Tirkî  |  Erebî

arjin guler kaya

Gerîla di rojeke bi baran dedest bi meşê kirin û xwe gihandin qampa xwe. Xwe zuha kirin, ji bo nîqaşên germ agir pêxistin. Li derdora agirê geş xelekek çêkirin. Hinek li ser piya bûn, hinek dirûniştin hinek jî li derdora agir bi çavên westiyayî li agir mêyze dikirin. Kê dizanî xwe digihandin çi? Piştî agir hewa ber bi tarîbûnê ve diçû. Kozirên ku li ser hev kombûne tevahî bal dikşandin ser xwe. Ez jî di nav wan de dûr diçim. Awirên min di nav çirûskan de winda dibe ruxmê nîqaşa germ ya li derdora min… Belê, heval Arjîn li çavên min dikeve. Ewqas nêze! Ez dibêjim gelo destê xwe bavêjime dê bigihîje? Bi qêrîna xwe ya dawî li beramberî min e, dengê wê di guhê min de dengvedide. Roket dibarin ser me û canek nû, gonceyek dikeve pala çiyayê Sûskê. Dengê wê, heyecan û kenê wê her dem li ber çavê min e, di dil û guhê min de ye. Êdî bûye parçeyek ji jiyana min. Raste, şehîd namirin, ew bê mirinin û heta dawî bijîn.

Rêheval Arjîn di sala 1993 an ji Amedê beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê dibe û gerîlayên azadiy jî di vê qadê ku herî zêde jê hezdike de dinase. Bêwestandin tevdigeriya, bi heyecan, ji dil beşdarî xebat û jiyanê dibû ji ber wê bala hemû hevalan dikişand. Herî zêde jî pêşengtî û fermandariya heval Besê ji bona heval Arjîn mînak bû lewra heval Besê bandorekî mezin li ser wê ava dikir.

Bi kesayeta xwe ya bi moral û tevgerîneke mezin re di demekî kin de dibe fermande. Êdî barê wê jî giran bû. Ji bona ku layîqê kedên Serok Apo derbikeve û berpirsiyartiyên wicdanî bicîh bîne gavên xwe hîn xurttir davêje. Bi vê meşa xwe ya xurt re di demeke kin de pêşketinên mezin dafrîne.

Lê belê hîn di zarokatiya xwe de bi nexweşiya birusellayê dikeve û ev nexweşî didome. Ji bona tedaviyê diçe cîhekî guncav û piştre jî derbasî saha Serokatî dibe.

Piştî dîtina akademiyê ji bona ku carek din bigihîje jiyana gerîla ya ku bi hezkirineke mezin girêdayî bû, berê xwe dide welat û ber bi lutkeyên çiyayan ve bi rê dikeve. Li Zap û Heftenînê demekî dimîne piştre jî berê xwe dide Botana rengîn. Li Botanê piştî lêhûrbûneke kûr vê carê berê xwe dide Gabarê. Meşa yekemîn a Gabarê de asê bûna araziyên Çiravê gelekî bi wê zehmetî dide kişandin. Lê ruxmê vê jî hewaya razdar a Çiravê her tim bandorekî mezin di wê de ava dike ji ber wê girêdandûna heval Arjîn bi Çiravê re hîn cudatir pêşdikeve. Dema ku ji Çiravê, Garisa, Cudî, Gabar û Cizîrê temaşe dike zewqekî wiha digire ku jê têrnabe. Li Çirav û Gabarê, ji Botanê hezdike, li Botanê Amedê jiyan dike.

Heval Arjîn her tim wiha digot; “Min jiyana rast li Botanê nas kir, mirovahî, cîhan, giraniya jiyanê, kirêtî, bêmerhemetiyên mirovan nas kir lê ruxmê vê xweşikbûna gerdûnê jî cardin min li Botanê nas kir.”

Ruxmê ku ji hêla fizîkî de zehmetî dikişand lê belê ti carî xwe ji xebatên pratîkî dûr negirt. Di tevlîbûna xebat û jiyanê de bi xwestek û bi coş bû ji ber wê bi van taybetmendiyên xwe re ji  hevalan re dibû mînak û gelek caran wana jî bi xwe re dikir tevgerê. Ji bona heval Arjîn; li ser dahûrandinên Rêbertî lêhûrbûn, bi rexne û rexnedayînê gûhertin ava kirin azweriyeke mezin bû. Di astekî mezin de hêza wê a dahûrîn û şîrove kirinê ji her hêlê ve jiyanê xurt dikir. Ji bona rêhevalên xwe çavkaniya moralê bû, di demên herî zehmet de alîkariyên di cîh de dida rêhevalên xwe. Bi kesayeta xwe ya; xwezayî, giranbûha, pijiyayî re her dem ji aliyê her kesê ve rêz dihat girtin ji ber ku bi her kesê re di heman pîvanê de hevaltî dikir û terzê wê ya dilnizm ji bo dorhêla wê dibû mînak.

Heval Arjîn him di şervan him di demên fermandariyê de jî her tim fermiyeta jiyanê esas digirt. Li hember kêmaniyên jiyanê sekneke radîkal raber dikir, ti carî ji berpirsiyartiyên xwe ên şoreşgerî tawîz nedida û jiyaneke bi pîvan ji bona xwe esas digirt. Ji ber van taybetmendiyên giranbûha, şahadeta heval Arjîn bandoreke mezin li ser rêhevalên wê de ava kir.

Di artêşbûna jin, xwe gihandina zanebûna cîns û di bingeheke rast de azadbûn bi kedên Rêber Apo re pêş diket ji ber wê heval Arjîn ji bo ku bibe nûnereke rast a vê xetê bi israr têdikoşiya. Di vê rêyê de li hember hemû seknên ku astengî ava dikir bertek raber dikir û ji bona azadiyê her tim xwedan hewldan bû, bi helwestên şoreşgerî dibû parazvaneke xeta azadiyê.

Di pala çiyayê Sûskê de bi dijmin re dikevin pevçûnekî dijwar. Bi salan e li hember dijmin hêrsekî mezin dijî ji bona ku hêrsa tolhildanê ji namlûyên çekê xwe vala bike bi coşekî mezin berê xwe da çeperên herî pêş û dijwar. Bi hêrsekî mezin pevçûn didome û piştre dema ku bi rêhevalên xwe re dizivire noqtê di wê kêliyê de di encama bomberdimana hewayî de bi heval Şivan re tevlî karvana şehîdan dibe.

Li pey çiyayên bi heybet hesretekî mezin dijî

Li pey çiya evîndarî heye

Li pey çiya şerekî mezin heye

Divê derbas bikim lutkeyên bilind

Derbas bikim û bigihîjim

Seyîd Riza û Şex Seîdan

Besêyan, Munzur û Dorşînan

Bi evîna te divê bigihîjim azadiyê

Bêyî qut bûyîn, bêyî hesret bijîm.

Bigihîjim heval, bigihîjim

Bi heyecana te ya zarokatiyê re

Bi rukeniya te ya weke zarokekî re

Divê bigihîjim te

Û stêrkên wek te

Di wê anê de qîr bikim hesreta mezin

Evîndarî û şerê herî sotîner qîr bikim…

Ji nişka ve bi dengekî zirav re hîşyar bûm. Êdî germahiya agir ber bi xilasbûnê ve diçû, ber bi sermayê re laş dicemidî lê çav êdî êdî ronî dibû, di nava wê ronahiyê de ciwaneke xwîn germ agir geş dike. Dinêrim, ew nû hatiye. Ew hêja şervaneke pir ciwan e. Bi rukeniyeke dibêje; “Rojbaş heval” min jî heman awayî bersiv da. Carek din êzîng davêje nava agir û hîn geştir dibe agir. Di dema seherê de laş cemidiye lê bi vê agirê re hêdî hêdî xwe berdide hemêza germahiyê.

Dibêje; “Heval navê min Arjîn e, gelo navê te çiye?”

Awirên çavan car din berê xwe dide nava agirê sotiner û weke ku govenda azadiyê hîs dike. Emê her demê bi bîranînên şehîdên xwe re girêdayî bin.

Rêhevalên wê yên têkoşînê

Kategori: Şehidên Me