Tirkî  |  Erebî

Mirov dîroka şaristaniyê weke serdema destpêkê, navîn û nû dabeşî sê beşan bike çewt nîne. Zêdetir îxtilaf li ser binavkirina naverokê ne. Ez yeqîn dikim ku naverok û şêweyê vegotinê yê ku ez di parêznameya xwe de esas digirim rohnî dike.

Cihê nîqaşê ye ka mirov kapîtalîzmê weke şaristanî bigire dest an na. Di hîmê guftûgokirina min a şaristaniyê de şaristanî yekpare ye û weke ‘çemê sereke’ yan jî ‘çemê mezin’ diherike. Li guhera sêgoşe ya bajar, çîn û dewletê tevdigere. Şêweyê ev sêgoşe digire şêweyê şaristaniyê jî diyar dike. Em dikarin şaristaniya Sumer û Misriyan weke şêweyê pêşî yê klasîk, dema Grek-Romen, Îslam û Xiristiyantiyê weke dema stewînê, dema şaristaniya Ewrûpayê jî weke dema jihevdeketin û kaosê bi nav bikin.

 

Aliyekî din ê divê ez cihê bikim, aliyê Şaristaniya Demokratîk e. Tevî ku di nava çemê sereke yê şaristaniyê de cih digire jî mirov nikare weke heman rengî bigire dest û yek bihesibîne. Jixwe yekparebûna şaristaniyê têra xwe yekparebûneke nakok e. Nakokiya bingehîn di navbera şaristaniya dewletê ya yekdestdar û şaristaniya demokratîk a civaka nebûyî dewlet de ye. Nakokiya di navbera şaristaniya dewletdar û şaristaniya demokrasîdar de herî baş em di dema serdema antîk de di navbera du bajarên Grek de dibînin: ango bajarê Spartayê yê bi qraltiyê dihat rêvebirin û bajarê Atînayê yê bi demokrasiyê dihat rêvebirin. Di dema pêşketina şaristaniya Ewrûpayê de gelek nakokiyên bi vî rengî çêbûn, qewimîn. Ji sedsala 14. heta nîvê sedsala 19. gelek şerên di navbera dewlet û demokrasiyên bajaran de, ya rastî di navbera şaristaniyên demokratîk û dewletan de diqewimin.

Yek ji kêmasiyên girîng ên Marksîzmê ew e ku vî şerî di çarçoveyeke teng a çînî de dibîne. Şerê yekser ê çînan analîtîk e. Şerê berçav di nava gewdên civakî de pêk tê: di nava civaka dewletê û civakên demokratîk de diqewime. Encamên nêrîna di çarçoveyeke teng a çînî de têne zanîn. Jixwe di nava çînan de ti carî sînorên mutleq nabe ku bêne danîn û her roj di nava çînan de çûnûhatinek heye, ya girîng rewşa wan a têgihîştinê û çanda ku tê de dijîn e. Çîna ku şristaniya xwe nas neke yan jî nikaribe wê pêk bîne, jixwe di rewşa tinebûnê de ye. Têkoşîna çînî ya bê şaristanî nabe. Ji ezmûna Sovyetê jî bi eşkereyî hat dîtin ku teza têkoşîna du çînan a di nava şaristaniyekê de çiqasî çewtiyeke xeternak e. Ji ber ku nikarîbû qalibên şaristaniya dewleta Ewrûpayê bişkîne, nikarîbû şaristaniyeke xweser a Sovyetê pêk bîne. Ji ber ku bi giranî qalibên modernîteya kapîtalîst kiribûn esas, di dawiya dawî de nikarîbû ku nebe weke wan û li heman aqûbetê rast neyê. Di dîrokê de gelek rewşên bi vî rengî qewimîne. Eger tu bi sîlehên kesên din şer bikî (şêwazê jiyana şaristaniyê), tu yê jî bibî mîna wan. Ji ber ku şoreş nikarin şêweyên xwe yên şaristaniyê diyar bikin, rewşên bi vî rengî derdikevin holê.

Di çarçoveya vê maneyê de şaristaniya kapîtalîst têgîneke teng e. Lê mirov şaristaniyeke mîna ya Ewrûpayê ku di nava xwe de gelek hêmanên xurt ên demokratîkbûnê dihewîne mîna ku şaristaniyeke hevpar a du çînan (karker-kapîtalîst) nîşan bide, ev yek ê gelek şaşiyan bigire nava xwe. Li şûna şaristaniyeke bi tenê ya Ewrûpayê, mirov weke Ewrûpaya demokratîk û kapîtalîst ji hev cihê bike, dibe ku mirov zêdetir jê hîn bibe.Hewl didin Yekîtiya Ewrûpaya îro di navbera van herdu şaristaniyan de pêşde bibin. Ev Ewrûpaya şaristaniyên lihevkirî ye. Ezmûneke balkêş a hêjayî lêkolînê ye. Neçarmayîna Ewrûpayê şaristaniya dewletê ya hişk bi rêûresmên gelekî bi hêz ên demokratîk bi hêzên gelekî nerm ên mîna huqûq û mentiqê dixe weznekê û ev yek bi binavkirina me ya derbarê dema dawiyê (rewşa şaristaniyê ya bi krîzan di zikhev de ye) ya şaristaniya bi dewletli hev dike. Pirbûna şerên di çarsed salên dawî de îspateke din a avahiya bi krîz e. Ji bo gelek guftûgoyên der barê sîstemê de mirov sîstema Sovyetê jî weke mînakeke piştrastkirinê dikare qebûl bike. Avahiya Yekîtiya Ewrûpayê, guftogoyên der barê siberoja wê de bi serê xwe bê biryardariya modernîteyê û rizgarnebûna wê ji krîzê nîşan bide têr dike.

Şêweyê avahiya yekdestdariya kapîtalîst sedema bingehîn e ku em dibin xwediyê hukmekî bi vî rengî. Çawa ku Marks di Kapîtalê de piştrast kiriye, krîz bi sermayeyê, ango ji aliyê yekdestdariyê ve bi avabûniya wê ve têkildar e. Daneheva sermayê û kar bê krîz bi sernakevin. Çawa ku sermaye wexta karê neke nikare bisekine herwisa bê krîz jî natebite. Şoreş, demokratîkbûn û mafên mirovan her di rojevê de cih digirin, ev ne bi tenê ji ber pirsgirêkên hundirin, ya rastî ji ber pêdiviya lêgerîna bersiveke ji bo krîzê ye. Sedema wê; rewşa dinyayê ya nayê rêvebirin e. Di her dem û dewrana xwe de sermaya global tenê dinyayê rêve nebir; bi dinyayê re şer kir. Ji ber krîza di xwezaya wê de li gelemperiya dinyayê şer belav bûn. Bi derketina şaristaniyê re artêşa profesyonel a pêşî û şer her hebûn. Şaristaniya dewletê ji ber cewherê xwe serwerî civakê nebe, nikare pêşde biçe û mezin bibe. Serwerî jî desthilatdarî ye. Desthilatdarî jî bê serdestî, ew jî bê zor nikare pêk bê. Ji ber vê, Hegel dîrok şibandiye ‘selexaneyekê’.

Herdu şaristaniyên beriya kapîtalîzmê ji aliyê hejmara avahiyên bajar, çîn û dewletê ve cihê ne. Bajar piçûk in, çîn bi sînor in, dewlet hindik û piçûk in. Ji lewra şer hindik û demkurt bûn. Lê dîsa jî şîddet di karekterê avahiya şaristaniyê de hebû. Lê di kapîtalîzmê de bajar, çîn û dewletê bi tevahî civak daqurtandiye û bi vê jî nemaye, hawîrdorê, binerde û sererdê jî dadiqurtînin. Rewşên kaotîk hem xwe li civakê û hem jî li hawîrdorê ba didin. Wallerstein dibêje; kapîtalîzm piştî salên 1970’yî ji ber şêweyê pêkhatinê ketiye krîzê û hukim dike ku ev krîz ê 25 heta 50’î salan dewam bike. Wexta dibêje; encam ê bi kalîteya zanist + rêxistin + çalakiyê diyar bibe, beşek ji diyarde û têkiliyan tîne ziman. Xuya ye ku hê xwe ji têgihîştina buhranê dewrewî ya Marksîst xilas nekiriye. Li gorî min a rast ew e ku mirov tevahiya demên kapîtalîzmê bi buhran bibîne.

 

Kategori: Reber APO