Tirkî  |  Erebî

25Ez hêza we ya li ber xwe danê ji bîr û baweriya xwe digirim. Her roj ez pêncî şorşên bîrûbawerî pêktînim.Ez bi zihniyeta xwe li ber xwe didim, bi zihiniyet li berxwedan bi zihniyt tam girtin, hez girtin çil car ji têrîkirina cinsî baştire.Tişta ku dibêjin jiyana xweş, wextê xweş derbaskirin, bi jinê re wext derbaskirin. Xwarina xweş xwarin, ev min têr nakin. Hinek Osman ew vê di ecibênin, lê ez biqasî birîskekê (zerre nirx nadim. Li derve her roj bi jina re wextê xweş derbaskirin, xwarina xweş xwarin, ji tişta ku di bêjin jiyane jiyan kirinê, ji bo azadiyê, ji bo têkoşîna azadiyê ezê li vê derê her roj jehrê vexum hîn baştire. Heza ku ez ji fîlezofan digirim, heza ku ez ji zihniyetê digirim ez hîç bi tiştekî  din tercîh nakim û min kêf xweş nakê.

 

 

    Heta roja îro ez xebitîm ku pirsgirêkên jin fêm bikim û bidim fêm kirin. Ezê vê bi domîmin jî. Biryarên ku jin bi xwestekên  xwe didin girîngin. Ji bo min ya girîng tişta dixwazin derbasî jiyanê kirin û bi hemû aliyan xebatên xwe ber dewam kirine. Jin yeksane çavkaniya jiyanê. Ji navenda jiyanêne. Jin nebê jiyan nabe. Dagirkeriya ku li ser laşê jin tê kirin, bingeha hemû dagirkeriya çê dike.  pergala qepitalîst jî xwe di sipêrê vê.

    Aborî bingeha wesifa çalekiyeke dîrokî û civakiye. Hîç yek şexis (weke efendî, mîr, kolê, serf, karker) û dewlet nabe niyarvanê (aktör) çalekiya aborî. Mînak bersiva karê dayikê ti sermiyanek, (petron) mîr, efendî, karker, gundî û şexsê bajarî nikare bide. Ji ber ku dayikî domkirina çalekî, jiyan û pêwîstiya jiyanê ên herî zehmet diyar dike. Ez naxwazim tenê behsa zarok anînê bikim. Dayiktî çanedke diyarde ya ku her tim dilê wê di halekî li ser piyane, berfereh, weke barkirina feraseta xwedî çalakî dinêrim. Çanda dayiktî, halekî ku her dem bi dilê xwe ve li ser piyane, weke diyardeyeke (olgu) xwediyê çalekiyeke tije feraset bi bêrferehiyekê ve lê dinêrim. Ya rast jî eve. Bila ji jineke ku ewqas bi neçarî û zehmetî dilê wê yê ku tije aqile û her dem di halekî li ser piyan deyenêzîkatiya karkerekî bê mûçe kirin bi kîjan ehlaqî re li hevdikê. Zanisteke aborî ya ku xwediyê van çalekiyê civakî marksîzma weke bîrdoziya herî kedkarî ne anîbû bîra xwe,  ji derveyî mûçe digirê, xulamê sermiyan li cihekî sereke bi cih dike, wê çareseriya xwe ji aliyê civakî de çawa pêşkêş bike. Aboriya Marksîst bi halekî xirab aboriyeke bircuwaziye. Pêwîstî bi xwe rexnekirinekê heye.

   Ya rastî aborî karê jinêye. Ez ji we re pênasa aboriyê dikim. Di yûnana kevin ya antîk de aborî karê jinêye. Jin hemû aborî radike û datanînê. Di pergala qepitalîst de zilam her tişt xistiye destê xwe. Bi wan mekînên ku çêkirine re jî weke hemburga ev kar ji destê jin girtin. Zarok xwedîkirin, xwarin, aborî li gor xwezaya xwe  karê jinêye. Zilam çi fêmdikê ji vê. Zilam ev kar ji jinê girtinê çavkaniya jiyanê xistin bin venêrîna xwe. Zilam ji xwarin çêkirinê û vê parvekirinê çi fêmdikê. Aborî yeksane jin, jin yeksane çavkaniya jiyanê. Pergala  qepitalîst aborî ji destê jin girtine û bi vê hemû cîhan xistin bin venêrîna xwe. Pergala niha aborî ji destê jin girtiye, jin ji behrem dur xistinê di nava malê de hepis kirine. Hal eve ku aborî karê jinêye. Zilamên heftê salî derdikev û aborî di nirxînê. Zilamekî heftê salî wê çawa aboriyê çareser bikê? Van  zilaman jixwe xizmeta tekelê dikin û tekelê bi hêz dikin. Ev çi fêm dikin ji aboriyê! Ha hûn dibînin zarok marok hemû li mal birçîne. Di van amercan de mirov bi yek du Eydan re xwe di xapînin

     Azadiya jin azadiya cîhanêye. Ji dêla jin ji zilam re hûrmet nîşan, bidin bila zilam ji jinê re hurmet nîşan bidin. Yanî tişta ku ez dixwazim bêjim, li ser binhegê azadiyê  venêrîn nebê li ser jinê, têkiliyeke jêr û jor li ser esasê wekhevî nebê, li ser vî bingehî ji rastî û dirist bûna zilam bi bawer bin, heke li pêşiya azadiya xwe wekî asteng nebînin, wê demê dikarin bi zewicin jî, hevaltî jî bikin, hurmet, hezkirin, dilnîwaz, hezkirî, heta dikarin bi hevre jiyan jî bikin.Wê demê evê bi watebin. Nameyan di şînin. Di van nameyan de behsa bûna xwedî zarok û malbatan dikin. Ji bo şoreşeke zihniyet û ji bo azadiyê divê van derbasbikin. Wê van çawa çêbikin? Bi şoreşa zihiniyetê re çêbikin. Ewrupayî di vê mijarê de hîn di pêş dene. Ji ber ku di serê xwe de çareser kirin, gavekê li pêşin. Jin jî dikarin vê di zihiniyetê xwe de çaser bikin dikarin derbas bikin. Ez ji bo zewac û bûna xwedî zarok vana dibêjim. Ev heke ne zor bê ji dêla ku weke kuflet bibî nin, dikarin weke miliyonek car xwe zêdekirinê bibî nin û wiha lêbinêrin. Divê jin li hemû qadan rêxisrina xwe çêbikin. Heke jin bixwazin dikarin cîhanê jî bi biguherînin. Dikarin têkarî (katkı) bidin çareserkirina  demoqratîk ji bo pirsgirêkan. 

Ez xebatên jina girîng dibînim û destek dikim. Jin di hemû dîrokê de ji zilam hîn pitirin. Min ev berî vê xwendi bû, di aliyê genîtik de jî ji zilaman pitirin. Jin di hemû dîrokê de hatin dagirkirin û kolên yekemin jinin. Yanî kolêtiya yekemin di jinê de çêkirine, piştî wê gundî û herî dawî jî karker tên. Tişta ku pergala qepitalîst li ser jinê ferz dikê li holê ye. Ev tecawîze. Jin her roj ji zilam, zilam jî ji aliyê pergalê ve rastî tecawîzan tê. zilam- pergal gotin her roj jin rastî tecawîzan hatine. Femînîdtên li Tirkiye vê rewşê têr nabînin û têr nikarin çareser bikin. feraseta  min ya femînîst bûnê cudaye, ne seran sere, di parastina xwe de bi kuranî di dahurînim. 

 

    Ev kampaniya tiştên piratîkin. Li gel tevnên ku li ser jin hûnane pir sivik di mînin. Jin ji bo van tevnan derbas bikim divê asta xwe ya bîrdozî û tewrîk bi hêzbikin. Ji bo vê divê werin yek cihî, koman û yekîneyan avabikin.Berê ji van re di gotin tarîqat, ez jî dibêjin yekîne. Li Amedê û li cihê cuda biqasî navê rahek (bitki) dikarin saziyan (dernekên) bê hejmar vekin, baldarî xweza û derdor jî dikarin saziyan vebikin, dikarin rêxistin bûna xwe li van  deran pêş bixin û kur bikin. divê kom û rêxistina her mirovî hebê. Li gorî min mirovê bê rêxistin ne tiştekin. Duruşma min ya vê salê ye; cesaretê hizirandinê bikin, hîn rast cesaretê hiziriandina azad û demoqratîk bikin!

      Her hal li Bedlîsê komela Guldinya vekirine? Ez bawerim ku ev komele bi zihniyetek şaş vekirine. Guldinya mezlume, birayên ku ew kuştine jî ne suçdarin! Tenê ne Guldiniya, her du birayê wê jî qurbanê pergalêne, mexdurin. Em nikarin birayên wê suçdar bikin, bi feraseta namusa gelenekselî kirine, ew qurbanê vê feraseta şaşin. Feraseta kurda ya namusê heye û wê hebê jî. Li vir yên esas suçdar ew elçaqên ku tecawîzkirin û li holê hiştine ne. Li vir çavkaniya  pirsfirêkê ji gelenekan tê. Ên suçdar gelenekin. Esil ên suçdar ew zilimên ku keçik xapandine. Ya serwer zihniyeta zilam ya desthilatdare. Êwê xapandine hîna ne diyarin ne weye? Mirov dikarin têkilî jiyan bikin ez ne li heberî vê me. Lê yan divê rast û dirist hezbike, lê xwedî derkeve ya jî nîzêkî ne be. Heke komekla ku vekirine baldarî vê û wekî vê vekiri bin, wê bibê tecirîtê. Pirsgirêki hîn kurtire. Ez ji bo jinan dibêjim aqedemiyên xwe vebikin, xwe bigihînin. Min mijara jin di parastina xwe de bi hêz û kur bi dest girt. Min vekirinên girîng ên ku wê çawa azad bibin kirin. bila ji vanan sud wergirin. Bila xwe pêş bixin. Ji bo jinan niha zemînê kar jî heye. 

        Ji bo jinan min gotibû aqademiya siyaseta demoqratîk û azad avabikin. Di ser van aqademiyan re  zihniyeta bi dehan jinan pêş bixin û wan perwerde bikin. Di civakê de hîç pirsgirêkek nehatine çareserkirin, pirsgirêka jin, pirsgirêka perwerdê, pirsgirêka bê karî di di sekinê, diçin behsa zewacê dikin. Halbûkî bi zewacê jin van pirsgirêkan hezar qatî zêdetir jiyan dikin. Bi navê namûsê li jinê tê xistin, dujîn jê re tên kirin tê kuştin. Dîsa jî jinek narabê nabêjê ka em van pirsgirêkan nîqaş bikin, çareser bikin. Ev pêwîstiyên welat parêziyêne. Min ji bo çareseriyê gotibû aqademiyên jin. Lê li kuyê baldarî aqademiyê ve hîç tiştek nehatiye kirin, guhdarne kirine. Karên ku hatine kirin pir kêmin. Pêwîste jin saziyên xwe avabikin. Divê jin di vê derbarê de qiyametê rabikin. Aqademî werê vekirin wê pirgirêkên jin hîna zêde bikevin rojavê. Bi dehan bi hezaran pirsgirêkên jin hene. Encex dikarin van bi aqademiyê çareser bikin. Bila qehwexanekê,  avahiyekê bigirin û bi rojan tê de nîqaş bikin, çareseriya bi afirînin. Bila li van dera bêjin binêrin kuştin û cînayetên namûse hene, li  me dixin, dujîna ji  me re dikin, divê em ji vê re çareseriyan pêş bixin.

         Ji bo demoqratîk bûna civakê pêş bikevê nêzîkatiya ekolojîk, azadiya jinê, aboriya civatê, azadiya jin û ji bo azadiya cinsiyeta jinê, cuda pêwîste jina azad û zilamê azad bê afirandin. Jin konfiransa xwe ya navnteweyî û rêveberiyên heremî vesazdikin. Ev titên girîngin, kombûn û axaftin ne bese, heke piratîk nebê jin neyên perwerde kirin, zanekin ev zêde wateyekê nadê. Ez nabêjim bila ev neyên kirin, lê ya girîng ewe ku li ser azadiyê lêhûrbûn bikin û azad bibin. Di aqademiyê de dikarin bi dehan jinan perwerde bikin û zane bikin. Hevalên ku ji girtîgihan derdikevin dikarin ku bi perwerda jinan re eleqedar bibin. Jin bila girîngî bidin xebatê çand û hûnerê, divê xwe pêş bixin, divê di her qadê de werzîş bikin, divê taximê werzîşê avabikin, divê xwe di weke bedenî jî bi hêz bikin. pêşkeftina wa ya rûhî û fîzîkî girînge. Dema ku ez van tînim ziman nabêjim bila evîn nebê. Evîn bûyereke girînege. Ez ji ezmûnên xwe jî dizanim. Lê qanunê evînê jî hene. Di vê de ya girîng desthilatdariya li ser jinê rakirine û ne bûna desthilatdariyê ye. Evîn ne tenê cinseltiye. Cinseltî dibê ku ji bo evînê hebê, dibê ku hîç nebê jî. Li vir ya girîng desthilatdarî li ser jinê ne kirine û bikari bin li gel hev di kêleka hev de tevger bikin. Li  Rojhilata navîn û dema navîn de di destana Ferhat û Şîrîn de şertekî şîrîn ji bo Ferhat heye, di bêjê heta ku tu desthilatdariya li ser gelê îranê ne rakê tu nagihê min û çênabê em bihevre bin. Şêrîn li vê derê fêm kiriye û tînê zimên; ji bo azadiyê divê desthilatdarî bê şikandin. Di bêjin ku Şêrîn keçeke  Ermeniye, rah ne girînge, tişta gotî girînge.

      Min têkiliyê zilam û jin di parastinê de hevokeke cewherî vegotin kiribû; min gotibû zilamê qurnaz û zorbaz. Li ser vê pergalek hatiye sazkirin. Hun têr naxwînin û fêmnakin. Eve mînak iro Emerîqa  vêna vegotin dike. Hegel gotibû têkiliyê kole û efendiya. Ji van her du gotina kete rêkê û pergala xwe avakir. Lê min pergala xwe li ser dahurîna hevoka zilamê bi hêz, qurnaz, zorbaz avakir. Di vê mijarê de di nav berê min û hegel de ji şibandinekê zêdetir heverastek heye, lê ne weke hevin. Hegel ji têgiha aqilê zilamê û desthilatdarî dive rêkê. Lê ez ji demos, ji dahûrînê têkiliyê jin - zilam didim rê. Ez wiha di nirxînim: ji demên navîn û vir ve pêşkeftin ‘zilamê bi hêz û qurnaz’nepixandin û heta roja me ya îro hat û bi netew dewletê re wergerî cinawirekî mezin.

      Azadiya jinê azadiya civakêye. Heke jin azad bibê wê civak jî azad bibê. Feraseta min jinê ji camid bûnekê xilaskim bînim halekî kirde yê azad. Heke jin di asta kirde de bilind  û azad bibe, wê civakê jî, bajêr jî, demos jî, gel jî, komînê jî azad bike.  Heke azadiya xwe bi ser bixê wê demê wê civakê jî, komîna azad jî avabike. Divê jin li ser bajar çawa ava dibê, çawa tê demoqratîk kirin, çawa tê birêveberin, ji zarok, keç, bê karî û têkildarî pirisgirêkên din re çareserî tên xuliqandin? Divê di vê mijarê de pir bi xebitin. Divê bi girîngî li ser vê rawestin.  Ez dibêjim ku hûn azad bibin wê evîn û kar piştire werê. Azadiya ramyarî girînge. Yên ku têgiheke wan ya ramyarî nebê ew civakeke kolene. Heke têgiha we azadiya, ramiyarî û ehkaqî nebê hûn di rewşeke kolede ne. Heke têgiheke we ya ramyarî, ehlaqî û azadiyê nebê hûnê çawa xwe, civaka xwe, malbata xwe û keça xwe bi parêzin? Ferasetsa namûsê, tenê li ser cinsiyeta jinê bi feraseteke kelkot hatiye avakirin. feraseta min ya namûsê tê zanîn. Civak, ji bo avakirinê ne çare ku bibê civakeke ehlaqî û polotîk. Di civakeke ku  têgiha ramiyarî, ehlaqî, kevneşop û tore nebin tu nikarê xwe, civaka xwe, malbata xwe û keça xwe bi parêzê. Ev nebin ew civak xilas buyê.

  

  Ez  bersivekê ji têgiha namûseke çawa re digerim.  

Piştî ku parstina min hate xwendin, dibê ku têkildaî jinan pirs werin pirskirin. Ev demeke ez li ser têgha namûsê lêhûrbûn dikim. Namûseke çawa? Ev pirseke girînge. Ez têgiha kurdan ya namûsê çiye baş dizanim. Ji bo namûsa xwe zilaman di kujin, ji bo namûsa xwe kujeriyan dikin! Van kujeriyan bi navê ol, bi navê tore dikin! Di bêjin tişta ku em ji bo namûsa xwe nekin nîne!

     Di bêjin me evîn jiyan kir û xwe di xapînin. Dema ku ez li şamê bûm min ji keçan re jî di got; Ez bi xwe bawerim. Îdaya min ya evînê û îdaya min ya azadiyê mezine. Ez bawerim ku dikarim evîna rast jiyan bikim. Di vê mijarê de ez bi hunerim. Ma hûn bi xwe bawer dikin, hûn di vê mijarê de bi îda ne, ma hûn dikarin feraseta min ya evînê rabikin? Min ev pirs kiribûn. Lê ez dibîn ku di vê mijarê de ne besin. Ji ber  ku di vê mijarê de ne xwedî îdane jî di revin û diçin. Eve bi salan têkoşîn dikin paşê yekî bi pere dibîn û li peyî diçin. Ez li pêyî vana tenê dikenim. Ji ber ku li xwe dikin û dev ji îdayên xwe yên têkoşînê berdan.

      Ev hêzên der ve qadiroyên PKK’ê zilam bi jin re, jin bi  zilam re bi peran xapandin û kirin bin venêrîna xwe de. Ji PKK’ ê bi dehan qadiro revî çûn xwe sipartin Elmaniya, Emerîka, KDP û YNK’ ê. Ya rastî PKK’a di bin venêrînê de jî eve. Min ji keçan re jî di got, divê hûn hestên xwe bixin bin venêrîna xwe. Heke hûn hestên xwe nexin bin venêrîna xwe hûnê nekaribin azad bibin û nabin leşker. Hûn di zanin bi dehan jinên femandar hestên xwe nekirin bin venêrînê û çû. Eve bi zilaman re têne gel hev. Hestên wan, gudiyên wan di kevin tevgerê û hev û din di revînin. Divê di vê mijarê de bi baldar bin, hest û guduyên xwe bixin bin sehêt kirinê. 

     Ji bo azad bûnê pêwîste felsefê bizanibê, dîrokê bizananibê. Ev pênc hezar sala ku ji ailyê dîrokî ve li ser jinê hatiye paqişkirin. Ji bo ku di wateya rastî de parezerî û huquqçîtî bikin jî pêwîste ku felsefê û dîrokê bizanibin. Zagon têne zanîn, ez na bêjim bila jin bi dijberî nêzîkî zagonan bibin, lê bila van jî ji ber çavn derbas bikin û hewceye sekneke demoqratîk nîşan bidin. Di ê mijarê de pêwîste ku sekina demoqratîk nîşan bidin û çalekiyên xwe pêbixin. Ev pirsgirêk derbas kirin ne hêsane. Ez her dem dibêjim; xwe şewitandin ji van pirsgirêkan derbas kirin û azad bûnê hîna zehmetire. Di vê mijarê de min bi dehan pirtûk nivîsîn. Min  xwest ku ez jinan fêm bikim. Ez di vê mijarê de biheterim  (ısrarlıyım) û di vê mijarê de bi îdame. Ez ji bo zilaman jî dibêjim heke zilamên bi namûs, biçekî ji namûs û rûmeta wan hebê wê bi xebitin û jinê fêm bikin û guhdar bikin.

     Ez têkiliyên jin û zilam ji sedî not wekî tecawîzê binav dikim. Di bingihê van de têkiliyên pir kirêt hene. Ez ne li hemberî evîn û zewacê me. evîn jî zewac jî cinseltî jî, ji bo tîzeke (dürtü) bi hêz dibê. Ev ji rêzêye, em nikarin van înkar bikin. Babeta ku ez li hemberim çanda tecawîzêye. Berî zewacê heta piştî zewacê pir bûyarê tecawîzê tên jiyan kirin. Dema ku em bûyarê bi şideta di nava malê de bi dest digirin, di bin navê rûpûşiyê (maskasi) de  têcawizên ku tên kirin hîna jî kirêtire. Keçên ciwan didin zilamên şêst salî. Li hemberî vê zorbaziyê keç xwe di kujê. Zewacên ku naxwazin dikin. Heta hinek caran pera didin û jinan tînin, yanî fermî dikirin. Ev pir bê ehlaqî û mekroxe.

     Ez hîna ji zaroktiya xwe ve li ser têgiha namusê lêhurbun dikim. Ez ji têgiha namuseke çawa re li bersivê digerim. Min ev mijar di parastina xwe de jî hîn kur vekirin. Min pirsgirêka jin beriya niha jî nivîsî bû, ez yekî ku dixwezê jinê fêm bike û têbigihêjim. Min hîna beriya vê ji vegotin kiribû ku ji zilamê kurd tiştek nayê hêvîkirin. Divê jin vê têgihê pir nîqaş bikin. namuseke çawa, jineke çawa? Ji van pirsan re bila li bersivê bigerin. Ez pir baş dizanim ku kurd ji namûsê çi fêm dikin. Rewşa namusa kurdan li holêye. Li ser kurdan pir lîstok tên lîstin. Pêwîste ku ev baş bên dîtin. Feraseta namusa rast û rastîn ji bo azadiyê di têkoşînê re derbas dibê. Di vê mijarê de sisê çar kes bi fesateke rast ve ji bo azadiyê têkoşîn bikin wê bi dehan jinan li pêyî xwe bibin. Wê têkoşîna wan bi hêz bibê. 

. Têgîna namûsê nizanin. Namûsê nikarin pênase bikin. Namûs,jî eko-nomos tê. eko-nomos; qanûna  malê,  karê jin dike, karê malê, tê wateya karê aidî  jinê. Ekonamûs, aborî,  karê jinê ye.xwe disepîne hilberînê,  aborîzan jî ê vî karî dike, aborîzan jinê .Têgîna namûsê ya xelet tê şirove kirin heye. Min berî niha jî gotîbû xwedawendî. Ev jî tê wateya xwe naskirinê, xwe naskirin  jî zanatî,teqûzayî.di têgihiştinê de derbas dibe. divê jin  pêşî dîrokê bizanibin, fêrî dîroka xwe bibin, dîroka neolitîk bizanibin, civaknasiyê, aboriyê, felsefê bizanibin,  bi vi awayî wê xwe nasbikîn. Di rêjeya xwe naskirinê de, hûnê bibin xwedawend, Înana yî bûn IŞTAR bûyîn têgihiştinê, di têgînê de derbas dibe. bi vî awayî çewisandina civakê, pergala çewisandinê dikarin derbas bikin. Her roj li çanda tecewizê duçar dimînin. Divê pêşî hûn  çanda tecewizê ya rojane derbas bikin. Hûn çanda tecewizê derbas jî bikin  ezê bêjim biravo. Ev pirsgirêkana bi xebatên akademîk hin jî  bi kûrbûnekê wê bê lêkolînkirin û bê têgihîn. Min ji ber vê gotibû akademiya jina azad, wê li vir xebatên xwe bikin, di heman demê de bi vekirina cihên xwarina û bi kîryarên aborî yên cûr be cûr tevlî hilbirînê bibin. Karên aîdî jinê wê bikin, dem li Şamê bûm, keçên me yên herî hêja dihatin gel  min. Digotin “emê azad bibin”, lê piranî ji wan  çavên wan dileyîst.  zilam jî dihatin çavên wan jî dileyîst. Tişta ez bêjim, divê pêşî çavên xwe yên bi wî rengî meyze dikin, bigrin, kor bikin. Li cihê wê çavên mejî- hişmendiyê vekin, bi vî çavî meyze bikin. Ancax wê demê dikarin di riya azadiyê de pêşve biçin. Jina derdikeve pêşberî min ne keribe ez ê bi qewitînim.

            Zarok welidandin  ne bese, te zimanê wî nedabiyê , çanda wî nedabiyê namûsa wî mirov jî nabe, vêna  ji jinên me re baş bêjin. Bi çendîn caran ez dibêjin di vê giranyê de van mijarê têbighêjin. Namûsa  mirov  zimanê wî ye, zimanê wî nasnama wî ye. Mêze ,  ji bo te mafê pêşdibistanekê jî nasnakin. Tu namûs êdî li ku derê digerî? Min ferasta ku namûsê di bedena jinê hilweşand min jina azad afirand. Bi jintî -mêrtiyê azadî nabe. Min jiyana azad afirand, min dildariya azadiyê afirand.

Min têgîna qirkirina çandî bikaranîbû, dîsa bikartînim, ev têgîn ne li dijî qanûnên NY e. Ez dibêjim ku li herêmê qirkirina çandî heye. Ev gel nekare bi zimanê xwe navekî li zarokên xwe bike. Hîn ez pênc salî bûm. Min ji dayîka xwe re gotibû; Tu nikarî navekî bi kurdî li zarokê xwe bikî, ma eve namûs? Min ji ber vê sedemê gotibû, ez ji zewacê nefret dikim.ez li vir bang li jinan jî dikim, navekî Kurdî jî nekarî lêb ikim, ezê çi ji bikim ji vî zarokî! Ev qirkirinek çandî ye. Derdora kurdan çarçar hatiye dorpêçkirin, gelek vê rewşê dipejirîne, gelek ku vê rewşê helwestekî demokratîk nîşanî vê nekî,  bila biçe  xwe bişewitîne , biçe xwe bavêje avê. Ez, vî gelî nakim amûra polîtkayên hûkûmetê, divê bibin kesên azad, divê hebûna xwe yê  mirovê azad biparêzin. Mirovekî felsefeya jiyan azad ne pejirîne nexwe bê rûmetî tercîh kirî ye. Di têgîna min a netewa jin de jin jî  neteweke.   makeziman jî hêmanekî netewa demoqratîke paşayan vebûnên min yên bîrdozî ji bo asteng bikin carekî din netew-dewletî anîn rojevê. Lê bi ser nakevin, ezê avakirina  vebûna avakirinên abîrdozî berdewam bikim. Divê mijarê ez ji xwe bawerim, hêza min jî heye.

            Gelê kurd ji bo çareseriyê tercîh kirî ye, nikarin vê ji nedîtî bên. Ji bo min dibêjin “Rûmeta gelê kurd” ji xwe ez rûmeta gelê kurd im , vêna ji bo pesnê xwe bidim nabêjim. Ji bo çareseruiyê eşkereye ezê bi bandor bim. Tiştên vê dawîyê hatine jiyankirin vê nîşan dike. jin jî di vê pêvajoyê de li rûmeta xwe xwedî derketine, di van çalakiyan de jin jî hene gelê me ji bo daxwaziya xwe ketiye nava tevgerê serî hildaye. Tiştên vê dawî hatî jiyankirin helwestek ku  serhildanê jî derbas dike. Di serhildana de kes beş , beş  bi serê xwe belawela tevdigerin. Lê belê evê tên jiyankirin bi rêxistinî , bi biryar, bi kontrol û helwesteke demokratîk ya gel e, ne serhildaneke. Min li vir banga çalakiyê li gel ne kiriye. biryara gel bixwe ye. Ji ber vê sedemê ez li wan banga çalakiyê nekin ,nakim jî, biryara standine , çalakiyên wan bi wate dibînim.

            Gelê me bi bilindkirina helwesta xwe bighîjin hûkûmetê, û gel ji min bixwaze ezê mudaxil bibim. Gelê me ji min re bêje “riya diyalogê bi rûmet û bi wate vebû û wer navbeyn kariyê bike”. Ezê tevlî bibim. di vê mijarê de ji bo diyalogeke bi rûmet  û bi wate pêşbikeve çi bikeve ser min ezê bikim,  heta îroj jî min kir diyalogek bi wate çêbibe. Ez li vir ji bo çareseriyê amademe. Bi hemû hêza xwe çareserî çawa pêşbikeve lê sift dibim, rê û  rêbaz nîşan bikim. Çareseriya formule bikim. 

 

Kategori: Reber APO