Tirkî  |  Erebî

Kêliyên pirsgirêkan di diyalektîka xwezayan de, wekî pêvajoyên hilpekîna çawaniya danehevên çendanî, têne pênasekirin.

Kêliyên veguheranê di teoriyên pergal û pêşveçûnê de weke navberên pir kin têne pênasekirin; lê di teoriyên kaosê (alozî) de tê kirpandin ku ya bingehîn rewşa aloz (kaotîk) e, her wisa pergal û pêşveçûn weke kêliyên sînordar dimînin. Ramanên pêşveber a hertimî jî, bi qasî ramanên aloziya (kaotîka) hertimî, aqilê mirov pir mijûl kirine. Bêgûman, ên ku aqilê mirov weke awêne ya teyisînê şîrove dikin hene, her wisa ramanên ku bingeha her aqilî di mirov de jî dibînin, ne kêm in.

 

Ne zore ku mirov di van raman de şîroveyên gerdûnewer û dîmanewer bixwîne. Ji ber ku ez hîn şênbertir nêzî mijarên bi vî rengî bibim, min pêwîst dît ez li ser mijara aqilê civakî rawestim û wî pênase bikim. Lewre wateya pêşkêşiyên ku min heya niha kir ew e ku ez bi amadekariyeke asta wê ya têgihîştinê ya pêşketî, derbasî çavnakiya pirsgirêkên civakî bibim. Tevahiya derketinên girîng ên ramanî bi dirêjiya dîrokê, weke berhemên du serdeman dixuyin: A yekemîn, serdemên ku pergal bi rêk û pêk e, geşdariya civakî têrker e û pirsgirêkên mezin nayên jiyîn. Her wisa pêşketinên xwe di aliyê ramanê de bi şêweyekî dirûv diteyisînin. Ramanên pêşveber in, geşdariyê dibexşînin û pirsgirêkên wan hindik in. Baweriyê didin mirov. Her tim qala mayîndetiyê dikin. Pirsgirêkan weke arizî û demî dihesibînin. Bi piranî li ser Xwezaya Yekemîn radiwestin. Naxwazin ku Xwezaya Civakî bikin mijara gotûbêjê.

Ya duyemîn; di serdemên ku di pergalê de xitimîn têne jiyîn û mirov nikare weke berê bijî, her wisa raman bi pirsgirêkan dagirtî ne. Bêhtir li ser Xwezaya Duyemîn radiwestin. Van heyaman serdemên wisa ne ku te de lêgerînên nû yên olî û felsefî bilez dibin. Derketina ji pirsgirêkan di ramanan û lêgerînên nû yên olî û felsefî de tê gerîn.

Mirov dikare herikîna ramanî ya van serdemên geşdarî û pirsgirêkan, ku di dîrokê de pengavên mezin ê ramanî têde hatine jiyîn, di tevahiya şaristaniyan de bişopîne. Em dibin şahidên derketineke muhteşem a ramana mîtolojîk di serdema geşdariya mezin a civaka Sumer de, ku bandora xwe li tevahiya olan, felsefeyan, zanistan û bizavên hunerî dike. Ti ferasetên olî û felsefî, her wisa yên hunerî û zanistî yên mezin tne ne ku ji vê derketina ramanê ya Sumerî bandor negirtibin. Derketina ramanê ya di Yunanîstana Çaxa Kevn de jî, bi civaka geşdariya destpêkê ve têkildar e. Dema ku di Sumeriyan de erdnîgariya berdar a Mezopotamyayê dibe çavkaniya vê geşdariyê; ev geşdarî û berdarî li Yûnanîstanê, li herdu peravên Egeyê hatine bidestxistin. Li beranberî mîtolojiya di nava Sumeriyan de, ramana felsefî li Îyonyayê derketiye pêş. Pêşketin di zanist û hunerê de di rehendên şoreşane de ne. Ewrûpaya Rojava jî wê derketina xwe ya mezin a ramanî, bi peqîneke dirûv a geşdariyê, ji sedsala 16. û pê ve di asta cîhanî de bandorker bike.

Mijara ku balê dikişine ew e ku wan şoreşên ramanî yên di hersê ceribandinên geşdarî de, girêdayî bi Xwezaya Yekemîn dest pê dikin. Lê dema ku lezayiya geşdariyê tê birrîn û alozî dipeqin, wê demê li ser Xwezaya Duyemîn gotûbêj zêde dibin û ramanên nû bi lêgerînên nû dagirtî dibin. Hinek cûre raman, barkirî bi bîranînên serdema berê ya geşdarî û pergalê, her tim li paşerojê digerin; lê nûjenîxwaz gazinc ji xirabûna pergalê û giraniya aloziyê dikin, loma ramanên utopîk diafirînin. Pir qala şêweyên nû yên civakî tê kirin. Gelek civak di encama van lêgerînan de çê dibin. Em ji komcivakên olî û mezhebî bigirin heya piraştina binemalên nû yên qebîleyan; heta, heya çêbûnên netewan ku em di mînaka Ewrûpa de dibînin, şêwegirtinên civakî pêk tên.

Dema em dîrokê di rehenda diroka ramanê de vekolin, wê vê yekê me bi pirsgirêkên civakî re bide nasandin; Her wisa dema em civaka roja me ya îro vekolin, ne gengaz e ku em giraniya dêwane ya rehenda pirsgirêkê nebînin.

Ez hewl didim bihizirim, bêyî ku girêdayî bimînim bi zanista civakî ya ku navenda wê Ewrûpa ye. Haya min jê heye ku ev şêwaz pir pêwîst e. Bêgûman wê hinek kes, ev ramana bi vê şêwazê weke sivik û jirêderketina ji zanistên civakî darizînin. Lê wê vê darazê qet ne xema min be. Bi rastî jî bêhna serweriyê tê ji zanista civakî ya ku navenda wê Ewrûpa ye. Yan mirov dike serwer, yan jî mirov dajo bin serweriyê. Lê ya pêwîst ji bo me ew e ku mirov bibe subjeya/yê demokartîk û bi dadwerane  parve bike. Zanista civakî ya Ewrûpa di cewher de  lîberalizm e û bîrdoziyek e. Lê vê rastiya xwe ew qas veşartiye ku kariye wê hêzê di xwe de bibîne ku ramanên rexnegir ên mezin ên dijber jî hezm bike. Dema vê yekê kiriye, tiwanista xwe ya raser a eklektîzmê raxistiye ber çavan. Ez dizanim ku, ji bo ez xwe nekim qurbanê vê eklektîzmê, ji bilî pêşxistina cewaziya hêza xwe ya tehlîlê, ti çareya min tine ye. Lê ev helwest ne dij-Ewrûpagerî ye. Dij-eEwrûpagerî jî perçeyek e ji ramana ku navenda wê Ewrûpa ye. Ez bi tevgerîna ku Ewrûpa li Rojhilat e û Rojhilat ji li Ewrûpa ye û bi zanebûna ka kîjan nirxên me gerdûnî ne, helwesta xwe pêş dixin. Gelek nirxên Ewrûpa îroyîna nirxên me bi xwe ne û awayê wan ê pêşvebirî ne. Divê em vê mijarê baş zanibin ku piraniya yên ku xwe herî dij-Ewrûpager nîşan didin, di encamê de bûne alîgirên herî paşmayî yên lîberalîzma Ewrûpa. Pratîkên rizgariyên netewî û yên Sosyalîzma Pêkhatî,  bi van mînakan dagirtî ne.

Ceribandinên Marks û Engels ên li ser Sosyalîzma zanistî, weke çareserî ji pirsgrêkên civakî yên serdema xwe re hatibûn pêşxistin. Ji dil û can ji vê yekê bawer kiribûn. Pênasekirina wan a pirsgirêkê, kirina wan a vê yekê bi rêya têgînkirina kapîtalîzmê bi awayê sîstemê û baweriya wan a derbarê ka wê mirov jê re bibe çareseriyeke çawa, dema dor bê ser sîstema Sosyalîst, temam bû. Wisa bû ku ‘Sosyalîzma Zanistî’, ku di bin destên wan de hate pêşxistin, garantiya vê yekê bû. Lê dîrok bi cûreyeke din pêş ket. Utopyagerên din jî xwediyê bendewariyên dirûv bûn. Bendewariyên Lenîn ji Şoreşa Rûs cewaz bûn. Hêviyên gelek şoreşgerên Frensî jî bi şkestinên mezin re rûbirû mabûn. Şoreşê gelek keç û kurên xwe xwaribûn. Kûraniyên dîrokê bi mînakên dirûv tijî ne. Lê tehlîlkerên pirsgirêkê hem pir bawermend bûn û hem jî bi zanebûn tevdigeriyan.

Wateya wê ew e ku di pênasekirinên wan ên pirsgirêka civakî û ceribandina wan a tehlîla wê de hinek tiştên kêm û şaş hene. Loma çewtiyên mezin, heta pêşketinên berevaj têne jiyîn.

Wekî gelek cararan hate kirpandin, pirsgirêk ne hindik hewldan, serhildan û şer e. Belê, vana hene û belkî jî pir zêde ne. Ev cûre bahane min neçar dihêlin ku ez di mijara pênaseya pirsgirêka civakî û çaresereya wê de pir wurya bim. Eger em zanibin ji tecrûbeyan ders derxin û ji bîranînên lehengiyên mezin re rêzdar bin, hingî devê gavên ku em biavêjin, bi dersan barkirî bin û bi rêzgirtinê dagirtî bin.

 

 

Kategori: Reber APO