Tirkî  |  Erebî

reberti-resimEz bi vesîleya roja jinên kedkar, tekoşîna azadiya jinên cihanê silav dikem û ez bi bawerim ku pirsgirêkekî wusa girîng di rojeva tekoşîna sosyal de cihê xwe girtiye. Partiya me jî, bi ji nuve ketina rojevê ya sosyalîzmê re, bi van pirsgirêkan re bi awayekî pir cidî li ser sekinandin, ne tinê bi xilasiya Kurdistanê re xwe bi sînor kirin;

Destpêkê li Rojhilata Navîn, di tekoşînên nu ya sosyal di cihanê de jî, di mijara jin de nêzîkbuyînek hem îdialı hem jî xulikdar girîng e.

 

Û berî her tiştî gerek dike ku mirov behsa îdeolojiya xilasiya jin bike. Em li pey avakirina îdeolojiyê ketine. Bi şîrove kirina vê di warê yêk dû mijaran de, bi yek ango dû çalekiyan re anîna ziman re, mirov nikare ji bin de derkeve. Beyî ku bi awayekî tîr îdeolojiya xilasiya jin bê pêşxistin, her tişt yê ji xwe xapandinê derbas nebe. Û ez di wê baweriyê deme ku, pêvîstiyek mezin ji bo ideolojiya xilasbuyina jin heye. Ev ne tinê îdeolojiyeke ku di wateya xilaskrina zayend deye. Xala ku doktrîna sosyalîst û analîza ilmî ya civakê bîne, yê deynê ber me ku îdeolojiya di bin eksena xilasiya jin di girîngiyekî mezin de ye. Yêk ji mijarên ku ez bi xwe li ser kur dibin ev e. Ev bê guman nêzikbunek femînîst nîne. Ji xwe ez bi xwe ne jinem. Lê belê fikirandinek di mijara jin de, di eksena jin de her ku diçe îdeolojiyeke û bi vê ve girêdayî ez rêxistinbuyînê pêşxistin pir girîng dibînem. Em ji çareserî anîna ji bo pirsgirêkên şer bigrin dest heta biderfet kirina aşitiyek ku pala xwe dide azadiyê jî pêvîstiyek pêşketina ideolojîyê heye. Heta niha li ser hemu îdeolojiyan damga zilam heye, bi giranî îdeolojiyên zilam e. Bê guman aliyê sınıfî heye, dîsa aliyê wê yê emperyalîst,metîngehî jî heye. Lê belê bi awayekî pir balkêş mijara desthilatiya zilam heye. Tikes nikare vê înkar bike.

Her çiqas nêzîkbuyîna desthilatiya zilam ku li ser civakê hakim e vê yêkê bi sedansallan herdem veşartîbe jî, kesekî ku hindek li hemberî ilmê û li hemberî xilasiya jinê re girêdayî eleqeyekî mezin ji bo xilasbuyîna gelekê re dide nîşan, ne mumkun e vê yêkê nebîne.

Û yê girîng bibîne ku di fikrê xwede ideolojiyek di eksena jin bide avakirin. Di rêberên din yên komûnîst û sosyalîst de, ev yêk kêmtir hatîbu dest girtin. Lê belê gelek bi sînore û têgihên desthilatiya zilam derbas nekiriye. Û bixwe di jiyanên xwede de jî, di malbata îro de jî ji têgihîna desthilatiyê derbas nebûne. Mirov dikare vê yêkê wekî kêmasiyek ya Sosyalîzmê jî bifikere.

Tişta ku em li vir dixwazin bînen li ser ziman mijareki zêdetir e. Mirov dikare bibêje ku ev zorlanma ne îdeolojîk e. Di rêxistina yêkemîn di dîrokêde îdeolojî di cevherê xwede di eksena jin de ye. Mesela xwudawenda ya mezin Îştar heye. Di zimanê mede Star-Stêrk tê maneya stêrk û xwudawenda yêkem e. Xwudaya yêkem xwudawend e. Xwudayên zilam piştre derketine ango xwudayan piştre xwe di şiklê xwudayên zilam danîne holê. Bê gûman ev bi xulikdariya jin re jî girêdayî ye. Bi kinasî îdeolojiya jin îdeolojiya sosyal e, ne îdeolojiya zayend e. Ger em di vê çerçovêde nêzîkî van pirsgirêkan bibin –bi awayekî rêgez, aliyê îdeolojîk de ez dihesibînem ku hemû nêzîkbuyînên ku heta niha hatin nîşan, hemû îdeolojiyên wan bi vê ve rêxistinkirî- yê gerek bike ku rêxistina ya aborî, çandî, siyasî, sosyal li ber çavan were derbaskirin. Çima? Ji ber ku desthilatiya zilam e û bi vê ve girêdayî di hundirê xwede şer, ne wek heviyê digre. Bê gûman ketina zayend tê maneya ketina jiyanê.  Piştî jiyan dikeve –ku ev di mijara jin de pir balkêş e - bi dilxistina jin de ku ber bi dil girtina civakê ve dibe, pir çarpıcı ye. Û bi giştî civak wunda dike û rêya şerkerên rê li ber nayê girtin re rê heta dawî tê vekiren. Herweha, şerê ku îro li Tirkiyê karekterêkî harde pêşdikeve cewhera xwe ya sınıfî heye, girêdana wê bi emperyalîzmê re heye, lê belê girêdana wê bi têgihîna zilamê desthilat yê şoven jî pir somut bu. Ji bo vê yêkê ez dibêjim ku, nêzikbunên wekî “ne demê wê ye, piştre jî dibe” pir şaş e. Ger em bixwazin herkîjan akimek şoreşgerî be ango xebatekî sosyal bi awayekî cidî be, ji bo meşandina wan pêvistiyekî mezin ya îdeolojiyeki di çerçova jin de heye.

Gerek nake ku ez vê yêkê li vir vekem, ji xwe cihê wê ne evder e. Ez wekî têgihînek (kavram) vê diawêjem holê, bi vesîla vê roja jinan de.

Babetekî (husus) duyemîn, bê gûman bi vê ve girêdayî ye, wekî min gava din jî got, gerek dike ku hemû rêxistinên bi giranî ji aliyê zilam ve têne rêvebirin, gerek bi awayekî kur ji rexneyan weren derbas kirin. Bê guman ne tinê rexne kirin, gerek dike ku ev her ku diçe bên derbas kirin jî. Bi rêyek din yê ne dawiya li şer were, nejî aşîtî yê pêk were.

Binêren, hemu rêxistinên mîlîtarîst de sedê sed damga zilam heye. Li vir cihê tinê yêk jinê jî, zimanê jinê, rihê jinê jî nîne û ev ji serî heta binî rêxistinên zorbane, rêxistinên zordariyê ne. Ger bê dîqat kirin, ev cihên ku jin herî kêm têde cih digre, ango bi ti awayî cih nagire, mekanîzma wan ya wan cihande zordestî di astekî herî hov hatiye pêşxistin.

Bê gûman, ev jî nirxên me sererast dike. Saziyên ku desthilatiya zilam herî zêde derdixe pêş berî hemuyan saziyên leşkerî ne, ev tê mana ku ev aracên şerin. Ango dijberên aşîtiyê, bi gotinekî din dijberên jiyanê ne. Di vê manê de gerek dike ku mirov saziyên bingeha xwe ji ideolojiya zilam ya desthilatiye digre rexne bike, ger em rizgar kirina jinê bixwazin. Parçeyek wê ya girîng malbat e.

Malbat jî saziyek ya desthilatiya zilam e. Ez li vir dîsa naxwazim zêde vekim lê belê ji bo me gelek giring e, bi taybetî ji bo civaka Kurd malbat saziya ku gerek li ber çavan were derbaskirin e. Li gora min malbat, bîra bêdavî ku têde hem zilam hemjî jin bi warê herî xeter tê xistin. Ew nizanin ku çiqas ketine, çikes kûriyê dene, çiqas ketine di nav taritiyê. Hemû sistemên emperyalîst, somurgecî û hemû sîstemên şerên taybet bi xwe jî zemîna ku xwe pêk tinê malbat e. Gerek ev li ber çawan were derbaskirin, gerek bê rexnekirin. Ev nayê wê manê, ku wekî kavram bi temamî malbatê em înkar dike. Na. Em malbata ku hatiye pejirandin înkar diken, ango behsa derbaskirina wê diken. Kavramekî wisa giringiyekî xwe heye.

Di hundirê malbatê de zorbazî (diktatörlük) heye, mûlkiyet heye, feqîr hiştina jin ji hemû mafan, ji hukukê heye, êşên wê hene, hor dîtina wê heye. Berî her tiştî xilaskirina wê di warê fîzikî de heye.

Daxwazekî cidî ya wê nîne. Ji ber vê hun behsa duygusaltiya jin diken. Hemu merc  bi vî awayî be, bê guman ji bo jin yê bibe hebûneki girêdan mayînê. Dibe hebuna ku tinê bi hestên xwe dijî û bê guman ev hûrmetsiziya herî mezin li hemberî mafê mirov e, êrişa herî mezin e.

Ji ber vê yêkê ger em bixwazin behsa rizgarbuyîna jin biken, saziya ku wê difetisîne –saziya malbatê- gerek dike ku ev bi rexneyên gelek cidî were derbaskirin. Bi vê rexneyê re têgihînekî din ku yê were pêşxistin, têgihîna qutbuyînê ye. Hinek ji me zorlamadike lê belê gerek dike ku em vê yêkê ji bo îdeolojiya jinê vebiken.

 

 

Kategori: Reber APO