Tirkî  |  Erebî

Jin bi helwesta xwedawendekê, dikarin giyana xwe biparêzin. Çawa ku ol bi bawariyekê ji tiştina bawer  dike, jin jî ji bo azadiya xwe dikare weke xwedawendekê tev bigerin.

Erê wekî olekî çawa ku ol baweriyek be jin jî azadiya xwe wekî baweriyekî , wek ol dikarin bi destxin. Dikarin bi vê bawer bin, ji bo wî bixebitibin.Jinê  ji bo serokşaredariyê  hatine  hilbijartin hene. Divê ev jin helwestek pir taybet xerc bikin. Dikarin bajaran bi giyanekî nû ava bikin. Bajar çawa ava dibin, çawa demokaratîk dibin, çawa xweşik dibin, ji evqas bê karî û xizaniyê re wê çawa çare bên dîtin. Divê di van mijanan de helwestek sift xerc bikin, divê ku malbat nekarî bin zarokên keç mezin bikin, nekarîbin xwedî bikin. ji bo wê perwerda zarokên keç û pêşveçûyîna wan cihên tayebet dikarin bên vekirin. divê zarokên keç yên xizan perwerde bikin. hûn dizanin xwedawendî, nebûyîna desthilatdariyê ye. Hin bajaran wekî bajarên mînak dikarin ava bikin. nimûne Nisêbîn wek bajarê mînak dikarin ava bikin. Cizîrê wekî bajarê mînak dikarin ava bikin, Cizîrê pir girîng e, bajarek xweşik e. jin dikarin  vir wekî bajarekî mezin û xweşik ava bikin. bi vî awayî wê jin azad bibin, wê xwe hîn xweşiktir bikin, wê karê xwe xweşik bike, wê bibe xwedî pîşe, wê aboriyê baş birêve bibe, wê zarokên xwe baş xwedî bike. Azadiya jinê azadiya civakê ye. Azadiya jinê azadiya zarokan, azadiya zarokên keç e. jin azad bibe wê ev hemû bêşkeve û azad bibe. Divê jin, giyanê xwe, bedena xwe û hişê xwe bi dexesiya xwedawendekê biparêze. Bajaran jî bi wê ferasetê dikarin ava bikin.

 

            Beşa çep ya li cîhanê jî ji pirsgirêka jinê re çareserî çênekir. Her wiha li Rojhilata Navîn di mijara azadiya jinê de, hîn azadîxwaz, mîrateyek hîn kûrtir, kevneşopiyek ku ji dîrok tê heye. Ez dibêjim em xwe bisepînin vê kevneşopiya xwe. Kapîtalîzim pênc sed sale ji jinê heta hawîrdorê heta hemû cihî rûxandinek mezin çêkir, bû sedema telefbûyîna milyonek mirovî, xala ku pêwîste hemû sosyalîst têdigihin ewe; kapîtalîzim civakî nabe, kapîtalîzim mirovahî nebe, pêwîste her kes wê wisa têbgihê, kapîtalîzim marksîzim jî di nav de hemû beş çawa bikaranîne ez dizanim. Ji dorpêçkirina li ser min jî ez dizanim bê kapêtalîzim çawa mirovan dorpêç dike, niha jî li Londonê bi civîna asta bilind ya G 20’an wê bicîvin dide xuyakirin  wê bi civînê re hin tiştan biguherînin. Nexêr, tiştekî nikarin rast bikin, wê hîn xirabtir bikin , wê kedxwariyê hîn kûrtir bikin. kapîtalîzim bi xwe pergala kirîzê ye. Min ew di paraznameyên xwe de bi berfirehî destnîşan kir. Di kapîtalîzmê de kirîz ne rewşa awarte, pêwîstiya kapîtalîzmê ye. Kirîz xwezaya kapîtalîzmê ye. Her kes dorpêç dike û her kesî dikire.

Ez jin fêm dikim, di pirtûka xwe  yên berê de jî min behs kiribû, ezê vê mijarê dîsa binivîsim. Dizanim min dişopînin, bila ji xwe bawerbin, dikarin xwe şareza bibînin. Divê ji zilam jî  pir tişt neyê hêvîkirin. Divê xwe jî kesên ji kesayeta feodal, ji yên xwe jî tekîliya paknekiriye, rizgarnekiriye herkes -kesî –ev ez jî dibim nêzîk nebin, ji van kesan dûr bin. Zilam xwe jî vê têkîliya feodal, jî vê kesayetê xwe pak kiribe, li ser sepandina têgihina  wê,  li ser sepandina rêhevaltiyê xwe pêşxistî be hûn dikarin wî zilamî bipejirînin jê hezbikin. Jî vê hezkirînê hinek dibêjin hezkirina pêxemberan, hinek dibêjin hezkirina xweda.

            Ewqas salan têkoşînê dikin piştre hevdu direvînin. Wayê wê dîtin di nava PKKê de kesên reviyan çêbûn. Herwiha bira jî çû. Li ser navê evînê dikin. Ez ji kengî ve ye jî wê evînê re li bersivê digerim. Encama ez gihiştîm ewe; evîn yeksanî îxanet. Zen dikin ku evînê dijîn lê tişta dijîn ne evîne. Jiyankirina evîna rasr ne hesane. Ev di serê min de derbas bibû. Encama wê hûn dizanin. Ku hesan be min ê jiyan kiriba

Zilam, di aliyê fîzîkî de dibe ku ji jinê hîn bi hêztirbe. Lê divê jin parastîna xwe ya rewa bi hêz bike. Ez nikarim çeka rakim wê biparêzim, herdem nikarm li gel wê bim. Parastina rewa ne tenê ji bo jin, ji bo herkesî derbas dibe. divê jin parstina xwe bikin. min di paraznameya xwe ya sed û bîs û pên rûpelî de jî behs kiribû. Ez dibêjim teoriya gulê. Li ser gulê hizrîm. Gul, ji bo xwe bi parêze kelema(strî) derdixe. Parstina cewherî ya gulekê, ya riwekê jî heye. Ji bo parstin cewherî meyzekirin li xwzayê, li tebjîetê jî bese. Ma mafê me yê bi qasî gulekê jî xwe parastina cewherî tineye? Parstina cewherî pîroze. Darek jî bi kunkirina zinaran tovê xwe dide jiyankirin. Em bi qasî wê jî nabin. Êdî hûn nikarin li kolana jî bir êve biçin. Dizewicin her roj rastî tecawizê tên. Hûn xwe nikarin xwe bi parêzin, hûn van tênegihên bûyîna we ya parêziyê jî têr nake. Zilam, bixwaze di rojekê de jinê tarûmar bike. Bi dîtina van divê têkoşîna xwe ya azadiyê kûr bikin. Asta wan ya kûrbûyînê siftbûyîna van başe lê ya giring tiştên di hezirin di jiyana xwe de pêkanîne. Ev tiştên dibêjin di asta derbaskirina jiyanê de di riya têkoşîna azadiyê de dikarin bi pêşbikevin.

Bûyera Mêrdînê, di aliyekî xwe de bûyera tecawiza jinê ye. Di çapemeniyê de berî vê komkujiyê ji tecawizek ku hatiye jiyan kirin, ji rê dexistina keçekê  tê bahs kirin. Bang li jina dikim; jin bi hişmendiya xwe û vîna bi hêz dikarin xwe bi parêzin. Ez, ji heft saliya xwe de bi pirsgirêka jinê re têkildar dibim. Hetanî ji min re gotin ketiyê jinê! Bi jinê re tevlî navar refên me bin têkildarbûm hetanî min ji wan re got ev têkoşîn dijware hûn nekaribin bikin tevlî nebin. Jinê bi min re ketin rê re têkildarbûm, bi gokê leyîstim, melevanî kir, min ji jinê re çanda pazdeh hezar sal ya serweriy zilam nehesanîbûyîna şikandina wê,  pêwîstiya bi têkoşînek kûrbûyîn timî vegot. Ez tune bama, hêza min ya bandoriyê tuneba, jin hişyar nekiriba li wir jî dibû ku tecawiz çêba. Min heta cihekî ew parastin û alîkarî da wan lê herî zêde divê ew li xwe xwedî derkevin, divê bikaribin xwe biparêzin,piştî ez vir ê wekî Nizamedîn, Osman bi gotina evîn mevînê jin, hevdû revandin û li rastî tecawizê hatîn. “bêjiyên” wan çêbûn. Jina ew kir orispiye, zilam nemerde  bê şerefe. Ew rebeneke, ez hêrs dibim. Bi rastî ez pê dêşim. Meaşekî wan jî tune. Iraqî jî nikarin li wan meyzekin. Namûs qet zayendîtiye. Namûs, hişmendiya cewherî û vîna bi hêze. Li xwe, li giyanê xwe û li bedena xwe xwedî derkevin. Di têkiliya evîna kapîtalist de ked tune ye, hezkirina rast, evîn tuneye. Hezkirin, evîn kedê dixwaze. Ferhad û Şêrîn mînaka wê ye. Bûyerek li wir li herêma Qendîlê çêbûye. Bûyereke dîrokiye. Ferhad ji bo bigihêje Şêrîn, ji bo evîna xwe bi hezaran ked û  eziyeta çiya kun kiriye. her wiha pêwîst bû  ji bo evîna xwe serdestî û desthilatdariya şahê Îranê hilweşandiba. Dema ev bi sernexist, deshilatdariya Îranê nikarî bû hilweşîne xwe ji çiya avêt xwarê.evîna rast eve. Evîn û hezkirina ku ji bo gel û welatê xwe ked û helwestê nehewîne tu watê îfade nake. Çanda serdestiya zilam ya pênc hezar salî mdi paraznameyên xwe de bi berfirehî vekiribû. Dema hişmendiya cewherî pêşnekeve û vînek bi hêz çênebe nikarin ji tecawiza çanda serdest ya zilam rizgar bibin. Malên taybet malên giştî ferq nake, hemû malên tecawizê ne ez bang li jina dikim, bila hişmendiya xwe ya cewherî bi pêşxin û ji bo azadiya xwe bixebitin. Em di mijara hilweşîna çanda serdest a zilam de bi qismî em bi serketin. Waye bûne serok şaredar jî, bûn parlamenter jî, bawerdikim wê biserkevin. Ji bo wê min qala xebatên şaredariya demokratîk kiribû. ez dizanim hîna jî tam fêmnekirine. Înşelah wê bi serkevin.              

Ez şervanekî azadiya jinê me, di vê mijarê de pir radîkalim. Jin ji bo min pir giringe. Di asta xwedavendiyê de min nirx da jinê. Dahûrînên min ê têkildarî jinê tênzanîn. Parlamenterê me yên jin jî hene. divê ew tiştê ku dikeve ser milên wan bikin. bila bi  pirsgirêkê jina têkildar bibin. Lê divê bi baş têgihîna min rast pêkbînin û ya herî giring divê bixebitin.

AKP diçe nav gel, siyasetê dadixe nav gel. Divê xebatê ku AKP dike hezar qatê wê b bikin. wek pêwîstiyek civaka demokratîk  qat bi qat, gund bi gund, her weha kolan bi kolan rêxistinbûyîna wan min pêşniyaz kiribû.divê bi her cureyê rêxistina demokratîk bi afirînin, civaka demokratîk, jina demokratîk, ciwanê demokratîk, hawirdora demokratîk, aboriya demokratîk, hunera demokratîk, çanda demokratîk hwd biafirînin. Siyaset karekî cidî ye. Bila siyaseta cidî bikin. anjî bila  devjê berdin û herin. Min berê jî gotibû. Hişyariyên min çiqas cidî girtin? Dibe ku serok şaredar tesfiye jî bibin. Li hember wan we çi tedbîr stendin? Yên li hember we pir bêrehmin, dibe ku arasteyî canê we bibin. Her wiha dikarin min li vir bikujin jî. Hun ji vê re dikarin çi bêjin? ez dikarim çi bikim? Ev hêza AKPê heye. Eger hun siyasetê bikin hunê vana bibînin. Anjî ez ê ji tiştê ku hun dikin re bêjim çaçûlî(şarlatanlik). Siyaset karekî cidî ye, eger hun bikin cidî-cidî bikin. wisa bi gazinca bi girî siyaset nabe. Eger siyaseta we ya bê cidiyet berdewam bike ezê desteka xwe vekişînim.      

Ji her bajarî re parka jina azad, daristana bajaran, pêşniyara min  ya sêyemîn jî divê ji her gundî re daristanek gund çêbibe. Ez dixwazim hinekî parka jina azad vekim. Bi rastî divê ev bibe qadeke jiyanê, qadeke perwerdeyê. Nunerên guncan bên destnîşankirin. Jinên bê kes bên destnîşankirin. Dikarin xwaringeha wê jî vekin. Wê bibe cihekî mûezem yê perwerdeyê. Di rastiya xwe de wê bibe navende ku hezkirinê perpûn dike.

Di Rojhilata Navîn de pirsgirêka jin wê wisa çareser bibe. Wê wisa li pêşiya xwekuştîn û kuştina bê derketin.

Di van demên dawî de jinên li Amed û Êlihê digirîn dest. Pirsgirêkên jina yên pir giran hene. jin  cihekî ku  biçe nabîne. Xwe dikuje. Cîhan dest davê van tiştan. New York Times jî wêna dike mijar. Malbat dikujin, yekser anjî neyekser. Divê navendên ku vana bigire bêne avakirin. divê li Êlihê li herêmê ji bo li  pêşiya xwe kuştina derkevin bixebitin. Divê ji dewletê niyê hêvî kirin, dewlet nake, bi awayekî siyasî ne eşkereye. Ev xwekuştinan bi me ve ji nêzîk ve têkildarin.hun dikarin pêşiya wan xwekuştina bigirin, yekîtiya jin dikarî bû destbavê vê. Ev pirsgirêkên civakî ne. pêdiviyê wan yên aborî, huqûqî hene. Min gotibû ku heta  jin azad nebe pir xeternake. Di kesayeta Kurd de hîn zêde xeternake. Dahûrînên min yên di derbarê jinê de pir giringin. Bi jinê re bi wêrekî dikare bê jiyan kirin, bi xweşî dikare bê jiyan kirin. min di rojnameyan de xwend. Li Amedê xistina jinê pir zêde bû ye. Navendên fihûşê hatine zêdekirin. evqas tiştî têke nava Amedê, qet pêwîstî bi hêzên ewlehiyê jî tune. Ez jî li derve bûm, tiştên min yên wiha çênebûn. Qet şaş fêhmnekin, ji bo min ya xweş xwezaye, zanestiye, hunere, min got ronîkirina civaka  Rojhilata Navîn, ronesansa wê. Felsefa min li ser hîmên saxlem rûniştiye. Min ev di safoka  zanistê de derbaskirin. Hûn van tênegihên  pêşnakevin,  siyasî nabin.

Divê demoqrasiya bi jinê re pêşbikeve.Divê  hûn li herêmên xweser yên demoqratik xebatên aborî, demoqratik bi rê ve bibin. Du-sê gunde jî bin,  bikaribin wan demokratîk bikin bi wateyê. Divê hûn  pergala xwe ya  xwedawend, melek û Afrodît ava bikin. Hûnê wisa pir mezin bibin. Dema we ev avakirin tê wateya we qezenc kirye. Divê li her qada ku aqilê we têbigihêjê hun  bi rêxistin bibin.  koperatîfên çandinî û aborî, di mijara pirsgirêka hawirdor de dikarin komele bên vekirin, rêxistinên civakî yê sivîl ê tekilîdarî pirsgirêka jin,di mijara pêşxistin çand û zimanê Kurdî de  komale dikarin bêne vekirin xebat bêne kirin. Êdî pêwîste peyva Kurd û Kurdistan ne qedexe be. xweseriya demokratîk wisa li her qadê bi rêxistin bûyînê dikare derbasî jiyanê bibe.         

        Divê jin ji bo siyaseta demoqratîk xebat bikin. di akademiyen min pêşniyar kiriye jin dikarin perwerde bibin. Dikarin xwe perwerde bikin. Bi heman rengî li akademiyên din de jî bi hezaran kes dikarin bêne perwerde kirin. çima hîna   jî nekarîn  akademiyan avabikin? Xebatên akademiyê giringin. Ev akademî ji xebatên sporê heta siyasetê, ji huqûq heta felsefê, heta xebatên kargeha, xebatên çand huner di nav de. Her cure xebatên xwe dikarin bikin. Dîsa ev ekademî di vê hemû  aliya bigire nav xwe. Mînak divê xwendevanek zaningehê jî, jinek malê jî di nava xebatan de cih bigirin. Demekê enstituyê gundan hebûn. Dixwestin xebatên bi heman rengî  bikin.Lê akademiyên ez pêşniyar dikin, enstituya derbas dike. nav negiringe, akademî, enstîtutî jî dikare bê gotin. Malbat, li derdora jin çêdibe. Jin hilberînêrin. Bi yên hildiberinin dikarin pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bikin. Nimûne dikarin bi kirêkirina zeviyekê çandiniya organîk bikin. bi vî awayî di çareserkirina pirsgirêka bê kariyê de wê bibin alîkar. Xebatên jinê heyecanê didin min, jin  dikarin ji xwe bawerbin. Ku giraniya xwe bidin ser azadiyê tiştekî ku bi ser nexin tune.  

Desthilatdarî,  xwe bi jinê bi pere bi meqam diwazin xwe bi hêzbikin. Ji bo min ya giring azadiye. Herkesê ku  têkoşîna  azadiyê dide rêza bê dawî nîşandikim, ev zarokek biçûk  jî be,  ji  bo min bê bandor bihêlin li vir li ser min çewisandina kargêrî, siyasî, adlî bi pêşdixin. Heta ku  bixwazin  dikarn imha jî bikin. Li vir li ser min pergala dewleta mîkro tê sepandin. Kargêriya girtîgehê heye,  ev  karê karên kargêriyê dişopînin. Ji bilî vê tiştek ji destê  wan nayê. Yên li ser min tên sepandin encamên siyasetê ne. siyaset çi ye? Siyasetê bi du hevoka bi şêwazekî xweşik ji were bêjim. Siyaset ji herêmî heta gerdûnî, ji kes heta civakê, pirsgirêkên xwe yê nasnamê nîqaşkirin,  nasnama xwe azad bi şêwazekî wêjeyî îfade kirine, anîne zimane. Siyaseta demoqratîk tiştekî wisa xweşik e.

Min ji bo jina akademiyên siyaseta demoqratîk û çandê pêşniyar kiribû. ji bo ciwanan,ji bo ê dîtir min pêşniyar kiri bû. divê ev  hemû gavek bêrî  gavekê bikevin jiyanê. Divê herdem li akademiyan bên gel hev niqaşbikin,tu tiştek çênebe  nebe jî wê hişê wan vebe. Siyasetmedar ji van deran derkevin. Perwerda akademiya naşibe perwerda li dibistanên dewletê yên asayî. Bûyera dibêjin civaka eşkere eve.

Pêwîste li gel dewletê jî civak bê demoqratîk kirin. Riya vê jî di her mijarê de têkildarî hemû persgirêkên civakî de rêxistin bûyine . Rêxistinên ku ez dibêjim kom û  komûn wê îfade dike. waye bi pirsgirêka jinê re eleqedar, bi hindikahiya eleqedar  h.w.d. diyardeyek û her bûyerek civakî ku tê aqila re   elaqdar dibe. Bi şêwazên komin rêxistin çêbibin. Komûnên çandiniyê, komûnên gundan, komûnên taxan h.w. d  . Dikarin bên zêdekirin. Dîsa dibe ku  wekî mînaka hesan bê dîtin,  lê mînak komelên parastina darên mazî, zêdekirina wan daran bê kirin. Li her gundî sed darên mazî çandina wan gelekî girînge û bi sûd e. Em dikarin hemû xwezaya xwe bikin daristan. Hemû   rêxistinên sivîl dema dibin sîwana konfederasyona civakî ya sivîl an jî komînalîzma demokratîk bighêje hev wê hêzek mezintirîn a demokrasiyê derkeve holê.

Divê Kurd bêyî ku desthilatiyê armanc bigrin civaka demokratîk ava bikin. pêşniyaza min ya ji kurdan re divê rêxstinên demokratîk yên sivîl yên siyasî, civakî, aborî û çandî li her qadê çêbikin, divê van ji dewletê hêvî  nekin. Divê em vana bi hêzên xwe yên cewherî bi serbixin. Komalên hawîrdor, komalên hawîrdor parêz û femînîst , rêxistinên kedê, saziyên piştgiriyê û wekî wan bi hezaran komele rêxistin divê bên avakirin. Bi avakirina komeleyên hawîrdorparêz û femînîst, ku bi pêşkevin û bigihên gel kuştinên namûsê û tûrê dikarin bêne astengkirin. Divê di wê mijarê de civak û jin bên hişyarkirin.  Tenê  wê demê dikarin  azad bibin. Di qada siyaseta demokratîk de kêmasiyên ezmûn perspektîvên ciwana hene. ji ber vê sedemê ciwan  dema têkoşîn dikin bê sebir tevdigerin. Ez zanim her kes ketiye rewşeke bûye dîl  kapîtalîzmê û bi taybet di ciwanan de sifte. Ji ber vê sedemê ciwan ji bo serkeftinê divê ji  pere,  pûl û ji derdorên kapîtalîzmê dûr bisekinin. Jiyan ji bo wan wê wisa bi wate be. saziyên ciwan û  jin hêza wan ya motore.  Lê divê ku ciwan û jina hinek kes û beş bikarbînin. Divê ciwan û jin li hemberî van şiyar bin. Xwe nedin bi karanîn. Divê mijarê de pir pirtûk û nivîsên min derketin dikarin ji wan sûd bigrin.

 Min di parêznameya xwe de xwest pirsgirêka jinê bigrim dest. Di pirtûka (mêtingeha dawî  jinê netew ) tiştên nêzî ez dibêjim tên îfadekirin lê min bi kûrahî girt dest. Civak jî weke jina çawa tê pelçiqandin û mêtingehkirin min xwest vebêjim. Ango di van parêznameyên xwe de min xwest jinkirina civaka dahûrîn bikim,  em di pêvajoyekê de ne ku bi taybet di roja me de jiyan  bê wate bûye, ji bo bê watebûyînê derbas bikin. Armanc kirina azadiyê girîngiya kilîtkirina azadiyê min xwest vebêjim. Bi taybet ji bo jin jiyan bê wate ye di nav de ne , derbas bikin ji bo rewşa di nav de ne , derbas kirin jiyanek bi engaşt bi  armanc bigrin pêwîste xwe kilîtî azadiyê bikin .

Berê min vegotibû ku pirtûka “ jina azad kî ye, çawa bê jiyankirin” pêş bixin hûn dikarin li ser vê sift bibin. Pirtûka min pêşniyaz kum in pêşniyaz kir wê bi pêşbixin ez vê bi wate dibînim divê zêde li zilam bawerî nebe. Jin serxwebûna xwe wê bi xwe biparêze bila parasitina xwe bikin. Pêwîste ji azadiya jinê neyê tirsin. Divê jin namûsa xwe bixwe biparêze. Jin wê bibe mirova ku xwe biparêze .Ez bi jinê re wisa rêheval im. Tişta  zayenda çors  çîroke. Min bi jinê re rêhevaltiyek balkêş kir, bi jinê re hevaltiyeke min ya  bi hêz heye. Ev melseleyeke hêz û baweriyê ye. Zilamên wisa hebin ew  jî dikarin bibine alîkar. Ez wiha bersiva keda wan ya li ser xwe didim.ez wisa rêzdariya dayîka xwe didim. Pir rêhevalên min yên jin ên ku ji bo min xwe şewitandin çêbûn. ez wisa bersivê didim bîranînên wan. Jinên bi sîxûrvanî rawestiyan hebûn. Li hemberî yê ku dixwazin min bikarbînin ezê şerê xwe bidomînim ji bo Fûad an min pêşniyar kir, çawa baxivin ji bo jinan jî pêşniyazî dikim. Her hefte yek derkeve baxive bi zimanên cûrbercûr bi erebî, kurdî, Farisî divê axaftinên heftane dest pê bikin, bi sepandina min şîroveyên xwe jî tevlî bikin her hefte derkevin baxivin.

 

Kategori: Reber APO