Tirkî  |  Erebî

Mijara pirsgirêka civakî, sernivîseke cewaz e. Ne armanca wê ew e ku dîroka disthilatî-yekdestiyê pêşkêş bike û ne jî çaresesirya demokratik gotûbêj dike. Ya ku tê xwestin were ceribandin, pêşkêşiyek pirsirêka civakî di nava jiyînbuyiya wê ya teorîk û pratîk de ye.Ez bawer dikim ku wê tevkarî bide çareseriya pirsgirêkê.

Ez nabêjim ku min heya niha qet qala vê mijarê nekir. Parçe bi parçe pir hat vekolîn. Lê mirov wê bi awayê yekpareyî pêşkêş bike, wê gelek fêrkar be. Ew pirsa “divê mirov pirsgirêka civakî çawa pênasa bike?”, mirov dide hizirîn. Hinek cûre raman hejariya civakî, hinekên wan bêdewletiyê, beşeke din lewaziya leşkerî, hinekên dîtir şaşîtiyên sîstema polîtîk û hinek jî aboriyê û ketibûna exlaqî weke pirsgirêk dihesibînin. Belkî jî tew yek qadeke civakî jî namîne ku weke pirsgirêk neyê hesibandin. Dibe ku di van hemû nêrînan de aliyên rast hebin. Lê ji teyisandina cewhera pirsgrêkê dûr in. Ji bo min hîn watedartir xuya dike ku mirov pirsgirêka civakî weke binpêkirina dînamîkên bingehîn ên civakê pêşkêş bike.

Ez wisa dihizirim ku pêwîst e mirov, derxistina civakê ji civakbûyînê, bike pirsgirêka bingehîn. Mijara yekemîn li vê derê, hebûna nirxan e, ku civakek diyar dikin. Her wisa hebûna civakî ava dikin û pevbestina wê çêdikin. Ez qala wê mijarê dikim, ku ez jê re dibêjin hebûn bi xwe. Ya duyemîn, ez qala wan pêşketinan dikim ku, vê xwebûn û hebûnê ji bûyîna wê derdixin û bingeha hebûna wê ji holê radikin. Dema ev herdu mijar di nava hev de bên jiyîn, ev tê wateya ku pirsgirêka civakî heye û mezin e. Lewre, eger di sedema klanî de heyameke qeşabûnê tevahiya klanan ji holê rake, em nikarin jê re bibêjin ‘pirsgirêk’. Ji ber ku felaketa xwezayî, li derveyî vîna me ye. Ji bo karibe bibe ‘pirsgirêk’, pêwîst e bi destê mirov were afirandin. Pirsgirêka ekolojîk bi xwe, ancax dema bi destê mirov çêbû, weke ‘pirsgirêk’hatiye pênasekirin. Wê çaxê dema em sedema pirsgirêkên bingehîn ên civakî bi wan hêzên ku civakê ji hîmên wê ve dirûxînin û wê ji hev dixin ve girê bidin, wê vê yekê me bibe pênaseyeke rast.

Ez yekdestiya sermaye û desthilatîyê weke serekeya van hêzan dibînim. Ji ber ku ev herdu jî di cewher de weke xespa nirxa bermayî, civakê ji hîmê wê ve dikolin. Ez ê ji niha û pê ve, ji yekdestiya sermaye û desthilatî re, bi hev re bêjim ‘yekdestî’. Ji bo ku di mijarê de zêdetir zelalî çêbibe, mirov awayê xwezayî, asayî û bêpirsgirêk ê civakê jî pênase bike, wê tevkarî pêşkêş bike. Eger civakek, di kîjan ast û şêweya komcivakek de dijî bila bijî, karibe polîtîkaya xwe û pêkhataya xwe ya exlaqî bi rengekî azad çêbike, em dikarin ji awayê wê civakê re bêjin civaka asayî, yan jî xwezayî. Her wisa mirov dikare jê re bêje civaka vekirî, yan ji demokartîk. Ji ber ku em ê di beşên pêş de li ser pir rawestin, ezê çareseriyê bi kurtasî weke civaka tam ‘lîberal, sosyalîst, a dewlet-netew a geşdarî, a mezaxê, a sanayî û ya xizmetê’pêşkêş nekim. Ji ber ku binavkirinên bi vî rengî di rêjeya mezin de spekulatîv in. Pênaseyên wisa ne ku di civaka rasteqîn de beranberiya wan nîn e. Wê rasttir be ku mirov ji wan re bêje hinek rengdêr.

Wê demê em dikarin hêştina civaka azad a polîtîk û exlaq, bêpar ji van wesfên wê yên bingehîn, weke destpêka pirsirêkê bihesibînin. Û hêza ku pirsirêkê dide destpêkirin yekdestî ye. Divê em wergiriya yekdestiyê jî pênase bikin. Eger nirxên bermayî, dixwazî bi destê dewletê, yan jî bi yê taybet bi rêyên çandinî, bazirganî û sanayî hatibin berhevkirin cemhev, ev tê wateya ku yekdesti çêbûye. Bêgûman keşîş+zilamê bihêz+şêx, weke sêmendiya destpêkê, di nava koma yekdestî de, xerarşîk in. Di rêjeya hêzên xwe de ji yekdestiyê sûd werdigirin. Wê vê yekdestiya sêmendî, bi dirêjiya dîrokê debaşî gelek cûre saziyan bibe. Dîsa, wê her sazi jî di nava xwe de dabeş bibin, lê di cewher de wê bandorên xwe yên zincîrane zêde bikin û bi vî rengî  xwe bigihînin heya roja me ya îro.

Pêwîst e mirov karakterê lodane û zincîrane ya herikîna dîrokê ya yekdestiyê, hertim li ber çavan bigire. Şaristaniya navendî hem encam û hem sedema pêşketina zincîrane ya yekdestiyê ye. Ezê bi pêdagerî vê mîjarê bikirpînim. Ramana modernîteyê di roja me ya îro de tengaviyeke bixof  a zeman li mirov ferz dike. Her tişt bi ‘niha’ya tengavkirî ve tê fetisandin. Lê di rastî de ‘niha’dîrok e û pêşeroj e. Modernîte bi vê ferzkirina raman, ne ku komkujeriya dîrokê bi tewşî dike. Ji ber ku ji bo wê pir hêsan e ku civaka qutbûyî ji kevneşopiyê, li gorî kêfa dilê xwe rêve bibe. Ti dîrok bi qasî dîroka yekdestiyê sifte û zincîrane nebûye, her wisa nebûye xwedî şansê ku bi rêya mezinbûnê pê de were. Dema ku yekdestî xwe bi vî awayî dike dîrok, girîngiya mezin dide wê yekê ku tavahiya komcivakên civakan bêdîrok bihêle, hîn rasttir, wan di nava xwe de bihelîne û wan bike mêtingeh. Bi vê armancê pêkhateyên mîtolojî, olî, felsefî û zanistî çêdike. Heman hewldanê, dema ku komcivakan dixe  nava rewşek wisa ku di alî exlaq de ketî bin û nikaribin polîtîka bikin jî, pêş dixe.

Dema ku em yekdestiyê weke têgîn pirî caran bikar tînin, em jibîr nekin ku em vê yekê di wergiriya aborî, leşkerî, siyasî, bîrdozî û bazirganî de dikin. Ji ber ku wê van koman nirxa-bermayî di navbera xwe de bi vî yan bi wî rengî parve bikin. Şêwe û rêje ya parvekirinê çawa dibe bila bibe, wê cewher neguhere. Carna yên ku berdariya aborî pêk tînin, carna leşker û yên dîtir -çîna siyasî, taxima bîrdozî û civata bazirganî-  wê di rêjeya girîngiya xwe de di parên xwe de bibin xwedî gotin. Dibe ku têgînên tevdeyî, yên weke çîn û dewlet, bibin sedema şolîtiyê. Lê yekdestî weke hevpariyeke vekirîtir a mêtingerî û zordariyê rol dilîze. Çêbûnên çîn û dewlet ên li pey wê di nirxa piraştinê de ne û zayandinên di rêza duyemîn de ne.

 

Kategori: Reber APO