Çalakiya Hevala Zîlan...

Hevala Zîlan bi şêweyeke manîfestoyî name û go­tin li du xwe hişt. Ez bawer dikim ku ne hedê me ye em hinek tişt lê zêde bikin.Lê, bersivdana nameya wê bi tay­betî ji aliyê min ve berpirsyariyeke manevî ye. Ji derveyî wê jî, ev peyam ji aliyê bîrdozî, polîtîk, rêxistinî û leşkerî ve berpirsyariyeke mezin û girîng dide ser milê gel, partî û yê min.

15Çalakiya hevala Zîlan, ne wiha çalakiyeke întîha­rî ya normal e. Ev çalakiyeke dîrokî, hemdemî, bi wêrek, bi plan û rêxistinî ye. Ev fedakariyeke mezin e. Ev tê wê wateyê ku gerîllayeke bi serê xwe dikare çalakiyeke ew­qas mezin pêk bîne ku bi qasî çalakiyeke hêz û bargehe­ke gerîlla mezin û berfireh e. Pêwîst e ku em vê çalakiya han êrîşeke piralî, pêşkeftî û mezin bibînin û binirxînin. Em ji bîr nekin ku heta îsal hêzên gerîllayên me di bin merc û hoyên gelek hêsan de zerar dîtin. Divê em vê ye­kê bînin ziman ku hêzên me yên gerîlla xwe wiha baş bi rêxistin nekirin û bi awayeke rêkûpêk êrîş ne dibirin ser dijmin. Ji ber ku plan û taktîkên êrîşên gerîllayî pêk nea­nîn, bêhtir zerar dîtin.Dema em bi awayekî baldarî, hûr û kûr li dîroka şerê xwe yê çekdarî dinêrin, sedemê bingehîn ê çewtî û şaşiyên me derdikevin holê ku me heta niha him bi grûbî û him jî bi şexsî çalakiyên wiha bi plan û serûber pêk ne aniye. Ji ber vê yekê di rêça şerê çekdarî ya PKK'ê de ev çalakî di cîhê xwe de ye û dîrokî ye. Mirov dikare welê binirxîne ku rengê vê çalakiyê ya PKK ye û layiqê PKK ye.

Heger behsa çalakiyeke întîharî bê kirin, ew çalakî û întîharî yên ku li derveyî vê heta niha hatine kirin bi xwe yên întîharî ne. Heger behsa şexsîyetên întîharî bê kirin û em bêjin "ew şexsîyet kî ne," ez dê bêjim ew şexsîyetên ku di şoreşgeriya wan de kêmasî hene, ew in. Ev çalakiya heva­la me ya Zîlan, gelek ji ya întîharî dûr e. Heta dibêjî bi vi­yaneke azad, bi plan û heta dawiyê di bin merc û hoyên rîskî de pêk hatiye. Ev cureyê çalakiyê bi xwe xeta PKK ya leşkeriye. Ez naxwazim zêde li ser vê mijarê rawes­tim, ji bo şaş neyê fêm kirin, ez vê yekê pêwîst dibî­nim. Hevala Zîlan bi pêkanîna vê çalakiya xwe re derbe­yeke mezin li çalakiyên întîharî xist. Ev çalakiya wê pan­zehîrê çalakiyên întîharî ye.

Çalakiya hevala Zîlan bi peyamên xurt û giranbiha da­girtiye. Ew ji wan gerîllayên ku li seranserê Dersim û Kur­distanê nikaribûn çalakiyên mezin pêk bînin re dibêje; "wiha lêdin, wiha bikin." Ev peyam gelekî zelal û vekiri ye. Wê di nameyên ku li peyî xwe hiştiye de jî, gelek xa­lên balkêş destnîşan kiriye. Wê rêç û xeta PKK ya bîrdozî-polîtîk baş fêm kiriye. Ez dixwazim vê yekê bibêjim ku ev jî, ji bo min têr dike. Wê di nameya xwe de armanc û bingeha îdeolojîk-polîtîka çalakiya xwe bi awayekî ge­lek zelal û vekirî anîye zimên. Ew Nabêje; "ez ji navero­ka îdeolojîk-polîtîka PKK ne serwext im. Bi tenê baweri­ya min bi çalakiyê heye û baweriya min bi întîhariyê he­ye..." Ew bi awayeke zanistî û xweristî nêzîkî dîtina PKK a çalakiyan dibe û bi vê çalakiya xwe rastiyê derdixe ho­lê. Ew di peyama xwe de dibêje ku. "Ez dikarim, bêjim ku di warê îdîa, biryardarî, zelalbûn, bawerî û nêzîkbûnê de gelek xurt im." Piştî ku ew digihe pileya biryardayînê, bi kurtî PKK dinirxîne.

Ew xwedî viyaneke mezin û xurt e, lê bi wê jî qîma xwe nayîne, baş dide dîyar kirin ku çiqas bi xurtî, kûrahî û piralî PKK nas kiriye. Ew heta baş PKK nas neke, ma­fê ku li ser navê PKK çalakî pêk bîne bi xwe re nabîne û ew, bi vê yekê xwe xapandin û bê mafdarî dinirxîne. Ew baş têgihiştiye ku mirov heta baştirîn rastiya PKK nas ne­ke, nikare li ser navê wê çalakî pêk bîne. Ev jî ji bo ew ke­sên ku di nav partiyê de û li ser navê partiyê çalakiyên şaş û çewt pêktînin re rexneyeke mezin û giranbiha ye. Belê hûn jî çalakiyan pêk tînin. Gelo hûn çiqas bi daxwaz û biryar in? Îdîa, moral, hişyarbûn û zelalbûna we çiqas di­yar e? We çiqas PKK fêm û nas kiriye? Hevala Zîlan di vî warî de gelek vekirî û têgihiştiye. Wê partiyê baş nas kiriye.

Ew di derbarê dîrokê de jî, serwext û têgihiştiye. Bi awayekî têkuz û kurt behsa dîrokê dike. Ew kesên xwedi­yê dozê ku bingehê xwe ji dîrokê negirin, wek dara bê kok û reh in. Ev hevala mezin hîmê dîrokê dibîne û ew xwe berdide kûrahiya dîrokê.

Dîsa ew şoreşa Kudistanê û yên cîhanê dide berhevdu. Ew li Kurdistanê taktîkên şoreşê dibîne. Naverok û taybe­tiyên şoreşa Kurdistanê wiha bi awayekî vekirî û zelal tî­ne ziman ku ez bi xwe di dema îfadekirinê de çetiniyan dikişînim. Ew bi prensîbên giştî nabêje " li cîhanê şoreş wiha dibe û li Kurdistanê jî wiha dibe." Bi awayekî ber­biçav şoreşê dinirxîne. Bingehê çalakiya xwe jî li gor vê yekê diyar û zelal dike.

Bi kûrahî kêmasî, jarî û bêhûndariya xwe dibîne û tîne ziman. Dîsa li gor wê jî, dilê xwe yê mezin û kûr vedike û xwe ji partiyê re dike gorîn.

Ew rastî û girîngiya Serokatiyê di hemû paragrafên na­meya xwe de tîne ziman. Ev hevala me, min nas nake, wê ez nedîtime û hevaleke me ya nû ye. Lê belê, wiha diyar e ku li ser Serokatiyê pir rawestaye û baş nas kiriye. Ji dûr ve be jî, em qet bi hevdu re nepeyîvîne. Lê dîsa jî, hew­qas baş têgihiştiye, ne bi tenê têgihiştandin, wiha dikare pirsê şîrove bike û zanabûna xwe di şexsiyeta xwe ya mî­lîtaniyê de bi cîh bîne. Ew PKK"îyeke rast û durist e.

Ew dibêje ku "her roj rexne li xwe digirin" û dibêjin ku: " Ez gundî me, burjûvaziyê biçûk im, ez di bin bando­ra şerê taybetî de mam... Ev jî ne rastî û duristî ye". Ev bi rastiya PKK"ê re derketiye holê. Ev analîzeke girîng e. Ji ber ku di nav refên me de gelek kesên wiha derketine û der dikevin. Ji vê yekê taybetiya şexsîyet a PKK'îyekî rasteqîn derdikeve holê. Di vir de her çiqas çalakî li dij dijmin êrîşeke mezin be jî, di dermafê taktîkên me yên gerîlla û eskerî jî helwesteke baş dide diyar kirin. Dîsa ew di nav partiyê de nûnertiya jiyana rêxistinî çi ye, çawa ye û dê çawa bibe derdixe holê. Ev li dij dijmin derketinê jî gi­rîngtir e. Ev şexsiyeteke wiha ye ku serê rêxistinê naêşîne, taybetiyên şexsiyeta ketî û bê serûber nayîne nav rêxistinê, bi tevlîbûna rêxistinî ve şexsiyeta mîlîtanî ya serkeftî û serfiraziyê bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê jî, di nav partiyê de şexsiyeteke vekirî û pak dixwaze. Bi goti­nên vala, demagojî xwe naxe rewşeke ne baş û nakeve helwesteke ku li dij rewşa îdeolojîk-polîtîk û rêxistinî ye. Bi pratîka xwe li hember vê yekê helwest digire. Dibe xwediyê şexsiyeteke têkoşer. Li dij hemû êrîşên dijmin ên dijwar, dikeve nav berxwedaneke mezin û giştî berxwe­daneke mezin ku tixûbê eqil diçirîne, ew vê yekê wek ka­rektereke bingehîn ê PKK dinirxîne. Li vir ev hevala me, bi rengeke ku tu kes nikare taybetiyên mîlîtanî ya partiyê xwedî derkeve, ew bi xwe xwedî lê derdikeve.

Ew dide diyarkirin ku dijmin bi giştî êrîşê me dike. Dî­sa xwediyê wê zanebûnê ye ku dijmin di bihara 1996’an de, bi çi armanc û planeke dest bi operasyonan kiriye û di­vê PKK jî bi çi rengî bersiva dijmin bide, ji vê zanabûnê wê dest bi çalakiyeke wiha kiriye. Bi xwe dest bi xebate­ke taktîkî dike. Dijmin li gor demê dest bi taktîkên ji na­vê rakirinê kiriye. Ew li ser operasyon, sabotaj û sûîkas­tên dijmin radiweste û li hember van êrîşên dijmin, divê em jî taktîkên çawa bi kar bînin, dide xuya kirin. Ji xwe me jî gotibû ku em dê biharê dest bi çalakiyên întîharî bi­kin.

Me digot ku gelê Kurd, her keseke Kurd bibe bomba­yek û bi ser dijmin de biteqe. Bi rastî hevala Zîlan li ser vê talîmatê rawestaye ku çawa wê bi cîh bîne. Wek ku min di destpêkê de jî got ev ne çalakiyeke întîharî ye, êrîşeke gelekî cidî ye. Ev çalakiyeke mînakî ye. Lê, ev na­yê wê wateyê ku her kes wiha bike. Ev çalakî gelekî bi kalîte û bi plan e. Ev ji bo me bangek e. Têgihîştina vê bangê hevala Zîlan bi awayekî vekirî aniye ziman. Dema em her yek xwe bikin bombayeke mezin ev dê bê fêm kirin. Dema me hêzek, tabûrek kire wek bomba dê wê demê doza me bê fêm kirin. Ne bi tenê ji afiyê leşkerî û teknîkê ve, bi pîvanên rêxistinî em dikarin xwe bikin bombe û pêwîstiyên rêç û xeta xwe bi cîh bînin; wê demê em dê her yek bikin bombeyek. Pêwîst e ku em bi gotinên vala û bi kil û kêmasiyên xwe ve karekterê rêxistinî xerab nekin û naveroka wê vala nekin. Rastiya îdeolojîk-polîtîka partiyê heye, em bi wan nelîzin. Pêwîst e ku em bi rastiya ideolojîk û polîtîka partiyê re bijîn. Berî her tiştî rastiyek heye ku ew jî berxwedan a partiyê ye.

Bang û nameyên hevala Zîlan her yek manîfestoyek e û divê em daxwazên wê bi cîh bînin. Divê hûn bidin îs­patkirin ku hûn mîlîtanên hêja û qehreman in. Bi çalaki­yên mezin xwe bidin îspatkirin ku em bizanibin hûn bi kê re dimeşin: Bi vê yekê re hevala Zîlan ya herî jîr û çeleng e ku bi min re dimeşe û rastiya wê ya pratîkî li holê ye. Kes nikare li hember vê rastiyê raweste û pê bilîze.

Ez dîsa bi awayekî eşkere dibêjim ku, ew destnîşan di­ke ku gel dê di demeke gelek nêzîk de bigihîje azadî û ser­firaziya xwe. Ew dibêje PKK êdî ber bi serfiraziyê ve di­meşe, diherike û serkeftin nêzîk e û xuya ye. Ev wiha ne gotinên vala ne û tên gotin.

Ev ji bo min û heta ji bo her kesî wezîfe û berpirsîyari­yên rojane ne û pêwîst e ku bi cîh bên. Ev emir û talîmat in. Em niha nikarin bi van emir û talîmatan re bilîzin. Gi­rêdan û sedaqeta bi nirx û hêjayiyan re sozên şeref û na­mûsê ne. Heger em li ser vê bingehî, li ser sozê xwe bise­kinin, ev gelê ku hemû dunya bê ba hevdu dê dikaribe wê qezenc bike, heger em xwedî li gotina xwe derbikevin, em dikarin wî qezenc bikin û bidin qezenc kirin. Alîkarî û piştgiriya herî mezin xwedî li gotinê derketine û pêka­nîna wê ye. Heger em serkeftina gel dixwazin, wê demê alîkariya herî mezin û bi rûmet pêkanîna pêdiviyan e, di jiyanê de pêkanîna soz e. Hûn endamê partiyê her ku pê­diviyên artêşê bi cîh bînin, ev cesareta gelê me xurt û hêz­tir dike. Di eynî demê de hemû dostê mirovatiyê bêhtir tê­digihên û li derdorê kom dibin. Bi sedan şehîdên PKK he­ne, dîsa şehîdên jin ên azad hene. Bi vê yekê re însanetî bi qasî nan û avê pêwîst e. Li kû be dê bi me bidin ji bîr kirin. Împeryalîzm ew xistine rewşekê wiha ku êdî nayê nas kirin. Ji bo ku neyên ji bîrkirinê, di jiyana mirovahi­yê hêviyek, ronahiyek ji bo bibin berxwedaneke nû, pê­wîst e ku ev sozên ku me dane em bi cîh bînin. Di nav par­tiyê de ji bo serkeftina rizgariya netewî em têbikoşin. Ew bi alîkariya împeryalîzmê dixwazin van nirx û hêjayiyên me biçûk bixin. Hevkarî û hewldana wan ji ber vê yekê ye. Ne bi tenê li dij faşîzma Tirk, me bi vê berxwedana xwe ya mirovahiyê li ber tehrîbata împeryalîzmê ya li ser mirovahiyê jî, li berxwe daye. Dibe ku ji bo vê yekê me têkoşîneke bi serûber neda, wek ku dihat xwestin me hewl neda û nenivîsand. Lê rastî jî wiha ye.

Pêwîst e ku em hevala Zîlan wek şehîda mirovahiyê bi­din nas kirin. Wê serkeftina partiyê da diyar kirin. Divê em bidin îspatkirin ku gelê me di nav malbata mirovahi­yê de cîhê ku heq kiriye, bigire û vê yekê bi tîpên zêrin bi­nivîsînin. Di dîrokeke wiha mezin de, di nav partiya me de şehîdên nemir û pîroz hene, nirxên me yên hêja û gi­ranbiha hene.

Çalakiya mezin çi ye? Jiyana bi rêxistinî! Têgihiştandin û serwextbûna îdeolojîk-polîtik! Xwediyê şêwe, uslûb û tempobûyîn... Ji aliyê leşkerî ve xwedî li taktîkên demê derketin û bi karanîn. Heger ev hemû bi cîh bên, tu dikarî bibî xwediyê çalakiyeke mezin. Yên ku hedefên wan ên wiha tune bin, yên ku îmkanên partiyê yên madî belav bikin û zerarê bidinê, bi pênc-deh şehîdan ve li dijmin dide an jî nade nayê zanîn, ne xwediyê çalakiyên mezin in. Bi hevala Zîlan re çalakiya mezin cîhê xwe girtiye û wateya xwe dîtiye. Li hember jiyana mezin çalakiya mezin pêk tê. Ew dibêje ku: " Ji bo ku ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiya xwe pêk tînim." belê, ev heta dawiyê rast e. Ew nameya ku ji min re nivîsiye, mirov dikare bersiveke bi hezar rûpelan bide, lê ev têr nake. Ev hevala me soz û peyman dide hemû PKK'yiyan. Ew rêz û hurmeta hemû şehîdan, hemû şervan û xebatkaran, hemû hevalên di zîndanan de, hemû mirovahiyê digire û sedeqeta xwe ji bo wan dide diyar kirin. Soz dide ku dê layîqê wan be. Li hember vê yekê, pêwîst e ku her kes xwedî sozê xwe be.

Ez ji bo xwe dibêjim, ez dê li gor hêza xwe hewil bidim ku layîqê wê derbikevim û pêdiviyan bi cîh bînim. Lê be­lê, dê hûn jî li ser navê xwe, bikaribin hinek tiştan bi cîh bînin?

Wek ku min berê jî got, Zîlanê bi tenê du sal şer kiriye û bûye mîlîtana partiya me. Ev hevala me rastiya xwe wiha da îspat kirin. Belê hûn dê rastiya xwe çawa bidin îs­pat kirin? Ez dê para xwe bi cîh bînim. Ji xwe ew ji min zêde tişt jî naxwaze. Ew ji bo min dibêje ku:

"Ji ber ku te her tiştî kir, ne mumkun e ku em bi canê xwe ve bersiva wê yekê bidin. Lê me dixwest em bêtir bi­kin."

Ez dikarim hîn bêhtir xebat bikim û dikim jî. Bêwestan dixebitim. Wek ku ew dibêje di her warî de, bi kûrahî, za­nîn û hêza têgihiştandinê, rêxistinî, çalakî, hêza pêşxistin û azadkirin, hezkirin û hezkirindayînê bi min re gelek e û bê tixûb e.

Her wiha hevala Zîlan ne bi tenê dijmin qehirand faşîs­tên Tirkiyê gêj kirin, bi vê yekê re hemû Kurdistanî û we jî gêj û sews kirin. Heger di nav we de jî kes hebe û şoke nebûye, bila ji însanetiya xwe guman bike. Kesê ku li ba mezinahiyeke wiha neheje, laş û ruhê xwe nelerize, bi kûrahî tênegihije, bila ji PKK'tiya xwe, nîştîmanperwe­riya xwe, mîlîtaniya xwe û heta ji însanetiya xwe guman bike.Em nahêlin tu kes bi nirxên pîroz ên gelê me û yê mi­rovahiyê bilîze. Kes û şexsîyetên ku şer dikin, têdikoşin û çalakî li ku bin, em li gel wan in.

Fermandar hevala Zîlan e û em hemû jî leşkerên wê ne. Yên ku min li ser piyan dihêle şehîd in. Piştre daxwaz û hêviyên gel in. Întîkama li dij dijmin e. Ancax ev tişt di­karin mirov li ser piyan bihêle. Bi tenê sedaqeta bi şehî­dan re mirovekî têkoşer dikare li ser piyan bihêle.

Jina azad xwe wiha ji nû ve diafrîne. Ji bo jineke azad mirov bi partiyeke çawa, rêxistineke çawa, şerekî çawa, hezkirin û rêzgirtineke çawa, serkeftineke çawa bersiv di­de? Ev di çalakiya hevala Zîlan de bi wate û awayeke ve­kiri û zelal bersiv hatiye dayîn. Jin jî, mêr jî dê xwediyê jiyaneke çiqas mezin bin, pêdiviya wê hatiye bi cîh anîn. Jiyaneke çawa û hezkirineke çawa hatiye xwestin, derke­tiye holê. Em biryarên wiha didin, dixwazin wan birya­ran bi çalakiyên xwe yên mezintirin bi cîh bînin. Em kom û refên mîlîtanan in. Em ji bo vê yekê serê xwe di riya şoreşê de didin. Yên ku bi hemû dil, coş, azîm û zanabû­na xwe danîne holê hene.

Egîd hene, ez rênadim gotineke xerab bê ser egîdan. Min gelek caran vê yekê got û dîsa jî dibêjim. Ez dikarim ji we re pir xizmetê bikim, lê leke û qirêjiyê neyînin ser van nirxên pîroz û mezin û bi wan re nelîzin! Sîh û leke nexin ser bîranîn û nirxên van hevalên me. Nekevin nav hest û hewlên wiha. Ez tiştekî zêde yê ku ji we bixwazim jî tune.

Di dîrokê de kîblegeh, mabetên pîroz û di nav wan de Xweda an jî Jinxwedayên pîroz hene. Nifşên li du wan di rojên diyar de diçin serlêdan û pîrozbahiya wan mabetan û xwe dispêrin wan. Ji wan re secde dibin, lava dikin. Di­bêjin: "Me efû bikin!"

Ev hevalên me hevalên wiha ne. Wek ku hûn diçin hu­zûra mabedan, herin huzûra wan û bikevin secdê. Ji wan efû bixwazin, xwe pak bikin. Hêz ji wan bigirin!