Tirkî  |  Erebî

Exlaqê civakî, siyaset yekem darbeyên xwe yên mirinê bi pirsgirêka tekelê xwariye. Qadên exlaq û politîkayê ku hîmên avahiya civaka komînal tê tarûmar kirin.

Li jor de exlaq –(di rastiyê de bê exlaqî ) û polîtîka (dewleta xwedahî) ya taybetiya ji bo civakên mensûbên tekel hatiye serdestkirin. Exlaqa civakî û politîka teqeze ku hîn pêşneketiye hatiye felckirin, li cihên wan jî wekî pergala xwedahî şeydatiya jiyanê û ramanên xwedawendî yên serdest saz bûye. Ji civakê re tenê mafê wan vegotina wekî baweriyên pîroz pejirandin hatiye dayîn. Tê dîtin ku ne tenê pirsgirêka civakî hatiye afirandin; hîn ji bilî wê, civak ji xwe hatiye derxistin, veguheriye çewlika ajalên tekelê. Bende -koletî wekî rejîmek xwezayî dane qebûl kirin ku tovên wê hîn kevintir heta dighêje qonaxa serdema hiyerşiyê jî koletiya jin, bûye mijara jiyanê a herî berfireh. Dixwaze wekî tolê ji civaka dayîka pîroz û dayîksalariya neolotîk bistîne pergalên xwedayî ê serdestiya zilam hatin avakirin.  Xwedawendiya jinê hêdî hêdî şopa xwe wenda dikir, serdema serdestiya mihteşem (mirês) a xwedayê bi nîgaşên zilam hat despêkirin. Hîn di wê demê de jin him di parestgeha de û di malên giştî yê kirêt tê ji bo fahîşetiyê zor lê hatiye kirin, hatiye nixumandin. 

 

Jinê wekî zayend mirovek ku cûdatiyên wê yên biyolojîk hene, têgihîn bingeha lebatên sereke ê korbûyînê. Ne cûdatiya zayendî bi serê xwe tu car nabe serdema pisgirêka civakî. Di gerdûnê de her dumend zerê de çawa ku di tu zindiya de wekî pisgirêk nayê destgirtin, dumenî di hebuna mirovan de wekî pirsgirêk nayê bikaranîn Zindî çima dumandî (ikilemlidir) ye?  Bersiva ji vê pirsê bêdayîn tenê wê felsefîk be. Dahûrîna antolojîk (varlikbilimi) dikare ji wê pirsê re (ne pirsgirêk) bersivê bibîne. Bersiva min eve: ji bilî dumendiyê afirandina zindîbûnê nabe. Dumendî terza gengaz a hebûnê ye. Jin û mêr bi rewşa xwe ya heyî, ne zayender jî bin, nekarin ji wê dumendiyê rizgar bin. Mijara ku dibên nêremê ewe. Pêwîste şaş neyê mayîn. Lê (duyîne) dumanî di meyla çêbûyîna cûda de. Di jîriya gerdûnî de (geist) de di bingeha îsbat bên dîtin de di wê meyla duyînê de dikare bê gerîn herdu aliyên duyînê nebaş ne jî xera be; tenê cûda ye, pêwîste cûda be, duyîne (dumendî) ku bibine yek hebûn pêk nayê. Mînak, bi du jin an jî bi du zilama pirsgirêka za û zê ya hebûna civakê çareser nabe. Her weha “Çima jin an jî zilam” Ti wate wê pirsê tine ye an jî misoger ji wê pirsê re bersiv bê dîtin, gerdûn neçare (dijwarî, meyl, aqil û xwestek) wisa di çêbûyînê de ye. Ji ber wê dikare bê gotin ku bersivek wisa felsefîk dikare bê dayîn.

Jinê wekî têkiliyek sift (yogun) a civakî lêkolîn kirin, ji ber wê sedemê ne tenê bi wate, ji ber babeta girêkên kor ê civakê derbaskirin (dahurînkirin) jî girîngiyek mezin e. Ji ber nêrîna serdest a zilam bexşandîbûnê qezenc kirî ye, koriya têkilîdariya jinê şkandin mîna perçekirina atomê ye. Ji bo ew korî bê şkandin pêwîstî bi helwestek mezin entelektûelî û pêwîstiya di hilweşandina serdestiya zilam heye. Di eniya jinê de jî hema nema ye ku ji xwe re bike terza hebûnê. Bi rastî jina ku civakî hatiye afirandin dahurîn kirin, bi qasî wê pêwîste bê hilweşandin. Hemû serkeftin û binketinên wan têkoşînên, azadî, wekhevî, demokrasî, exlaqî, politîkî, çînî de xeyalên şkestî yên  hatine jiyandin (otopya bername û rêgezên ku neketine jiyanî) şopên şêwazên têkiliya ( ê di navbera jin û zilam de ) serdestiya (bi iqtîdar) nehatiye şkestin, hildigre. Têkiliyên hemû ne wekheviya, koletiya, despotiya, faşîzmê û milîtarîzmê xwedî dikin çavkaniya xweyî navendî ji ji şêwazên têkiliyên wisa digere. Peyvên ku navên wan pir derbas dibe wekî: wekhevî, azadî, demokrasî, sosyalîzmê ku em bixwazin serboriyên ku xeyalên şkestî çênekin li wan kin. Pêwîste tûrên, têkîliyan a ku bi qasî civak û xwezaya kevinê li dora jinê hatine hûnandin bên vekirin û perçekirin. Jî bilî wê riya ku diçe azadiya rast, wekheviyê (li gor cûdatiya) demokasiyê û exlaqa ne durû tune.

Ji zayenditiyê, di derketina hiyarşizmê de wekî bîrdoziya desthilatdar wate lê hatiye kirin. Bi çînî û desthilatdariyê ve ji nêz ve têkildare. Hemû çavkaniyên, erkolojîk, antoropolojîk û lêgerînên rojane, destnîşan dike ku, qonaxên ku jin kaniya desthitdariyê ye hene û belavî serdemeke dirêj jî bûye.

Ew desthilatî ne desthilatiyek ku li ser bermahî-ber hatiye sazkirin. Berûvajî vê desthiatiyek hilbirînker afirînder hatiye sazkirin û desthilatiyek hebûna civakê bi hêz dîkir. Jîriya hestî ku bandora xwe di jinê de hîn zêde ye, bi vê hebûnê re xwedî bendên bi hêz e. Di şerên ku li ser iqtîdara sazbûyîna bermahî-ber zêde cih negirtina jinê terza hebûna wê ya civakî bi wê rewşa wê re eleqeder e. 

zayendîtî di dîrokê de herî zêde di serdema lîberalîzmê de wekî hêmanek bîrdozî hat pêşxîstîn û bikaranîn. Lîberalîzma ku civaka zayendî dewr girt qîma xwe pê ne anî ku tenê jinê veguherîne karkerek bê nûçe a di mal de, hîn zêdetir bikaranîna metayek wekî heyberek zayendiyê bi pêşkêşkirina bazarê bi dest xistiye di zilam de ku tenê ked hatiye meta kirin, jin bi hemû beden û giyanê xwe hatiya meta kirin. Bi rastî şewaza herî bi xeternak dihate avakirin. “Jina mêrê xwe” ku ne sîfatek baş bê jî ji istîsmareke bi sînor re dibe mijarek. Lê bi hemû kesayeta xwe meta bûyîn, tê wateya ku koletiyek ji koletiya Fîrewn hîn xerabtir. Ji koletiya her kesî re xwe vekirin, kolbûna dewlet an jî kesî kat bi kat hîn xeternake. Dafika ku modernîtê ji jinê re sazkiriye ev e. Li gor xuyakirinê jina ku ber bi azadiyê ve vedibû, diket rewşek herî rezîl ya amorê istismarê. Em ji amorên rekalaman bigrin, heta amorên seksî, pornoyê, amora bingeha istismarê jine. Bi rehetî dikar im bêjîm ku, di veguhestina kapîtalzmê de jin kirine bin barê herî giran.

Wekî nûnerê dewletê ê di mal de zilam, li ser jinê hem ji bo mêtîngehî hem jî desthilatdarî pêşkeve xwe berpirsyarê xwedî raye dinirxîne. Di berbelavkirna çewisandina kevneşopî, li ser jinê her zilamekî veguhertine, perçek ji desthilatdariyê ye. Civak bi vê riyê dikeve sendorama zêdetirîn ya destihilatdariyê. Rewşa jinê ji civaka serdestiya zilam re hizir û hestên bê sînor yên desthilatdaryê dide. Di aliyên din de di çêbûna karkeriya deman de heta bê kariyê ji karkeriya bê mûçe, heta mûçeya kêmtirîn, di her neyîniyê de ê ku bedel bi wan tên dayîn jinên kedkarin; jin bi xwe ye. Bîrdoziya zayendî ya lîberalizmê ve rewşê tenê berûvajî nîşandanê namîne, vediguherîne valatiyên bîrdozî ku taybet ji bo jinê hatine pêşxistin. Wekî bi destê xwe koletiya xwe xwestine. Dikare bê gotin ku pergal bi istismarkirina jinê ya bîrdozî û madî tenê kirîzên xweyî mezin derbasnake, hebûna xwe ji ava dike û dixwe bin ewlekariyê. Jin bi giştî dîroka şaristaniyê bi taybet di rewşa netewa mêtîngeh ya herî kevin û herî ya modernîteya kapîtalîzmê, ger di her alî de kirîz ku derbas nabe tê jiyan kirin di wê de para mêtingeh bûyîna jinê di serî de tê:

Dî pêşketina deshilatdariya girêdayî pergala dewletî û hiyarşîk de rista pêşeng a lîstina zilam vedîtinên dîrokî û çavkaniyên rojane eşkere nîşan dikin: Ji ber vê otoriteya jinê ya di civaka noelitîk de heta merheleya dawî ku li peş bû pêwist bû bê şkestin û derbaskirin: li ser vê şêwazên cûr bi cûr dayîna têkoşînê mezin û dirêj vedîtînên dîrokî û çavkaniyên rojane rast dikin. Bi taybetî mîtolojiya Sûmara hema hema wekî hafîza (vebîr) civaka xwezayî û dîrokê ronî der e.

Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka têkçûyîna û wendakirina jinê ye jî, ev dîrok bi xweda û evdên wan bi hukûmdar û yên girêdayî wan re (teba) bi aborî, zanestî û hunera xwe dîroka ku kesayeta serdestiya zilam bi hêz bûye, her wiha têkçûyîn û wendakirina jinê, li ser navê civakê ketina mezin û têkçûyîne. Civaka zayendî encama ketin û wendakirinê ye. Zilamên zayendî, dema li ser jinê serdestiya xweyî civakî ava dike, ewqas bi meht (iştah) e ku bi her rengî têkîliyê (temas) dike, pêşberî serdestiyê. Têkiliya zayendî ku diyardeyek biyolijîke, hertim têkiliya desthilatdarî lê hatiye kirin. Bi jinê re bi hewaya serkeftînê têkîlî danîna zayendî qet jî bîr nake. Di vî alî de fêrbûyînê pir mezin çêkir ne. Bi qefla bêje hatina çêkirin: “jê heq derketin”. Mîn karê wê “qedand”, “dêlik”, “ji zikê wê sîpe, ji pişta wê ço kêm neke!”, “fahîşe, orospî”, “lawikê wekî keça”, keça serê wê tê berdan, yan wê bireve daholvan yan wê bireve zirnevan”, “divê serê wê niha bê girêdan” weke wan bê hêjmar, çîrok, nimûne tên gotin. Têkîliya desthilatdariyê û yê zayendîtiyê dî nava civakê de pir eşkereye bê çiqas bi bandore. Rastiyek civak nasiyê yê ku dî roja me de jî her zilamek li ser jinê “mafê kuştînê” jî dî nav de xwedî mafên bê hêjmare. Ev “maf” her roj tên bi karanîn. Têkîlî bi pîranî di xisleta tecawiz û tacîzê de ne.

Malbat di vê benda civakê de wekî dewleta biçûk ya zilam hatiye avakirin. Di dîroka şaristaniyê de saziya ku jê re tê gotin malbat, ji bo awayê heyî timî têkûz bûyîna wê. Bi sedema hêza mezin ya dide pergala dewlet û desthilatdariyê ye. A yekemîn, malbat li derdora zilam bi desthilatdarkirinê re dewlet dibe şaneya civakê. A duyemîn karkirina jin ya bê sînor ya bê bedel dikeve bin ewlekariyê. A sêyemîn bi xwedî kirina zarokan pêwîstîya nifûsê bi cih tîne. A çaremîn, wekî rista bi model ji hemû civakê re koletî û ketinê belav dike. Malbat bi vê naveroka xwe bi rastî bîrdoziyeke. Saziya ku bîrdozîya xandaniyê bi kargîn dike. Her zilam di malbatê de xwe wekî xwediyê xanekê idraq dike. Di bin rastiya girîng dîtina malbatê de ev bîrdoziya xanedaniyê pir bi bandore. Çiqas zêde jin û zarokên malbatê hebin zilam ewqasî bawerî û rûmetê qezenc dike. Malbatê bi rewşa xwe ya heyî ji bin pergala şaristanî, desthilatdarî û dewletê vekşînîn, li paşiyê li ser navê pergalê wê pir tiştê kêm bimînin. Lê berdêla wê şêwazê rewşa jin di şerê asta daketî ya hertim berdewam e ku dibin de êş, xizanî, ketin û rewşa hebûneke têkçûyî heye. Dişibe tiştên ku tekelên sermayedar bi qasî dîroka şaristaniyê li ser civakê birêve birine, duyemîn zincîre parelel a tekelê jî “tekela zilam” ya li ser cîhana jinê ye. Hem jî tekela herî kevin ya bi hêz e. Hebûna jinê wekî mêtingehiya herî kevin ya cîhanê nirxandin wê bighêne encamên herî rast. Dibe ku  ji bo wan  netewê herî kevin yê metîngeh yê ku nebûye gel gotina herî raste.

Modernîta kapîtalist di gel hemû xemilandinê liberal, statûkoya xweyî ji kevin de mayî çawa azad û wekhev nake jî, bilêvkirina hin erkên din jinê ji berê  hîn girantir xistiye bin statûkoyê de. Karkerê herî erzan karkerê malê, karkerê bê mûçe, karkerê nerm, xizmetkarî rewşê wekî wan destnîşan dike ku, rewş hîn xerabtir bûye. Bi ser vê de jî hebûna herî magazînel, wekî amûra reklamê istismara wê hîn kûrtir bûye, bedena wê jî cur bi cur wekî amûrên istismarê, di asta metayeke ku sermaye jê naqerê tê hiştin. Timî amûrên tehrîkê yê reklam kariyê ye. Bi kurtasî nunera kola moderin yê herî berhênan dide qezenckirin ma ji koleyek wisa hêja metayek tê hizirandin? 

Pirsgirêka nifûsa zayendîtiyê, bi malbat û jinê re ji nêz ve girêdayî ye. Herî zêde nifûs, herî zêde sermaye ye “ jina malê” karxane ya nifûsê ye. Malên herî hêja yên pêdiviya pergalê pê heye. Wekî karxaneya hilberîna dola jî em dikarin bi navkin. Mixabin malbat dibin serdestiya tekel de ketiye vê rewşê. Hemû dijwarî ku li jinê tê derxistin, nirxa metayê jî ji pergalê re diyariya herî hêja ye. Nifûsa zêde dibe herî zêde jinê mehf dike. Di bîrdoziya xanedaniyê de jî wisaye. Wekî birdoziya herî guzîde ya modernîteyê malbat, pêvajoya dawî ya ku xanedanî gihiştiyê ye. Ev hemû mijar bi piranî li birdoziya netew-dewletê ve dibe yek. Ji netew- dewletê re timî, ji xwedîkirina zaroka hîn hêja wê çi hebe? Hîn zêdetir nifûsa netew-dewletê dibe hîn zêdetir hêz. Nexwe, dibin zêde bûna nifûsê de berjewendiyên jiyanî yên, sermaya teng û pawanên zilam hene. Zorahî, qehir, heqaret, êş, sûcdarkirin, xizanî birçîbûn ji jinê re; qezenca kêfê jî ji “beg” ê wê ji sermayedarê wê re ye. Di dîrokê de tu  serdestî wekî roja me jin bi pir alî wekî amorên istismarê bi karanînê de ewqas nebibû xwedî û ezmûn. Jin di dîrokê de wekî metîngeha yekem û dawî kêliya xwe ya bi qirîz jiyan dike.

 Lê,  ya rast azadiyeke kokdar hevpariyeke felsefeyek tijî  wekhevî, demoqrasî, jiyana bi jinê re bê sazkirin, xweşî, başî û rastiya di asta herî têkûz de dikare bi cih bîne, ji xwe  di nava rewşên heyî de jiyana bi jinê re, bi qasî pir bi  pirsgirêk jî ewqasî  kirêt, xerab û şaş dibînim. Di nava rewşa heyî de bi jinê re jiyan kirin mijareke ku hîn di zarokatiya min de herî qelsiya cesareta min bû. Ya herî girîng jiyaneke ku ajoya (gudu) a herî mezin ya zayindî lêpirsîn dike ye. Ajoya zayendî ji bo xatirê domandina jiyanê ye. Nuwazeyeke xwezayê ya ku pêwîste pîroz be. Lê sermaye û pawana zilam jin ewqas qirêj kiriye ku ev nuwazeya xwezayê wekî “karxane dolbûnê” veguheriye saziyeke herî binketî ya meta hilberîn dike. Bi van metaya bi ser û bin kirina civakê re, derdor jî dibin girîngiya nifûsê de (niha 6 milyar, bi vê lezê biçe deh, bi 50 milyar nifûsê em hawirdorê bi hizirin). Kêlî bi kêlî hilweşînê dijî. Bê guman bi jinekê re zarokbûyîn di cewherê xwe de bûyereke pîroz e; nîşaneya bê dawî bûna jînê ye bê dawîbûnê pêdihesîne. Ji vê hestê hîn hêja wê tiştek hebe? Dibin vê rastiyê de bi her cureyî ve heyacana xwe bi destwerdana bi dawîbûnê dijî. Bi heybet di mirovên di roja me de, ev rewş wekî hozanek dibêje: “bela bi serê me ye dola me”. Di vê astê de tê jiyan kirin. Careke din bi bê exlaqiya mezin ya pawana zilam û sermayê berovajî xwezaya yekemîn û duyemîn, bi kirêt û şaştiyê wê re rû bi rû mayîna me re tu kes nekare inkar bike.

Rexna malbatê girînge, tenê di bingeha rexnê de bibe hêmana navend ya civaka demoqratîk. Ne tenê jinê (femînizim) hemû malbatê wekî nîşaneya deshilatdariyê neyê dahûrîn kirin, wê raman û pêkanîna şaristaniya demoqratîk ji hêmanên xwe yî herî girîng bê par bimîne. Malbat ne saziyek civakî ku bê derbas kirin. Lê dikare bê veguherandin, angaşta xwedîtiyê hîn jî hiyarşiyê maye ya li serê jinê û zarokan bê terikandin. Di têkîliyê hevsarî de sermaye (hemû cûre) û têkiliyên desthilatdariyê neyên lîstin. Nêzîkatiyên ajoyî yên wekî berdewamiya zayendê bê derbas kirin. Ji bo bi hev re bûna jin û mêr nêzîkatiyên herî rast girêdayî civaka politîk û bi exlaqên felsefa azadiyê bingeh girtine. Di vê çarçovê de malbata veguherînê bijî, ji bilî hevseriya fermî hevseriya xwezayî girîng e. Alî ji bo mafê jiyana bi tenê bi pejirîne dibê herdem amadebin. Di têkilyan de bi koleyî bi çav kor liv nabe. Pir eşkereye ku dibin şaristaniya demoqratîk de wê malbat veguherînê jîna herî bi wate. Malbata ku li ser cahiliyê hatiye avakirin tu rêzdariya wê tune.  Ji nûve avakirina şaristaniya demoqratîk de pare dikeve ser malbatê giringe.

 

 

 

Kategori: Reber APO