Tirkî  |  Erebî

reberti resim

Rêxistin çi ye û çiqasî pêwîste. Hîmên bikaranîna vê ji bo me weke avekê girînge. Ferqa mezin a dinavbera me û we de jî ev e. Mesele ez pir vekirîme

, ez herim kuderê ez ê wan hezaran bi awayekê hêsanî rakim li ser lingan. Yanî dijmin jî be, wê li himberî min xuruşekê mezin bibîhîse û wê di navbera xwe de yekbibin. Dijminê li himberî me her roj dibêje yekitî, yekitî. Demekê biv î rengî demekê ku peyvên qet mirov hêvî neke bikartînin. Hemû hêz li himbherî me di wateya dijminahityê de li hevdikin.

 Em jî di çapê xwe de yekdibin. Ya herî zor jî bi ruxmê ku gelê me jî heye, her meşeke me ya yekbûnê ye. Baş e, ev kesayet bi çir engî ava bû? We heya niha nekariye xwe yekbikin. Yê ku em jêre jî dibêjin yekbûn, belav bûnê bi xwere tîne.

Ez ji asta we ya koletiyê heyret dimînim. Dema ku dijmin mirovekê mahkumê bê rêxistiniyê dike, wê dixe kole û weke kole bikartîne. Ev ya pir zelal e. Mirovên kole, bixwe xwe koletiyê ji xwe re nepejirandine. Mirovekê bi halê xwe yê herî pir nezan jî be, dema ku di holên piçekê azad de jî dimîne, bi mîsogerî xwe bir êxistin dike. Lê bêlê kole, ketiye bin çewsiya herî mezin û bêrêxistînî hiştine. Lê koletiya k udi we tê jiyan kirin hîn bêhtir bi talukeye.

Ne tenê çewsî di wateya qaba de jî ne birçî hêlan, yên ku hestên wana hatine qet û pet kirin û bê mejî hatine hiştine. Koleyekê bi vî rengî di serdemên romayê de jî tine bû. Lê hun çiqasî di ferqa vê rastiyê dene ez nizanim. Lê min li himberî hovîtiya vê rastiyê gavên partîbûnê avêt. Ez bi mirovan re eleqeder dibûm, min şerê nirxê dida. Yek jê hun li xwe binêrin. Her tevgereke we tevgerkê bêrêxistiniyê ye. Yanî mîna koleyekê xwe bêrêxistinî û hêz hiştine.

Di hundirê vêr êxistinê de, di hundirê vê partiyê de hûn xwe birêxistin nakin. Ya rastîn jî nîyetê min başe, hun dibînin ez mîna hemalekê dixebitim, bi van gotinan hun nikarin kesê bixapînin. Ji ber ku şervanekê azadiyê bi vî rengî naxive, jiyan nake. Di vî derbarî de bûna şervanekê azadiyê ne hêsaniye.

Ji rêxistinbûna azad a jinê û jinê anîna rewşeke hêzê em nirxekê mezin didinê. Artêşbûna jinê ne gotineke ku vala tê kirine. Bi darizîna nirx, nirxê hîmê moralê, bi hêza xwe ya rêxistinî, heya bi planên xwe yên jiyanêr e artêşbûna jinê hêzekê veguherandina civakê ye. Jin hîn ji niha de xwe ji girtîbûnê dayîna paş de pêşketineke mezine. Pêwîst dike ku jin ji pêşketinên artêşa azad, nasnameya xwe û hêza xwe derxistina holê de pêwîst dike ku ne tirse. Yek bêmafiya kul i himberî jinê tê kirin heya ku hemû nêzîkatiyên paşverû yên ku tên kirin pêwîst dike ku were zanîn a li himberî hemû jina hatiye kirine.

Her jinekê milîtan pêwîst dike ku bizanibe bibe nûnera kesayeta jina azad û hêza wê ya ragedar. (yetkin) çawa ku ji bo welatê xwe û ji bo tekoşîna azadiya gelan li gorî pêwîst dike jiyana xwe bi awayekê zanabûn dide, ji bo azadiya xwe jî, pêwîst dike ku jiyana xwe deyne holê û di vê mijarê de jî pêwîst dike ku birêgezbûnê jî bizanibe. Her wuha bila bizanibe ku bi rizgarbûna kesayet re wê ne mîsoger be.

Yê ku bi rengekê giştî rizgariya cinsê xwe berbiçav neke, berovajiyê wê jina ku ji vê direve, pêwîst dike ku were dîtin ka jinekê çiqasî oportonîst û sexteye. Di jinên milîtan de helwesta herî bingehîn ya ku were berçav girtin, eleqeya ku ji bo bi giştî rizgarbûna cinsê xwe nîşan dide û ya ku dikeve nava hewldanan deye. Revên şexsî, çawa ku ji bo gelên ku di rêyên rizgarbûnê deye ne mûmkîne, ji bo jinekê jî wê ne mûmkîn be. Bi mîsogerî pêwîst dike ku ev ferdperestî were derbaz kirin.

Di feraset, pratîk û rêxistinbûnê de bi mîsogerî hêza jinê em dikarin bi peyitînin. Dema ku bi awayekê bêmafî nêzîkê jinê bûn, pêwîst dike ku bi giştî rabûna li ser lingan were zanîn û bi qasî ku were fikrandan pêwîst dike ku hun pêşketina berpirsyariya xwe bidin nîşandan. Nirxên bingehîn yên rizgarbûnê pêwîst dike ku hun nêhelin kes binpê bike. Di vê mijaerê de heya dawiyê birêgez, şiyar û bi berpirsyarî tevbigerin. Bi qasî fikrên we yên zelal, nêzîkatiyên we yên dijwar û yên di cih de, li himberî nêzîkatiyên çewt û yên ku bi kêm û kurtî de bêyî ku hun xwe şunde bidin pêwîst dike ku hun bizanibin nîşan bidin.  

Mezinbûn heye û ev jî ji bo di nirxê xudabûnê deye. Xwe gihandina wê hertimî wê ji bo me esas be. Mezinbûnê em ê hertimî weke helwestekê ji bo xwe layiq bibînin. Jin jî, zilam jî we ya ji bo vê mijarê pêwîst bike. Em ê vê şoreşê ava bikin. Ya ji bo me herî girîng jî ev e. Di PKK’ê de di destpêkê ya jibo çêbûna vê re girêdayî pêwîst dike ku hun derbikevin. Azadiya nîqaşê heye. ti pêwîstî bi tabû şermiya nîn e. Di paşerojê de hun ji kuderê, çawa, ji kîjan nêzîkatî û fikrandinê hatibin bila hun hatibin, tevgera PKK’ê tevgereke azadiyê ye. Tevgereke ya ku yên ketî û yên kole radike li ser linga ye. Ji ber sedemê ku şexs bi wî rengî ye kes nade şermandin.

Ya şerm, yên ku ji rêgezên mezinbûnê û ji nirxên hatî qezenç kirin re bi awayekê herî bêrûmet bi zimanê koletiyê êrîşê li ser van nirxan dikeye. Heya dawiyê ji bo meznahiyê, rêxistinbûn û xweşikbûnê ku e m dibêjin erê, li beramberî vêna jî heya dawiyê em ji nêzîkatiyên ku armanc, ji serkeftinê qut û bi taybetî jî ji nêzîkatiyên xweparêz (bencil) û ji şêwazên têkiliyên ku berbi xiyanetê de dibin re jî dibêjin na.

Yên k udi şêwazê rêbertiyê de herî pir bi îdîa, yên ku dibêjin heya mirinê jî em ê ticarî xwe nedin ketîbûn û cih ji têkiliyên cuda re nedin, di vir de an wir d e hunera zirav a ketibûnê pêşdixin. Kesayet bi hemû milên wê/wî yên ramyarî re, bi awayekê yekser an jî binavgînî (dolaylı) milên wê/wî yên ku ji dijmin tên, bi nêzîkatiyên xwe yên bi awayekê bizanabûn an jî bêzanabûn em dikarin binirxînin. Tenê hest dayîna tehlîl kirin têre nake. Lê ger ku em divê warî de jî tehlîl bikin, ev bi çi rengî vê durutiyê jiyan dikin wê bi awayekê pir balkêş di tehlîlatan de pêşbikeve.

Çi hest û fikrên ku we ji min re şandiye û çi jî yên ku we xwestiye bişînin min girt. Hemû rêzên wî ji bo min bi wate hat. Pir kûrbûn. Min erênî dît. Bi rastî jî jina ku di dîrokê de hertiştê xwe winda kiriye, asta wê ya îro hêviya rizgarbûnê dide. Ez dibêjin pêşketina we, kûrbûna we û meriyetbûna we. Bi min re eleqeder nêzîkatiyên we yên tije tije heye. ji bom in evan hevokan nirx îfade dike. di civaka desthilatdariya zilam de, zilamên ku bûn zalim, bûn dagirker min baş girtin. Bersiva herî baş ya ku ez ji bo lêgerînên xwe yên ji bo azadiya jinê bidim vî zilamî baş girtin, wî baş tehlîl kirin û vî zilamî kuştine. Yanî di destpêkê de girtin, pişt re jî kuştin. Tişta ku min dixwest bikim jî ev e. Ez dixwazim vê hîn bêhtir têxin kurahiyê. Ji bo vê wêrektî karekê mezine.

Têgeha zayendî û ya namusê ji kurahiyê de bikarbînin. Ger ku hun dibin nêzîkatiyên ku ez wê ji kesekê din re nakim yar, çavê yekê bikeviyê ez ê wî bi perçiqînim, malê min e, namusa min e de bimînin, wê desthilatdarbûneke bêsinir û asta mûlkbûnê derbikeve holê. Jin ne ji bo xwe, hinek heya dawiyê xwediyê wêne. Pêwîst dike ku hun pîrektîbûnê bin bixin. Pêwîst dike ku dirûtî neyê kirin. Pêwîst dike ku hun bi xwe zora xwe bibin.

Zilam li himberî jinê xedare, lê belê jin li himberî xwe hîn bêhtir xedartire. Li himberî jin û zilam hunê bi çi rengî şer bikin? Ji bo vê, şiyarbûn, aqil, baldarbûn û tekoşîneke mezin tê xwestin. Tekoşîna me bi giştî tekoşîneke demokratîke. Çalekiya ramane. Milîtanbûneke aştî û azad pêwîst dike. Lê pêwîst dike ku jin li himberî dagirkeriyê xwe bi arisin û hewl bidin bêhêziyê derbaz bikin. Bêhêzî vê ferasetê ji holê ranake. Jin vana ferq jî kir, lê belê bi ti awayî dest ji vê bêhêziya xwe bernedan. Her hal azadî ji mêr hîn baş û binirxtire. Ji zarokan hîn bêhtir baş û girîngtire. Bêyî ku azadî bibe, her tişt herame. Pêwîst dike ku li vê derê ferasetekê rast ya namusê were rûniştkandin. Namusa rastîn ji vir destpê dike. Ji bo min namus azadiye.

Civaka bi çînayetî her ku pêşket, hêz di zilam de kûr dibe. Dema hêz di zilam de kûr dibe, di hêza jinê de tunebûnek tê holê. Wekî di rastiya Rojhilata Navîn de tê zanin; bi klan derbasbûna civaka ku li dorhêla jinê tê afirandin –ez bawerim qada ku dîrok yekem lê pêşketiye Mezopotamya ye- hêza jinê bê niqaş e. Berî her tiştî ol(din) bi şêwazekî xwedawendên jin tê ser zimên. Hîn jî navê ku pir bi bandor e, di Kurdî de “İştar” wateya wê stêrk e. Di roja me de “Star û Stêrk” xwedawendiya jinê tîne ser zimên.

Xwedawend xwedî dîrokekî wisa ne. Afirînerên civaka yekemîn in. Em ji avakirina komên gund bigirin, di şoreşa civakî de asta herî girîng, pêwîst e em bipejirînin ku derdorê çalekiyên jinê de pêşketiye. Em dikarin pênasa xwedawenda İştar wisa bikin. Civaka jinê di pêvajoyên yekemîn de mezinbûyînêk bû. Serdemên piştî wê derbasbûna civaka bi çînayetiye. Derbasbûna civaka bi çînayetî, derbasbûna bin dexta zilam e. Pêşketina bi dagirkeriya zilam, wekî bê sînor e ku, xwedawendî tunebû û tevahî xwedayên ku pêşketine hemû zilam in. Tevahî împarator zilam bûn. Hinek jinên ku derketin, ew jî jinên wek zilam in. Tevahî fermandar, brokrat ji sedî not û neh zilam in. Ev jî dagirkeriyekî bê aheng dide xuya kirin.

Bêguman civaka bi çînayetî ve girêdana wî heye, lê rastiya pêşketina yek a mirovatiyê ye. Tu bê jî, “Bê desthilatdariya zilam jiyan nabe” ev ji tê wateya zîhniyeta bi dext û mijokdarî bingeh digire.

Heger em di sosyalîzmê de berkî (ısrar) dikin, pêwîst e em tê bigîhêjin ku, di pêşketina dîroka şaristaniyê de, tunebûna jinê ne bûyerekî xwezayî ye. Em dibînin ku, ev rastî, bi cûrên pêşketina civakî û çînayetî ve girêdayî, di roja me de gihîştiye asta çavkaniya pirsgirêkan.

Her ku em vê pirsgirêkê çareser dikin, bi vêre wê şoreş kûr bibe û di vê wateyê de ji navbera zilamtiya zilam û jiniktiya jinê de ev bê ahengtiya pêwîst e em rabikin. Ez li ser vê pir kûr dibim. Ji bo min pirsa ku, pêwîst e zilam bibe zilamekî çawa û pêwîst e jin bibe jinekî çawa jî, pir dijwar e. Bergira (tedbir) yekem ku min girt, artêşbûna jin çi bû? Herî kêm ev rastî avakir; “Ez jî dikarim bi çek bim. Li ser lingên xwe, di çiyayên ku berê min cesaret nedikir de, ez dikarim serbixwe bim, bipeyvim û ez dikarim bibim xwedî hêz.” Ji bo jin ev pêşketin heta dawî pir girîng e. Hîn wateya vê dernexistibe jî, ev pir vekiriye ku jinê bi hêz dike. Herî kêm fîzîka wê pêşdixine. Jinên ku di panzdeh an ji di bîst saliya xwe de ku wekî pîra bibûn, niha dema digîhêjin sîh salî jî, seknandinekî pir dijwar raber dikin. Dîsa di manewiyatê de hêz digire. Ev pir balkêş e ku, ne tenê di me de, di tevahî qadên navnetewî de pêşketinên jinê diyar dibe. Ev li ser berkîkirina me pêşdikeve. Belkû têgîhên paşverû her tim wisa dibêjin; “Dema jin tê gotin, meyzekirinê min, hestên min, namûsa min. Ê min, ê min, pêwîst e ê min be.” Ev felsefe pir bi xeter e. Dema ku jin ji sedî not û neh bû ya te, gelo wê çi bide civakê? Wê ji welatparêziyê re çi bike? Wekî leymûn an ji qedehêk şarab, girtiye nav kulmên xwe diperçiqîne û her dem vedixwe. Bi rastî jî jin jî wisa ye. Jinekî wisa, tu tiştekî ku bide civakê û netew nîne. Tiştekî zilam jî bidê nîne.

Zilam ku carna aqilê xwe wenda dike, car caran kuştina jinê, bingehê vê felsefê derdikeve holê. Heger bal kişandiye, evindarên me, gihîştine karakterekî ku evînê dikujin. Ev rastiyekî bi êş e. Ji sedema têgihên vê felsefeyê, hêz û mezinbûna jinê tune ye. Di wir de kuştin heye û di dawî de jî, wekî sembol bi xençerê ve encam digire.

Her wiha bi awayekî aktîf pêwîst e jin bi xwe bikeve nav vê xebatê. Herî kêm tişta ku ez dixwazim bikim, pêşiya vê vekirine. Pêwîst e em vê fêmbikin. Ez ji bo kêyfa bavê xwe nakim an jî ji bo xwe jî nakim. Bi têgîhên min ê cîhanê ve girêdayî dikim. Ji bo hinekî jinê kêyfxweş bikim jî nakim. Meseleyekî bilindiyê ye, meseleyekî têgîhê, meseleyekî cîhanê ye.

Em ji kîjan milî ve lê binêrin, pewîstiya milîtantiya jin li holê ye. Ez van peyvan pir tînim ser zimên. Heger hûn nirxên xwe nizanibin; (mînak di çiya de zilam pir tinê zimên) “Ev jin li serê me belane, di şer de zoriyê derdixin, giraniyek in” çima wisa tê gotin? Di vir de qurnaztiya zilam heye. Temaşe bikin, ên ku şer giran dikin ew bi xwe ne. Ên ku rola jinê, di şer û jiyanê de înkar dikin ew bixwe ne. Giranî di vî bingehî de derdikeve. Jin heger kevneşopiya xwe derbas neke, wê xwe bigihîne rewşa giranî. Her tim li bendê ye, zilam bê destê wê bigre û wê bike malê xwe. Rewşa ku giranî tê gotin wisa derdikeve.

Jina ku hûn dibêjin giranî ye, niha gihişt qiraxa azadiyê. Berî her tiştî pêwîst e em bidin xuyakirin ku; jin ne giranî ye, hem di şer hem jî di jiyanê de bi awayekî dijwar xwe pêşxistiye. Li vir me kesayetiya Zîlan nirxand. Her çiqas fîzîkî zorî jî dikişand derxist holê ku, çi di jiyanê de çi jî di şer de giranî nîn e. Ev bûyer ji bo me ferman e. Wê demê di milê zagonên rêxistinê de, zêde mafê axaftinê wan nîn e, jin jî xwe di rewşa giraniyê de nehêle. Jin û zilamên ku bi vê rastiyê re di nav nakokiyê de ne, nayê pejirandin. Rastiya Serokatî di vê mijarê de heta dawî bi rêgez e. Di vê mijarê de tu tavîzan nade.

Wekî tê dîtin, tevahî keçên me, bê hempa keçên şer in. Di vê wateyê de napejirîne ku destê zilam nêzîkî wê bibe. Rastiya exlaqê PKK ê jî ev e. Niha ev biçe ku, wê bibe jiyana azad.

Jin bi hêz be, jiyan xilas nabe. Hinek kes dibêjin, jin xurt û bi hêz bibe, em ê bitirsin..! Em jî dibêjin, jina bi hêz e, li beramberî wê tirs nabe, jina ku lewaz be pêwîst e em ji wê bitirsin.

Di bingehê kesayetekê lihevkirî, zilam ji nû de danîna holê wêrektî hatiye dayîn. Yanî zilamê kevin wê were tehlîl kirin û kuştin. Di vî hîmî de wê pêşiya heskirin û ya aştiyê vebe. Ev têgeha we girîng e. Ez bi xwe jî di vî hîmî de xwe yek ji we dibînim. Ev çil salin xwe ji bo vê amede dikim. Ji bo serkeftina şoreşa me dibêjim hertiştê xwe deynin holê û azadbibin. Ji were keyfxweşî û serkeftinê dixwazim.

 

Kategori: Reber APO