Tirkî  |  Erebî

27Min ji bo pirsgirêka jinê got, çanda destavêtinê ya pênç hezar salan. Çawa ku tê gotin, ji bo fêmkirina Marks, fêmkirina Hegel di vê, ji bona şervanê azadiya jin a baş jî, di vê çanda destavêtinê ya pênç hezar salan a ku serdeste jî, baş were fêmkirin. Diyalektîka Hegel ya kole-begtî, bi min re bi şêwaza jin- zilamê zordar û serdest rave dibe. Di vê ev têkilî baş were dîtin. Hegel li ser bingeha diyalektîka kole-begtiyê dest digire, lê me bikaranîna nakokiya zilamê zordar- jin a pênç hezar salan xwe bi dahûrandina pirsgirêkê re anî heta roja îro. Min beriya niha jî gotibû. “berdana bêdawî, evîna bê dawî.” Berdana bi çi re? Berdana ji çanda serdest a pênç hezar salan e. Di vê jin ji vê qirêjiya pênç hezar salan rizgar bibin. Dîsa ez çawa bang li evînê dikim? Banga min ji evînê re bi vî şêwazî ye. Evîna ji jiyaneke azad û demokratîk re ye.

 

Her kes di vê fêm bike, ger jin azad nebin, kesek û civak jî azad nabe. Di vê mijarê de dikarin ji parêznameyên min û nêrînên ku min beriya niha diyarkirine sud werbigirin.

Zilam xwe li ser jinê weke berpirsyar û rayedarê hem dagirkerî û hem pêşxistina desthilatdariyê dinirxîne. Bi berfirehkirina zextên kevneşopiya li ser jinê re her zilamekê vediguherîne parçeyeke desthilatdariyê. Civak bi vê riyê dikeve nava pêxirtengiyeke desthilatdariyeke zêde. Statoya jinê ji civaka zilamê serdest re hest û fikireke desthilatdariya bêdawî dide. Mileke din ve jî, ji avabûna karkeriya rû dide bêkarî, ji karkeriya bê mûçe heya mûçeya kêm di her neyêniyê de bedel pê tê dayîn, kedkarên jin in, jin bi xwe ye. Bîrdoziya zayendperest a lîberalîzma eklektîk ev rewş berovajî kiriye, tenê bi cihe diyarkirinê re namîne, weke din ji bo jinan bi taybet dewlemendiyên bi bîrdozî re tê veguhertin. Ev jî weke tişteke ku bi destê xwe koletiya xwe dana pejirandin e. Dikare bê gotin pergal bi awayeke bîrdozî û madî tenê bi îstîsmarkirina jinê re tenê qeyranên xwe yên giran derbas nake, hebûna xwe bi xwe jî saz dike û digire bin ewleyê.

Jin bi giştî rewşa netewa mêtînkirî ya herî kevin û ya herî nû ya dîroka şaristaniyê û bi taybet jî ya modernîteya kapîtalîst e. Ger bi her awayî rewşa qeyraneke nayê berdewam kirin tê jiyîn, di vir de para mêtingehbûna wê di serî de tê.

Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka windakirin û windabûna jinê ye. Ev dîrok bi xweda û evdên xwe re, bi hukumdar û hemwelatiyê xwe re, aborî, zanist û hunerê re, dîroka hişkbûna kesayeta serdestiya zilam e. Lewra windakirin û windabûna jinê, bi navê civakê ketin û windakirineke mezin e. Civaka zayendperest, encama vê ketin û windakirinê ye. Dema ku zilamê zayendperest li ser jinê serweriya xwe ya civakî ava dike ewqas bi îştah dibe ku, her li hev ketineke xwezayî, weke xwe pêşandaneke serdestiyê diyar dike. Ji pêywendiya cînseltî ya weke diyardeyeke biyolojîke re jî, her demî pêywendiyeke desthilatdarî bar kiriye. Ti caran ji bîra nake ku bi hewayeke serkeftinê li ser jinê lihevketineke cînseltî saz kiriye. Di vî warî de fêrbûneke pir mezin ava kiriye. Gelek gotin derxistine. “Ji heq derketim”, “ min karê wê xilas kir”, “ golik”, “ ji zikê wê cehşikê, ji pişta wê dar kêm neke”, kurkê weke keça”, tu keça xwe serberedayî berdî yan wê bireve dahulvan, an jî wê bireve zirnevanekî”, “ serê wê zû girêdan” û hwd. weke van bê hejmar çîrokên gotinên bavikan têne gotin. Pêywendiya cînseltî bi desthilatdariyê re çawa di nava civakê de bibandor e pir vekiriye. Di roja me de jî her zilamek ku li ser jinê “mafê kuştinê” jî di nav de xwediyê mafê bêhejmar e, rastiyeke sosyolojîk e. Dema ku ev “maf” her roj têne pêkanîn, bi zêdahiya pêywendiyan, di xisletên destdirêjî û destavêtinê de ne.

Di mijara jinê de ferdperestiya zilam û çavreşiya wî weke diyardeyeke rojane dikare her kêliyê bê dîtin. Di vî mijarî de bêyî ku ti quralên exlaqî û hukukî binase, ji her nifşên civakê bê ku zilam çavê xwe bigire dikare kuştinan pêk jî bîne, ev jî rastiyeke ku her kesê xwediyê wijdane nikare paş çav bixe. Ev helwest bi giştî bi navê evînê pêk têne. Halbukî dema ku pêywendiya evînê bi heqîqetê re kêm zêde bê şîrovekirin, wê di carekê de bê fêmkirin ku ev gotin dereweke herî ketiye. Ne di cîhana nebatan de ne jî û ya lawiran de, heta ne jî yên em ne zindî şîrove dikin di cîhana fîzîkî de ya ku ji evînê re dibe mijar, çi ozne pêkhatiyeke bi vî awayî qet nake. Çavderiya hinek ji rêderketinên ku hîna jî maneya wan nayê zanîn hatibin kirin jî, sedem û maneya kuştinên bi vî awayî yên cureyê mirovan pir cihe ye. Girêdana van kuştinan bI serdestî û dagirkeriyê ve ji xalên sereke yên di vê bêne diyarkirine.

Pirsa ku di vê bê kirin a bingehîn, zilam çima ewqas di mijara jinê de hesûd, tehekumkar û kujêr, di bîst û çar seatên rojana de di rewşeke destavêtinê de jiyînê bernadê ye. Bêguman destavêtin û tehekûm têgînên îstîsmara civakî ne. Nîtelîka tiştên dibin û xilas dibin a civakî rave dikin, herî zêde jî hiyarerşiyê, baviksalariyê û desthilatdariyê bibîr tîne. Maneyeke wê ya di hîn kûraniyê de jî, xiyaneta jiyanê rave dike. Girêdana jinê bi jiyanê re ya pir alî, dikare helwesta zilam a zayendperestiya civakî derbixe holê. zayendperestiya civakî, di bin bandora zayendperestiya kor û tine dike de windahiya dewlemendiya jiyanê, hêrsa ku ev derdixe pêş, helwestên destavêtinê û tehekumkar rave dike.

Gelo, dubarebûnên zivronekên jiyanê girîng in, an jî ya weke tekîle bi xwe girîng e? Piştî ku heqîqeta ya tekîle tam bê ravekirin, dubarebûna zivronekê ya bê dawî pir zêde ti wateyê diyar nake. Wateya ku bigire nav xwe, pêdiviya gihiştina ‘zanistiya teqez e’.

Malbat di nava vê rastiya civakî de, weke dewleta zilam a biçûk tê avakirin. Di dîroka şaristaniyê de saziya ku malbat tê gotin sedema xwe ya bi rêbaza heyî re tim xurt dibe, ji hêza mezin a dide amûrên desthilatdarî û dewletê ye. yekemîn, malbatê, bi desthilatdarkirina li der û dora zilam ve, weke şaneya civaka dewletî ava dikin. Duyemîn, xebitîna jinê ya bê bersiv a bê dawî, bi ewle dike. Ya sêyemîn, bi gihandina zarokan re pêdiviya şêniyên xwe pêşwazî dike. Ya çaremîn, weke rola modelê ji tevayî civakê re koletiyê û ketîbûnê belav dike. Malbat bi vê naveroka xwe ve di eslê xwe de bîrdoziyeke. Saziya ku bîrdoziya xanedantiyê kêrhate ye. Her zilamek di malbatê de xwe weke xwediyê xanekê fam dike. Di bin têgihiştina malbatê de rastiya herî girîng, bandoriya vê bîrdoziya xanedanî ye. Çiqas jin û zarokên malbatê çêbin, zilam jî ewqasî ewlehiyê û şerefê dest dixe. Malbatê di rewşa heyî de weke saziyeke bîrdozî nirxandin pir girîng e. Jin û malbatê di rewşa heyî de ji bin pergala şaristaniyê, desthilatdarî û dewletê vekişînin, li şûnde bi navê pergalê pir kêm tişt dimînin. Lê bedela vî rêbazî, di bin rewşa jinê ya her tim di asta jêr de di nava şer de ye, êş, xizanî, ketî û rêbaza hebûna têkçûyî ye. Heman weke di tevayî dîrokê de tekelên sermayê li ser civakê birêve dibin, heman bi vê ve girêdayî xeleka sermaya duyemîn jî li ser cîhana jinê tekela zilam e. Hem jî tekela herî kevin ya bi hêz e. Hebûna jin weke cîhana dagirkirî ya herî kevin nirxandin, dê encamên herî rasteqîn diyar bike. Dibe ku ji bo wan ên ne bûne netew gelê dagirkirî yê herî kevin gotin hîn rastir be.

Pirsgirêka şêniya ji nêz ve bi zayendperestî, malbat û jin ve girêdayî ye. hîn zêdetir şênî, tê maneya hîn zêdetir sermaye yê. ‘jintiya malê’ kargeha şêniya ye. Dikare bê gotin milkên herî girîng ên ku herî zêde ji bo pergalê pêdivî dibîne, kargeha hilberîna malzaroka ye. Mixabin malbat di bin serdestiya tekelcî de di vê rewşê de ye. hemû zehmetî ji jinê re tê dayîn, lê nirxê milk jî ji bo pergalê xelata herî bi nirx e. Şêniyên ku zêde dibin herî zêde jî jinê tine dike. Di bîrdoziya xanedaniyê de jî wisa ye. weke bêrdoziya modernîteyê ya herî bi nirx malbatî, merheleya dawî ya xanedanî digihijê ye. Ev xal bi giştî pir zêde jî bi bîrdoziya dewletiya-netewe re yekbûnê saz dike. Ma her tim ji dewleta-netewe re gihandina lawikan girîngtir çi dibe? Hîn zêdetir şêniyên dewleta-netewe, tê maneya hîn zêdetir hêz. Lewma di bin teqandina şêniyan de sermayeke qayîm û berjewendiyên tekelên zilam ên jiyanî hene. Zehmetî, qehir, heqaret, êş, tewambarkirin, xizanî û birçîbûn ji jinê re ye. Lê destkeftiyên wî yên keyfî jî ji ‘beg û sermayedar’ re ye. Di dîrokê de tirs herdem qasî ya di roja me de jin weke amûreke îstîsmarê ya pir alî hêz û ezmûnên bikaranînê diyar ne kiriye. Jin weke mêtîngeha yekemîn û dawî kêliya dîrokê ya herî qirîtîk dijî.

Ne li ser bingeha zayendperestiyê, gelek tiştên ku li ser bingeha azadiyê bike hene. Zayendperestî, desthilatdarî ye. Her tiştên di bingeha zayendî de desthilatdar e. Her cîhên ku têgîna zayendî lê ye, li wir desthilatdarî heye. Dibêjin ku cîns mijareke biyolojîk e. Na, zayendî tişteke ku tê fêrkirine. Fînansa kapîtal bi yek tîp kirinê re dixwaze her tiştî bixe bin venêrîna xwe. Netew jî, jin jî û zilam jî! Paşeroja te, çanda te, baweriyên te û cewaziyên te red dike. Li şûna wan tiştên ku ew bi xwe diyar dike bi biryareke ferzkirinê dixwaze bi cîh bike. Belê, dê çawa ji vê re bê gotin bes e? Dê tu pêşketina me ya demokratîk li xwe rabigirî, em ê jî dewletê lixwe rabigirin. Li ser bingeha lihevkirinê dê her du jî li gel hev hebin. Bi feraseta dewlet-netewe ve mantiqê ez ê tine bikim, biperçiqînim, xilas bikim nagihije çi warî. Di vê di mijara jinê de zayendperestî neyê kirin. Zayendperestî herî kêm bi qasî netewperestî û hinek fikirên din xeter e. Jinê bi navê zayendperestiyê bi zorê xwe ve dide girêdan. Bi zorê bûna xwediyê jinê re desthilatdarî nabe. Jinê dikin nesneya desthilatdariyê. Bi bîrdoziya zayendperestiyê ve jinê bi temamî digirin bin tehekumê.

Halbûkî bi felsefeyeke ku bi azadiyeke bingehîn, wekhevî û demokrasiyê ve barkirî, hevbeşiya jiyanê ya ku bi jinê re were vesazkirin; xwediyê wê jêhatiyê ye ku dikare ya herî xweşik, baş û rast di asta herî rakêşwer de saz bike. Wek kes ez jî di nava sitatuya heyî de bi jinê re jiyan, qasî bûna xwediyê pir pirsgirêkan, ez kirêt, xirab û şaş jî dibînim. Di bin sitatuya heyî de bi jinê re jiyîn, mijara ku hîn di zarokatiya min de wêrektiya min pê nebû û ez lawaz bûm. A ku mijara gotinê ye weke ajoya zayendî, jiyaneke ku lêpirsîna ajoyeke pir bihêz bike ye. Ajoya zayendîtî bi xatirê berdewamkirina jiyanê ye. Rakêşweriyeke xwezayê ya ku di vê pîroziya xwe hebe. Lê tekelê zilam û sermayeyê, jin ewqas xirab kiriye ku, ev rakêşweriya xwezayê zivirandine weke saziyeke jêhatîbûna weke ‘kargeha malzarokê’ ya metayên herî bi ketî ava dike tê veguhertin. Bi van metayan ve civakê ser û bin dikin, derûdor jî di bin giraniya van şêniyan de ( niha şeş milyar e, bi vê lezê biçe, em derûdorek şêniyeke bi 10-50 milyaran bifikirin) kêlî bi kêlî rûxandinê dijî. Bêguman bi jinekê re bûna xwediyê zarokan di cewherê xwe de tişteke pîroz e, navnîşana ku wê jiyan xilas nebe ye. Bêdawîbûnê dide hîskirin. Ma ji vê hestê binirxtir tiştek dibe? Her cure di bin heyecana bêdawî ya vê rastiyê de dijî. Careke din ji xwezaya yekemîn û duyemîn re sermaya dijber û bêexlaqî, kirêtî û şaşiyên tekelê zilam ên mezin re rû bi rûbûna me naye înkarkirin.

Rexnekirina malbatê pir girîng e. Encex li ser bingeha rexneyan dikare bibe hêmana bingehîn a civaka demokratîk. Ger ne tenê jin, tevayî malbat weke şaneya desthilatdariyê neyê dahûrîn, rastiya şaristaniya demokratîk û pêkanîna wê dê ji hêmana herî girîng mehrûm bimîne. Malbat ne saziyeke civakî ya bê derbaskirine. Lê dikare bê veguhertin. Di vê ew îdiaya mulkiyeta li ser jin û zarokan a ji hiyerarşiyê maye bê berdan û di vê di pêywendiya hevseran de rola pêywendiyên sermaye û desthilatdariyê neyê lîstin. Di vê weke berdewamkirina zayend, nêzîkbûnên ajoyî bêne derbaskirin. Ji bo yekbûna jin û zilam nêzîkatiya herî rast, bi girêdayî civaka exlaq û polîtîk ya ku felsefeya azadiyê esas digirê ye.

Di vê çarçoveyê de malbata ku veguhertinê bijî, dê bibe ewleya civaka demokratîk a herî têkûz û peywendiya şaristaniya demokratîk a herî bingehîn yek jê. Ji hevsertiya fermî zêdetir hevseriya xwezayî girîngtir e. Lê di vê her demê alî ji pejirandina biryara mafê jiyanê re amade bin. Di pêywendiyan de koletî û bi çav reşî tevger nabe. Pir vekiriye ku dê malbat di bin şaristaniya demokratîk de veguhertina herî bi wate bijî. Jina ku bi hezara sal ji rêzdariya xwe gelek tişt winda kiriye, ger rêzdarî û hêz dest nexe, yekitiya malbatên bi wate jî pêş nakeve. Malbata ku li ser cehaletê saz bûye rêzdariya wê nabe. Di ji nû ve avakirina şaristaniya demokratîk de para ji malbatê re dikeve pir girîng e.

Jin yekser çavkaniya jiyanê ye. Jin navendên jiyanê ne. Jin nebe jiyan jî nabe. Dagirkeriya ku li ser bedena jinê saz bûye, bingeha hemû dagirkeriyan ava dike. Pergala kapîtalîst jî xwe dispêre vê. Di eslê xwe de aborî karê jinê ye. Ez ji we re pênaseya aboriyê bikim. Di Yewnana kevin-antîk de aborî karê jinê ye. Tevayî aboriyê, jin rêk û pêk dike. Lê di pergala kapîtalîst de her tişt zilam dest xistiye. Bi wan mekîneyên çêkirine ve karên weke hamburger jî yên jinê ne ji destê wê hatine girtin.

Zarok xwedîkirin, xwarin, li gorî xwezaya aborî karê jinê ye. Zilam çi ji vê fêm dike. Zilam ev kar ji jinê girtinê re çavkaniya jiyanê jî girt bin venêrîna xwe. Zilam ji xwarin çêkirin û parvekirina vê fêm nake. Aborî yekser jin e. Jin yekser çavkaniya jiyanê ye. pergala kapîtalîst aborî ji destê jinê girt û tevayî cîhan kir bin venêrîna xwe. Azadiya jinê, azadiya cîhanê ye. şûna ku jin beramberî zilam rêz bigirin, bila zilam beramberî jinê rêz bigire. Yanê tişta ku ez dixwazim bêjim ku, li ser bingeha azadiyê li ser jinê venêrîn tine be, bi şêweyeke wekhev de, peywendiya jêr û jor nebe û li ser vî bingehî ji rastî û dirustiya zilam tê bawerkirin, di pêşiya azadiya xwe de weke astengiyê nabînin, wê demê rêzgirtin, hezkirin û bi hev re jiyîn dibe. Dê wê demê ev watedar bin.

Mînaka jinê ji hêla mijarê ve bi dahûrînê re dixwazim vê beşê bi encam bikim. Bêguman lêkolînên femînîst bi pêşkeftinên nû bi nû re rastiya jin derxistina holê de tevkariyeke girîng dikin. Lê ez di wê qanê de me, ev xebat di asteke mezin de di mercên serdestiya akilê zilam de têne birêvebirin. An go reformîst in. Ji mijarê re nêzîkatiyeke bi bingeh nêzbûn girîngiya xwe pir heye.

Lêkolînên biyolojîk di cureyên mirovan de rola koka jinê ronî dike. Ya ku esil ji laş qut dibe ne jin e, zilam e. Hestiyariya jin, ji diyaletîkbûna avabûna gerdûnî ya ku ji rê derneketiye ava dibe. Nexasim di serdema şaristaniyê de di asta herî jêr de hiştin, ev avaniya xwe gihandina roja me ya îro de jî bibandor e. Jina bi hest ve barkiriye ji hêla aqilê zilam ve weke her tim aqilê wê kêm e, dixwaze vê weke xisleteke jinê diyar bike. Aqilê zilam li ser jinê çend operasyonên mezin birêvebirine û birêve dibe.

A yekemîn, kirina rewşa koleya xwe û ya yekemîn e. Ev pêvajo bi çewsandin, zext, destavêtin, tevger û komkujiyeke pir dijwar ve barkiriye. Rola ku ji wê re hatiye nasîn, li gorî pergala milkiyetê pêwîst e, hilberandina malzarokê ye. Bîrdoziya xanedaniyê bi vê malzarokê ve pir girêdayî ye. jin di nava vê sitatuyê de milkek teqez e. Qasî ku nikaribe rûyê xwe jî şanî yeke din bike malê xwediyê xwe ye û namûsa wî ye.

Ya duyemîn, amûra seksê ye. Zayendî di tevayî xwezayê de bi zêdebûnê ve girêdayî ye. Berdewamiya jiyanê hatiye armanckirin. Di mirovê zilam de nexasim bi girtina jinê re û bi giranî di pêvajoya şaristaniyê de rola esasî ji teqandina seksê, dixwaza cînseltî û pêşkeftina xil û xalî re daye. Demên bi hevrebûna pir bi sînor a lawiran (bi zêdayî salana ne), di mirovê zilam de dixwaze bike bîst û çar seatan. Jin di ber bi roja me ve amûra ku tim seks, daxwaza cînseltî û desthilatdarî li ser tê ceribandine. Malên giştî-xweser wateya xwe winda kirine. Êdî her cîh û her jin malê giştî-xweser û jin tê hesibandin.

Ya sêyemîn. Kedkara bê mûçe û bêbersiv e. Hemû karên zehmet bi wê têne kirin. Bersiva wê jî, hinekê jî wê neçarî kêmbûnê dikin. Ewqas hatiye xistin ku, bawerkiriye bi rastî jî li gorî zilam kêm e. Lewma bi çar destan ve dest û serweriya zilam hemêz dike.

Ya çaremîn, metaya herî zirav e. Marks ji bo jinê dibêje ‘banuya metayan’. Di eslê xwe de ev rol herî zêde ya jinê ye. Banuya metayan a rasteqîn jin e. Çi pêywendiyeke ku jin ne hatiye pêşkêşkirin ne maye. Çi qadeke ku jin di nav de ne hatiye bikaranîn ne maye. Di ferqekê de, ger bersiva her metaya ku hatiye pejirandin hebe, di jinê de jî ev bersiv weke bêrûtiya ‘evîneke’ pir mezin em bigirin, heta nepixandina ‘deynê keda dayîkê naye dayîn’ bêrêzdariyeke pir mezin de ye.

Kategori: Reber APO