Tirkî  |  Erebî

23Dema hevalê Kemal biryara berxwedaniyê da, careke din mezinbûna partiyê derxistin holê. Çi radestî, çi ketîbûn, heta dawî berxwedan e, bûne rih û biryara 14’ê Tîrmeh ê. Bi vê ve di dîroka tevgera me de pêngavên mezin derketin holê. Yên ku dixwazin ji vê bîranînê re bi dirûst nêzîk bibin û xwe bigihînin vê rastiyê, dikarin ji vê çalakiya pîroz encam derbixin. Ji derveyê vê girêdana şehîdan nabe.

Di zîndanê de dema radestî mezin bû, Şahîn û kesên din xwestin di vir de ketineke pêk bînin. Digotin “di vê bi navê PKK’ê tu kes nemîn e.” Heta digotin “bila hemû heval li dijî derbikevin.” Bi vê ve digotin “di vê PKK welat, gel û têkoşînê înkar bike.” Li dijî vê heval gotin “em ê canê xwe bidin û ji bo tekoşînê em dikarin her tiştên xwe feda bikin.” Ev jî biryara 14’ê Tîrmehê bû.

Ev biryar ji bo navê partiyê, navê gel û Kurdistanê û ji bo navê mirovahiyê ji holê ranebe hate dayîn. Ev biryara partiyê, li dijî xiyanetê bû, li dijî zilma mezin bû û li dijî jiyana ketî bû. Di wê pêvajoyê de ev hevalên leheng gotin, “roj roja berxwedaniyê ye.” Bi vê helwestê ve pêşî hemû lewaziyan girtin.

Kemal Pîr, bi rastî jî hevaleke gelek dirust bû. Ez her dem dibêjim; xwezî ew heba, tevahî xebatên kiryarî yê têkoşeriyê me ji wê hevalî re bihiştana. Yek ji hevalên ku hûndahiya xwe da diyar kirin bû. Ewqas hevaleke bedew û jîr bû, dema henasa xwe ya dawî dide di xalên herî kirîtîk de, di derbarê Kesîre û Can Yüce de hişyarî dike û wesiyeta xwe bi lêv dike. Tevlîbûna Kemal Pîr, tenê nîv demjimêr min guhdar dike û wiha tevlî dibe. Wê demê di destê min de belgeyên ku derketî nîn bû. Tenê min çend gotinên giştî anî ziman. Wiha beşdar bû û heta dawî têkoşîna xwe domande. Yanê yê girîng ne serwerî û zanebûne, yê girîng, cîdîbûn û dildarî ye. Yê girîng ne berî wê nasîn an jî ne nasîn e. Tenê min nîv demjimêr dît, ewqas.

Şêweyê PKK ev e, şêweyê Serokatî û rêvebiriyê jî ev e. Yê ku bi dil ve bi me re girêdayî hemû helwesteke diyar kirin, helwesta Heqî jî ev bû. Berde kêmahî hebe, ji hev dû re bi dil ve girêdayîbûn. Ji xwe piştî berxwedaniya Mazlûm, berxwedaniya Kemal û Xeyrî jî ji bo sekinandina vê lanetê bû. Kemal ji xwe bi lêv dike.

Dîsa şehîd Ferhad heye. Dibêjin ji bo sekinandina vê lanetê “ji derveyê xwe şewitandinê tu rêka derketinê nîn e.”  Yên din jî dibêjin “ji derveyê rojiya mirinê rêka derketinê nîn e.” Zîndan di wê pêvajoyê de vê rewşê jiyan dike.

Di vê mijarê de pêwîst e em şehîdên xwe bibîr bînin. Kemal, Xeyrî, Akîf, Alî hemû pir bi xiruş bûn, pir bi kêyfxweş bûn, ji jiyan û şer re bi awayeke rûmetî nêzîk dibûn. Ez jî vê didomîn im.

Ez çalakiya Kemal, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Akîf, Alî, Mazlûm Doğan, Ferhad Kurtay weke çalakiyeke întîxarî nanirxînim. Wek ew jî bilêv dikin, “ger derfeteke jiyanê herî biçûk di destê me de heba, me heta dawî vê hîm bigirtana.” Ev nirxandin pîvanên pêwîst ên jiyanê dest nîşan dikin. Di wê pêvajoyê de ji bo rûmeta mirovahî yek tiştên ku bihata kirin hebû. Ji xwe wan vê çalakiya berxwedaniyê derxistin holê. Ez ê careke din mînaka Kemal bidim. Heval zêde fêrî Kemal nebûne û ji Kemal pir tişt negirtin e. Pêwîst e li ser helwesta Kemal bê sekinandin û bi kûrahî bê fêm kirin. Sekna Kemal Pîr pir girîng bû. Kemal Pîr piştî çalakiya Ferhad an dibêje “pêwîst bû ku me pêşengiya vê çalakiyê pêkbianiya”. Di destpêk de çalakiya Ferhad an a Kemal Pîr bû. Pêşengê vê Kemal bû. Berî wê şahadeta Mazlûman heye. Kemal helwesteke mînak raber kir.

Lewre ez dikarim vê yekê jî bilêv bikim, heger hevalên rast û bedew niha di hewirdorê min de jî heba, bi şêwaz û rêbazeke wisa nêzîkê me û rêxistinê nedibûn. Weke tê zanîn wisa ber bi rojiya mirinê ve çûn. Ez çalakiyên ku întîharwariye napejrînim û şaş dibînim. Ev nirxandina hevalan, pîvanê me yê çalakî û jiyanê derdixe pêşberî me. Ji bo rûmeta mirovahî tişteke tenê ma bû. Ew jî çalakiya berxwedaniyê bû. Weke tê zanîn M. Xeyrî Dûrmûş biryarbûna xwe û hevalê xwe wisa dinirxîne, “me serxist” dirûşmeya wan jî “wê rûmeta mirovahî qezenc bike.” Kevneşopiya me ya şerê berxwedaniyê ev e. Pêwîst e ku heta dawî rast bê fêm kirin û rast bê pêkanîn.

Ev berxwedanî çi bû? Dema ku îxanet belavî zîndanê bû, Şahîn xwest hê bêtir ketina mezin pêkbîn e. Digot “di vê bi navê PKK tu kes nemîne û her kes pêwîst e dijî PKK’ê derbikeve.” Bi vê ve “PKK jî bila welat û gel inkar bike.” Dijî vê helwestê, heval gotin “Em ê canê xwe feda bikin û biryara me ya jiyanê ev e.”

Ev biryara partiyê bû. Ev biryar dijî xiyanet, ketîbûn û dijî êrîşan bû. Min her dem ji şehîdan re soz da. Min ji Heqî re soz da, Partî hat danezan kirin. Me ji Mazlûm, Xeyrî û Kemal re soz da, vegera mezin a welat hate pêkanîn. Me Mehmed Karasûngûr re soz da, şoreşa başûrê mezin pêk hat. Tu kes bawer nedikir, lê me pêk anî. Me ji Egîd re soz da, di Kurdistanê de gerîlla belavî her derê bû. Me ji Zîlan re soz da, têkoşîna azadiya jinê bilind bû. Ew hemû şehîdên mezin bûn. Xwe bi tevahî kirin berxwedaniyeke mezin û heta dawî bûn şopvanên xeta serkeftin ê.

Weke heval Mazlûm, Xeyrî, Kemal Pîr, Ferhad Kurtay qadroyên pêşeng ên partiyê, bi rojiya mirinê û çalakiya şewitandinê ve jî roleke pir mezin leyîstin. Weke qomployeke hindirîn para xiyanetê jî heye. Di wê demê de rewş ewqas giran û tevlîhev bû ku, di dîrokê de wek “berxwedaniya zîndana Amed’ê” bersiv hate dayîn. Tişta ku dihatin sipartin qomployeke klasîk bû. Armanc û hedefa yekem, tevayî girtiyên siyasî û şewqa wan bû. Dewlet ketibû rêyeke pir bêrehm, ev jî bandora xwe pir dikir. Lewre “berxwedaniya zîndana Amedê” piştî bîst sal jî weke kevneşopiyeke zindî didome û ji bo guhertina polîtîkaya zîndanê roleke dîrokî leyîst. Di xeta azadiya Gel a PKK’ê de weke sembola helwest û sekinandinê, cihê xwe girt.

Ber bi pêngava 15’ê Tebaxê ve çûyînê de, çalekiya rojiya mirinê roleke sereke leyîst. Ger rojiya mirinê neba, dibe ku di vê şêwazê de pêngav pêknehatana. Weke ku bîranîna Heqî Karer ve girêdan, me bir danezana PKK’ê, girêdana bîranîna berxwedanê zîndana Amed’ê jî me ber bi pêngava 15’ê Tebaxê ve bir e.

Bi awayeke bêbextewarî girtina Kemal Pîr encamê vê yekê bû. Bi rastî jî Kemal Pîr dikaribû biba milê rastê. Pêvajoya 12 yê Îlonê nû destpê kiribû. Li hember vê êrîş, dext û pêwîstiya girêdana xeta wî, pêngava 15’ê Tebaxê  hate rewa dîtin. Pêvajoya nû bi awayeke kiryarî destpê dikirin. Ger şehîdên rojiya mirinê nebana, dibe ku em di şêwazeke cuda de bimana. Dijwartî bangawaziya dijwartiyê dikir. Êdî dîrok rêka dijwariyê de pêşve diçû. Pêvajoya 15’ê Tebaxê di heman demê de ji wasiyeta Mazlûm Doxan ya ku dibêje “pêwîst e dengê me ji cîhanê re bê belav kirin” re bersiveke bû.

Di nava PKK’ê de sembola nirx û rûmetên herî bilind di serî de Mazlûm Doxan, Kemal Pîr, Heqî Karer, Xeyrî Dûrmûş, Mahsûm Korkmaz û bi hezaran şehîdên rûmet bi hevsenga vê herdû şêwazê ve beşdariyê ji bo têkoşînê çêkirin. Beşdariya wan a bi cewher, van hevalana heta dawî biriye berbi helwesteke leheng. Di dîroka PKK’ê de sembola girêdan û abîdeyên pir mezin hene. Heqî, Mazlûm, Kemal, Mehmet Xeyrî, Ferhad, Mahsûm, Taylan Özgür, Berzan Öztürk, Zîlan, Bêrîtan, Bermal û pir şehîdên ku ez nikarim navê wan bi lêv bikim mînakên hevaltiya mezin hene. Tevahî van nirx û rûmetana weke pirtûkeke bi wate ku pêwîst e herdem bê xwendin in. Ji bo wê PKK’e weke ku hun fêmdikin nikarin bidin bikaranîn.

PKK, em bêjin Zeynep, ew kesayeteke çawa bû, ev cesaret û girêdaneke çawa bû, ev çalakiyeke çawa bû, ev rêxistin û bîrdoziyeke çawa ye? PKK ne têgihiştina te ye, PKK rastiya wê ye. PKK Xeyrî ye, Kemal e, Heqî ye. Weke van nirxana tevbûna wateya dîrokê ye. Ev nirx wisa bi hêsan nehate destxistin.

Ez ê ciwantiya girêdayî û hevaltiya bi azwerî ku bi Heqî ve destpê kir, bi Zîlan ve gihişt nirxeke, gihişt ezmana temsîl bikim. Ger hun dixwazin artêş û şer fêm bikin, divê hun destpêke xelakeyên vê zîncîrê tê çi wateyê fêm bikin. Bi vê ve hunê xwe bikin xelakeyeke vê zîncîrê. Ev girêdana şehîda ye. Dema Şehîdên me yê yekem Heqî Karer hate şehîd xistin, dinê li serê min de xira kirin. Ez ji bo ku tolhildana wî bigirim tu hêza min jî nîn bû. Di milekê mezinbûna vê têkoşînê, milekê din ez ber bi çûndinê bûm û milêke din de jî şahadetên pir mezin heye. Gelo, li hember vê rewşê em dikarin çi bikin? Jiyanî kirina rêxistineke, jiyanî kirina xwe û jiyanî kirina wasiyeta şehîdan heye. Pêwîst bû ku em li gor girêdana bîranîna wê bersiveke mezin bidin. Axaftineke Kemal Pîr hebû dibêje “ey sûbayê dijmin ê kontirgerîlla Esat Oktay, ji bo ku tu kêyfxweş nebî, ez ti car nabêjim dilopeke av bide min. Ez ji tere ti car lawahî nakim. Ez ji tere başiyeke wisa ti car nakim.” Dîroka PKK ya lehengî di vir de ye. Lehengî, heta dilop û henasa xwe ya dawî ji dijminê xwe re lawahiyê nake.

Di berxwedana zîndanê de gava 14 Tîrmehê, weke biryara roja mirinê tê bîranîn, di vê ev biryar were nirxandin. Di heman demê de erkeke cîdî ye. Em dikarin di vê biryarê de derketina li dîjî mêtingerî û zextên bê rûmet ên li ser gel tên ferzkirin, li dijî pêvajoya nifş qirkirinê, xwedî li dîrok û nasnameya xwe derketin heya li dijî nêzîkatiyên li derveyî mirovahiyê yên li ser şexs tên meşandin, li dijî ferzkirinên nav û armancê inkar dike, li dijî êşkenceyên mezin hêrseke pir mezin e û biryareke pir cîdî ye binirxînin.

Dikare aliyê vê biryarê yê herî zêde derdikeve pêş bê nîqaş kirin. Ji devreyî vê jî dikare rewşa partiya ku di wê demê de di nav de ditevgerîn, li gel hêza wî bêhêziya wî, bi qasî hêviya wî bêhêviya wî jî bê nirxandin. Heman tişt dikare ji bo gel jî bê gotin. Dikare bandorên ku gel di nav de dijî, dîsa rewşa raya giştî ya navnetewî, tevahî di vê biryarê de çi rist lîstiye bê nirxandin. Lê dema ev tevahî tên nirxandin jî, dîsa aliyê vê biryarê yê du alî xwe didane holê.  

Gelo! biryareke mirinê ye? Hindek ji vê re dibêjin xwe kuştin an întihar. Ku beriya wê biryara Mazlûm jî heye. Biryara berxwedana 21’ê Adarê! Di rastiyê de tê gotin “em encax bi fedakirina canê xwe ve dikarin rûmeta mirovahiyê, rûmet û nasnameya gelê xwe, heta rûmeta xwe ya şexsî jî rizgar bikin. Ji devreyî vê çi têşeyên din nîn e, ji derveyî vê çi teşeyên çalakiyên din jî nîne”. Gengaze ku ev rast e jî. Bi rastî jî di wan mercan de teşeyeke din nîn e. Ji bo jiyan ê, ji bo rûmet ê, ji bo dev ji hinde nirxan neyê berdan, ger jiyan bi van ve jiyan e, tişta ku bê kirin, berdêla wê danîna holê wisa ye. Di vê demê de bi hezaran kes dikarin vê bikin lê ji bo wê demê rewş cuda bû. Bêguman, divê ev çalakî di nava mercên xwe de bê nirxandin.

Ji xwe bêdîrokiyek serdest bû. Li dijî vê dijbertiyê hinde gav hatibûn avêtin. Rastiya Kurd anîna li ser ziman qedexeye; lê ew naxwazin wê inkar bikin. Bi navê partiyeke pêşeng derketine rêkê, naxwazin wî inkar bikin. Aliyê dijber dibêje tê mîsoger wî inkar bikî. Dema ez dibêjim aliyê dijber, aliyê tê behskirin ne yek du jandarmayên jirêzêne, an jî êşkencedar in, desthilatdarên rejîmêne û emperyalîzma ku di pişt van dagirkeran de ye. Sermayeya Tirkiyê heye, nûkerên xayîn ên Kurd hene. Ji xwe civak bixwe di nava bêdengiyeke mezin de ye û ji bo xapandinê bi civakê bide hilbijartin li ser civakê de diçin. Li gorî dijmin, ‘‘ev berxwedanvan çend bermayiyên li dû partiyê mayînin’ hewl didin dê çawa ji wan xilas bibin.

Wê demê em di vê qadê de bûn. Alîgirên herî nêz jî rewşeke ku nikarin xwedî li derbikevin dijîn, ango di vê hêlê de zext ew lewaz kirine. Heta di wê demê de nîvya girseya ku ketine zîndanê ketin rewşa xwe radest kirinê. Rastî ev e! Ev rastî gelek dihelîne, dil reş dike, bêhn qût dike.

Di van mijaran de hindekan pirtûk nivîsandibûn, ez pir kêm dibînim. Çerçoveya wê kêliyê rast nehatiye xîzkirin, bi berçavkên wêjeya birjûwa ve nêzîkbûne. Ev jî sedema xwe ji bêzanistiya siyasî digire. Sedema xwe ji bo berjewendiyên gel rast ne nêzîkbûna dîrokê digire. Di vê ev bê sererast kirin. Ji ber vê sedemê em dê hinde rastiyan vebêjin. Çawa ku hat xwestin li ser bîranînên şehîdên mezin provakasyon bê pêkanîn û berxwedan ji cewherê xwe bê derxistin; tê xwestin ku wêjeya erzan jî li ser vê bê kirin. Bersiva ku ez dixwazim weke berpirsyar ji wan bîranînan re bidim; afirandina zemîneke berxwedanê ye. Herî kêm ji bo em bersiva pirsyarên ka ev kî ne, xwestibûn çi bikin ji bîr nekin ez dibêjim em vê serbixin.

Di rastiyê de ji bo wê demê ez çi gotinên ku bêne gotin nabînim. Ger hebe jiyaneke min, min ji derveyî berdewam kirina vê jiyanê wêdetir nedikarî tişteke din bikim. Ji ber ez di zanistiya bîranînên wan de bûm. Ku min berxwedaniyeke dikare wan di her alî de biparêze afirand. Ger di mercên serbixwe û azad de, zemîneke ku gotin şer li tê de bê kirin nebe, xwedî li wan derketin sextekarî wêdetir ne tiştek bû. Ji xwe wekî tê zanîn biryara serdemeke wisa, kêliyeke wisa ne kesayî ye. Ev pêvajo tenê dikare bi romanekî bê îzeh kirin û em hîn jî zehmetiyên ne îzehkirinê dikişînin.

Me ev heval nasdikirin; me Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf baş nasdikir. Mîsogere ku dixwestin bibin hevalên baş. Ev biryar jî diyardeya vê ya herî baş e. Lewre tevî vê jî hevalê Xeyrî di gotina xwe ya dawiyê de dibêje “em gerdar çûn”. Ne bawerin ku tişteke girîng kirine. Dîsa Kemal jî heman nêzîkatiyê dijî. Dibêje “dê ev şerê gel bigihije serkeftinê” lê hêrsa wî ya li hemberî kêmahiya kedê mijara gotinê ye.

 

 

 

Kategori: Reber APO