Tirkî  |  Erebî

A ku em dixwazin di vê sehayê de bidin pêşxistin, di bingeh de gelala romaneke şoreşgerî ye. Em dikarin bibêjin ji pêvajoya hilveçirîna korgirêka ku di civaka Kurd de hatiye çêkirin û pêvajoya ber bi rizgariya nû ve bi romanê hunandin

ango bi romanê anîna ziman. Bersîva em ji “Çawa Bijîn’’ re bidin di  wateyekê de dibe roman. Em raveya şoreşê a bîrdozî, polîtîk û leşkerî û dîsa stratejî û taktîkê pêş dixin. Her wiha peşketin çêdibin û diçin. Lê di heman demê de ger ku em pirsa “Jiyana şoreşger wê çawa be’’ nebersivînin, wê emê şoreşa xwe ji pêşketineke giyanî ya girîng û ji teşeyê libatê pêmen bikin û eşkere ye ku ev nabe saxlemiyek. Lewma ji bo milîtanek şoreşger pirsa “Çawa Bijîn’’ sotîner e. Jixwe têkoşîna rizgariya netew a ku di bin serokatiya partî ya me de pêş dikeve, hemû civakê alandiye, tenê ne ji bo milîtan, ji bona hemû takekesan şêwazeke jiyana şoreşger ka çawa pêwîste bê peşxistin, bi qasî nan û avê bi misogerî aniye halê pêdiviyekê. Di nava civaka me de paşdemayînên mezintirîn û xirabûnên libatî hene. Dema têkiliya vê bi mêtîngerî, Kemalîzm û dîsa bermayên çerxa navîn ve bê kolandin û dahûrandin, wê bê dîtin ku ka çiqas têkilî û jiyanên bên hilweşandin û li hemberê bertek bê raberkirin û dîsa di şûna wan de ji têkilî û teşeyên jiyana nû ku bê afirandin, hewqas pêdivî pê heye.

 

Va ye roman, hindek jî di navbera vê belênayê de hewldanê diderbirîne. Têkilî û teşeyê jiyana ku pêwîst e bê derbaskirin, têkilî û teşeyê jiyana pêwîst e bê parastin lêkolîn û lêpirsîn dike, dahûrîn dike û ji nû ve ava dike. Ev yek ger ku  teknîka hunerê baş bê karînandin, di wê rêjeyê de, wê ji şoreşê re tevkariya herî baş bide berpêşkirin. Tebî dema ku têkoşîna me ya şoreşger dibe mijara gotinê, rasteqînên dîrokî yên şoreşê, teşegirtina civaka ku xwe li ser radigire, bi taybetî li ba pêvajoya dîrokî ya nêzîk rasteqîna ku îroyîn dije û aliyên pêşketinên dibêtî ku pêgirê nirxandina asteke nêzîkê zanistiyê bê kirin û ji romanê re zemînekî wisa bê berpêşkirin, em dikarin destnîşan bikin ku ev pêdiviya romanê pala xwe dide ango divê pala xwe bide ser binyada rasteqîna sosyalîst.

Ev yek di heman demê de, di bingehê daneyên zanîstî de derdikeve rastê, ew aliyên ku kevneperestî bi her awayî pê re çêdikin, şunda dikişînin û vesazî dikin û helwesta ku dixwaze nûjenî bike, ji her cure temsîla vê re bi rexneyê bersîv dide. Li ba vê yekê, xwedî li rasteriya pêşketî derdikeve, ji bona pêşengtiya vê bêrî, azwerî û bilindbûnê esas werdigire. Ev roman, rasteqîna tê jiyandin tam jî bi vê teşeyê digire dest, di bingeh de jiyana takekes a ku bi hilweşandinê ve rû bi rû maye û piştgiriyê ji jêr û jorsaziya civakê werdigire ji hilweşandina wê re çavdêrî dike û di teşeyê herî radîkal de rexne dike. Lê di heman demê de yê şunê de bê cîbicîkirin ka wê çawa be, hewl dide ku derxîne rastê û girêdana bi kevirên bingehîn yên jêr û jorsaziya tevahî jiyana nû ya ku divê bê pejirandin, bide avakirin. Ev, di kesayeta tîpek an çend tîpan de dikare ji avakirina nû ya hemû civakê re rê bide vekirin. Li virê sê-çar tîpên ku were destgirtin, di heman demê de ji dahûrandina rasteqîna dîrakî û civakî re, wê rê bide vekirin. Çend tîpên ka kîjan dîroka paşdemayî têkiliyên civakî yên vê dîrokê temsîl dikin baş dadihûrîne, baş çavdêrî dike, baş rexne dike û ji nû ve ava dike. Ger ku vê yekê çiqas bi kûranî, çiqas bi xweşikî û çiqas bi hunerî bigire dest, hewqas jî dikare berhemên hunerî yên saxlem derxîne rastê. Êdî ev der, bi hêza hunermend ve girêdayî ye. Hindek xeyalên xwe dide axaftin. Yanî di virê de ji zanistiyê zêdetir xeyalan dana axaftin, xwestek, bêrî û azweriyan anîna ziman mijara gotinê ye. Li hember çi me, çi dixwazim, divê çi hilweşînim, çi ava bikim; çi kirêt e, çi xweşik e; çi nayê jiyandin, çi tê jiyandin; çi tê pejirandin, çi tê redkirin; çi tercîha min e, çi ne tercîha min e, van pirsan eşkere dipirse û bersîvên tûj dide. Bersîvên ku bide, wê giştiya hemû civakê girê bide.

Va ye, ew gelala romana ku em dixwazin pêş bixin, li derdora van pirsan hindik zêde pêwîst e bê derxistin. Rasteqîna tê jiyandin jî di wateyekê de ev e. Li ba pêwendiya vê rasteqînê bi mezintirîn kevneperest û muhafazakar, yanî bi mêtîngeriyê û bi bermayên feodal ve, di heman demê de, ew civaka ka çawa bi nûjeniyeke sexte ve tê cîlakirin, hewl hatiye dayîn ku derxîne rastê. Heta welatparêziya sexte, di bin navê çepê sexte de kesayet û kesayetiyên heyî ka çi ne, hatiye ravekirin û li ba vana, pêwendiya rizgariya civakî ya nû bi nasnameya netew re ango di asta kesanî de temsîlkirin ka wê çawa çêbibe; kesayetên wisa çawa derdikevin rastê û çawa ditêkoşin; ev yek jî hatiye daxistin.

Yek jî, ji tîpên berwenda hatiye qalkirin. Ew tîpên ku lingekî xwe li bermaya serdema navîn e  û lingekî xwe şekilbûyîna civaka nû de ye, her tim sîketina her du aliyan temsîl dikin û xwe li dijî her qonaxên girîng dana çespandina wan hatiye rexnekirin. Bi taybetî dahûrînên Serokatî (em dikarin bibêjin dahûrînên bingehîn in) yên di vê mijarê de pêşketinên ku derxistiye rastê, ku bê lêkolînkirin û pê ve girêdayî da ku wek kelûmelê romaneke şoreşger pêgirê nirxandinê bê kirin wê tevkariyekê berpêş bike. Ev xet hindik zêde di dahûrînan de hatiye derxistin. Dahûrînên kesayeta bingehîn; di jiyanê de, di nav şerê germ de hatine ezmûnekirin û derketine rastê. Yanî ev ne xeyalî ne, rastînên ku şoreşê derxistine rastê ne.

Lewma dane û kelûmelên ku romaneke rasteqînî pala xwe bidê mijara gotinê ye. Yanî hewqas kelûmelên ku di wêjeya çi welatî de nehatiye peydakirin hatiye bidestgirtin. Têkoşîna rizgariya netew ku di bin serokatiya PKK’ê de hatiye birêvebirin qehremantî, xiyanet û berwendayên derxistiye rastê kelûmelên mezintirîn in û heta li ser her qonax yan jî li ser her her tîpekê, dikare pirtûk bê nivîsandin. Em tenê derbirîna vê ya herî giştî, girêdayê pêvajoyên rizgariya netew û partiyê hewl didin ku bidin. Gelala romanê di aliyekê de rasteqîna mêtîngerî û kemalîzma Tirk a faşîst, di aliyekê de jî rasteqîna Kurdistan’ê ya eşirî û feodaliya serdema navîn, di aliyekê din de jî, rewşa kedkar, karker û gundiyên xizan, ew kes û têkiliyên ku ji pêwendiyên eşîrî û feodalî hatine qutkirin û hatine şekilkirin hewl dide ku bîne ziman. Û PKK di wateyekê de dibe ev. Roman, pêşketina di vê wateyê de hewl dide ku di asta hunerî de pêş bixe. Hem berhemekê pêşketina şoreşî ye, hem jî ji bo pêşketina şoreşgerî teşeyekê dide. Her çende ku bi helbest, mûzîk û wêneyan şoreş nayên pêkanîn jî, ji bo pêşxistina herî puxteyî ku wê roman tevkariyekê jê re berpêş bike bêguman e. Gelale hindik zêde dayîna naveroka vê ji xwe re kiriye armanc.

Di bingeh de tîpên hîmî mijara gotinê ye, lê heke ku em gelek tîpan bidin axaftin wê kelûmel bêtir dewlemend bibe. Lewma bi neqandin, yekirina gelek qismên baş, yanî bi gihandina sentezekê roman dikare pêk were. Di vê gelala romana ku em dixwazin bidin de, bi komên curbecur lêgerîn tên çêkirin. Em li hember kîjan jiyanê bertek raber dikin û ka em bêriya kîjan jiyanê dikin tê lêpirsîn. Dîsa çi baş e, çi xweşik e; çi rast e, çi çewt e; çi kirêt e, çi xirab e pirsên wiha di virê de zêde tên pêşxistin. Ji ber ku roman hindek di nava van têgînên hîmî de pêş dikeve. Hun, ji ku derê tên, jiyana kevin çi ye, jê qutbûna we çawa ye; dîsa pêwendiyên we bi jiyana nû re çi ye, hun çawa pê ve hatin girêdan, hun dixwazin çawa pêş bixin, van pirsan zêde pêş dixe. Di aliyê din de bi lez pêşneketin û nehatina halê milîtanek şoreşger ka çi diderbirîne; xuyangên vê yên curbecur çi ne; di kesayetê de ji çi re rê vedike? Li van tê lêpirsîn û bi azîneke rast ji bo pêşxistina şoreşê bi her awayî gihîştina tevkariyekê tê xwestin.

 

 

 

 

 

Kategori: Reber APO