Tirkî  |  Erebî

قائد كردي 1 2017 copyGer civak hebûnên dîrokî ne, wê demê wateya wan jî dîrokî ye. Wate jî cewhera jiyana civakî ye. Dikare weke armanc, ruh û zihnê jiyana civakî jî bê nirxandin. Heqîqet jî, ya ku weke wateya hebûna civaka dîrokî a mîtolojîk, olî, hûnerî, zanyarî û zanistî digihîne ziman, rave û şêweyê ye.

Divê neyê ji bîrkirin ku ev îtopya nebin pratîkên jiyana mezin jî pêk nayên. Çanda Rojhilata Navîn ji mirovatiyên re xelata îtopya bihişt û dojehê daye. Ya ku destana nivîskî a destpêkê ye bi destana Gilgamiş re ji beriya niha hezara salan ve çandeke ku her tim li giyayê bê miriniyê geriya ye. Fêm dikim ku jiyana ku bi jina azad re pêk werê, Gilgamêşê ku ev bi nexweşiya desthilatdariyê winda kiriye. Neslê wî ew jiyana her tim li peye ne ji bo şêweyeke bê miriniye, wê di nava pêvajoya jiyana rastîde jî nebîne. Tiştek encax cîhên ku lê windabûye bê dîtin. Di cureyên mirovan de volqana jiyana mezin di etekê Toros û Zagros, geliyên Dîcle û Firat de teqiya ye. jiyana ku mirovan mest dike vir çêbûye. Di kurdistanê de jî weke jin û jiyan pêk hatiye. Di nava hezaran salan de jiyan vê carê di hiyararşî û desthilatdariya dewletê de bi somita jin û jiyan di heman waran de hatiye windakirin.

Diyarbûye ku hemû destan ji ber destana gilgamiş derketine. Bihişt û dojeh jî her tim bi jiyanên hatine jiyîn û windakirinê têkildar e. Bi rastî jî nexweşiya desthilatdariyê jiyanê dikûje. Lê bi zanîna vê re projeya hemdema rojhilata navîn a demokratîk di heman demê de cîhe ku jiyanê bi nexweşiya deshilatdariyê ve lê winda kiriye, ya ku desthilatdar nîne, Jiyana jina azad weke ekolojî û aboriya bi civakî hatiye keşifkirin, projeya dîtina rastiyê ye. her proje di heman demê de îtopya pêşerojê ye. Civaka demokratîk û modernîteya demokratîk îtopya pêşerojê ya pêk hatiye.

Ji bo yên ku îtopya wan a jiyana azad a mezin heye dema ku bê gerîn di heremê de ya ku mînakê wê pirin şertê rêbaza jiyanekî heye. Ew jî ev e. Wê  tu ji bo heqîqeta ku civakbûn gengaz dike bijî. Her ku tu heqîqetê bibînî wê tu bijî. Her ku tu heqîqetê berfireh bikî, wê tu civaka exlaq û polîtîk ava bikî. Di rojhilata navîn de akademiya zanistî her tim wisa dibêje. Bi vê gotinê re îrada jiyana azadbûyî her tim wisa dike!

Weke ku jiyanek bê jin nabe, rastiyeke ewqas jî vekiriye, bi jina ketîre jî wê jiyaneke bi şeref û watedar neyê parvekirin. Jiyana heyî ya bi jin re heya qirika herkesî û giştî fetisandina koletiyeke herî  jêr de bi rêbazeke bi zanîn û hîskirinê ve dahûrînker û çalakvan bûyî. Riya rast ya rizgariya jiyanê divê neyê jibîrkirin ku bi jinê re jiyaneke watedar û bi şeref, zanyarî û bilindbûnek mezin dixwaze. Yên ku îdeaya wan a evînê hene divê her tim bibîrbînin ku riya pêkanîna wê bi zanistî û bilindbûnê re derbas dibe. Ji bilî vê ji evînê re xiyanet û xizmeteke ji koletiyê re ye. gihiştina heqîqeta civakî pêk neyê, gihaştina evînê jî çênabe.

Bêguman parvekirina wekhev û bi azad a jiyana bi jinê re, bi teqez ji cîheke rast beramberî hev zanyariya heqîqeta civakî dixwaze. Evîna rast encex beramberî hev di nava hevsengiya hêza heqîqeta civakî de dikare bê jiyîn. Bi kesayetên ku di nava koletî, destavêtin û desthilatdariyê de xenikîne re evîn qet pêk naye. Gelek ceribandinên zêde û her tim têk çûyî jiyan e û îflasên malbatan vê rastiyê radixin ber çavan. Di rewşa herî kêm de bi qasî zilam jin jî dema ku bû xwediyê zanyarî û hêza civakî, wê hingê hezkirin û weşikbûna, bê desthilatdarî, di nava aştiyê de bi hilberîna wekhev û bi azad û parvekirinê ve jiyana wê bê avakirin. Rojama ya sed sala 21’an di pêşengiya şoreşê, dana jinê de weke şert datîne holê. duruşmeya ‘an jiyan an barbartî’ vê şoreşê ferz dike.

Civaka Rojhilata Navîn weke ji şoreşeke duyemîn ya gund-çandiniyê re pêdivî dibîne,  pêdiviya vê civakê jî bi duyemîn şoreşa jin heye. Şoreşa jin a neolotîka dayîksalarî ye. ya herî rast şoreşa neolotîk ya balkêş, şoreşa jinê bû. Şoreşa neolotîk , şoreşeke ku heta niha ji mirovatî li ser mîrasa wê xwe dide jiyîn e. Li ser bingeha şoreşa dijber a şaristaniya baviksalarî û modernîteyê, ya ku civaka xwezayî pêş ve dixe, koletiya jinê ya herî kûr  û mêtînkariya wê ava kiriye û di tevayî civakê de berfireh kiriye ev şoreşa dijber, di roja me de bi qeyrana xwe ya bipergal  û rewşa xwe ya bialozî di hemû qadên civakê de dijî û dirûxe. Tê fêmkirin ku tişta ku ji jinê re tê ferzkirin ji jiyanê re xiyanet e. Ger dixwazin bê jiyîn, divê di serî de ji bo vê bi jinê re ji nû ve beramberî hev bi zanyarî di nava hêzeke hevsengî de hestên xweşikbûn û bilindbûnê bêne hilberandin û parvekirina wê bê serxistin. Divê avakirina vê rastiyê û gihandina heqîqetê bê pêk anîn. Divê bi şêwazeke bingehîn de hev û du weke milk û xwedîbûnê de berdin. Divê li şûna namûsa kevneşop, rakêşweriya kesayetên xweşik û bi eslî derbasdar be.

Ger şoreşa jin bi bingehîn û nexasim guhertina hişmendî û jiyana zilam neyê jiyîn rizgariya jiyanê jî bê derfet e. Ji ber ku ya xeleka jiyanê ya sereke ye jin rizgar ne be, wê jiyan her tim weke serapekê bijî. Ger aştiya zilam bi jiyanê re û ya jiyanê bi jin re pêk neyê, şadbûn jî tenê xiyaleke vala ye. ji bo jin û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civak û jina Rojhilata Navîn bi modernîteyê re şaristanî û fethên ku jiyan e, qasî bê xistin ketine. Jixwebûnê derketiye. Ketiye rewşeke nesne de. Li ser jinê ve dahûrîna pirsgirêkên civakî û ji bo çareseriya wê re bi heman diyardeyan re dest girtin rêbazeke rast e. Ji dayîka pirsgirêkan re encex ya ku çaseriya dayîkane bi ferzkirina şoreşa jinê ve bi gavên rast ve ber bi heqîqetê ve gihandinek çêbibe.

Çaseriya modernîteya demokratîk di mijara pirsgirêka jin û şoreşê de bi îdeale û biçalak e. Netewên modernîteya demokratîk ne ew proje ne ku bi projeyeke bê jin ve xwe pêk bîne. Berevajî vê di her gava xwe de bi parvekirina zanyarî û çalakbûna jinê re şoreşa ku pêk bê ye. avakirina civaka aborî di weke ku wê di pêşengiya jinê de pêk were, ji nû ve avakirina wê jî hêza komînal a jinê dixwaze. Aborî meslek û çalakiya jinê ya civaka cewheriye. Ekolojî zanisteke ku encex dikare bi baldariya jinê ve hevdîtina bi civakê re were pêk anîne. Jin bi awayeke nasnameyî bi hawirdoriye. Civaka demokratîk civaka ku zihin û vîna azad a jinê pêwîst dikê ye. pir vekirî modernîteya demokratîk hemdema şoreş û şaristaniya jinê ye. 

Kategori: Reber APO