Tirkî  |  Erebî

Reber APOBi gotina dozger bûyera “qewitandinê” ji Atînayê ya li ser kesaniya (benlik) min, da ku bi hemû aliyan ve bê têgihîştin, pêwîst dike ku asta têkiliyên me bi komara Helen re, rast bê peyitandin. Vegotina min a heta niha û bûyerê ji aliyên dîrokî,

felsefî û siyasî ve bi xetên giştî anîna zimên, ji bo nirxandineke hiqûqiya saxlem şert e. Hiqûq, bi serê xwe ne rasteqîniyek e. Dîroka bingehîn a civak û asta siyasî û ehlaqî ya dewletekî diteyisîne. “Qewitandin” lêkereke dijminî ye. Di vê rewşê de, pêwîst e bipeyitîne ku ez dijminekî komara Helen im. Her wekî ku hatiye peyitandin encam ji dardekirinê hezar car xirabtir e, bêgav e ku eşkere bike ka vê çalakiya “qewitandinê” disipêre kijan pîvangên hiqûqî yên weke cezayê herî giran. Çalakiyeke wisa ye ku, rê vekiriye ji xwe şewitandin, kuştin û girtina bi sedan kesan. Bi paşçavkirina van rastiyan, darizandin qetiyen nikare bi dadwerî bê çêkirin. Tewanbarkirineke di bingehê “xerabkirina aştiya di navbera dost û hevgirtiyan de” ku razber (soyut) e, dikare bi hêsanî bê ragihandin ku, ji binyadê bêpar e. Bûyera ku di vir de dixwazin vebêjim, çi eleqeya xwe di puxteyê de bi wî teşeyê ku dozger dixwaze vebêje re tune. Qet pêwîstî nîne ku gotinên xwe bi teşeyî bipeyitîne. A diyarker puxte ye. Ew jî di ciherengiya naverokeke de ye. Hema dixwazim mînaka Îtalyayê bidim. Ji Atînayê betîr bi têketineke bêhay û têkilî çûme Îtalyayê. Lê Serokomarê dewleta Îtalyayê dît ku, wêrekî û karbidestiya wan a “qewitandinê” nîne, ya herî zêde ku dane çêkirin, li cihekî di statûya nexweşxanê de, bi deh rojan binçavkirinê bersiveke hiqûqî dan. Heman Ewropa û dewleta Helen ku bi krîterên hiqûqa netewî ve girêdayî ye, ji vê zêdetir ne xwedî karbidestiyê bû. A herî hindik ku dikarî bikira, ji ber têketina bêdestûr girtina min bû. Di vê rewşê de, qaşo ew gef xwarina Tirkiyeyê ku pir jê dihate tirsandin wateyeke xwe nedima. Her wekî ku ez nehatime girtin, “soza rûmetê” ya komara Helen hatiye dayîn û ber bi nêvengeke “bêtir bi ewle” ve hatime rêkirin. Gelek dane û nasdar hene ku dikarin vê bipeyitînin. Her wekî ku rastîn ev e, dozger qet bala xwe nade vê, ev yek qasî ku dide hizirandinê, ewqas jî eşkere ye ku veşartina tewanekî giran ê mirovatiyê armanc dike. Heke hiqûq; tevahîtiya rêpîvanên bingehin ên ku dewletê jî girê dide be, yê ku li ser navê wê tev digere jî girêdide. Feraseta “ji bo berjewendiyên pîroz ên dewleta xwe, em bi kirina her tiştî ve peywirdar in” em berdin di dewleteke hiqûqî nûjen de derbasdarbûna wê, ew feraset e ku di hundirê kevneşopî û hiqûqa eşîrî ya kêm de jî, jê re cih tuneye. Di hemû diroka mirovayetiyê de ne xwesipartina dewletekî, xwesipartina çadireke Bedewî jî, ger li ser mêvan gef xwarinek hebe, em dev ji qewitandinê berdin, hetanî mirinê parastin rêpîvan e. Wekî din jî komara Helen endamê NATO û YE’yê ye. Bi DYA’yê re têkiliyên xwe yên dumendî ên hêzdar hene. Gelê xwe yê birûmet jî heye. Di rûyê min de ku welat bikeve metirsiyekî, di bin roniya van rastiyan de ne objektîf e. Dikaribûn bi mehan min biveşartana. Dikaribûn bibûyana alîkar û maweyekî guncav dabana û ji bo çûyîna welatekî sêyemîn ango welatê min bibana alîkar. Ger qet tiştek nekin dikaribûn ez bigirtama. Tê wê wateyê ku “qewitandina” ku tê sipartin hereşeyê, ew nirxandineke bêberpirsiyar e ku eleqeya xwe ne bi hiqûq, ne bi siyaset û ne jî bi exlaqê heye. Rûpoşa tewişandina rastiyê ye. Mercên ku bûyer bi objektîfî û subjektîfî pek hatine; ji aliyê girêdanên biratî ku di navbera gelên me de divê bi ruh bê parastin, pêdivî heye ku bi kûrahî bê destgirtin. Li vir parastina xwe û rayedarên dewleta Helen xistina rewşa zor wêdetir, ji bo pêşxistina dostaniya saxlem di navbera gelên me de, ji her tiştê bêhtir kişandina baldariyê, girîngiyê hildigire.

 

Di yekem hilkeftina min a Atînayê de jî;

Min feraseta ez hatime welatekî ku mafên mirovan û demokrasiyê cihwar bûye, di asta dewlet û kesan de têkiliyên dostanî yên heyî peyda ne û bingeh girt. Ezê nekevim kitekitan, lê ez nikarim xwe jê bidim girtin ku, bi hindek mînakên dîrokî berawird bikim. Saînt Paul ku ji Damascusê dertê, demeke dirêj li bajarên Helen bangawaziyên pîroz teşene dike, gava duyemîn diavêje Romayê û li wê derê tê qetilkirin, di dîroka Ewropayê de girîngiyeke mezin hildigire. Çîroka Sokrates bêhtir trajîk û kirûyeke Atînayî ye. A ku herî balkêş e; di mîtolojiya Helenê de, xwedawenda Atînayê ya berevaniyê Athena ku dilêrê Troya Hektor, dikeve hundirê dilqê birayê wî Deîphopos û ew ber bi pevçûneke ku wê ew bibe mirinê ve berpêş dike û dide xapandin. Mebesteke min mîna Atînaya ku bajarekî girîng ê dîroka şaristaniyê ye, rêş bikim nîne. Lê tiştên ku diqewimin, ji ber ku bibîrxistineke dîrokî di nava xwe de peyda dikin, babetekî balkêş e. Ev rasteqînek e ku bangawazî û têkiliyên dostaniyê yên Athena ango Atînayê neba, wê me bi dost û gelên xwe re, heta bi dijberên xwe re vê trajediyê nejiyaba. Hilkeftina min a Atînayê û encamên wê bi aliyên teng û teknîk ve hildana dest, wê bibe helwesta ku qet nayê bexşandin. Wê li hember ji Sokrates, ji Solon, heta ji Perîkles vir ve, ew hişmendiya tê birêvebirin, rûmeta mirovî û puxteya demokrasiyê bibe bêrêzdarî. Ji kû derê tê nihêrtin bila bê nihêrtin, helwesta li dijî min, aliyê xwe yê dîrokî heye û divê em vê rast biselimînin. Ger mezinahiya Atînayê hebe, guman têde nîne ku, ew bi selmînereke rast ve girêdayî ye. Ew tiştên ku rayedarên Damascus, Moskova û Romayê nekirin, çima olîgarşiyeke li Atînayê di şêwaza komployê de çêkir? Bingehîn peywirê darêzgeriyê divê bibe rast bersivandina vê pirsê. Nexwe wê çi cewaziya me nemîne ji gotina “Sokrates, xwedayên nû xistiye mejiyê Atînayî, divê bê kuştin.”

Hatina min Atînayê;

Bi encamê têkiliya ji hêla temsîlkara me Ayfer Kaya bi parlementer û serokê kevin ê PASOK’ê Baduvas ku hatibû çêkirin pêk hatiye. Min deh caran da dubarekirin, ma bi rastî ji bo hatinê rewş guncav e an na. Piştî ku di her carê de bersiva erênî ji min re dihate dayîn, min di biryardayînê de çi fikar nedît. Him partiya wî desthilatdar e, him parlemerter e, serokê kevin e; min wê baweriya ku bi rêya destûr wergirtiye hildigirit. Dema ku ez daketim balafirgehê Savas Kalenderîs û rayedarê astabilind Stavrakîs derket pêşberî min. Bi qilqaleke mezin û gef xwarinê hate diyarkirin ku divê di heman rojê de demjimêr heta pênca derkevim, di rewşa berevajî de ezê zoriyê bikişînim, bi helwesteke wisa rû bi rû mam. Rewşeke wisa bû ku min qet hêvî nedikir û jê re ne amade bûm. Baduvas li nêvengê qet xuya nedikir. Ez di bingeh de di vê çûyînê de hê jî baweriya ku pêwîst e bê lêkolînkirin hildigirim, ku dihate xwestin ling şemitandineke rişt bê çêkirin. Ger vexwendin neba, ew bûyerên din yek jî pêk nedihatin. Ger li Damascus derfeta mayînê nemîne û zorê bide ji bo Rojhilata Navin jî, ez dikaribûm herim çiyayên welêt. Di hatina min a duyemîn de alîkariyên Nagzakîs bûne diyarker. Bi ya min, bi dostanî di fedekariyeke mezin de peyda bûye. Lê dema ku em li tiştên rûdane dinêrin, serleşkerekî teqawîtbûyî ku ewqas têkiliyên xwe bi dewletê re hene, wê çima karibe li dijî têkiliyeke dostanî ewqas xiyanetê bike. Ez hê jî li bersivê digerim, ji bo vê pirsê. Dema ku ez hatime dayîn bin venêrana îstîhbarata Yewnan, qaşo ez diçûme hevditinê bi Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Pangalos re. Di hevokekî wî yê piştre de safî têgihîştim ku Pangalos, di nava xiyanetê de ye; “yê ku di kulekê dikevê, di bixêriyê de diavêjin.” Dema ku ez hatime derxistin rewşa îmhatiyê ev hevoka wî serincrakêş bû, “APO li ba mesîh e, weke firîşteyekî dijî.” Helwesta Stavrakîs jî, bi dijminatî û xayintî bû. Biryarên DYA’yê yekser sepandine. Ez ne di wê rewşê de me ku, bizanibim ka çiqas karbidestiya xwe û ka çiqas karbidestiya hikûmetê bi kar aniye. Serokomar Simîtîs divê baş eşkere bike ku ka di bin kîjan mercan de biryara “qewitandin” û kaşkirina Kenyayê daye. Ew rayedar ku weke xwediyên biryara herî jor in, ji îfadeya wan a bi kitekitî re pêdivî heye.

Di ketina min a Romayê de helwesta Serokomarê Îtalyayê Masîmo D’Allema dikare weke nimûneyê bê girtin. Her çendî ku nepejirîne jî, heta dawiyê jî ew, wê nikaribe bi zor û komployê derbixîne, ev tenê di bingehê bidilbûnê de karibe pêk were ve girêdayî ma. Ez sê meh mam. Karê îltîcayê hate destpêkirin. Piştre ev maf hate dayîn. Di derketina min a 15’ê Çile 1999’an de şertê hiştina nameyekî nivîskî biheterî danî. Bi awayekî din derketina min ji Îtalyayê dizanibû ku wê bêzagonî be, ji ber vê çendê vê helwestê pêşan kir. Di komara Helenê de, bi vê prosedûrê ve girêdayîbûn qet pêk nehatiye. Piştî ku ez çûme Atînayê mafekî min ê îltîcayê heye. Çi kes nikare vê asteng bike. Encamê tenê dadgeh dikare diyar bike. Ger şûngehekê min ê ku tewaniyê di hundirê xwe de peyda dike hebe, wê ew jî bi binçavkirin û girtinê ve bê nirxandin. Ew amraz in ku herî rewa ne û di hemû welatên YE’yê de derbasdar in. Weke ku serlêdana vê prosedûrê pêk nehatiye, têkiliyên dostanî jî hatine bikaranîn, pêşî bi xapandina Nagzakîs min xistine bin venêrana îstîhbaratê, di gava duyemîn de jî, bi xapandina ‘em soza dewletê didin’ bi rê kirina min a Kenyayê hatiye pêkanîn. Heke dilsoziya dostaniya fanatîk bi min ve girêdana xwe diyar kiriye û weke amrazekî bi kar neanîbaya, minê bawer nekiriba bi belên û sozên Savas Kalenderîs. Li vir tevlîheviya vînê heye û ev tewanê çêdike. Ji ber vê çendê jî dikare serî him li wî û him jî ger bê xwestin li îfadeya şahidên din bê xwestin.

Bi serê xwe ve rê kirina min Kenyayê, eşkere bi komployê ve pêwendîdar e. Çima ne komara Efrîqiya Başûr, yekser Kenya? Ji ber ku li wir rejîmeke tam qirdikê DYA’yê heye. Ji bo planê radestkirinê cihê herî guncav e. Mandela û komara Efrîqiya Başûr nedikete komployeke wisa. Di radestkirina Tirkiyeyê de jî heman xiyanet hatiye pêşankirin. Balyoz Kostulas zêde nerihet be jî, wê peywirê bi serkeftin bi rê ve biriye. Bi temamî di ferqa planê de bû. Ji min re gotiye daxwaznameya min a îltîcayê hatiye pejirandin û karibûye min bide xewandin. Herî dawî Kalenderîs, bi wê fermana taybet a Pangalos gotiye, em diçin Holandayê û radestkirina xayinên Kenyayiyan de peywira xiyaneta eşkere bi cih aniye. Di vir de zelal e ku baweriya min a dostaniya bêsînor hatiye bikaranîn. Da ku fikarek bi min re çêbibe, vekirîbûneke herî piçûcik jî nedane. Li hember xiyaneteke ku ewqas bi hostoyî tê leyistandin, tenê mirov dikare şewqê derxîne. Kitekitên van agahiyan ku bê xwestin parêzerên min bi belge û şahidên ku nîşan bidin ve dikarin bidin. Guhdarîkirina wan daxwaza min e.

Hemû tevgerînên min ji serî heya dawî bi venêran, agahî û alîkariya îstîhbarata Yewnan pêk hatiye. Ger alîkariya hêzên dewletê neba, pêkînandina min a wan tevgerînan bidaringî ne gengaz bû. Her wekî ji derveyê hilkeftina min a Atînayê, bi rêka temsîlka me ya Atînayê dewleta Helen, di radeyeke girîng de destekekî daringî-arişenî çêbûye. Bi van ve eleqedar dikare li îfadeyên parêzer, şahidên dost û rayedarên dewletê ku têkilî bi wan re hatiye avakirin, serî bê lêdan. Dema ku ev hemû babet têne berçavkirin, emê çawa karibin esehiya bûyera rasdestkirina min tê bigihîjin? Ev nakokiyên ku bawerbûna wan zor e, di bin kîjan kartêkeriyan de derketine holê? Çendî ku em ji agahiyên bes nehaydar bin jî, em dikarin ji agahî û pêşketinên sînordar hindek encaman derxînin. Ji destpêkê pê ve ku înîsiyatîf di destê îstîhbarata DYA û Îngilistanê de bûye û ev jî di rewşa hevkariya teşkîlatên MÎT’a Tirkan û MOSAD’a Îsraîlê ve bi rê ve hatiye birin, ji gelek rêznivîs û pirtûkan re bûye mijar. Ezê van dirêj nebibêjim. Dikarin weke belgeyan bêne pêşkeşkirin. Hê ji roja reşemiyê ku ez hatim Atînayê, xeber ji Enqereyê re hatibû dayîn, di rojnameya Sabah’ê de weke rêznivîs derketibû. Di jimareke pir de delîl û şahid nîşan didin ku bûyera radestkirina min bi kordîne hatiye birêvebirin. Ew firoka ku bi taybet ji Swîçreyê hatibû hînandin, ji bo revandina min a Kenyayê, beşa operasyonê ya NATO’yê jî ku rola xwe têde heye, mûhtemelekî bihêz e. Îhtîmal heye ku ev biryareke hevpar ê NATO’yê ye. Lê ji ber ku ev babet derveyî zagonî ye, bi Gladyoya ku hêza taybet ya NATO’yê ye hatiye birêvebirin. Her wekî mîna Îtalyayê operasyonên li gelek welatan ku pêk hatine. Ev polîtîkayên DYA’yê di zemînê YE’yê de ka çiqas ji qelîştekên kûr re rê daye vekirin, di roja me ya îro de baştirîn tê dîtin. Van hemû babetan ê herî baş karibe bizane Serokomar Simîtîs e. Wekî din jî Stavrakîs ku yekser bi fermana DYA’yê tevgeriyaye, di wê parêznameya min a ku parêzerên min ên Îngilistanê amade kirine de, hatiye nîşandan. Him DYA û him jî rayedarên Tirkan ku hevkariyê kirine, di asta herî jor de hatiye ravekirin. A mayî ji van pirsan re bersivdayîn e. Berjewendiyên hemû alîgiran di vî kar û komployê de çi ne?

A yekemin, DYA ku Tirkiyeyê weke hevgirtiyekî stratejîk dibîne, ji bo xwe da ku bi xwe ve girêbide vê alîkariyê mîna fersendekî têkûz dîtiye. Di hemû xebatên Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Balqanan de sûdgirtin ji Tirkiyeyê, bi vê radestkirinê derketiye sertarê. Heman babet ji bo Îngilistanê jî derbasdar e. Îsraîl jî di vê bûyerê de ku têkiliyên stratejîk pêş xistiye bi Tirkiyeyê re, bi rola di vê bûyerê de, ka çiqas girîng e daye peyitandin. Rola mêjî ya îsraîlê, di navendên din de û bi taybet jî li Kenyayê bûye encamgir. Baş e berjewendiyên komara Helenê çi ne? Yekcar fermana DYA’yê ku pir rajêrê wê ye aniye cih. Piştre jî, di pirsgirêkên Qibrîs û Egeyê de desteka tam ji DYA’yê girtiye û hesibandiye ku bergîdana wê bi zêderî wê bigire. Nêzîkatiyeke rezîl a din jî, di gotina Pangalos de veşartî ye. Dema ku dibêje; “firîşteyê li ba mesîh” pir baş dizane ku ji bilî îmhayê çi dumahîk ne li benda min e. Mirina min di destên Tirkiyeyê de tam polîtîkayeke “kuçikan berdana hev” e û wê sazbariyeke têkûz qezenc bike. Kuçik çiqas hev û du biderbînin, di encamê de, wê polîtîkaya wî bibe ya qezenckirî. Ev nêzîkatî eşkere datîne holê ku, desteka ku hatiye dayîn, bi temamî bi armanca berjewendiyên taktîk bûye. Raber dibe ku, çi aliyê mirovanî yê herî piçûcik jî têde peyda nîne. Hemû hesab li ser ku ez bikevim nava berxwedêriyeke kor û bimirim hatine çêkirin. Li ser mirina min ku roj hatine jimartin, di rojnameyên Atînayê de jî derketin.

Ji ber ku kesaniya min ji nêzîkatiya miliyetgerî dûr e, ji şîdeta kor re ne vekirî ye, hesabên ku pêşiya miliyetgeriya Kurd a hoveber heta bixwazin wê vebikin û bi pirsgirêka Kurd bileyizin, di vê de bûye diyarker. Roja ku ez hatime radestkirin, tê zanîn ku hinek serekên miliyetgeriya Kurd hatibûn Atînayê. Hemû hesab di bingehê ku komplo û xiyanet bi mirina min ve dumahîk bibe, hatine birêvebirin. Em dev ji aliyê hiqûqî berdin, eşkere ye ku çi aliyê mirovanî di vê nêzîkatiyê de nehatiye pêşçavkirin.

 

Kategori: Reber APO