Tirkî  |  Erebî

reberti77Bi têkîliyên madî yên ji rêzê ve, bi têkîliyên diyariyan ve, bi têkîliyên xizmayetî û kirîviyê ve hebe nebe hun dikarin çend ehbaban bi dest bixin. Hemû mirovahî

, hemû gelê xwe nikarin bi dest bixin. Ji ber ku wê demê pirsgirêk ev bû. Em qezenckirina hemû gel li aliyekî bihêlin, me nedikarî em cîranên xwe jî bînin gel xwe. Ez bi xwe ji xwe re dihizirîm û min digot ma tu çi kesayetî ku cîranên xwe jî bi watedar bi xwe re nakî yek, rexmî ku tu gelekî dixwazî tu nikarî gundiyên xwe jî qezenc bikî. Vî hestî hişt ku hîn zû ve em bikevine pêvajoya lêgerîna girêdaniyên kûrtir. Tuyê cîranên xwe, hemû gundiyan her biçe hemû gel, ger gengaz be hemû mirovahî çawa bigihînî hev? Tuyê kûrbûna pêwendiyê çawa biafirînî? Di me de lêgerîna bîrdozî û siyasî, lêgerîna partiyê wiha hate avakirin. Ango mirov ew qasî bêpêwendî ne û ew qasî hêsan dest ji hev berdidin ku tu neçarî kûr werî girêdan. Ji ber ku diyariyên erzan an jî girêdanên ku bi rêbazên feodal ve tên avakirin, min zêde ew xwedî hêzê nedîtin û min jî pêwendî nîşan neda.

 

Girêdaniya olî ji bo min kûrtir hat. Wê demê min ol himbêz kir. Min ziraviyek raber kir ku ez wan girêdaniyan ve bi ciwatê ve werim girêdan, hêzê bidim ciwatê û bibim hêzek. Piştre jî ez ber bi zanistî û felsefeyê, her çû bîrdoziyê û bîrdoziya sosyalîst ve çûm. Têkîliyên ku em jê re dibêjin, têkîliyên siyasî hatin avakirin. Mînak, gelo mezinbûna têkîliyên siyasî yên li gel min çawa hate avakirin? Ev weke helwestekê li hemberî lewaziyên mezin ava bû. Mînak di we de hîn jî têkîliyên sempatiyê girantir in. Hun bi hêsanî dikarin radestî kesayetên lewaz jî bibin. Hun van têkîliyên wiha bes dibînin an jî bêtêkîlîbûnê asayî pêşwazî dikin. Li gel min hîn jî pêvajoya kûrkirina têkîliyê heye. Mezinbûna siyasetê ya li gel min an jî saxlembûna di têkîliyên min de bingehê xwe ji temenên ku zû de digre. Di rastî de ez têkîliyê dixwazim, ji bo vê gavan diavêjim. Lê belê, hun bi hev zû têr dibin an jî çend têkîliyên erzan we têr dike. Bêtêkîlîmayîn ji bo we gelekî asayî ye. Ji bo min jî bêtêkîlî mayin îşkence ye. Ez têkîliyên lewaz baş pêşwazî nakim. Di min de lêgerînên têkîliyê hîn bingehtir, hîn radîkal, hîn saxlem, hîn kûrtir bi sedsalan bidome heye. Ev lêgerîn jî min dibe bîrdoziyê, felsefeyê û polîtîkayê. Her diçe dibe têkîliya artêşê. Ger we têkîliya artêşê anî asteke têkîliya herî saxlem, têkîliya agir di wir de hun digihên lûtkeyê. Ji ber di vir de kesayet jiyana xwe datîne holê. Kesayetê ku di riya wê de jiyana xwe datîne holê, kesayetekî ji rêzê nîne. Têkîliya vî nabe têkîliyeke ji rêzê. Ev çavkaniya xwe ji berteka ku min li hemberî nêvenga bêtêkîliyê ya gelekî lewaz û zêde baweriyê nade girtiye, digre. Ger hun belavbûna netewî û têkçûna netewî ya di xwe de hîn baştir fêm bikin, encama ku hun ji vê derbixin pêwîste bibe giranîdayîna têkîliya rêxistinî. Di vê mijarê de nirxandina wê zêde zehmet nîne. Ger asta we ya têkîlî û rêxistinê kûr û radîkal nebe, ezê bibêjim ev yekî hov e. Ji ber ku bi çend têkîliyen erzan ve fêr bûye. Di asta netewî de têkîlî û rêxistinê nagere. Zelal e ku ev yek ji bo min kesayetekî ketûber e. Ji bo têkîliya artêş û şer pêwendiyeke mezin nîşan nade. Ev nabe gerîlayekî baş û fermandarekî baş. Ji ber ku wateya têkîliyê nizane.

Di vir de hindekî kûrbûna min ev qasî ravekarbûna min bi çi ve girêdayî ye? Berteka min li hemberî bêtêkîlîbûna kûr, têkçûna netewî, derbaskirina asta netewî, dîsa qutbûna mezin a ji malbatê bi çi ve girêdayî ye? Ez jî qutbûm, lê belê min rê li ber malbateke mezintir –malbata Kurdistanê- vekir. Min bêhêziya malbata xwe dît, gelekî zû ji têkîliyên malbata xwe û ji gundiyên xwe qutbûm. Gelo ez feqîriya wê, êşa wê dixwazim çawa derbas bikim? Ji bo vê ez dixebitim ku malbata mezin a Kurdistanê bînim asta malbateke baş a cîhanê. Ev min dike rêxistin, girêdanî, artêş, partî û eniya wê ya mezin. Ev hemû tişt jî dihêlin ez hewldanê bidim, lêgerîn û lêhûrbûneke mezin bikim. Bi vî rengî ji malbata Kurd a ku dihele û gelekî lewaz e derbasbûna malbata mezin a Kurdistanê pêk tê. Berovajî israrkirina we ya di malbatgeriya ji rêzê de, bandoreke neyînî li ser malbata mezin a Kurdistanê dike. İsrarkirina we ya di têkîliyên xwe yên ji rêzê de di azwerî û girêdaniyên xwe de, girêdaniya ku hun nîşanî ehbabên xwe, hevjîn, dost û birayên xwe didin dihêle ku di girêdaniya rêhevaliya mezin û di pêşxistina girêdaniya mezin a di artêşê de lewazî çêbibe. Rê li ber lewaz bi destgirtina girêdanî û saziyên weke wan ên çînî û mirovî vedike û rê vedike ku hun lewaz tevlî van bibin. Ji ber ku hun tiştên kevin dijîn,hîn jî hun di dilê xwe de dayik, bav, malbat, bira, hevjîn, dost, kirîv, xizim û kevneşopên kevin didine jiyîn. Bi kurtayî we hîn bandora saziyên kevin ji ser xwe neavêtiye. Avêtina van di şûna van de bi veguhertinê ve yên bihêz danîn pêk nehatiye. Di vî alî de jî hun lihevhatî ne, reformîst in û di riya navîn de ne. Ji ber ku we veguhertineke radîkal pêk neaniye, we di xwe de şoreş pêk neaniye, we ji zarokatiya xwe hetanî niha ev tişt nekiriye. Hun dixwazin PKK ê jî ber bi wir ve bibin. Bi vî rengî hun dibin belaya seriyan.

Em di PKK ê de kesayetê ji nû ve dadihûrînin. Ji bo me ne riya navîn, ne jî tiştekî din pêwîst dike. Gelo sedemên vê çi ne, hun ji vê çi qasî bandor bûn? Hema kesayeteke ku bandor nebûye nîne. Di encama vê de mirov nikare bibe, xwedî damezrînêrê artêşê, rêxistiner û xwedî hestên bihêz. Hêjmara kesayetên weke we gelek in. Lê belê çawaniya wan lewaz e. Gelo evê çawa were derbaskirin? Ev bi dahûrandina dayik û malbatê ve dibe ku hindekî were derbaskirin. Dibe ku hun bibêjin “tu xwe dadihûrînî vê jî dikî malê hemû netewê” bêguman pêwîste her kes vê bike. Kesekî ku rastiya xwe ne dahurandibe û nekiribe malê netewê ew xirabiyê dike. Kesekî ku rastiya xwe û malbatê nas nake başiyê nake. Ez nabêjim înkar bikin an jî qet encaman jê dernexin, ez dibêjim berovajî bikin. Di vê mijarê de dilsoz û bibiryarbin. Wê demê hunê bigihên a rast û bihêz. Bi vî rengî destgirtina min a dayika xwe û zelalkirina nakokiyan nayê wê wateyê ku ez wan înkar dikim. Min bal kişand ku ez heta dayika Kurdistanê bigihêm. Ez bawerim ku min ew jî anî astekê ku bû dayikeke nav û dengê wê tê bihîstin. Merasîma cenazeyê wê ku sala derbasbûyî hatibû kirin, ji her aliyê Kurdistanê bi hezaran zêdetir mirov tevlî bûn. Ger ez di nava têkîliya berê ya dayik û kûr de bimama dê ji gund çendsed kes bihatana yan bi bîr bianîbana yan jî nedianîn.

Rexmî hemû nakokî û pevçûnan dîsa jî wiha gengaz e ku mirov bibe ewladê baş ê dayikê. Ango me gav avêt. Têkîliyeke dayîk û kur a ku tune bûye, yan jî têkîliyê malbatê ber bi têkîliya welat, welatparêzî û dayik- axê ve birin watedartir û pîroztir e. Di rastiyê de mafê dayîkekê wiha tê dayîn. Gelo mirov dikare çawa pêwendiyê nîşanî jinekê bide? Bi şêwazê ku me dahûrandina azadiya jin de nîşan da mirov dikare ji dayikê re jî bersiveke watedar bide. Pêwîst nake mirov diyariyên erzan bikire. Li gor min dahurandineke azadiya jinê rêzdariya herî mezin e ku mirov li dayîkê nîşan bide. Ger bandora dayîka min nebûya gelo ma min dikarî wiha ez nêzikî jinan bibim? Bandorên ne yekser ên van têkîliyan ên li ser min rê vekir ku ez balê li jinan bikişînim. Hêza dayîkê şervantiya dayîkê, bandora wê ya li ser min hişt ku ez balê li pirsgirêka jinê bikişînim. Hişt ez jinan înkar nekim, herî kêm nebim weke bavê xwe yan jî zilamê cîranên xwe. Ez dihizirim dibe ku di vir de jî para dayîka min hebe. Bandora jineke wiha jineke ku wisa bi hêsanî naxwaze bikeve bin desthilatiya zilam jixwe gelekî şênber e. Gelo piştre min ev bandor çawa veguherte teoriyê? Vaye! Dahurandinên di derbarê pirsgirêka jinê de. Gelo me ev çawa veguherte tekoşîna azadiyê?

Bêguman ez nabêjim dayîka min teqlît bikin, lê belê dayîka min jî di mercên gund de di wê paşketîbûnê de tekoşîneke baş dikir. Bila keçên me yên ciwan jî tekoşînê bikin. Ger hun balê bikişînin, destpêkê ez bi dayîka xwe re pev diçim, di rastî de ez wê bi hêsanî napejirînim. Lê belê, bi bandora wê ya bi riya neyekser ez digihînime teoriyeke şênber û piştre jî ber bi encamekê weke hemû jin jî dikarin şer bikin ve diçim. Ev jî di asta herî jor de bi giştî di jinê de ber bi bûyereke azadiyê birinê de girêdaniyeke wiha nîşan danê de bibandor dibe. Ev dibe bandorbûneke rast. Ger dayîka we gelekî serhildêr be, gelekî nezan be, heta di vê wateyê de neçar be, pêwîste ku mirov ziraviyê nîşanî rêxistina jinê bide. Ger hun dixwazin bi dayîkê ve girêdayî bin, li şûna ku hun jineke weke dayîka xwe ve xwe têr bibînin, pêwîste hun neçariya dayîka xwe veguherînin jina xwedî hêz. Hunê wê demê bipeyitînin ku hun ewladekî baş in. Teorî ev qasî hêsan e. Hun dikarin lewaziyê veguherînin hêzê, serhildêriya wê veguherînine artêşbûna biplan a jinê. Ango hunê bibêjin me dahûrîneke Kurdistanê, dahûrîneke malbat, dayîk û jinê kir. Pêwîste her kes vê bike. Ger hun vê bikin hunê xwe rast nas bikin û encama rast derbixin. Dayîkek di heman demê de axa dayîk e, welatparêzî ye, azadî ye, veguherîna azadiya jinê ye. Gelekî zelal e ku ev tiştekî giştî tam bicihanînê ye. Em yek jî şêwazê layiqbûna dayikê ya wiha diceribînin. A herî rastî jî ev e. Ji ber ku niha dayîk jî dorfireh tevlî tekoşînê bûne. Vê gavê gelekî bibandor in û gelekî gihiştine feraseteke rast a dayîkbûnê. Em gelekî baş dizanin ku dayîk bêyî ku hêsran birêjin ewladên xwe bi kêfxweşî dişînine şer. Dema ku zarokên wan digihên şehadetê jî bi tilîliyan ve bersivê didine vê. Jina ku berê li ser êşeke biçûk a zaroka xwe diricifî îro dema ku hemû zarokên xwe dişîne şer dibe jina herî wêrek. Ew jî nîşan dide ku em rast nêzîkî rastiya dayîkan dibin. Tirs û êşa wan a mezin em vediguherînin wêrekî û rêzdariya rast. Ev jî ji vê re şahidiyê dike. Di rastiyê de ev hemû tişt me dibe pirsa “gelo mirov dikare çawa bersivên rast bide hiquqa dayikê?” her çi qasî gelekî teorîk be jî her çi qasî xwedî naverokeke siyasî be jî ev bersiv ya herî watedar e. Dema ku dayîka min nefesa xwe ya dawiyê dide dibêje, “bi navê min gelek xêran bikin, gelek duayan bikin.” Xêra me û duayên me tekoşîn e. Riya ku hun ji dayîkên xwe, yên bi taybet dijîn, bibin ewladên bixêr weke ew jî dixwazin şervantiyeke serkeftîtir e. Duayê xêrê ya dayîkên we şervantiya we ye. Tiştê ku ew ji we dixwazin, çend diyarî nînin, jixwe êdî wê qebûl nakin, gelo her roj dayikên we ji min çi dixwazin? Dayikên we ji min re dibêjin, “zarokên me baştir bide şerkirin, em ne li dijî şehadeta wan in, lê demeke ew qasî kurt de şehadeta wan em nikarin rabikin.” Ev xwestekên sotîner û rast in. Ev jî erka we ye, li gor ku xwestekên dayîkên we ev in, hun jî şervantiyeke demdirêj bikin, bibin milîtanên balkêş. Ger di we de girêdanî hebe, wê demê pêwîstiyê bînin cih. Dibêjin mafê dayîkê bi hêsanî nayê dayîn. Li gel me mafê dayîkê bi tenê şervantiyeke bêhempa ve tê dayîn. Ew gelekî baş dizanin ku dayîkek çawa neçar dimîne, çawa rûbirûyê heqaretê dimîne, çewisandin û biçûk hatina dîtin çî ye, ji dayikan fêr bibin. Dîsa ka zehmetî, êş û tengasî çî ye ji dayîkan guhdar bikin. Ger ew niha ji me milîtaniyeke baştir dixwazin û bi rastî jî ger rêza me ji bo vî tiştî hebe, wê demê pêwîstiya vê ya anîna cih nîşana baştirîn a girêdaniyê ye. Ez dihizirim ku min tiştê ku dikevin ser milê xwe kiriye. Lê belê, erkên ku hun jî bi cih bînin hene. Di şer de zû mirina we û bi dayîkên xwe şîn dayina kirin, nayê wê wateyê ku hun milîtanên rast in. Bersiva herî rast a ku hun bidin hiquqa dayîkiyê, hun di nava berxwedaniyeke dijwar, û di nava şerekî dijwar a jiyanê de bin. Ji ber ku weke din bersivdana bîranîna wan ne gengaz e.

Ji bo banga dayikan –ez dizanim ku ev gelekî sotîner e- bersiva herî baş a ku hun bidin şerekî demdirêj û serkeftî gengaz bikin. Ji ber ku vê gavê dayîk hemû vê dixwazin, bi meşa wan ve jî ev yek zelal e. Aliyekî vî karî yê din ango şehîdên jin hene. Ne gengaze ku mirov vê nebîne, weke din dijmin jinan wehşîtir qetil dike. Dijmin dixwaze bi feraseta me ya jin û namûsê bilêyîze. Dîsa dixwaze çavên dayîkan bitirsîne û çavên wan bi giriyê dagre, bitirsîne û xitabê aliyê me yê lewaz bike. Bersiva ku em bidin dijmin jî pêwîste bibe şervantiyeke dijwar ku rê li ber serkeftinên mezin vedike. Weke din mirov nikare bersivê bide êş, zehmetî û feqîriya mezin a dayîkên li Kurdistanê. Ez van êşan gelekî baş dizanim, jiyaneke wiha ya dayîkan biêş û biçavgirî heye. Weke ku hun bawer dikin êş û giriyên çavên wan rawestandin ew qasî hêsan nîne. Ger min hindekî rê li ber vê vekiribe, ji ber ez rast nêzîkî erkên xwe bûme. Ger em niha ji bo lewazî û neçariya jinê hindekî bi azadî bersivê didin, ev pêwîstiyeke feraseta me ya mêrxasiyê ye. Naxwe min jî dikarîbû ku ez weke we nêzîkî hiqûqa dayîkê bibim. Dibe ku ev li xweşiya min jî biçûba. Zêde zehmetî jî nedida min. Lê belê, ne gengaze ku mirov vê weke nêzîkbûneke birûmet binirxîne. Mafên dayîkê dayîn zehmet e. Dibêjin mafê dayîkê nayê dayîn. Lê belê, ger wiha were kirin, mafê dayîkê hindekî tê dayîn, pêwîste mirov bide jî.

Pêwîste em ji her demê zêdetir wateyê bidin rastiya dayîkê. Pêwîste em Kurdistanê bi xwe weke rastiyeke dayîkekê bihizirin. Pêwîst e em Kurdistanê weke axa dayîk, welatê dayîk bibînin, binirxînin û azad bikin, wiha wateyê bidin. Pêwîste em dayîkên di nava wê de hindekî din bihêz bikin ji bo jiyana wan a madî û manewî hindekî din derfetan pêk bînin û di roja me de em şervantiyê bikin û vê pêk bînin û her wiha bersivê bidin. Misoger e ku mirov nikare mafê dayîkê înkar bike, mirov nikare mafê dayîkê neyne cîh. Lê belê, ger mirov bixwaze layiqê dayîkê bibe ev bi tenê mirov were rewşeke milîtanên wiha ve gengaz e.

RÊBER APO          

11 Nîsan 1994

Kategori: Reber APO