Wê şevê dest û ruyên min di şewitandina welatê min de, mîna qetranê reş bibûn. Min bi destê zarokekî hişka girt û ji wî agirê, wê dûr xist. Dema, zarok bû neynika min, min dît ku li ser şopa hêsirên wê, xetekî, sipî xêz bûye. Ez li pey wan şopan ketim, li pey şopên dilop bi dilop, dibeziyan tefandina şewata…
