Tirkî  |  Erebî

VIYAN SORAN

Em dikarin bêjin meha Sibatê di milê rêxistinê de, mehekî pir girane. Em dikarin bêjin di destpêkê de komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo hatî meşandin, dilgirtina Rêbertiya me hat jiyankirin. Piştî wê divê mehê de şahadeta rêheval Viyan hat jiyankirin. Di kesayeta heval Viyan de hemû şehîdan em bi minetdarî bi bîr tinin.

Ji bo çalakiya heval Viyan kirî, tiştê ku em weke ders jê derbixin, ya herî girîng divê astê de em wate bidin vê çalakiyê pir girînge. Ez dixwazim bi axavtina heval Viyan dest bi gotinên xwe bikim. Heval Viyan raste wê demê hevalek me yê ciwan bû. Di heman demê de ji bo pêşengîtiya tevgera jin û ji bo tevgera me giştî rolek pir mezin girtibû ser milê xwe. Rûxmî temenê xwe pir ciwan bû jî, lê belê di asta fikir, felsefe û birdoziya Rêbertî de rastî jî hevalek pêşeng bû.

Em dikarin bêjin heval Viyan, êşa tevahî gelê kurd, jin û mirovahiyê ji kûr de hîs kir. ji bo wê dema heval Viyan ev çalakî li darxist, beriya çalakiya xwe li darbixe ji bo tevgera me rapora xwe dinivîsîne û di heman demê de ji bo gel, jin û ji bo hevalên xwe bi berfireh armanca xwe ya vê çalakiyê tîne ziman. Di rapora xwe de tîne ziman û dibêje; raste ez vê çalakiyê li dardixim, ez dizanim Rêbertiyê şêwazê vê çalakiyê qebûl nake. Lê belê, ez dixwazim bi rêya vê çalakiya xwe hinek peyam bidim, peyama ku ez dixwazim bidim. Di demek wisa de hemû heval li derdora Rêbertî û gel li ser esasê parastinê kom bibin. Çima heval Viyan tiştek wisa got; di wê demê de di salên 2006-2007’an de li ser Serokatî tecrîdeke pir giran hebû, wê demê Rêbertî ji aliyê dijmin ve hat bi jehirkirin, me weke tevger agahî ji Rêbertiyê nedigirt, wê demê heval Viyan bi çalakiya xwe, xwest hemû hevalan şiyar bike rewşa Rêbertî, di xeteriyê de ye û tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin pir giran e. Ger em bi roja îro re muqayese bikin, di roja îro de jî tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin, wê demê de heval Viyan hîskir û ji bo wê çalakî li darxist. Li himber wê hemû gel û hemû heval şiyar kirin. Dîsa ger mirov muqayese bike, niha dîsa tecrîdeke pir pir giran li ser Serokatî heye. Nav tecrîdê de tecrîdek din dane Rêbertiyê, ev bû sê sale em ji Serokatî tu agahî nagirin. Ne parêzer, ne malbat, ne şande û yek jî nikare bi Serokatî re hevdîtin çêbike. Ev nêzîkatî heta dawî di qada nevnetewî de jî suce, ji ber ku Rêbertî girtiyekî siyasiye û di heman demê de rewşekî siyasiye. Çawa ji girtiyên din re mafê xwezayî tê dayîn û heye. Divê di heman wextê de ji bona Serokatî jî mafê xwezayî hatiba dayîn. Li ser Serokatî polîtîkayeke û siyasetek pir taybet tê meşandin. Em dikarin bêjin ev komploya navnetewî hîna bi planek cuda û rêbazek pir cuda tê berdewamkirin.

Li hember tecrîdê têdikoşînekek mezin dimeşand

Ev dema ku em têde jiyan dikin, demek pir girane. Ji bo ku ev tecrîda li ser Serokatî rabe, ji bo ev komploya navnetewî werê şikandin, li her derê çalakiyên grava birçîbûnê destpêkirine. Em dikarin bêjin çalakiyên girêva birçîbûnê di pêşengîtiya heval Leyla Guven de hatî destpêkirin. Ev çalakî 70 roj li peyî xwe hişt û derbas kir, em dikarin bêjin êdî ev pêvajoya girêva birçîbûnê ketin rewşên xwe yên herî xeternak. Divê em wateyek wisa bidin, ev komplo hîn ne şikestiye, tecrîd li ser Rêbertî ranebûye, di demek wisa de ger mirov çalakiya heval Viyan binirxîne û çalakiyên niha di pêşengîtiya heval Leyla Guven de destpêkirî. Em dikarin peyamek wisa bigrin ku êdî tu rê li pêşiya me, gelê kurd, mirovatiyê û ji bo gelan nemaye tenê rêyek heye, ew jî berxwedane. Tenê em dikarin bi berxwedanê vê tecrîdê û komploya navnetewî ku li ser Rêbertiya me tê meşandin. Ji bo wê em dikarin bêjin heval Viyan digot; divê em weke pêşeng, gel û weke hemû heval li derdora Rêbertiyê mîna çemberek ji agir çêbikin û weke çemberek parastinê bidin çêkirin. Raste em niha dizivirin xwe û ji xwe dipirsin me çiqas weke pêşengê vê tevgerê û weke pêşengê tevgera jin çiqas ev erka xwe pêkanî û bi rastî jî me çiqas ev komplo şikand û em çiqas li himber vê tecrîdê tekoşînek xurt da meşandin. Her çi hatibe kirin jî, weke encam me ev komplo hîna neşikandiye û ev tecrîd hîna li ser Rêbertî nerakiriye. Weke milîtanên vê tevgerê em rexnedayîna xwe bidin. Rexnedayîn jî hîn zêdetir ev Berxwedan û tekoşîn bilindkirine.

Ez dixwazim hîn zêdetir tiştên ku heval Viyan di nameyên xwe de xwest ji me re bêje, weke mînak bidim û şirove bikim. Heval Viyan dibêje; Em weke mirov, weke kadroyê vê hereketê vegerin kesayeta xwe, hişmendiya xwe nû bikin tê de guhertin çêbikin, ango xwe ji nû de ava bikin. Dibêje ya girîng yekîtiya di nav mede ye, em yek bin, perçe perçe nebin, bibin ekib û kolektiv kar bikin. Em bi ferasetê jî konfederalizm ava bikin. Wê demê parêznameya Rêbertî ya AHIM Û Parastina gelekî hatibûn. Heva viyan li ser wan lêhûrbûn dikir. Heval viyan pirtûkên Rêbertî pir dixwendin. Pir li ser fikir û felsefa Rêbertî lêhûrbûn dikir. Encama ku di aliyê lêhûrbûn de derdixist ji partiyê re parve dikir. Heval viyan fikrên xwe bi hemûyan re parve dikir. Ji bo vê wiha dibêje; tişta ku hişt Rêbertî dîl bêgirtin, tecrîd li ser giran bibe ev hişmendiya me ye. Rêbertî jî wisa dibêje; azadiya min girêdayî şoreşê ye. Yanî hun şoreş bikin ji xwe ezê azad bibim. Dema em behsa şoreşê dikin, pêwîste em destpêkê şoreşa fikrî ava bikin. Heval viyan ev jî tespît kiribû, gotibû pêwîste em şoreşa zihnî ava bikin. Eger şoreşa zihnî em ava nekin em nikarin şoreşa civakê, şoreşa jinê ava bikin. Em karin bêjin her tişt girêdayî hişmendiyê ye. Pêwîste li hemberî hişmendiya desthilatdar, baviksalarî û ya pênç hezar sal tekoşînek me ya pir xurt werê pêşxistin. Em dema ku tekoşînek xurt bimeşînin em karin guhertinek xurt di zihnê xwe de jî bidin çêkirin.

Peyama heval Viyan ji bona hişyar kirina tevgerê bû

Dîsa heval Viyan dibêje; dema ku di sala 1999'an de Rêbertî hate girtin, bê guman em di nava rewşekî xafil dabûn, ji bo em careke din nekevin vê xefletê, careke din em di dîrokê de navê xwe rast binivisînin, ji bo dîrok me rast tehlîl bike însanên qehreman û fedayî dixwaze. Yanî ji bo azadiya Rêbertiyê çi ji destê min werê em bikin. Wê demê tiştê ku di nav mede dihate jiyankirin. Demekî tasfiyê di nava tevgerê de hatibû jiyan kirin. Pêvajoyekî perçebûnê hat em jiyan kir. Komplo, di nava hereketa me de gelek xirabî pêşxistin. Komploya navnetewî dixwest hereketê ji xeta Rêbertî qut bike. Pir kes di nav me de bi komplo re heliyan, rastiya xwe ji bîr kirin û ketin xafletê. Heval viyan ev rewş ji nêzve jiyan kir û dît tiştêl li derdora wê çêbûn. Ji ber heval viyan di wê de cihê xwe di rêveberiya KCK û PKK'ê de girt. Di rêveberiya hereketê jin de cihê xwe digirt. Her tişt pir ji nêzve dişopand. û heval viyan ev rewşekî xeternak yê demê pêş de pêşbikeve girte dest, ew hîs kir. Ev xeterî dît, ji ber wê em hişyar kirin hereket şiyarkir. Ji me re peyamekî wisa da; hun hemû kadro di nav xafletê da ne pêwîste hun şiyar bibin û xwedî li Rêbertî derkevin. Wê demê titşên em ji şexsê heval viyan ders derbixin çine. Ez wisa ji heval viyan fam dikim, heval viyan xeterî pêşde farq kir û xwest em hemû baldar tevbigerin. Heval ji bo xwe vê dibêje; Min ti caran weke hevalan dîlgirtina Rêbertî qebûl nekir. Raste dijmin dibêje min Rêbertî dîl girtiye lê di rihê min de, di mêjiyê min û dilê min de min ti cara qebûl nekir Rêbertî dîl hatiye girtin. Ger em dîlgirtina Rêbertî qebûl bikin em tiştekî nikarin bikin. Mirov wê bikeve xefletekî mezin. Lê heval viyan dibêje, raste dijmin viya kir lê nayê wê wateyê em em esaretê qebûl bikin. Çima di nav mede gelek kes bê bawer ketin, bê biryar bûn, ji ber wan dîlgirtina Rêbertiyê qebûl kiribûn. însaneke dîlgirtina Rêbertî qebûl bike tiştekî nema kare bike. Ger tu tiştekî qebûl nekê, tu nikare tekoşînê jî bike. Ber wê tu li hemberî kesayeta xwe û hemberî hişmendiya desthilatdar tekoşînê bike. Heval viyan ev tekoşîn di şexsiyeta xwe de da pêkanîn û meşand. Heval viyan wisa digot, ez he 15 Sibateke din dijî xwe li hemberî Rêbertî deyîndar hîs kir. Dibêje min hevaltiya rast bi Rêbertiyê re nekir. Bê guman me bi xwe jî ji nêzve heval viyan nas dikir, gelek me bi hev re rojên watedar û xweş derbas kirin. Xeyala wê ya herî mezin ew bû Rêbertiyê bibîne, her tim ji me re digot ; ji min re behsa jiyana Rêbertiyê bikin çawa dijiya, çawa jiyana xwe derbas dikir. Heval viya dixwest hevalên ku bi Rêbertiyê re mane biçe civata wan. Mirov dema li sekna heval viyan meyze dikir mirov de bawerî dida qezenckirin. Mirov hîs dikir wê kesayetek mezin ji heval viyan derbikeve. Heval viyan berê xwe her tim dida cihê herî zorî û şer lê heye. Heval viyan digot, heval Zîlan, heval Bêrîtan, hevala Sema û heta Leyla Qasim mîrasa dîroka jin. Heval viyan mîrasa wan ji xwe re esas digirt. Digot. ez dixwazim xwe li ser wê mîrasa wan avakiriye mezin bikim. Heval viyan, her tim behsa wan hevalan dikir. Dema behsa wan dikir mirov hîs dikir heval viyan di hindirê xwedî xeyalên gelek mezine. Behsa bi mirov dida gotin ku wê heval viyan bibe jinek xurt û qehreman. Biryara heval Viyan ya ji bo çalakiyek wisa ne biryaryarekî hestiyarî bû. Heval viyan bi xwe jî dibêje ev biryara min biryareke rojek min girtiye an jî ez bi hestiyarî tevgeriyame. Heval viyan dibêje dema ez tevlî vê heretê bûm û min fikra Rêbertî û Rêbertî nas kir, min çi dibe bila bibe ez bi vê fikrê tevlî vê hereketê bûm. Heval viyan gotibû min 7 salan li ser vê çalakiyê lêhûrbûn da çêkirin. Digot, fikrek min wisa hebû ezê rojekê vê fikra xwe bixim çalakiyê. Ber wê ez dikarim bêjim heval viyan 7 salan li ser vê çalakiyê lêhûrbûna xwe hebû.

Ez di xwazim hinek behsa heval Viyan ku nêzîkatiyê xwe ji bo jin çawabû û hevaltiyek xwe çawabû bikim. Dema tevlî rêxistinê bû, temenê xwe pir ciwanbû. Lê belê fikirandin, nêrîn û sekna xwe de pir pijiyayîbû. Mirov hîsnedikir ku heval Viyan wisa di temen de ewqas biçûke, heval Viyan ne li gorî temenê xwe bû. Temenê wê û zekeya wê mirov matmayî dihişt. Li gorî temenê wê zeka hîn zêdetir li pêş bû. Ew zeka wê ji temenê wê yê biyolojîk derbas dikir. Di milê dahûrandin û şiroveyên xwe de pir xurt bûn. Mirov dikare bêje jinek wisa çalakvanbû. Hevalek pir bi enerjî bû û di heman demê de hevalek pir dilnizimbû. Bi her kesê re bi zimanê wan danustandin dida çêkirin û ji zimanê her kesî jî baş fêm dikir çi dixwazin bêjin. Hêza wê ya dana îqnakirinê pir li pêşbû û di heman wextê de dema bi hevalan re diaxivî, bi axivitinên xwe dida îqnakirin. Em dikarin bêjin bingehê hevaltiya PKK’ê heval Viyan di xwe de avakiribû û heval rihê Apocî di kesayeta xwe de dabû avakirin. Heval Viyan biçiya kîjan navengê, ew naveng hîsdikirin ku hevalek ku rihê PKK’ê di kesayeta xwe de daye rûnişkandi û di sekna xwe de dida hîskirin milînatek Apoger e. Yek jî bi mirov dida hîskirin fikra Rêbertî di kesayeta xwe da avakirin û li ser wê tekoşîn dike. Însanekê/î carek tenê heval Viyan bidîta û pêre nîqaş bikira, êdî ew kesa heval Viyan nema tu caran ji bîr nebikin. Biçûya kîjan nevengê hertim, ew naveng ji sekna wê bandor dibûn û heval Viyan hertim şopên xwe di jiyan hevalên li derdora xwe de dida çêkirin.

Êşa gelê xwe jiyan dikir ji ber wê derketineke xurt hat jiyîn

Heval Viyan bi zayenda xwe ve pir girêdayîbû û ji zayenda xwe hesdikir. Raste heval Viyan hevalek ji Başûrê mezin bû, di jiyana xwe de pir zor û zehmetî jiyankiribû. Mînak di jiyana xwe de qetlîam, Enfal û komkûjî tê de dihat jiyankirin mezinbibû. Heval Viyan ev rewşana ku di dema Sedema de hatîn jiyankirin, bi xwe yek bi yek dîtibû û jiyankiribû. Di heman demê de di Başûrê mezin rastiya jin çiya û çawa tê jiyankirin, evay hemû ji kûr de hîskiribû û hîsdikir. Bi wê êşê heval Viyan mezin bûye, di nava wê civakê de. Ji bo wê dema tevlî rêxistinê bû, heval Viyan hertim digot; “ çi dibe bila bibe ji bo ez bikaribim jinên di nava wê zor û zehmetiyan de jiyan dikin, bi wê êşê re roj bi roj jiyan wan bi wan êşa re tê jiyankirin. Ji bo ew wan jina ji wê rewşê xilas bikim, azad bikim.Divê ez hertim di nava tekoşînê bikim û erkê xwe divê li gorî wêna jî pêkbînim. Heval Viyan hevalek netewî bû. Tenê ne ji bo Başûrê Kurdistanê digot, di heman wextê de ji bona her çar parçên Kurdistanê digot. Yek jî digot divê ez êşa jinên Bakûr, Rojhilat û Rojava jî wisa hîsbikim û li gorî wêna jî tekoşîna xwe jî bidim meşandin. Rewşa jina Kurd û rewşa gelê Kurd pir xwe hîsdikir. Ji bo wêjî bi vijdan jî êşa wêna pir kişand. Li gorî wêna jî dixwest hîn zêdetir xwe xurt bike, li himber van rewşan. Yanî çawa bike ku bikaribe bibe bersiv ji vê rewşê re. Ji ber ku ewqas êşa li ser civaka Kurd, gel dît û herî dawî jî bi rewşa tecrîda li ser Rêbertî re heval Viyan di asta herî jor de êşa wê hate jiyankirin. Dema di asta lutkeyê de ew êşa jiyankirin, heval Viyan di asta fikir de jî derketineke pir mezin kir. Heval Viyan hevalek pir henekwar bû, sempatîk û hevalek di her alî de şoreşgertiyek tam jiyan dikir. Ango jinek şoreşgere, jinek azad û hevalek di asta meneviyete pir xurtbû. Ji bo wê jî tu caran di tekoşîna xwe de tu caran tavîz nedida. Heval Viyan di jiyanê de hevalek pir derdora xwe rexne dikir, lê belê tu caran jî rexnê wêna ji hevalên li derdora wê re acizbûn nedida çêkirin. Ji ber bi wan hevalan dida fêmkiri û dida îqnakirin. Wê demê hevalên li himber wêna ji ber rê û rêbazê heval rêxistinîbû, di heman demê de bêku şaş fêmbikin,ew rexne qebûl dikirin û rexnedayîna wêna dida. Car car di me de wisa derdikeve, dema em rexne dikin. Ji ber ku di uslubê me de şaşitî heye, dibe sedem ku em tam li gorî tê xwestin nikarin encam bigirin. Heval Viyan newisa bû, rexnê xwe pir giran dibû û raste rast rexne dikir. Di heman demê de rastî çiye li kêleka wêna jî nîşandida. Di milê rêxistinê de pir şiyar bû, refleksê heval di milê rêxistinê de pir xurt bû. Ji şaştiyan re qet tavîz nedida, ji bo wêna jî çidiba bila biba rastî çiya li ser wê esasê jî nîşan dida.

Heval Viyan pir hevalên hêja re jiyankir. Mînak hevaltiya heval Viyan bi heval Nûda Karker re hevaltiyek pir xurt û pir hêja bû. Her du heval pir bi hev ve girêdayî bûn, di heman demê de pir bi hev re man û xebat dan meşandin. Herî dawî di Ocaxa PKK’ê de di Akademiyê dewreya yekemîn a ji nûve avakirina PKK’ê de bi hev re qurulbûn. Dema mirov dibêje heval Viyan heval Nûda tê bîra mirov, ji ber ku di rih de weke du ciwiyanbûn. Hevaltiya wan pir cuda bû, yek jî heval Viyan her kesê ji wê hesdikir. Yek jî her kes wekhev hesdikir, ferq û cudabûn nedixist dinava hevalan de. Di wê demê de rihên herî nêzî hev di hevaltiya PKK’ê de mirov dikare bêje di kesayetê heval Viyan û heval Nûda de bi hev re didin jiyankirin û li gorî wêna jî kar û xebatên xwe bi yek rihî bi felsefa Rêber Apo didan meşandin. Mirov hîn zêdetir dikare bêje, tevaltiya heval Viyan bi PKK’ê re û rastiya Rêber Apo re çawa divê were jiyan kirin, şînber di kesayeta heval Viyan de li ser xeta azad dihat meşandin û dibû temsîlê wêna di jiyana xwe de. Mirov pir tişt dikare ji bo kesayetê heval Viyan bêje, em weke tevgera jin pir tiştan de dengdarê heval Viyanin. Dibe heval Viyan di temeke pir ciwan de gihijit merteba şahadetê, lê belê xeyal û pirojeyên heval pir mezin bûn. Ji xwe xeyalê xwe yê herî mezin dîtina Rêbertî bû. Hertim û li her cihî heval Viyan digot ev tişta. Emê weke tevgera jin û hevalên wê yên jin pêwîste em xeyalên heval Viyan em pêkbînin. Raste em weke tevger rêbazê çalakiya heval Viyan em qebûl nakin û şaş dibînin, heval Viyan bixwe jî dibêje ez dizanim Rêber Apo şêwazê çalakiya min qebûl nake. Lê belê hîn zêdetir divê em hevaltiya heval Viyan a bi Rêber Apo re ji xwe re esas bigrin û li gorî wêna jî em kesayetê wêna bînin bîra xwe û li gorî wêna jî tevbigerin.

Di dema ku em niha tê de jiyan dikin, kesayetên weke heval Viyan dixwaze, fedayîbûn û qehremantî dixwaze. Dema em dibêjin fedayîbûn û qehremantî, em qala di her milî de dikin. Dema ku em niha tê de jiyan dikin, em weke rêxistin em pir xurtin, lê belê me hîna tecrîda li ser Rêbertî pir girane,me tecrîd neşikandiye û yek jî me hîna komplo neşikandiye. Komplo bi rêbazek cuda û bi şêwazek din xwe cardin nûkir. Em weke rêheval heval Viyan divê em hîn zêdetir xwedî li Rêbertî derkevin, em xwedî li tekoşîna heval Viyan derkevin û em hevaltiya heval Viyan ji xwe re esas bigrin. Bangawaziya me ji hemû hevalan re ev, em di wê baweriyê dene ku bi sedan hevalên mîna heval Viyan wê derkevin pêşiya me û baweriya me li ser vê esasiye. Tiştê ku em ji xwe re esas bigirin, ji bo em xeyal û pirojên heval Viyan em pêk bînin hîn zêdetir em tekoşîna xwe bilindtir bikin, wê soza me ji heval Viyan û hemû hevalên şehîd wê ev be, ji bo azadiya Serokatî em berxwedaniya xwe mezin bikin û serkeftinê bi dest bixin.

Dilan Malatya

 

Kategori: Şehidên Me