Tirkî  |  Erebî

rebertı2Min sozek ji xwere daye û soza min yî dilsoziyê heye; “heya ez hebim wê ti carî karê gel yê rizgarî, azadî şûnde neçe, ev nayê perjirandin jî û tu kes nikare şûnde bibe.”

Ev soza ku min ji xwere dayî ye. Bîst sale di vê xetê de her roj ispata vê sozê tê kirin. Cîhan tevahî li ser me de hat jî lê, ev soz xwe parast û hertim wê ev soz xwe bi parêze.

 

Hun niha pir baş dizanin ku tekoşîna me ji duh bi hêz tire. Ji salên 1992-91’an bi hêztire. Ev weke zîncirek ji roja me heya rojên despêkî yê darizandina partiyê diçe. Ew sozên mezin dayîne û pêkanîne. Dinava we de kesên ku bi vê awayî soz bide heye? Ez pir êş dikşînim û di bêjim, “çima di Kurdistanê de kesên ku bi vê awayî sozên bi hêz û mezin bidin nîne. Hemû jî di milê soz dayînê de binkeftîne. Ez li hember van kesane pir bi ofkeme, ti kesê naxim di cihê zilamtiyê de.

Hen rêhevalên me yên şehîd nirxê ku ez didim soz dayînî pir baş dizanîn. Di be ku we ev şehîdên berxwedaniya mezin dîtibe. Em wan bibîrbînin û xwedi li soza wan, dilsoztiya wan derbikevin û ji xwere mînak bigrin. Mazlum’an, Egîd’an, Heqî’yan… Di milekê de ewqasî pêşketinbûyîn nîn bû, lê soza xwere girêdanbûyîn hebû. Rêheval Kemal Pîr di bêje; “neyar, dixwaze jiyana mere bileyze ji bo ku partî binbêxe. Lê emê bi mirina xwere li wan bidin winda kirin.” Eve mînaka girêdan bûyîna soz! Dawiya sala 1985’an de li hember ceribandina tekoşîna me ya çekdarî tasfiye kirina gerîla tê pozber kirin. Rêheval Egîd, bi mirina xwere soza xwe ya girêdanbûyînê got. Di her salê de bêhêjmar sozê her rêhevalek şehîd heye. Em encex van sozane, soz dayînê re bî pejirînin.

Sozên ku me dane wan jî hene. Soza ku me dayê rêheval Heqî, damezrandina partiyê bû. Soza ku me da Mazlum, Kemal û Xeyrî yan; soza ku wê cardin vegera welat bi serkeftî pêk were. Soza ku me daye Egîdan; soza sazîkirina artêşa gerîla bû. Em bûn xwediyê van sozane. Pêdivî heye ku em sozên mezin û serkeftî bidin şehîdên mezin yên berxwedêr. Hûn vê fêm dikin? Ez ji bo ku morelê we xirab bikim na bêjim, ez naxwazim toz li ser egidbûyîna we jî daynîm, lê belê heya niha şêwazê ku hatiye pêkanîn serkeftî ne bûye. Mirin ne her tişte, bi mirinê re û berxwedaniyê re her tişt nayê qezenç kirin. Emê ji îro pêde jî sozên xwe re girêdayî bi mînin. Emê vê sozê ji îro pêde jî bêynin cîh. Hûn jî sozên rast bidin, sozên serkeftinê bidin. Tu gumanê min ji dûrûstbûyîna we û ji dil bûyîna we nîne.

Tiştê ku ez dixwazim bi bêjim, li gor pîvanê PKK, soza rêbertiyê taxtîk çî ye? Dema di bêjin rêbertiya textîk, di bajara de rêxistinbûyîn û serhildan, di çiya de gerîla, rêzîkê gerîla, rêzîkên veşartî rêxîstinbûyîn, rêzikên çalakî, ango di cihê pêdivî de hezarûyek textîk di demê wê de amade kirin û li darxistin. Çi tê xwastin, li ku derê, çawa û çawa tê xwastin li gor wê bersiv dayîn. Tişta ku ji soz were fêm kirin jî, di demê wê de û asta jor de bersiv dayîna vane hemûyan. Gotinên weke; “ji bo vê hêcetê min ser nexist, ev bû asteng, ev leyst, di rûyê filankeste me winda kir” hemû çîrokin. Kesên ku soz didin pêwîste xwe ne xapînin.

Sozên ku tê dayîn ji bo serkeftinê ye. Sozên ku ji derveyê vê dayîn jî gewezetî ye. Ruxmê van hemû rexneyane jî soza ku min ji xwe re daye; “wê sibe ji îro zêdetir bibe yê me.” İspata vê jî paratîka bîst salan e. Mafê me jî heye ku em jî bi bêjin; “egîdên vê gelê yên ku soz didin heye.” Bila soza we ya ku êmê bibin zarokên ku fêm dikin, eleqedar di bin, pêk tînin, venêrîn dikin hebe, bila biryara we hebe û vê jî pêk bînin. Tenê “soz didim” na “di meşe û serdikeve” were gotin. Pêwîste hûn wisa bibin. Ger hûn wisa ne bin hûnê bibin mirovên namert, ezê tenê li ser lêvan merheba bidim we, wê pir zêde ne ji dil be. Me girêdanbûyîn, dilsoztî yên pir mezin pêkanî û me bi hevre soz da û birayar da. Sozên we yê ehbap çavuştî û weke sozên ku hûn didin dostên xwe ne. Min vane cidî negirt. Me got; “emê soz bidin gel, girêdanbûyîn, dilsoztî yê li hember nirxê gel pêkbînin.” Me got em; “di yêkitiya wê de, di meşa wê de û heycana jiyanî di vîna wê de bibînin. Evne pir pêwîst bûn. Lê hûn zê de nagrin cidîye tê. Derdê min yê bingehîn jî eve. Çawa soz didin gele kî, vîna gele kî çawa tê ava kirin, birayarê gele kî çî ye, biryara wê ya tam, meşa wê û şerê wê çawa be?...

Hûn wateyê pêngava 15’ê Tebaxê di zanin. Ev roj di heman demê de rojên şerin. Hûnê bikaribin şer fêm bikin? Weke mirovên partîlî di destê wede dile we heye, ger ku were xebitandin mejî yê we heye. Gelo hûnê bikaribin vane di cihê wê de bikar bînin?

Berîya her tiştê hûn xwe çawa his dikin. Ango ez wê baweriyê de me ku min xwe di vê şerê de zêdetir afiarandiye. Tê zanîn ku, her şerek mirovan pir perwerde dike, ango şer hînkariye. Ne tenê me çiqasî lê da, xirab kir, ji me û ji neyar çiqasî, ev nirxandinên pir qebene. Pêngava 15’ê Tebaxê ji derveyê van nirxandina ne, taybetmendiyê wê yê herê mezin ewe ku pir hînkare, ango mirovan pir perwerde dike. Mirov dikare bi bêje ku; di qonaxa ku nasnameya gelekî ji dîrokê dihat rakirin ev şer bû şerê hebûn û her cûrê nasnameya mirovahî yê qezenç kirin. Tê zanîn ku di dîroka partiyan de, netewan de, ferdan de pêvajoyên bi vê awayî xedar jiyan kirin, berxwedanî kirin xwedî wateyên pir mezinin. Ger ku ji hejandinê mejiyên we, we xwe winda ne kiribe, hestên we xopan ne bîbe ev şer di astakî pir mezin de fêrkere. Mirov dikare pir rehet bê je ku; ger şerek gelê ku ji bo wê şer dike bi hêz neke û kesên ku şer dike bihêz ne bin, ew dem şer ne hatiye qezenç kirin. Yê ku qezenç kiriye yê cûda ne ango hêzê ku li hember şer kiriye qezenç kiriye. Ger hûn di bêjîn em bin ne ketine ew dem hêz bûyîna we di jiyanê de çawane? Di serî de vê ji xwe pirs bikin û bersiv bidin. Min bi şer re, pêvajoyî xwe bi hêz kirinê pir bi eman jiyan kir.

Ger mafê şerekî were dayîn yek kes jî dikare ew hêz di kesayetî ya xwe de jî dest bêxe. Wisa tê fem kirin ku ger em biaheng tevbigerin hêza ku di yek kesê de pêş dikeve, dikare bi be malê tevahî partiyê, artêş û yê gel. Her wiha dibe malê mirovahî yê jî. Em dikarin bi bêjin ku her çiqasî bi sînor jî be pêngava 15’ê Tebaxê me bi hêz kiriye. Tabî ev pêvajo, kêm zêde bi cîvata şer dikin re rê ve dibin. Ez dizanim hûn zehmetî jiyan dikin. Dilteng bûyînê jî jiyan dikin. Min îro hevalek me guhdar kir; mînakê wêrektî, egîdbûyîn û qehremantiyek mezine! Behsa rêhevalên me ê grûba Serhedê yên ku, bi çi awayî li hember zurufên zehmet yên zivistana Serhedê yê bê eman de, dinava berfa spî de, li hember neyar berxwe didin û herê dawî yek du heval di mîne. Min pir da fikrandin û min got; “gelo ev rêhevalên me yên qehreman ne dikarin bigihijin encamek din û cûrek ditir yê şer ne dikarîn pêş bêxin? Belê dikarîn pêşbêxin. Lê mixabin ruxmê ku mînakên pir mezin yê egîdbûyînê heye,lê ji ber ku zêde şer nizanin, pêşdîtinê wan nîne, xwe ne gihandinê ew kesayetî leşkerî yê ku em pozber dikin, hêla ku em wan rêhelên xwe bêeman winda bikin. Ev jî di hêle ku ez pir aciz bibim. Em her roj windahiyên wisa didin. Ev neyarek wisane ku, çareseriyê encex dilop dilop xwîn herikandinê de di bîne. Bivê awayî xwîn herikandinê re neyar bin nakeve. Ji min jiyanekî cûda ne xwazin, hûnê ne bînin. Ger ku hûn dixwazin fêr bibin, em bi exlaqek mezin, vînek mezin, ûslubek mezin û hûnerek pir mezin fêr dikin. Em şer jî pir xweşik didin. Lê we çiqasî vê hundirîn kiriye. Diyare ku mercên we nîne. Me vê jî danî holê; di şertên ku nayê bawer kirin de em hatin van roja ne. Em cîhanê re jî îlan dikin ku, me hen tişt neyarê xwe kiriye. Niha di asta herê jor de neyar me nîqaş dike û li hember me jî acize. Yê ku hemdem û şarêza emin. Neyarek wisane ku ji xwîn ve xwarinê cûdatir ti tiştek ji destê wê nayê. Em nûnertiya aşitiyê dikin, lê belê ger ku pêdivî hebe, di şertên herê zehmet de û ti kes bawer neke jî emê şer jî bi layîqê wê pêk bînin. Di roja me de ev derketine holê. Mezîn bûyînê li xwe bênin. Pêwîste hûn serkeftinê bikin weke perçeyekî jiyana xwe ya ku dest jê nayê berdan. Kurd pir hatiye biçûk xistin, Kurd pir rezîl bûye û belengaz hatiye hiştin. Ji vê şerm bikin. Di cihê vê de xwe ji çep û rast re nedin razandin. Di cihê vê de Kurdên ku qezenç dikin bi bînin, mirovê qezenç dike bibînin. Em bimrin jî xeman na xwin. Ger hûn şehîd bikevin jî emê bi bêjin; “tiştên ku layîqên wane hatine kirin.”

Mirovên egîd ji tu tiştê na reve û heya ji neyar hesap ne xwaze rehet na sekine. Ev egîdbûyîn qanune. Ji vê qanunê rev hûn nikarin şer bikin. Hûnê ew dem ti carî ne bin milîtanên layîqê vê partiyê û fermandarên serkeftî. Em cardin bi we hêvîne, emê bi were van karane pêş de bibin. Le, bila di çerçoveya van gotinan de be. Qet ne be jî bila vê carê, tiştên ku me deh salan de nekir em ji îro pê de bikin. Her roj bi dehan şehîd, her yek ji wan jî hêjayî bi hezaran zêrane, di çalan de tên ti jî kirin û bi sedan jî bi îşkenceyan re derbas di bin. Em nikarin bi bêjin; “em pêşnakevin, xwe pêşnaxin.” Kesên ku vê di bêjin jî mirovên ketîne. Ma tinê ez berdevkên van şehîdane me, wesiyetê wan anîna cîh de ma qey tenî ez deyndarim. Na! Şehîdên gelin, yên dîrokê ne. Ma tunê ez berpirsiyarê van êşên ku tên kirin û îşkenceyên tên kirinim. Gelê me û em hemû berpirsiyarin. Ev welat welatê me hemûyane, ev gel gelê me hemûyane. Tiştê ku cihekî tê kirin wê sibe te jî bibîne. Pêwîste em giştî bi fikrin, bila ev di peyvan de ne mîne. Hûn xirab hatine mezin kirin, neyar we xirab mezin kiriye. Emê we çawa perwerde bikin? Ez pir di hizirim. Ger ez we ji bo gelê me perwerde ne kim, ne veguherînim rastiya me, nikarim dest jê berdim. Heya ku ez encam bigrim ezê bi were mijûl bi bim. Ger ku hûn xirab ne hatiban perwerde kirin, ez ewqasî bi were mijûl ne di bûm û ewqasî hişk li ser wede ne dihatim. Lê, ezê dest ji we berne dim. Emê cardin serkeftinê di kesayeten we de avabikin. Wê ev hûner were bikar anîn û wê di encam de eserê xwe derxe holê. Ev ARGK’ye, ava bûyîna artêşa gelê me ye, ev ji bo gelê me ji nû de ava kirina civaka azade. Ev têşeyê netew bûyîn û şerefê mirovahî yê ye. Komara mirovahî yê ye. Di vê bingehê de emê ji bo karnîna wê bi tîtîz tevbigerin.

Azweriya herkesekî heye; yê me jî pir vekiriye, dest neyê girtin jî, weke xeyel, bitenê weke welatek were fikrandin, azweriye kî me heye. Ez pir vekiri îlan dikim, ezweriya min eve, hûnerê min eve! Ger ku hûn ji bo vane hemûyan hene ew dem xwe ji nûde ava bikin, têşeyek bidin xwe û bibin vegotina pêk anîna wê. Di be ku, ev bi şibînin weke xeyalê zaroke kê lê em îdalîne. Tu derdê min yê ku ez zehmetî bidim we nîne. Min xwe bê eman daye vê karê. Ezê bi vê hêza xwere baz bidim, ger hûn jî werin, pêwîste şêwazê hatina we bi vîn, bi dil, bi aqil, biberxweder û serkeftî be. Ger ku hûn wisa bin ew dem hûnê bikaribin bi minre bi meşin. Ger ne wisa be hûnê pir zehmetî jiyan bikin, ez naxwazim hûn zehmetî jiyan bikin. Rêhevalên min yên pir mezin hene, heya duh jî xwe şewitandin. Ew di minde azweriyên xwe dîti bûn. Ewne qehremanên mezinin. Kemal Pîr xwe kirin perçeyê hestî, xwe şewitandin, kirin xwelî û ji xweli ya xwe ronahî yê derxistin. Ez nikarim vane ji nedîtinê werim û fêm nekim. Ez ewqasî bênîjad nabim, hûnê jî vane bibînin.

Ev rêhevalên şehîd niha jî zindî li hember me sekinîne. Ew nefretê wan yê li hember neyar, rûmetê wan û ofkeyê wan nayê ji bîr kirin. Em her kêlî li hember emrê wan yê rojane de ne, emê bi hemû hêza xwere layîq derbikevin. Ezê ti carî rêhevalên xwe tenê ne hêlim. Ger ku hûn jî bi min re werin pêwîste hûn bizani bin bibin rêhevalê van rêhevala ne. Ji derveyê vê tu tişt yê we layîqê wan neke, ev ne nirxê dîrokê ne. Bîranîna şewitandina keçekê ji bîrkirin ti carî efûnakim. Kesên ku wateyê vê berxwedaniyê li ser çavên xwere bavê je ezê wan nexim di cîhê mirovan de. Ez rêhevalê wanim. Dema bedenî rêheval Kemal di heliya, ji bo armance kî mezin, ji bo bangawazî yê ew subayî faşîst got; “hûn nikarin min vejênin (diriltmek) ew hêzawe nîne.” Dema vê di got, çi vegotin dikirin di zanîn, nikarim ji bîr bikim. Kes nikare ji min jî bîrkirinê bixwaze. Di be ku di dîroka tu netewa de nîn be, berxwedaniya bi sedan keçan, qandî ez difikirim ezê bi fikirim, qandî ez di bihîzim ezê bibihîzim. Ez nikarim ew êşên ku bi sedan rêhevalên me yên ku dest û lingê wan di berfê de şewîtîne û rûxmê wê jî berxwedane ji bîr bikim. Dema ez rojên xwe dinirxînim, di serî de vane tînîm ber çavên xwe. Êşên ku bi hezaran rêhevalên me di girtîgehê de kîşandine ji bîr bikim. Ewne ji min re emir dikin, wê hemû hewildanên min layîqê wan derketin be.

Dîrokek heye hatiye xilas kirin, gelek heye bê henase hatiye hiştin, pêşerojek heye hatiye reş kirin. Ez mecburum vane bênim ber çavên xwe. Ev li ser min hate bar kirin. Madem min wêrek tî kir, ji bo min hatiye ecibandin ezê layîq derbikevim. Raste navê min heye, hêza min heye, lê ez bi vê nayêm xapandin. Ezê hewil bidim ku bi zanistiya rastiyan esas re tevbigerim û encamê wê rast bînim. Serxistin û sernexistina min zê de ne giringe. Serkeftinên min yê mezin hebe jî ez pir kêfxweş nabim. Wê ev şêwaz min mezin bike û bi jiyanî bike. qandî min jiyanî bîke wê ewqasî ev gelê jî bide jiyan kirin, hem jî wê yeman bide jiyan kirin.

Her bijî ruhê pêngava 15’e Tebaxê!

Her bijî ARGK!

 

 

Kategori: Reber APO