Tirkî  |  Erebî

mart

Cîhana jinan

Ji bona pêşwazî kirina 8’ê Adarê amadekariyên me hêja didomin. Bi rastî di rojên wiha watedar de rukenî û coşa jinan qat bi qat zêdetir dibe. Moralekî xwezayî ye ji ber wê carna mirov tenê rêhevalên xwe temaşe bike jî têrî dike ku hêzekî mezin di dil de ava bibe.

Derdora me tevahî bi wêneyên hevalên şehîd re hatiye xemilandin. Bi rastî wek tevgera jin em xwedan dîrokeke wiha bi kok in ku weke dareke şîn dîroka têkoşînê li her derê cîhanê belav bûye û tevahiya jinên cîhanê re jî bûye mînak. Wekî ku hemû hevalên me yên şehîd jî bi me re kelecan û coşa vê rojê dijîn. Ew, heta her şaneyên xwe ji bona gihandina azadiyê xwe di rastiya têkoşîna azadiyê de kîlît kirin lewra azadî ji xwe dayîn e, fedakariyên herî mezin di dema jiyanê de pêkanîn e. Em jî wek şopdarên rêhevalên xwe ji bona ku her roja hebûnê bi vê zanist û coşê pîroz bikin emê her tim bibin şopdarên Sema, Ronahî û Rahşanan da ku xeta azadiya jinê ji bona tevahiya civakê bibe misogeriya zaferê. Ev roja vejînê ye.

                                                                        Şehîd Ekîn Wan

Çîroka rastiyê

Hin destan hene ku em ji zarokatiya xwe ve bi wan re mezin bûne. Me bi paşila dayîkên xwe girtiye û heta bihîstina peyvên destpêkê; “Yek hebû yek tine bû” re bi heyecaneke mezin gohdarî kirine. “Ka carek din jî carek din jî çîroka agirê bêje” heta ku li ber gohên me navên qehremanên dîrokî neçin û neyên me rihetî nedaye dayîkên xwe. Yek ji wan çîrokan jî “Çîroka agirê” bû. “Yek hebû yek tine bû, di nava cîhana zindiyan de mirovek hebû ku her kesî bi qehremantiyê wî hesiya ye û kesên ku vê destanê gohdarî kirine ji bona ku bibin wek wî her tiştî girtine berçavan lewra ew bi wêrekiyê xwe re bûye qehremanekî dîrokî.”

Wek her zorokekî teqez we jî bi vê çîrokê re gelek xewnên şevan gihandiye heta hilhatina Rojê. Li hember zilmê serî rakirinekî heye ku ti demê mînaka vê derneketiye. Ew heman demê de bingeha berxwedanên roja îro ye jî. Li hember zilmê Dehaqê, Kawayê Hesinkar serî radike û agirê jiyanê ji destê zilimdaran digre û diyariyê gelên agir û Rojê dike. Ew roj ev roje serîrakirina Kawayê Hesinkar wek destanekî tesîrkar di xeyalên hemû zarokan de mezin dibe.

Wê roja vejînê her tişt bê gûhertin, împaratoriyên zilimkar tine bibin, di nava pêtên agirê de tola gelên bindest bê girtin lewra ev zilim ne çarenûsa gelekî bû ji ber wê diviyabû bihata gûhertin.

Lewra şerê destpêkê li lutkeyên çiyayan de destpê kir û her ku çû her kesê ku ji vê rastiyê bawer dikirin berê xwe didan nava vê agirê û geş dikirin, êdî rengê sor û zer bi gerdûnê re dibû yek. Ev şer şerekî mirovahiyê ye, bi agirê hat nivîsandin û hêja bi pêtên agirê re wê bê nivîsîn. 21’ê Adarê hêja şahidiya gelek cangoriyên hemdem dike. Her cangoriyekê vê kevneşopiyê di nava germahiya agirê Newrozê de bigihîje heqîqeta berxwedanê lewra heta ku di nava vê agirê de neşewitin wateya jiyanê jî nas nekin. Ger jiyan hebe divê di nava çirûskên agirê de bê jiyîn. Ev vîna jiyanê ye. Evîndarên xwedan vîna jiyanê çarenûsa gelekî bigûhûrin. Di nava agirê de şerekî mezin, di nava şerê mezin de jiyan bê afirandin.

Wê her dilekî bibe wolkan. Dûvre bibe Mazlum û di şeva 21’ê Adarê de geş bibe û geştir bibe ruhê Newrozê. Çirûskên ku di dilê Mazlum de bû agir şewqa xwe gihand; Ferhat, Necmî, Eşref û Mahmutan, piştre hîn bilindtir bû êdî kes nikare li pêşiya vê hebûnê bisekine lewra Zekiye, Rehşan û Sema jî hemêz kirin vê ronahiyê. Viyan jî dilê xwe gihand vê xelekî û dest da destê Kawayên hemdem lewra goh da qîrînên bê rawestgeh. Nav lê kirin û gotin; “Azadî” gotin “Şerê jiyanê”. Li pêşiya têkoşîneke wiha giranbûha hat vekirin ku êdî jiyan heye, jiyan! Ji ber ku dil bi Mazlum û Semayan re bûn yek.

Jiyan eve, şerê jiyanê eve, hêviya mirovahiyê eve. Çirûskekî agir bi xelaka mirovahiyê re hat pêçandin. Ev cejna biharê ye. Bi hezaran dilên ji agir îro dibin rêhevalên Serok Apo lewra ew di nava tarîtiyên mezin de rêya rizgariyê nîşan dide. Ne mirin, rêya jînê, rêya xwe afirandinê ye! Bi wate kirina evînê ye. Dem dema lêgerîna evînê û heqîqetê ye ji ber wê Newroz roja vejînê ye. Newroz; xeyalên mezin yên Zekiye Alkan û Rahşanan e!

                                                                        Şehîd Berîtan Sozdar

Her Roj Roja Vejînê Ye

Di rastiyê de her roj ji bo me wek 8’ê Adarê ye ji ber ku em di nava têkoşîna azadiyê de ji bona zafera gelekî bi coşekê bilind têdikoşin û bi ked dayînê re her roja jiyanê wek cejna azadiyê tê jiyîn. Ji bona gihandina azadiyê divê berdêl bê dayîn lewra azadî ne hêsan e, wekî Serok Apo jî dibêje; “Ger azadî hêsan bûya wê Ronahî û Berîvan xwe nedişewitandin” em jî hewl didin da ku kêlî kêlî bi vê rastiyê re jiyan bikin û di rêya rizgariya jin de bi jiyanên watedar re bibin xwedan ked.

Coşekî mezin heye, xweza pêşwaziyeke gelek xweş dike, mizginiya biharê dide. Bêhna nergîsan derdora me pêçandiye. Berê xwe didin ku derê jineke rubiken heye, tenê dîtina vê dîmenê jî carek din me bi kedên bê hempa ê Serok Apo re tîne cem hevdû. Bêguman dîroka têkoşîna jinê kûr û dirêj e lê belê heta niha ti demê dîrokê de ewqasî jin di nava têkoşîneke wiha de şerê jiyan û rizgariyê nedane, ev heqîqeta jiyanê coş û kelecana me qat bi qat zêde dike. Heman demê de divê ev rojên xweş bi serkeftinê re encam be lewra heta ku Serokatî di nava vê kombûnê de bi me re tevlî van xweşikbûnan nebe her tim wê aliyekî me de dilşayiyeke şikestî hebe.

                                                                                                Şehîd Delîla Dîlan

Tevahiya jinên ku bûne şopdarên dayîka xwedawend

Di rojeke wiha binirx ya 8’ê Adarê de di kesayetên jinên berxwedêr de vê roja bi nirx tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin.

Li ser xaka pîroz ku mirovahî yekem car tovên jiyanê çandiye û di pêşengtiya dayîka xwedawend de tevahiya hêmanên civakî hatiye hûnandin lewra pîroz kirina rojekî wiha bi wate ye. Em dizanin ku ev roj di encama têkoşîn û berxwedana dîrokî ya jinan de weke rojekî nîşaneya têkoşînê tê pîroz kirin lê belê, heta ku tevahiya rojên jiyanê nebin roja jinan û bi bedewiya jinan re neyên xemilandin di wateya rast de vegera nirxên civakî nayê ava kirin û serdestî li ser civak desthilatdariyên xwe bidomînin. Heta zihniyeta zayendperest têk neçe civaka exlaqî û polîtîk jî ava nabe. Di roja îro de jin ne tenê li serê çiyayên bi heybet de têkoşin dide bêguman di pêşengtiyê ramanên Rêber Apo de jin, di tevahiya qadên jiyanê de, di rêxistin kirina civak û jiyanê de xwedan rista pêşengtiyê ye lewra jiyana rast di bingeha ava kirina civakên azad de tê jiyîn. Ji bona ku dîroka rast ya jinan bê nivîsandin ji Besêyan heta Zîlan, Berîtan, Nucan, Viyan, Ronahî, Çîçek, Şayan, Ruken û bi hezaran jinên pekrewan di têkoşîna azadiyê de pêşengtî kirin û tarîtiya dîrokê bi seknên berxwedêr re ronî kirin. Jinên têkoşer ên ku heta vê kêliyê di rêya ramanên Rêber Apo de berxwe didin nûnerên jiyana azad in û em jî şopdarên wan in.

Sedsala 21. wê di kesayeta jinên azad de bibe sedsala azadiya mirovahiyê. Wê îsal bibe sala serkeftinê.

                                                                                                            Şehîd Helîn Garzan

Kulîlkên 8’ê Adarê

Ew in ruliken

Heqîqeta gerdûnê vedibêjin

Ew di nava gerdûnê de

Govenda azadiyê digrin

Ew evîndar in

Li çiyayan bi heybet de evîna mezin rastiya gerdûnê ava dikin

Ew li navserên çiyayan de jinên serhildêr in

Dilên xwe wek çiyayên bedew qewîm kirin

Ew xwedawendên 8’ê Adarê ne

Di nava êş û keserên mezin de bedewiya xwezayê

Bi agirê Newrozê re dijîn.

                                                                        Şehîd Viyan Berîtan

Ji gelê me yê dilêr re

Di rastiyê de em deyîndarê gelê xwe ne. Ji bîr nekirina dîroka gelê me di rêveçûna jiyan û têkoşîna me de jî dîyarker be lewra em bi dîrok û gelê xwe re hene. Di roja îro de wek hêzên YJA Starê armanca me serxistina têkoşîna azadiyê ye. Ji bona gelê xwe, Serok Apo û şêhîdên xwe divê bi taybetî wek jin em berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin. Lêhûrbûna me jî her di vê alî de pêşdikeve. Di vê pêvajoyê de dîmenên ku herî zêde me keyfxweş dike kombûn û pîrozbahiyên ku di pêşengtî û rengê jinê de pêş dikevin e. Bi rastî ruxmê ku kêlî bi kêlî êrîşên herî dijwar re rû bi rû dimînin lê bi kûrbûna kevneşopiya berxwedanê re her ku berdêl didin xwe nû dikin û hîn bi coş beşdarî têkoşînê dibin. Ji ber wê meha Adarê ji bona me mehekî pir cuda ye.

Bihar destpê dike, bayên biharê rûçikên evîndaran de gulên biharê dafirîne, dilopên baranê çemên herîkbar coşîn dike. Bi biharê re jin hîn bi hêztir dibe û bi vê hêzê re berê xwe dide kolanan, pêşengtî ji dîrokê re dike, li hember tevahiya êşên cîhanê banga berxwedan û serhildanê dike, bi tililî û govendê re serkêşiya raperînan dikin. Bi dirûşmeyên; “Jin jiyan azadî” re gav bi gav, kolan bi kolan qîrînên azadiyê bilind dibin. Ji ber vê ye ku zîhniyeta zilamên serdest xofekî mezin dijîn lewra serwext dibin ku bi têkoşîna jinan re wê tine bibin.

Roja jinên cîhanê û Newroz bi coşa biharê re bûye yek û coşa mezin herî zêde di nava Tevgera Azadiyê de dibe xwedan wate. Ji ber ku coşek wiha dibe çavkaniya jiyanê. Piştî zivistanekî sar li benda biharê dimînin da ku evîna di dil de dikele berdin ber bi coşa biharê re.

Di nava sermestiya biharê de serhildanên gelê xwe jî temaşe dikin. Cardin di biharê de ruhê Mazlum û Semayan zindî bûye, li kolanên Kurdistanê dem dema hesap pirsînê ye. Em ji bona parastina gelê xwe berê xwe didin çiyayên Kurdistanê, zarokên vê xakê hîn di temenên ciwan de berê xwe didin qadên azad lewra zarokên siberojan azad bijîn. Dema ku raperînên gel dibînin û dijîn wê demê dibêjin; “Rizgarî, azadî nêz e” ji ber ku em bi hêvî ne. Awazên dilan kilamên berxwedaniyê vedibêjin.

Roj roja serhildanê ye, roja cejnê ye, roj roja gerandina govenda azadiyê ye ji ber wê awazên berxwedanê di çalakiyan de zindî dibe. Bi rastî gelê me ji bona me çavkaniya keyfxweşî û moralê ye. Rojên azad nêz e, wê rojên pêş emê bi hev re di govendên azadiyê de serkêşiyê bikin.

Gelê me her tim li hember tevahiya êş û êrîşan berxwe dane ji ber wê zarokên gelê Kurd her bi çanda berxwedanê re mezin dibin û rêya têkoşînê hildibijêrin. Eger azadî hebe wê di vê rêyê de hebe, eger jiyan hebe wê bi felsefeya Rêber Apo re hebe.

Cejna vejînê ye. Kawayê Hemdem rêheval Mazlum bi berxwedana xwe a zindana Amedê re cewhera Newrozê zindî kir û heta roja îro bi hezaran cangoriyên têkoşîna azadiyê roj bi roj bi ruhê berxwedanê re jiyan kirin û Newroz bû demên hevgirtinê. Di vê biharê de jî cardin kolanên Kurdistanê şahidiya dîroka têkoşîna gelê Kurd dike lewra her kes ji bona azadiya Rêber Apo cejna vejînê bi ruhê Mazluman pêşwazî dike lewra Serok Apo jî di nava pergala Îmraliyê de dîroka berxwedaniyê dinivsîne. Em wek şervanên azadiyê ji bona ku bibin layîqê vê kedê heta serkeftinê bibin şopdarê ruhê berxwedanê. Em hesretê azadiyê ne.

                                                                                    Şehîd Viyan Têkoşîn

Îro roja tevahiya jinên cîhanê ye. Lê Serok Apo dibêje; “Divê tevahiya rojên heyî bibe roja jinan” ji ber wê divê em wiha wate bidin vê rojê. Çîroka me jî wiha destpê dike; “Ji kolanên Kurdistanê ber bi çiyayên azad ve meşa heqîqetê” dibe bingeha vejînê ji ber wê her roj ji bona me di coşa roja jinên cîhanê de derbas dibe. A niha jin kolan bi kolan stranên azadiyê vedibêjin, govendên azadiyê digirin. Bedenên ku li hember dîl girtina Rêber Apo dibin wolkan ji bona Newroz û tevahiya rojên jiyanê hêviyên nû dafirînin. Di nava pîrozahiya agirê de dil û mejî xwe ji xweliyên xwe ava dikin. Ji ber wê divê her dem em bi wateya vê rojê re jiyan bikin. Îro roj roja; bilindbûna têkoşîna gelekî ye, roj roja bi bîr anîna şoreşgerên berxwedêr e, roja roja jiyanî kirina têkoşîna lêgerînvanên heqîqetê ye, îro roj roja me ye, pîroz be heval! Ji ber vê pir li ser têkoşîna me dihizirim, lêpirsîn dikim. Heta jinên serhildêr li pey şopa Sema, Viyan û Sarînayan de bin wê ti carî agirê têkoşîna me natemirê. Bi berxwedana Rêber Apo re zayînên azad agirê Newrozê jî wê her geştir bike.

                                                                                                            Şehîd Yêrîvan Azadî

Kategori: Şehidên Me