jiyana xwe yê herî hêja, dostê xwe ku hûn xwe dispêrinê wenda dikin. Ji xwe dibin nexwestekiya tekoşîna we de yek sedem jî eve. Ji ber hûn zilamê mêrê kevneşop wenda dikin, bi erdê re dixijikin. Sedema bêhntengiya we jî eve. Bawerim ku, li gor arezûya we têkiliyek we hebûna, hûnê bikarbûna gelek bi înad û bihêrs bûna. Ez mirovan nas dikim. Dibe ku têkiliyên wiha, arezûyên we têr bikirana. Di vê mijarê de me ferqa mezin ava kir. Ez bêrîkirinên zilaman jî difikirim. Ew dikaribûn bi hêsanî li we xwedî derketana. Dikare were gotin ku gelek ji wan bi hêsanî dikarin we bi xapînin.

Ev derfet ji destê zilaman girtina min, zora wan jî diçe. Ji ber di heman demê de Rêbertî fermandariyê jî birêve dibe neçare wiha be. Kesê ku serê xwe bi van karên biçûk re mijûl bike leşkeriya wan bitehlûke ye. Êdî di van mijaran de rast nîqaş bikin. Dibe ku wê demê hûn bijarteyên nû pêşbixin. Dibe ku zilamek ji destê we biçe, lê bi tiştên din jiyana we bi wate dibe. Li gor min hûn ne di temenê zewacê de ne. Hûn niha di dema naskirina jiyanê de ne. Bi xwe bawer bin. 

Ji jiyanê re rêzdarim. Jixwe yek taybetmendiya ku me wenda nekiriye jî rêzdariya me ji jiyanê re ye. Encax dikarim vê bikim. Divê tiştek zêdetir ji min neyê xwestin. Jin fedakariyên pir mezin dikin, di asta ku nayê bawer kirin girêdanê nîşan dikin. Cardin fedayîtiya herî mezin di nav jinan de derdikeve. Ew xwe çawa di şewitînin, pir zêde bi baldarî nîşanî me kirin. Cardin yên kêm direvin jinin. Rexmî van ev nebesin. Ev girêdan min jî gelek tengav dike. Tişta ez bikaribim bikim, bi terzekî rastî, hinek din bihêz kirina jinê ye. Ji bihêzkirina jinê behsa min eve; di aliyekê de çek dayîna dest,di aliyekê de artêşa wê avakrin, di aliyekê de avakirina artêşa wê ye. Em rêxistina wê ya xweser ava bikin jî ev têrê nakin. Dibêjim em kêmahiyên jinê derbas bikin, heta fîzîka wê pêşbixin.

Lê ev jî nebese. Dibêjim wê zilam çi bibe? Zilam çawa pêşbixim? Ev jî tê wateya belayek din li serê xwe vekirinê. Ev jî şere, bûyera ku ez dibêjim evînî eve. Bi şêweyek din em nikarin Kurd ava bikin. Ji ber Kurd jar û belengaze, axa û begê hevkare, darê desta –maşe- ye. Qaşo zilamê herî baş, burokratek kirête. Yekî ku hertiştî bi 5 qurûşa difiroşe ye. Ya dimîne mirovên wek me ne. Ji me jî encax ewqas derbikeve. Di Kurdan jî wekî din tiştekî din nabînim.

Ji bo me êşkence di plana duyem de tê. Evînî bixwe êşa herî mezine. Lê ev jî ji me re pêwîste. Zor jî be divê em wê bibînin. Ji bo hemû jinên me, diyariya herî bi rûmet, vekirina deriyê hêza azadiya wan ya di tevahiya dîrokêde hatiye wendakirin, hêviyên jiyana azad bi azadî dayîne. Di vê mijarê de hewceyî ecelebûnê tine ye. Çawa ku hûn jiyana xwe feda dikin, bi carkê re mirinê didin ber çavan, di heman demê de di oxira avakirina jiyana azad de jî divê hûn hêza berxwedanê diyar bikin. Bi gotina hêza berxwedanê, ez nabêjim her roj bi zilam re şer bikin. Zimanê vê, zimanê hunerî heye. Zimanê vê yê rêxistinî, zimanê bal kişandinê, zimanê bibinxistina kirêtiya heye. Zimanê jintiya ku xwe, zimanê afirandina xweşikbûna jinê heye. Jinek xwe bi gelek aliyan, birêxistn, biplan bike, zilamê ku nikaribe bîne ser rê namîne.

Em ji bo parastina xwe, li hember hêzên dagirker, yên bi awayeke pir bêmaf, bikorane ji îmha û hilweşandinê wêdetir ti armanca wan nîne vî şerî dikin. Lê şerê me yê rastî, cardin watedayîna wê jiyana ku hatiye wendakirinê ye. Ev Enî herî kêm bi qasî Eniya şer girînge. Em bi jiyana ku were pejirandin re, bi heskirin û rêzgirtinê re girêdayî bawer dikin ku di têkiliyên jin – zilam de asta bihevre jiyankirinê were girtin. Jin hebûna, bi şeref û pîroz di asta nirxên herî bilind de bihevre were jiyankirinêye. Dixwazim wateya wê bidim. Ma ji vê hêjatir ji jiyanê re sûd tê dayîn? Zilamtiyek we, egîdiyek we hebe, di vê mijarê de, ji xwe dayîna der zêdetir keda hêjatir heye?

Em ji cîhana nebihîstan re dibin deng, ji koran re dibin ronahî. Ev deng, ev ronahî zindî dike. Jibîr nekin, di vî welatî de hertişt miribû. Di vî welatî de namûs, mirovahî, jiyan tinebû. Di vî welatî de hertişt bi alçaktî û bibênamûsî bû. Di vî welatî de xweşikbûn tinebû, her tiştê vî gelî binexweşî bû. Yek tişta li hember van hemûyan me da der bûyîna cirûska hêviyê bû. Ji ber min ev jî biserxist, hinek lazime. Dikarim xwe efû bikim. Min ev kir, ya herî zor biser xist. Di xeta dijminde helandin, di çala bê îddîabûnê de perpitîn xerabe. Niha hêviyek heye. Hûn bixwazin dikarin vê hêviyê hertim bijiyanî bikin.  

Kategori: Reber APO