Tirkî  |  Erebî

Serokati Tirmeh

Teoriya Şoreşgerî, yên ku bala xwe didin afirîneriya wan dizanin ku, di Kurdistanê de şoreşeke mezin tê jiyankirin. Tirkiye jî ketiye nav pêxirtengiyekepir mezin.Ji bo vê jî gengaz e ku di kêliyan de pêşketinên şorêşgerî çêbibin û PKK jî vê ji bo hesaba xwe pir bi wate bi rê ve dibe.

Paşketineke herî piçûk jî tune, livandinek pir piçûk jî nîne. Baskê Tirkiyeyê baş kar nake. Ev jî gunehê şoreşgerên Tirkiyeyî ne, bêberpirsyartiya wan e. Berovajî vê rewşe dê ev îqtîdar hilweşiya ba. Ev pêngav me ya heyî Tirkiyeyê jî biser xwe ve tîne. Hem çepgirê durist, hem rastgirê durist kanalîzê têkoşînê dike. Ev derdikeve holê; aliyê li hember, niyeta xwe nîne di hûndir de û bi reforman xwe sererast bike. Tişta ku were kirin bi derketinên Şoreşgerî berbi riyên çareseriyê ve çûyîn e. Jixwe tişta ku partiya me dike jî ev e.

Ji aliyekî ve agirbest xwe amadekirina pergalê ji bo hin reforman bû. Lê, ji ber ku wan ev şansê xwe bikar neanîn bi xwezayî pir hêz winda kirin û me di asta herî kêm de hem di qada dîplomasî de, hem di qada siyasî de pêşketinek bi encam kir, em derbasî rewşeke serwer dibin. Hêza çareseriya rast li ku derê ye tê fêmkirin. Jixwe partî ji bo pêngaveke ew qas mezin, hemû derfet  û rê heya dawî vekir. Ligel vê ev çend mehên derbasbûyî vala neçûye. Amadekariyek pir mezin, tevgerînek çebû.

Misoger e ku di gerîla de pêşketin heye. Hema bêje di welatê me de qada ku pêwîstexwe gihandin were çêkirin di van qadan de ev pêşketin ava bûne. Ango bi giştî ye. Dikare were gotin ku, di bingeha hemû pêşketinan de, gerîla bi saxlemî piyê xwe danîna erdê heye. Cara yekemîne ku bi rekûpêk, saxlemî pê li erdî tê kirin; rê  li ber polîtîqayên pir mezin vedike. Binesaziya wê saxlem tê avakirin, li ser vê dikare avahiyek nû were avakirin. Di van rojan de ji bo me pêşketinên şoreşî, bi awayekî bi wate pêşde diçin. Dikare hemû hendîqabên dijmin werin derbaskirin. Lê dema ku hemû şervan, kadro ne di vê ferqê de bin, ev jî mijarekecuda ye. Li vir tişta bingehîn, pêşketina Şoreşgerî misogerkirin bû.

Ji sala par ve pir dahûrandin, talimat, bergehên ku me amade kirine hene. Em wan jî lêhûrbûn dikin. Lê ya ku tê dîtin ew e ku, her çêndî şansek mezin yê serketina şerê şoreşgertiyê hebe jî, her çêndî derfetên ku heyî piçûk jî nayên dîtin, dema ku rêz hat kadroyên pêşeng ku bikaribin  hêza rêxistinî bi pêş bixin, perwerde bikin û bi rê ve bibin kêmin, di vî aliyî de em zehmetî dikişînin Dibe ku hin nêzîkatiyên şaş ku di destpêkê de ji PKK’ê re hatibin kirin ev encam bi xwe re anîbin. Pêwîst bû endamên me teqtîka bingehîn derbasî jiyanê kiribana, lê ji ber nêzîkatiyên neberpirsyariya wan ji texmînan wêdatir windahiyên dîrokî dide çêkirin. Herkesî dikarî bû hinek din berpirsyarî, têgihiştînêz bûbûna. Lê belê feraseta gundîtî dibêje: “ger wisa jiyan bikim,ma wê çawa be, wisa tevger bikim, ez xwe wisa bavêjim erdê”ji bo hemû binkeftiyan vekirî, kesayeteke hatiye belavkirin.

Di destê me de ji hemû ragihandinan zêdetir encam hene. Ev pêvajo bi awayekî rast danîna holê û bi nêzîkatiyan rastir bi encam kirin, wê encam û berhemên wisa ku qet neyên texmînkirinbi xwe re bine. Berê ew qas nebû. Rast pêk anîn û dîsîplîn bingeh girtin, wê pir encamên ku kes texmîn neke bide bi xwe re bîne. Em bêjin dehezar kes heman rewşê jiyan dikin. Ev bûyereke mezin e!.. lê dema ku herkes ji xwe re hin bêzagoniyan, bê disîblîniyan re bêje: “ger ya min jî wisa be, wê çi bibe”ya rastî em bi destên xwe binya şer dikolin.

Em ew qas nêzî serkeftinê bûne, mafê kesekî tuneye ku me bîne hemberî xeteriyên ew qas cidî. Piştî ku me ew qas salên xedar derbas kirin şûnde, derfet hene. Gotina: “ez dikarim li ser razêm”bê exlaqiya herî mezin, rewşa herî bêberpirsiyartiyê dide diyarkirin. Ji bo em pêşiya van bigirin ew qas em bi ser we de hatin û me carinan hûn rexne jî kirin, ez dibêjim ku hûn gelek ser hişk in, di fêmdariya helwesta şoreşgerî de û di dema xwe de gavavetinê de dereng  dimînin û di encamê de nikarin gav bavêjin, pir caran ev jî dibe sedama jiyana we.

Mijareke din ku minpeyitandî heye ew jî: fêrbûnên ku timî bi zagonan lêyîstin: ya herî xirab jî ev e. Serkeftinên mezin jî, bin ketin jî timî bi hin gavên piçûk tên destpêkirin. Ger xeletî hebe berbi sernekeftinan dibe. Ger rast be jî tu yê ber bi serkeftinê ve biçî. Pêwîst ebi van rastiyên bingehîn leyîstandin çênebe. Gotinên weke: “em ciwanin, negihiştî ne, nahizirin, xwîngerm in” pêwîst e mirovan ji rastiyê dûrnexe. Hûn jî rewşên şênber dişopînin, ji xwe meşa serkeftinê, herdem gengaze. Dema ku baldarî ji zagonan re çêbibe wê demê serkeftin misoger dibe.

Dibe ku hilweşandin di wê de çênebûbe, pêşketinên wê jî zêde nehatibe astengkirin, lê vê ji min bipirsin. Ger em garantiya wê ava nekin, kesên peya jî meşa we nasnakin. Ev jî tê wetaya ku mewziyên heyî bi hêsanî nehatine bidestxistin e. Dema ku mirov bi komekê re dipeyîve,girêdayî hêza girtinê xwe baş dide. Ji yên me re ew qas tişt dan wan, heta ji bo ku bidin guhdarîkirin û têxin gûhên xwe ew qas me bal kişand ser, lê weke ku li gel wan nêzîkbûnên zêdehiya ewliya heye nêz dibin. Dibêjin: “ango ez wisa me, ji bo vê yekê Rêbertî bi min re mijûl dibe. Ger ez hineke din xwe ferz bikim, wê zêdetir bi min re têkildar bibe”ev durûtî ye. Pêwîstiyên kesekê/î bi van şîroveyan nîne û mafê kesekî jî tune vê bike.

Pêşketinên ku îro derdikevin holê serkeftinê misoger dikin, bi pêşketinên îro em dikarin van bibinîn. Ev hêjî gavên pir piçûkin. Em perspektîfên li pêşiya xwe hinekî jiyanî bikin. Wê demê em ê bibînin ku li wê derê, serkeftinên pir mezin ten pêşxixtin. Li gorî min zêde naskirin bi bikar bînin. Ev ji çavkaniya xwe, bi salan dest ji xwe berdanê digir e.

Pêwîste hûn hin serkeftinan di jiyana xwe de bi cî bikin. Hûn ê biçin, bi hesanî ketina wê heyfe. Ji we jî zêdetir ji bo gel, ji bo me bibe heyf e. Ma çima gavek û berhemek we ya girîng çênebe? Pêwîste hûn timî vê pirsê ji xwe bipirsin û bersiva wê bidin.

 Ne gengaze ku ez her tiştî bi serê xwe bimeşînim. Lê belê ji bo meşeke serkeftî hemû tişt amadeye. Di PKK’ê de yên bixwazin kar bikin, dikare xebatan bi her awayî bibînin. Bingeha vî karî, nêzîkatiyên rast raber kirin, têgihîştî be. Pêwîste bi nirxan ve pir girêdayî be, ev pêwîstiyekî vî karî ye. Ev terzê jiyana me ye.

     Di dîroka têkoşîna xwe de ev panzdeh sale li vir derbas dikim. Ev derdikev holê; ger kes hin zêdetir li ser xwe bisekine û biponije, wê demê dikare rast bîne ser ziman, ger ji ber karê rast baz bide ma wê rê li ber çi veke! Dîrok şahide, ji vê mezintir wê nehatiba kirin.

 Me pir xwest pir nirx şans bidin we hemûyan. Weke ku min dabû diyarkirin ev hinekî bi yê ku digirin ve jî girêdayî ye. Her çendî me yek alî ji wan re pêşkêş kir, wan weke zaroka li derdora xwe belav kirin, yê dixwe, dixwe û yên din jî tavêje. Lê pêwîst e careke din jî hêvî hebe. Em dizanin ku heya vê astê hatin ne hêsanî ye. Li gorî min hatina heya vir bi kedek pir mezin çêbû. We çiqasî em naskirine ew jî karê we ye. Tişta ku ji destê me dihat, me heya henaseya xwe ya dawî anî û me kir. Tu yê ciwan bî, bi ew qas zanabûnê bi rê bikevî, karê baş jî nekî. Ev jî nayê hizirandin. Yên ku pewîstiyên wan bi jiyanê heye hûn bixwe ne, yên ku pêwîstiyên wan bi serkeftinê heye hûn bi xwe ne. Wê demê pêwîste hûn li gorî vê jî xwe avabikin.

Rêbertî çi ye? Rêbertî; rê nîşandanekî baş e, hûnera baş perwerdekirina mirovan e. Weke  hin kes difikirin xwe li ser serê vê/î  wê/î dane avakirin, an jî vê û wê wisa jiyanbike, ne jî xwe xapandine. Berovajî vê  Rêbertî, bûyera xizmetkirinek mezin, hêmana pêşxistina kar e, me hewl da ku vê pêşkêş bikin. Lê ev jî wê di pratîkê de diyar bibe. Pratîka me pratîkeke niha jî kar dike ye. Bi asta herî kêm  windahî, ji partiyê re xizmeta herî baş tê dayîn. Em rewşekê bêgirî, bê gazindan û di xwe de jî kûrbûnek mezin avakirin, afirîner û rûmetgiran, di rewşek wiha de bi rêve dibin. Dema ku em her kesî bi rêve dibin, xwe rêvebirin jî bûyereke mezine.

Hê jî fêrkirina taqtîk berdewam dikim. Hûn jî weke komeke tewanbar yên ku wê bi taqtîkê bileyîzin nêzîkdibin. Wisa nabe! Mirovên şoreşger zekîne, bihizirin, dahûrîner in, dilxweşî di asta jor de ye. Hûn dixwazin şoreşgertiyeke nû îcat bikin; dixwazin bişibin bavê xwe û diyarê ku ew jî li şoreşgeriyê nakeve. Şêweya şoreşgertiya me, ya ku li ser piyan mayî ye. Weke ku pir tişatan dizanin; yên ku digotin hizirandinên min, xeta min diyar kirin ku kesayetên herî ketî ne. Nabe ku mafek wiha hebe, nikare were xwestin jî.

 Kesayetên tasfiyekar ku li serê partiyê bûne bela, herêmek, du herêmxilas kirine, yek jî weke ku tiştek pir asayî ye derdikeve  pêşberî me. Wisa bi awayekî vekirî diyare ku, em ê li hemberî van pir hişk nêzîkatî raber bikin. Şer anîna  asta windakirinê, tê weteya mirina kes.Yekeya xwe dane îmhakirin, tê weteya îmhabûna wî/ê jî. Wê nîvê yekeya we biçe û hûn û sax bimînin. Ev ne gengaze. Dibe ku bi rasthatinekê derketibe holê.

Her dem min ev got: Ger serkeftin nebe ez nikarim rojekê jî li ser piyan bimînim. Jiyana min yeksan; serkeftine! Hûn jî wê taybetmendiyeke wiha bigirin. Heval berovajiyê vê pêk tînin; kêm serkeftin, pir windahî!..ev bi nakoke. Her wiha dema ku bi windahiyan bi encam bû, herkes winda dike, her tişt diçe. Ji ber kê? Ji ber kesên ku zagonan pêk naynin, şoreşê baş bi rêve nabin çêdibe.

Pêwîste nêzîkatiyên we jî yên wiha nebin. Mecal nedin ku em we wek kesên xwedî bê nirx an jî,ji rêzê binirxînin. Lê ji kerama xwe re hûn jî fêm bikin, bibin xwediyê gavên mezin. Ji bo gavavetinên mezin kesayetek çawa tê xwestin, kî yê, çawa bike? Êdî xwe bigihînin vê. Li gorî nêrîna min hûn dikarin bikin. Ji bîr kirin, xeflet leyîstok, pêwîst nake. Her çar aliyê we bi dijmin hatiye dorpêçkirin. Pêwîstiya we bi hevaltiyek mezin, yekîtî, hevkariya kar û baldariyê heye. Hûnê vê bê kêmasî û ji bo hemû Kurdistanê bikin. Yekem care di heyama welat de em siyasal dibin, bi artêş dibin. Êdî bersiva vê pirsê bidin: “ez ê çawa bibim pêşengê wê?”ev ne zehmete!

Li vir çendanî ne çawanî grîng e. Çend kes jî xwe bidinê, dikarin karên dîrokî bikin. Me heya cihekî xizmeta xwe kir. Ji vir şûnde, hûnê ji bo xwe, welatê xwe ji bo gelê xwe kar bikin. Bi awayekî din mirov nikare bibe xwediyê rûmetê. Ya ku te bike xwedî rûmet û hesiyetê ev nêzîkatî ye, şansê xwe baş bikar bînin.

Kesekî ji min re negot,ew qas kar bike, bi serbixe. Ez bi xwe derketim û min bi serxist. Bi gavên piçûk,meşeke bi hûrik mûrik em îro gihiştin meşa vî şerî. Tişta ku qet jê bawerî nayê kirin tê serxistin. Yekem care dijminek wiha, xistina rewşek rastkirinê çêdibe. Bi ser de biçin. Bi girtina tolhildana êş û jana hezaran salbi ser peywîrên xwe de biçin. Ez di wê baweriyê de me, ev hemû dê di we de destpêkirinek hewldanên zanabûn û bi pilan karkirinê rol bileyîze.

Ya hesanî hilnebijêrin, ji ber ku di hesanîbûnekê de şaşîtiyek an jî şaşîtî hene. Ji ber ku dê li hemberî zehmetiyan têkoşîn were kirin rewşek ku me têxe tengasiyê nîne. Bi kurtasî xwe ne xapînin hêzên li hemberî me wê bixwazin me asteng bikin.

 Havîna 1993’yan bi aliyê me de bi pêş dikeve. Ger rewşeke neasayî çênebe, artêş û enî wê bi awayekî lez mezin bibe. Jixwe xebatên partî, yê kadro bi qasî ku nabe nasîbê kesekî ew qas berfirehe. Ger tiştên pêwîst were kirin tam were bi cî anîn serkeftin çêbibe. Em jî ji bo serkeftinê hene. Jiyaneke ne serkeftî, ji bo me ji mirinê xirabtire. Li cem me dirûşme: “Ya Serkeftin, Ya Mirin”, weke din rê tunê ye. Ger em vê jî piştguh nekin,bi serde biçin, wê demê her qada ku hûn biçinê  dikarin tevkariyeke xwe bidin çêkirin. Pêwîst e em bi leşketiyeke ji rêzê razî nebin.

 Em didin diyarkirin ku, bedêla layîqî mirovahî û gelan bûyîn bi serkeftinan dikarin bidin. Dema ku em dibêjin: “şerê gelan, cejna gelane”ji bo gelê me jî cejna herî bi rûmet tê jiyankirin. Dema ku hûn diçin vê cejnê reng tev dikin, dewlemêndiyan tevlîdikin. Em dibêjin bijî ji we re. Hemû hewldanên me, hemû gelê me wisa nêzî azadiyê kirin, di rojên azad de anîna gel hev, dane diyarkirin ku jiyana bingehîn ev e, ev rastî nîşan dan. Me hinek kir,hûn zêdetir bikin. Bi vî awayî bersiva: “ lehengên gel kî ne?”di kesayeta xwe de bersiv bidin. Tişta ku li we were û tê hêvîkirin jî ev e. Li ser vî bingehî carek din ji hemûyan re serkeftin dixwazim.

Rêber APO

7 Tirmeh 1993

 

 

 

 

Kategori: Reber APO