Tirkî  |  Erebî

Rebertı tırmeh 2Mijara herî sereke xwedî li bîranîna berxwedaniyên 14’e Tîrmehê derketine. Xirabiya herî mezin ew e ku, mirov hevaltiya partiyê, hevaltiya dozê û rêhevaltiya

rastiya berxwedaniyê bi hemû aliyan ve fêm neke.

 

 

Me hertim vê got; “ger ku em heya niha jî girêdayî erkên xwene û dest ji berxwedaniya xwe bernadin çavkaniya herî bingehîn jî girêdaniya me ya li hember rêhevalên me yên berxwedêr û tevahî rêhevalên me ye. Heya dawiyê vê di xwede his kirin û serkeftinê re jiyan kirin pir giringe. Çi dibe bila bibe pêwîste em jiyana rêhevalên xwe yê şehîd yên berxwedêr beriya jiyana xwe bigrin dest. Beriya her tiştî di despêkê de jiyana wan piştre jiyana me. Ji derveyî vê hûnê pir nizim bibin.

Ez bi salane qîr dikim; “hûn vê berxwedaniya mezin çawa fêm dikin? Ma hûn na bînin? Hêza min jî ji bo rakirina bîranîna wan terê nake, li hember wê zehmetî jiyan dikim. Di milekî de hewildidim ku di milê teorîk de, di milêdin de jî derfetê pratîk bûyînê pêş bêxim. Ma hûn çi dikin? Hûn nikarin perwerdeya xwe jî bi bînin. Nirxên ku hatine ava kirin heye. Ev nirxana mîrasê rêhevalên me yên berxwedêrin. Ji ber ku pir şehîd hate dayîn, berxwedaniyên pir mezin hate kirin û her ku diçe ev nirxane mezin dibe. Di vê milî de tiştên ku mirov jê fêm neke nîne. Di hûndirê vê de ava kirina mirovên nû heye. Di hûndirê vê de bi misoger avakirina serbixwe bûna gelekî heye. Di hûndirê vê de, bersiv dayîna azadiyê û kedên hatine dayîn heye. Ev nirxana nirxê vanene. Teoriya şoreşgertî yê, çavkaniya ku ji wê digre ango polîtîka, her cûrê rêzik û hêza jiyanê ji bo vê ye.

Di asta yeke mîn de girêdan bûyîna min li hember van nirxên berxwedanê heye û ez ti carî destur nadim were perçiqandin. Lê belê, bi tenê serê xwe van nirxane ne dayîna perçiqandin têrê nake. Pêwîste ji jêr heya serî tevahî partî û şervan hemû dinava vê helwestê de bin. Hûn pir ciwanin, di xanê we yê serkeftinê de tu tiştek jî nîne. Ma hûnê ne bêjin, “ pêwîste ez ji bo serkeftinê jiyan bikim, pêdivî heye ku ez hin serkeftinan di vê jiyana xwe de bi dest bixim.” Hûn mirovên ji rêzê bin jî pêwîste hûn vê pirsê ji xwe bikin. Ma hûnê ji xwere ne bêjin ez dinava gemariyek de me? Hûn her tim di bêjin “me dewisand, me li ser kedê we xwe da jiyan kirin, me xwast em xwe bi bandor bikin û me xwe bi hêz da nîşandan.” Ma ev helwest wê were efû kirin? Ger ku kesekî xwe bi radestê van tiştan kiribe ji wê kesê, her tiştê qirêş û lenet wê der bikeve?

Terbiye ew e ku; “mirov bizanibe bi layîqî nirxan be û girêdayî be, bi kedê re girêdayî be û bi zanî be bi serkeftinê re girêdayî be. Di vê em vê bê hûrmet bûyînê û bi terbiye bûyînê derbas bikin. Ev jî ji kuderê re derbas dibe? Li hember erkekê, kêm zêde vegotina nirx kirinê, wê rêve birin û windahiyên vale û xirab ne dayînê pêwîst dike. Di vê mijarê de bila kêmekê wicdanê we bikeve tevgerê de.” Ez cardin pirs dikim, ewna çawa berxwedanî weke hûnerê hîn bûn? Hûnê bibin mirovê kîjan erkê, li ser esasê partî bûyînê bibin leşker û bibin gerîla. Ger ku we li ser vê bingehê bi her awayî xwe bêaman dayê ew dem, we di jiyana xwe de rêya xwe ya herê rast pejirandiye. Berûvajiyê vê, mirina we jî bikêrî tû tiştê nayê. Ango, her tiştên ku nedi vê rêya rast dene valene.

Em 14’ê Tîrmehê bibîrtînin. Ev rêhevalên me xwastine di asta herî jor de tekoşînekê mezin bidin meşandin. Em Xeyriyan û Kemalan pir baş nas dikin. Rêhevalên me yên ku, bi azwariya tekoşînê re xwe ti jî kiri bûn. Ji bo wan, pratîka şoreşgerî jiyan bi xwe bû. Rêheval Xeyrî bi henasê re xebatên rêxistinê, probagandeyê wê jiyan dikir, ji derveyê vê yek rojên wî vale nîn bû û bi vî awayî kesayetekî mezin bû. Rêheval Kemal jî, her tiştê xwe xisti bû di bin xîzmeta rêxistinê de, bi her tiştê xwere xeta tekoşîna partiyê jiyan dikir. Cardin kesayete wisa bu ku şêwazê jiyana partiyê henase bi henase rêve dibir. Di vê mijarê de pir tişt hate gotin, hêna jî pir tişt mirov dikare bi bêje û yê were gotin.

Berxwedêrekî çawa jiyan dike? Ewane di ew zîndana Amedê yê bêaman de ruxmê hemû îşkenca jî di wan zurifan de singê xwe vekirin û li hember wan îşkenceya jiyan kirin. Di wir de yek hûrdem jiyan kirin qandî salekê dirêje û mirovan di biecîne. Ez ew dilên we yê ku qîr girtine re di bêjim; “birastî jî her hûrdemên wê qandî salekê mirovan di biecîne. Ewane ji bo ku navê partiyê kêmekî din bibêjin û tekoşîna xwe di şertên rewa de bi meşînin ew çend salên xwe bi vê awayî di nirxînin.

Hûn dizanîn rêheval Mazlum bi yek şixatê çalakiya xwe pêk tîne. Agirê Newrozê pê xist. Ez çima vane tînim ser ziman? Ji ber ku çekên ku hûn serkeftinê dest bêxin di destê wede heye, çiyayên azad yê ku ji bo serkeftinê her tiştê pêşwaziyê we dike heye, hêza artêşa me heye. Lê belê, heya niha jî di holê deye, we vane ne xistiyê hêza şer û hûn çarçur dikin. Ma fermandarê ku di nava we de vane dike kême? Ger ku ev mirovane kêmekî be jî agahiyê wan ji wicdanê û hêza morelê hebe bila baş bi fikirin ji bo berxwedaniya vê xetê vane çi kirine. Di kîjan zurufan de û bi çi awayî pêk anîn. Ev rêhevalên me di bêjin; “berxwedan jiyane” ev dibe hêviyê gelekî û dibe bangawaziya jiyanê. Di bêjin “ dest ji hêviyê, partiyê, nayê berdan, em ê xwe bi helînin û veguherînin jiyanê.” Ev e birayara berxwedaniya Mazluman yê Newrozê, eve biryara berxwedaniyê 14’e Tîrmehê. Ew bûn meşale û gelekê ronahî kirin, bûn hêviyê jiyanê û şêwazê jiyanê. Hûnê vê baş fêm bikin.

 

Mîrov dikare çend pirsan ji bo berxwedana 14'ê Tirmehê bibêje. Heval Xeyrî, Kemal û hevalên din jî wexta qirar dan ji bo birçîbûna mirine, çi dikirin armanc? Neyar dixwast ku di tengahiyê de wana bifetisîne, ji bo ku xwe înkar bikin, Kurdayetiyê înkar bikin, baweriya partiyê înkar bikin, partiyê înkar bikin. Digotin, heta hûn înkar nekin ji were jiyan tune. Wexta dijmin bi her awahî, bi her îşkenceyê xwest ku van tiştan li ser wana bimeşîne wana jî got: “mirin ji mere jiyane, wiha ne jiyana mirovane, ne jiyana ku em ji bo gelê xwe qebûl bikin, em înkarbûna partiyê qebûl nakin. Înkarbûn mirina tewra xerabe û ji bo vê jî ji me can tê xwestin emê bidin”. Wiha qirar dan birçîbûna mirinê û dest pê kirin. 14'ê Tirmehê bi rastî gaveke mezinbû. Gaveke di cihdebû. Vaya çi gav bu? Di cihekî de ku mirin ji me tê xwestin, mirov xwe bide, mîrov vê qirarê bide, çiqas bi zahmetîbe jî mirov bide û ev rêhevalên me dan.

Ew biryara wana bû biryara partiyê, bû biryara gel. Dema me gava 15'ê Tebaxê avêt me got; “mirov vê biryarê bimeşine, ne biryareke biçûke, biryareke rê dide însanîyetê, dide jiyanê, Tarîx, însaniyet, jiyan nuh çêbûye. Tabî mirov ji bo vê biryarê her tiştî dike. Wexta ev biryara hevalan gihaşte me, me li vir karê xwe şidand, me Kongreya duyemîn çêkir, me biryara xwe ya vegerandina welat da, di wan rojên bi zahmetide me xwe gihande welat, li ser bîranîna wan hevalan. Û li ser wê 15'ê Tebaxê, û li ser vê biryarê jî sal bi sal şehîdên me daye bûne biryar, bêhtir şer bilind bû. Wexta hevalê Egîd 28'ê Adarê (sala 86'an) şehît bû, me dîsa biryar da, me got sala tê, saleke din em ê refên gerîlla di pir aliyên welatde bimeşînin. Di '77'ande me bêhtir xwe di Kurdistanê'de meşand. Pir şehîd çêbûn, me pir biryar dan, her şehîdek bu biryar û '88, '89, '90, '91 me bêhtir kirin sala şer. Destpêka vê jî heye; wexta heval Haqî şehid bû, me dîsa ev kir biryara şer. Yek heval şehîd bû me got ev biryar, li ser vê em ê xwe bi partîkin, partiyê bi partiyeke şerkin. Sala çû heval Xelîl Çawgûn şehîd ket me got em ê vana ji bi qirarkin, di Hilvanê'de em ê bi serhildankin. Meşiya. Sala din me partî îlan kir, li ser bîranîna wan şehîdan, erkê me giran bû, me wiha li dor xwe nêrî rê li kuye, cih likuye me xwe avête ser, bi nefes bi nefes me xwe gihande derve. Di dudyê vê mehêde wexta me xwe bi vê hêlê xistiye, dîsa me biryareke mezin da. Ku ne ew biryar bûya, dîsa her tişt disekinî, di çend mehande wê bisekiniya. Ew biryara me daye, di cihde bû, ji bo mirinê mirov bi jiyanke, biryarekê wiha bû. biryardayîn tenê ne bese. biryardayîn şûnde deqqe bi deqqe li ser kar, nefes bi nefes ji bo karê partiyê, ji bo ev şer nesekine divê mirov xwe bide ser. Wexta em bahsa van tiştan dikin, ji bo hûn netîceyan jê derxin. Em tenêbûn, tiştek tûnebû, bes tiştên biçûk jî me dikir em pir pêre bûn, em pê bawerbûn. Netîce hûn dizanin li Başûr yek dostê me tunebû, niha bi milyonan dost bi merene. Malekê em bi mêvandarî qebûl nedikirin, niha hemû mal malên mene. Va bi çi awahî çêbû? Bi biryara me, bi jiyana nû re çêbû.

Wekî din ji me pir biryar dan. Her biryara me daye em bêhtir pêre man, me çavdêrî kir dimeşe nameşe, pir kesan bi navê hevaltiyê jî lîst, bawer nedikirin wana winda kirin tev ketin. Hed û hudûdên xwe nas bikin, li ser biryara xwe durust bin, bipîvin û bimeşin, roj û şev li ser bin netİice eve ku ne gengaze ku mirov tiştên şaş bike, li gori îmkanên xwe mirov her gavekê di cihde çêbike, va jî dibe serkeftin, bûye serkeftin. Fikra rast, biryara rastkarê rast, însanên xwe heta dawiyê bibîne, netice insanên bi ser dikeve çêdibe. Ji tevanre jiyan hebû, ji minre tunebû, ji her tiştîre bawerî hebû, ji vê gavêre tunebû, niha ji tevanre jiyan nîne, ji me re heye, ji tu gavanre meş tune, ji vê gavêre meş heye. Ez bawerim ku em çend salên din wiha bimeşin ne munkune yek kes jî di pêşiya me de bêje ez heme. Wekê lehiyê wê herkes xwe tevlê bike. Çima? Heqiqeta însanîyetê di vê gavêdêye, rastiya mezin têdeye. Kî wê li pêşiyê bisekine? Her tişt ji bo welat, her tişt ji bo gel, her tişt ji bo jiyaneke bi namûse. Ku tu bi xwe neleyize, bênamûsiyê nekê her tişt wê bi ya tebe û ya gelê tebe. A gelbe, dibe ya te, ya te be dibe ya gel. Niha jî ya îspat bûye vaye. Yanî ku imkan hebe jivê şûnde jî em karê xwe wiha bidomînin ew tiştên maye ji, ew tiştên kêmasi têde ji wê tev rabe. Ew însanê dibêje em bûne tunebûn, ew însanê dibêje ji me her tişt çûye, çênabe, niha dinêrin a mirov digihêne tişta eve, ji mirov tiştên bi xêr çedibe, tiştên baş çêdibin. Mirov dikare xwe çebike, bi însanke. Mîrov hîn li ser xwe bisekine dikare bêhtir xwe bike mirovê baş. Gelê Kurd gelê di alemêde windabûyî ku tunebûn dihate hesibandin, niha alem her roj dibêje Kurd û Kurd. Ku em şere gel hîn bişîdînin, alem wê bêje ev gel çi gele? Tu di welatê xwede xwe bi serxîne wê bêje ev gel ê tewra mezine. Bi deste xweye, bi destê gel bixweye. Tu şerê xwe xurt bike, xwe xurt bimeşînin hûnê wiha bikin. Tecrûbeya di van salande min dîtiye eve, ya şere 15'ê Tebaxê, ya biryara berxwedana 14'ê Tirmehê û derketina der û di vê sehayêde û heta îroj a îspat bûye ev tiştin û ne hindikin. Alîkariya em ji were, ji tevahî mirovên xwe re bikin ev xebate.

Ya ku mirovan rehet bike, têr bike ev kare. Ên welatê xelkê ji xwere cennet dihesibandin, ji bo vê her tişt difirotin û direviyan, li hember bisekinin; welatê xwe bikin cennet, xwe bi rûmetkin. Di serê van salan de mirov xwe ji van tiştên xerab dûrxe. Niha jiyanek, dîrokek bi lenet ji mere çêbûye, me derfet dît em xwe ji vê dûr dixin, dîroka bi lenet, jiyana bi lenet dikin bin erdê, ya bişeref, bi rûmet radikin. Bi vî karî wiha çêdibe. Ez bawerim ku di vê nîvê salê da hîn tiştên mezintir emê çêbikin, heta niha ev panzde salin û di van panzdeh salande tiştên hezar sali me nikarîbû çêbike bi şer, di vê salê de çêbikin. Karê me yê mezin niha çêdibe, hemû gel têdeye. Bi rastî min ji tunebûnê xwe gihand vir, ji bo gel cejna mezin eve, ji bo yên wekê we xort jî derfetên mezin eve. Wekîdin jiyan qute. Hebe jî tu qiymeta xwe tuneye. Hûn hemû xwe tev lê bikin. Ji bo vê em dibêjin, karê artêşa gel, karekî mezine. Karê gerîla şerê gerîla dimeşîne, karekî mezine. Tişta herê mezin mirov bide we eve. Wê demê tûyê bi bêje ev jîyana raste, serxwebûn û azadî heqîqeta mirovahiyê ye, mirovê bi şerefe. Ev ji bo weye jî û me xwe gihandiyê, me xwe gihande jîyana xwe. Karê partiyê, karê serokatiyê heta niha ev bû. Dîsa em bi karê xwe xwe digihîninê, em xwe winda nekin, ne xwe giran dikin, ne pir acele dikin. Di cihî de bi çi awahî divê, em gava wiha çe dikin, usûl çiye em wiha bi serde dimeşin. Di cihê ku tê de mirin tê xwestin, dimirin; di cihê kû lêxistin tê xwestin, lê dixin, çi tê xwestin, wî dikin, biserdixin. Vaye usûla PKK'ê, jiyana PKK'ê.

Li ser van rastiyan em ji bo we serkevtinê dixwazin, dîsa em ji bo hemû, gelê xwe jî di vî şerî de û di nîvê vê salê şûnde serkevtinê mezin dixwazin. Ger ku em wiha rast kar bikin, rast xwe bidin li ser şerê xwe cîhan tevahî bibe yek jî, nikare me ji serkeftinê dûrxe. Dîsa em her car dibêjin, em ji serkeftinê dûr tu tiştekî qebûl nakin û ji bo me jî mecbûriyete.

 

Kategori: Reber APO